"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Mizgîn Hesko

Helbestvan û Nivîskar Mizgîn Hesko Mehmûdi 20 ê mijdara 1973an de, li gundê Şelhûmiyê ku ji gundên herêma Cizîrê ye’ û girêdayî bajarê navdar Qamişlo ye, ji dayik bûye.

Min ji te hezkir.

Min ji te hezkir ketim tor û davan
Te ez ji xwe re kuştim yara ciwan

Min ji te hezkir ez im yê perîşan
Yê dil wêran im bilbilê bi fîxan

Ji destên evînê şeyda û şêt im
Timî dinalim ez jarê bê derman

Bengînê lêvên hingivî û şêrîn
Bê hiş im ez feqiyê ar û derdan

Feqiyê liva dilê te me cana
Birîndarê wan çavên ku tîr vedan

Çendîn xweş in ew torên ji destên te
Himêza te bûye mesken û sîwan

Çavên te asoyên tije kulîlkin
Zemînên dagirtî bexçe û bistan

Di kûrahiya wan de xwe dibînim
Bila ew her bi ronî bin kubar can

Bîstik bi bîstik hîn ji te hez dikim
Ax avînê çi anî serê mirovan.


 

Sihrebaza min

Yara ciwan de raz raze
Şeva bê deng mişt raz e

Bi taya evînê ketim
Têla te ne kok û saz e

Van xeman ez dorpêçkirim
Bi firê xistim jorê baza

Li jêr mam û her bi tenê
Şeyda bûme yar çi naz e

Çi bi xap e fen û fûte
Ez gerandim li falbaza

Sergêj im ez bê hûde me
Dîlê destên sihrebaza.


Şevek giryan

Şev….
Di bêdengiyê de
Nuq dibû
Wiha û ta destên sibê
Giryanê…
Ez zuhakirim.

Ka destên xwe
Ji kuştina min
Vekişîne.

Îşev…
Ta destên sibê
Dê li ser zendên te
Yên badayî
Têr….têêêêêr xewnan bibînim
Çendîn sal in
Û min xew nedît.

Îşev…
Ta destên sibê
Himbêza te
Meskenê min e
Dilê te
Hêlîna min e
Dê tê de
Çivîkeke dilovan
Xilmaş bibim
Dê îşev têra welatekî
Lavajan bêjim
Stêr….
Di nimêjên min î şevînî de
Tireh didin.

Dê îşev
Şemalokan vêxim
Û tu…bêtir nêzîk bibe
Ne agir im
Ku mijankên te bisohtînim

De tu…bêtir nêzîk bibe
Îşev…
Muzîk e
Jiyan e
Û giryan e

Muzîk….
Min dighînê textê xwedawendiyê
Jiyan…
Min nêzîkî dawiya avrayî dike
Û giryan …
Ji xwe min pak dike
Dê îşev
Ta destên sibê
Ji pêsîra giryanê
Hêsran bidoşim
Ji lêva janê
Serxweşiyê binoşim

Ma çendîn bager
Dê di hêrsa çavên te de
Bitevizin….?
çendîn perwane
Dê li kenarên te
Yên xembar
Vehewin…?

ma çendîn xumên giran…?
Û tu her şev
Û îşev…
Xewanê piyalê
Û dizanim
Ku oqyanosek mey
Dê xemgîniya çavan
Neşon e
Dê beyabanek tî
Rondikên min
Zuha neke.

Îşev…
Ta destên sibê
Dê li ser sebeta sîngê
Têra xwe
Şevek giryan
Li darxînim.

Îşev…
Û şevê dergehên afrandinê
Li pey xwe
Vekirî hêlaya
Dê rûpelekî spî
Di pirtûka pîroz
Ya işqê de bim
Dê di nivîna giryanê de
Pêteke vêxistî bimînim
Û tu…
Îşev ta destên sibê
Di nimêja dilê min de
Hevok bi hevok
Helbest biherike.


 

Beyanî baş ey tilûrê mişext

beyanî baş
û te xwe
ji refê xwe berda
û berevajî
dilê min firiyayî

bo çi…?
ey tilûre mişext
û tu…
hîn jî
Ji sirtiya zivistanan
ferî werzê
hezkirinê
ne bûyî

bo çi…?
û tu…
li asîmanekî bê dawî
mîna bazekî serhişik
baskên xwe vedikî
û dûr ji hêlîna evînê
difirî

bo çi… ?
u dizanim
ku firîna
li dijî bayê kur
te ber bi
dilbijokîya stêran ve
dadiqurtîne

bo çi…?
ey balindeyê dilê min
û tu dizanî
ku ne ev xwesteka min bu
baweriya te bi rewrewke
û baweriya min bi te bû

bo çi…?
û tu
mêrek ji bêciriya
bageran bûyî
te…
her tişt
ber bi xwe ve dibir
li vir û wir
winda dikir
û ez…
jinek
ji hêminiya axê
min her tişt
ber bi himbêza xwe ve
asê dikir.


Destên pîroz

Dibêjin
Di vî çerxî de
Dê jiyan
Raweste
Dê…
Zemîn têk biçe

Dibêjin..
Û hin tiştên seyr jî dibêjin
Lê …
Ma kanî hezkirin

Ma ew…
Di guhên
Kîjan razê de
Raketî maye..?

De bila şiyar bibe
Û careke din
Aşê jiyanê
Bigerîne
Û zemînê
Çar demsal
Tije kulîlk
Bixemilîne

Dibêjin..
Û ma kanî xweda…?
Û xweda
Di dilê min de
Lêdide

Û dilê min
Di nav destên xwedan de
Destên xwedan
Sîwana ku min
Ji baranên ne pak
Diparêze

Destên xwedan
Veqetandina ne penî û ne diyar
Ku min î pak û kedî
Ji min î
Qirêj û kovî
Dûr dixe

Destên xwedan
Tika dikim
Ku li kembera min
Rapêçayî bimînin
Û min…
Di asta mirovayetî de
Bihêlin.


Alanname

Kurd im
Penaber im
Ji revê ber bi reveke din ve
Û hemû riyên
Ku wan dişopînim
Bi tenha dagirtî remedêlk
Û hilma şikestinê

Û şikestîne
Şûşeyên dilan şikestîne
Hemû riyên li pêş min
Mij û moran
Û tarîne.

Kurd im…
Nevîçirka êş
Û wêranê me
Li şûn xwe
Min…
Welatek kelogirî hêla ye
Û di riyên biyan de
Li henaseyên
Welatekî digerim.

Di van xaçeriyên asê de
Li hawîrdorê xwe
Dizîvirim
Û şikestin
Min dorpêç dike.

Ji revê ber bi êşê ve
Ji êşê ber bi revê ve
Û revînok in…
Hemû gavên min revînok in
Xapînok in…
Hemû şopên min xapînok in
Û qeraxên van riyên ne naskirî
Tije rewrewek û pîrhevok in

Kurd im…
Û rêgehên hêviyê
Bi tenha sawîr in
Pencereyên çareseriyê
Reşe bîr in
Dergehê felatê
Tevepîr in.

Penaber im…
Xwe li pêlan dikim
Û pêlên van deryayan
Verêşa…
Hinavê zordarê mîr in.

Pêlek ….
min radestî pêleke din dike

Kurd im…
Li mistek ax digerim
Da ku têde
Alaya xwe li ba bikim
Û çi gava ku li xwe haye dibim
Derya…
Cendekê min î şikestî
Ji ber xwe dike
Û weha jî…
Heman derya yê
Ji ber xwe kir
Cendekê Alanê min.

Û Alano…
Bi pêlavên xwe
Riwê mirov
Yê din naşî me dikir:
Di guhên kîjan
Dêwê de
Mirovanî raketî maye…?

Û Alano…
Zaro bû
Ber şîr bû
Bi lêvên xwe yên pembe
Memikên zemînê dimêht

Yê li wê beravê
Vezîlandî
Firişteyek bû
Giyanê xwedawendan
Di’azirand
Serî ber bi jêr ve
De lorî…lorî
Hela megrîn
Ji me re dinehwirand
Ji nixîsên ber mirinê
Dîmena mirina mirovaniyê
Dineqişand

Û em ê hêsran bibarînin
Lê….
Deryayeke bê ser û ber
Çavên Alano
Şil nekir.

Yê li wê beravê
Di xewa şêrîn de
Neviyekî mîdî bû
Jena jenîna kezeba
Jineke kobanî bû
Sehara sibêdeyan
Li rêgehên welatekî digeriya
Li mistek ax digeriya
Da ku tê de
Têr…têêêrrrrrrrrrr
Bi lîstokên xwe şa bibe.

Yê li wir
Li wan beravên ne nas
Di nimêja xwe ya dawîn de
Bi xewna welatekî
Çav girtibûn.

Yê li wir
Ku bi lêvên xwe yên pembe
Memikên zemînê dimêht
Peyamberê avînê bû
Hezkirin…
Li me parve dikir
Û me…
Ji hev hez nekir.


 

Nawestim

Hîn…
Ez ew dargwîz im
Ya ku
Di babîsokên êşan de
Xwe bi dilkê xakê ve
Asê dikim
Û tilûrên bê cir
Di nav
Aramiya şaxên xwe
Yên keskîn û gulgulîn
Vedhewînim.

Hîna ez
Ew derya me
Ya ku
Di şevên tarî de

Dema yariyên pêlan
Masîvanan
Li beravêvên xilmaş
Vedgerînim.

Û hîna…
Ez ew jin im
A ku tevî teqereqa salan
Û vemirîna kelecana temen
Tevlî…
Westana çavan
Lerizîna destan
Ji vexwarina lêvên te
Na westim.


 

Siruşta dadmend.

Serê sibêdeyê
Hîna zû
Dema ku bajar
Di xewa şêrîn de
Raketî
Têm serdana
Heman şopikan

Zeviyên xilmaş
Gavên min
Dihejmêrin
Têm…
Û li rasta
Keriyên xezalên nûzayî
Têm
Ask…
Û xifşikên
Xweşkok û bêguneh
Bi çavên matmayî
Û dagirtî pirs
Li min
Dinehêrin.

Metirsin…!
Ey nevîçirkên
Êla gerdûnê
Wekî we me
Yekek…
Ji razên hebûnê

Cerg û dilê min
Benî ne
Destên min
Çuqliyên darîn e
A ku….
Di damaran de
Diherike
Rûbar û kehnî ne.

Çavên min
Xuncên…
Bi dîtina siruştê
Ji nuh
Vedibin
Hişê min
Tabloya textîn e
Û pîvokên hezê
Tê de bişkivîne.

Metirsin..!
Wekî we me
Êla min
Xwezaye
Bîreweriya min
Her min
Li keskahiyê
Vedgerîne
Bê deng e
Lê ne razaye
Carekê
Darbenî bûm
Ademîzadan
Şaxên min
Birîn
Zevî û mêrgên min
Dizîn
Û va hêlînên çivîkan
Hilweşandin
Ta bi çêlîkên
Di zikê lawiran de
Gurandin
Jîngeh…
Li ser navê xwe
Tabo kirin
Û ew …
Ji xwe re
Revandin.
Ademîzadan
Li pey
Dilbijokiyên xwe
Ne sînor
Hêlan
Û tixûbên heyî
Hêrivandin
Veyrosên xwe
Li ser we
Xebitandin.
Lê xweza
Lê sirûşt
Dayika dadmend e
Heman Veyros
Li himêza mirovan
Vegerandin.
Lê dilbijokên
Serweriyê
Ne fêr dibin
Û ne jî têr dibin
Ne destên xwe
Ji gerdena xwezayê
Vekişandin
Û ne jî hişê xwe
Ji kuhkirina
Çek û Vayrosan
Bi şûn de
Tevizandin.


 

Leer

Dîmen 14.
—————

Mîna kesên xapînok
Me tu..
Li ser devê volkanê raketî hêla
Û me xwe ji te vedizî.

 

Dîmen 15.
—————

Li der dora çirayê
Ne bi tenê
Perwan e şeyda ne…!

 

Qefdek hezkirin.
———————–

Vê gavê
Ez ê biskên xwe
Yeko…yeko
Ji te re
Mûm vêxim.

Ez ê
Qefdek hezkirin
Bêxim guldanê
Û li ser masaya te deynim.

Tevî ku ez xweş dizanim
Tu ne find perestî
Û ne jî pisporî
Da tu
Di vê xirecira zemînê de
Razên Xwedawendên evînê
Şîrove bike.

 

Sêva evînê.
—————–

Dibêjin…
Hawaaa
Yarê xwe Adem
Ji buhiştê
Bi maçekê anî derê
Ew e ne Iblîs e
di hinavê jinê de digerî
Ew sêva evînê ye.

Jiyana Mizgîn Hesko

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ