"Enter"a basıp içeriğe geçin

Kurmên Qurmê Qewmên Li Ber Qirbûnê – Mervan Serhildan

Kurm dikevin bedenê, çav dadigerin ser şînpelên şax û guliyên berê. Reh û qurmên dara jiyanê di binê xulxul û xirxira kurmik û kêzikên şewabê de bi ziman dikevin; di bin tirs û xofa rûxandinê de diqîrin; “Hewar e gidîno, kurmik û kêzikan em xwarin, ma çima kes xemê naxwe û di gaziya me nayê?!.” Lê şax û gulî xemsar in, bêkêr û bêxîret tevdigerin, xwe li bêdengiyê datînin; ji wiyalî de pel û pelçim bersivê didin: “Eyy newêrek û tirsonekên reh û qurman, bes karesatan vexwînin; ewqasî bêbawerî û reşbînî ma ne pir e; korik û gêjikno, ma hûn nabînin çiqasî şên in, şînîkal in, bibêhn in pel û zîlên vî şewlî? Şerm û fedî divê, şerm û fedî; sûcbarî û reşkirineke bi vî rengî neheqî ye, neheqîîî!..”

Çiqasî dişibin hev ezbenî, xemsar û rûsarên siruşt û civakê û çiqasî ji hev in, wek hev in û li hev in; işaretê bi meqesekê dikin, meqesa heman dirûnkerê; ne li ser bala wan e heqîqeta vê dinyayê, ne derd e ji wan re çarenûsa kurd û Kurdistanê, li xwe hayê nabin heta çirka ber deriyê helakê! A va yê, em jî li vî aliyî dibêjin û dibilînin, “Me dev ji du sed û pêncî salî berdaye, gelo kanî berpirsyarên bîst salên me yên dawîn ku em bi newala lawazî, hejarî û bêtifaqî de rakişandine ber darbesta qirbûneke hetahetayê?” Ma qey hiş di serî de nîn e, em li ber dilê xwe xweş dikin ku dê hinek kes rabin û bibêjin ‘biborin, ev şaşitiyên ku bêkêrî, bêvîzyonî û bêserkaniyê nîşan didin ji ber nezanî û kêmasiyên me pêk hatine, em ji gelê xwe lêborînê dixwazin’… Paşpê, dibêjin; “Devê xwe li xêrê vekin, ey belengazên wî rexî, ma di pêvajoyeke ewqasî hesas de, mijarên bi vî rengî tên niqaşkirin û şîrovekirin, ma hûn nizanin ku wê dagirker ji gotarên we sûdê wergirin?”; dibêjin û girmika xwe jî li ser maseyê dixin…

Sêwiyek, tenê dinihure û dibêje, “Haa xwediyên şaşiyên çarqozî, hûn biborin, hûn li me biborin ezbenî; bêmiradekî dera hanê ji kengî de ye ku ji bestan dimizmize, dipeyive. Lê kesayetekî nenas e û bêbandor e, guh nedin vî rûreşî, vî kalî; ez bigorî guh nedin zarezara jar û bêzarên vî welatî; ragihandina sosretekê, rûreşiyekê, bextreşiyekê jî nebînin, tiştekî û dengekî nebihîzin, li tu der û deveran dilzar û tengezaran nedin peyivandin; ma dê ji we hesab bê pirsîn!?. Guhên xwe bigirin, çavên xwe girêdin, dev li zimanên xwe bikin û ji kezeba şewitî re destên xwe hişk li qirika şopgerên heqîqetê bijidînin; bikin ku bi awayekî teqez nikaribin bipeyivin kal û pîr, xort û qîz, jin û bûkên xemxur ên vî diyarî.

Bi tu awayî bila devê wan negere, bo ku nebêjin; ‘Çima hûn rojeva kurd û Kurdistanê ji xwe re nakin derd û hûn ewqasî bêdêhn li dû dînamîkên dagirkeriyê digindirin?’ Mesela; axa kurdan bûye rimlika gur û wawîkan, li Bakur ji çar paran du par jê (du bajarên ku sed sal berê navendên welatparêziya kurd û Kurdistanê bûn, Erzîncan û Sêwaza ku warê serhildanê bûn jî di nav de) bi awayekî bêveger hatine qirkirin û rijkokirin; bila kes ranegihîne, bila kes nede ber bala gel, bila kes bibîr neyîne. Kurdistana Sor di binê potînên azerî û ermenî de bûye du parî; bila kes li vê hetîketiyê nesekine, bila kes li binikî û binketina siyaseta kurdên vê serdemê nehizire û nerame; bila kes li dijî rûreşiya vê heyamê serî raneke; bila her tişt, her rastî her êş û tîrêşên vî gelî di nav reşdûxana xemsarî û xwînsariya dînamîkên kurd de, xweber binixume…” Ji xwe rojeva hinek kurdan ne ev e; ger xemxurên rojeva rasteqîn hebûna, divê ji talanker û dagirkerên Kurdistanê re bigotana, ‘efendîno, maye qewmê kurd û namire, Kurdistana Sor axa kurd û Kurdistanê ye, hûn her du alî jî qirker û dagirker in, li bende roja hesabpirsînê bimînin!’; lê na xêr, bila kes li ser van mijaran nesekinin, bila kes ‘seriyê ji mejî bêrî’ belasebeb neêşînin.

Ezbenî partî, sazî û rêxistinên kurd di bin destwerdana ereb, ecem û tirkan de dieciqin; bila kes serê xwe bi van tiştan re jî neêşîne. Li her çar perçeyên Kurdistanê dewletên dagirker ji ber kêmasî û bêbergiriyên partî û rêxistinên kurd sîxur û saloxgerên xwe dawerivandine nav gel, ol û civakan; li qad û meydanan cirîdan didin, tevgera azadiyê di bin siya şik û gumanan de li tariyê diasirînin; bila neyê gotin, bila kes venebêje, bila bêzarên welêt nigên xwe zêde ranedin û zimandirêjiyan nekin. Mesela partiyeke kurd li Bakur lîderekî karîzmatîk wekî Doktor Sîrac Bîlgîn avêtiye ber nigan; ew Bîlgînê ku di salên 1970yî de li Bakur deriyê partiya xwe li çepgiran vekiriye, sekulerî esas girtiyê, modernîzm ferikandiye û rê li ber berxwedaneke neteweyî ya hemdem vekiriye…

Lê li dijî ev vîzyona ku çareseriyê ji doza gelê kurd re vejîne, çepgirên ku bi saya wî tevli nav girseya tevgerê bûne, partî veguherandine komeleya mijarên sosyalîzma klasîk ku dîktatoriya proletaryayê esas girtiye; ji çareserkirina pirsgirêkên neteweya kurd bêtir gotinên Marx, Lenîn, Troçkî, Afanesiyev û hwd niqaş kirine, heta ku serê Sîrac Bîlgîn xwarine… Lê bila berpirsyarên vê rastiyê aram bin, bila li ber Bîlgîn jî û li ber sosretên ku anîne serê Bîlgîn jî nekevin; bila xwe di paş tarîtiya serdemê de deynin, bila tu kes li tu war û wargehan qal û behsa heqîqeta berpirsan nekin… Partiyeke din a kurd jî serê şoreşgerekî wek Zekî Adsiz xwariye û li tûşa xwe çûye, bila ev rastî jî li cihê xwe bimîne; lewra “heyfa hinek kurd” ku li ser dika dîrokê rûreş derkevin, “heyfa hinek kurd” ku ji textê bext têwerbin. Lê çi ye ku ev bêmiradê dil her digazine, “ Xwezî van têkçûyiyên siyasetê, gelê kurd jî bi xwe re nekişandina ser dika karesatê!”

Gelo çima em ewqasî serî diêşînin, derdê me çi ye?.. Bo bê zanîn divê bê vegotin ku xemeke me ya emrane heye, temen di şestî re bihuriye bi sed û şêst be jî ev xem, dê her hebe… Dema welat, netewe, ziman û çanda gel li pêş çavan kêlî bi kêlî, kert bi kert tên binpêkirin û înfazkirin; wijdanê mirov êdî nahêle ku aramiyê bitahmîne, li ser çim û çengên dil tenûr bi tenûr êgir dadide; pevketineke pir û gur rû dide ku ji temen jî û heta bigir ji hebûnê jî girîngtir e. Ev 45 sal in ku em jî di nav heman agirê azadî û serxwebûnê de dibirijin. Divê bê zanîn, li ber îradeya gelê kurd ku em di ser hemû tiştan re digirin, berpirsyariyeke me ya wijdanî, exlaqî û dîrokî heye.

Efsûna ku pênûsa me bi hubra heqîqetê dadigire jî, ev hêz e. Dil zarezar e, gidîno bivînin, gelê kurd ketiye nav çerxên qirbûnê li niqr û niqrîska dawiyê asê bûye! Em wek hejarekî, wek bêkesekî û wek xemxurekî kurd li hizûra dîrokê, vê bangewaziyê didin; ev çerxa qirker ji der û hundir de bi awayekî hov tê gerandin; dereng e, divê em çavên xwe vekin, êdî bivînin. Ji aliyê dagirkeriya Rojhilata Navîn ve (geh rasterê bi hêza xwe û geh bi destên çete, sîxur, saloxger û kontrayên xwe yên ku dawerivandine nav hêmanên tevgera azadiya Kurdistanê) stûnên netewebûna gelê kurd tên rûxandin; ruhê yekitiyê tê şewibandin; qalibên rûniştî, rastnivîs û rêzimana sedsalî yên zimanê kurdî tên xerakirin; hemû birq û roniyên ku dê kurd hevdu bivînin û li hev bibanin tên vemirandin û temirandin; gelê kurd ji hev belawela dikin, perçeparî dikin û îradeya wî ji qirkeran re wek hedef nîşan didin.

Ev navendên ku bêserî dajon ser îradeya gelê kurd, diyar e ku ji PKKê jî û ji PDKê jî stûrtir û qewîntir in; lewra hêza xwe ji hîmên dagirkeriya herêmê werdigirin. Ezbenî dara ku reh û qurmên wê di bin hîbhîb û qîbqîba kurmik û kêzikan de dirize, êdî ji aliyê pel û pelçimên wê ve jî diterike, dengên ruhistînan di bin guhan de vedide, hêviya xwe ji jiyanê dibire, berxwedanê ji bîr dike, ji heqîqetê direve, mirin pê xweş dibe; hiş ditevize, xemxuran ji bîr dike û xwe radestî rehxurên xwe dike; wek mirovên ku ji sermayê diqefilin, ji dêlva ku bi cehd û xîret bimeşe, paşpê xwe bi hemêza xewê ve berdide…

Doza kurd, mijareke kûr û fireh e, pirs û pirsnîşanan li stûyê hev siwar dike û bi ber destwerdana ziman ve bi rê dike: “Destwerdaneke dijwar li zimanê kurdî kirine, destwerdêr kê temsîl dikin, saziya wan di bin venêrîna kîjan dewletê de ye, karmendên kîjan dewletê ne, ma mafê wan û bawernameya wan a vê kiryarê heye, rêber kî ne û kê ev paye daye wan?”… Dibêjin “ma hûn zimanzan in?” Na ezbenî em ne zimanzan in, ger em zimanzan bûna, diviya ku em li nirxên ziman xwedî derketana, na ezbenî na; em ne zimanzan in, em ji hemû cure zanînan bêpar in. Rast e, em ne zimanzan in; lê mirovên ku di dibistanên dagirkeran de perwerde bûne, karmendên dewletên dagirker ma karin bê ser û ber destwerdana zimanê neteweyekê bikin û pê bilîzin; em ne zimanzan in, em çavdêrên riya parastina ziman in; xençerên ku di qirik û gewriya gelê kurd de hatine citkirin, bi destên kê ne, bi aqilê kê ne û bi çi dirûvê ne, em dibînin û li ser rûpela dîrokê wek têbiniyekê datînin…

Bi saya tevliheviya ku komikeke kurd derxistiye, dagirkeriya ku di bin nezera gele hestyar de bû, ji ber bala kurdan revandin, gola sînerjiyê teqandin, hemû hêrs û bertekên li dijî binketinê, ked û cehda sedsalan û hezarsalan birîn, qetqetî û qutqutî kirin û di çavên kurdan rakirin. Rebiyo, hinek kurd çawa, çima bîr nabin, di ev qonaxa dîrokî de li xwe hayê nabin ku bi saya wan têkildarî ziman û çanda kurdî hemû bîr û behrên gelê kurd diçelqin. Hinek mirov çawa hişyar nabin li min, nakokî û tevliheviya ku dixin dawa gelê kurd, sergêjaniyeke li ser devê hezaza hebûn û nebûnê ye; ev çilo wijdan e ku di bin stûnê gelekî, qewmekî de teqîneke weha hejîner derdixin?..

Dêran e, neteweyek ji ber birînên heyamê di nav niqrîskên dawîn de diperpite, dêran e; reh û qurmên dara bi navê Kurdistanê tije kurmikên qirê bûne, hewar e gelî xwişk û birayan, hewar e; reh û qurmên welatê rûmetê tên kotin û keritandin; dara bi navê Kurdistanê li pêş çavên heval û hogiran kurmî dibe, kotî dibe, dikerime, dişewibe, dişewite; qewmê li ber qirbûnê bi îskeîsk dinale, lê ev çi dewran e gidî, pel û pelçimên ku demkî pêve ne, vê heqîqetê serobin dikin, gazî û hewarê diderewînin, peyvên tûj ên wekî kêr û guzanên ku stûyê Elîşêr û Zerifeyan birîne dikin, çarenûsa nûjen a gelê kurd li kefenekî xwînî û qulqulî digerînin û bi ber goristana qirbûyiyan ve radikişînin.

Ezbenî, hem ne hedê me ye ku bi siyasetmedar û operatorên ku zimanê kurdî emeliyat dikin û xwe dispêrin navendên kûr re qayîşê bikişînin. Lê rastiya jiyanê li ber çavan e; kurmik û kêzik ruhê gelê kurd gep û gez dikin, dêran e! Ji aliyekî de hinek şaşwaz stûnên zimanê kurdî rûdixînin, ji aliyê din ve jî saziyên ziman, çand û hunerê, nivîskar, weşanxane, pirtûkxane, rojnameger, kovarger û rewşenbîrên kurd jî bêdeng, şaşwaz, bêbertek û bêhelwest xwe radestî têkçûneke teqez dikin. Ger di rojeke wiha de jî peyveke wan, sekneke wan û xîreteke wan tune be, dê kengî hîs û hêrsa hestyarî û berpirsiyariyê nîşan bidin? Nexwe, ev bêdengî û bêrengî ji ber qefala giştî ye?.. Belê kurmik û kêzikan kurd tezandine, tevizandine, qefaltine; bedena qedîm wek qulên seradê, bi çavîk û birînekan xulxulandine. Êş, tenê ne ji ber ziman e! Civak jî, siyaset jî û rêxistina legal jî di bin derbên xençeran de ne…

Di hemû warên jiyanê de efsûna ku berxwedana mazlûman dijidîne, distrê û dihebîne feraset e, gelî hogiran; kurm û kêzên ku feraseta neteweyî, ango manîfestoya şoreşa kurd û Kurdistanê dikeritînin, dişikînin, an bi ber şikestinan ve didahfînin, divê bi rêbazên sivîl û demokratîk bên nirxandin, rexnekirin, ronîkirin û bi heqîqetê re tavilê bên hevrûkirin… Lewra li ser dika qirbûnê sosretên tewr bi tewr hene; gewm û gerînekên mişt cinawir hene. Li bakur hinek dînamîk hene ku qada çapemenî, ziman û çandê li têkçûnê diasirînin; hinek kesayetên ku berpirsyarên şikestinê ne, di medyaya kurd de dicivînin û wekî nivîskar, pispor û rayedar li ser dik û tevnan datînin, xelat dikin! Lê hûn ê bibêjin, “Ma çawa dibe?”; belê, ma çawa dibe ezbenî, sosret û gosirmetên ku bi serê gelê kurd de hatine bêniqaş, bêşîrove, bêrexne, bêxwedî û bêxwedan dimîne?..

Gelo bala tu kêsên din jî nakişîne ku di hevdîtinên Îmraliyê de dipirsin, “Tu ji bo wekîltiyê, derheqê rojnamegerê bi navê “A” çi dibêjî?..” Ocalan, bêyî şik û guman dibêje “Danhevî, tecrube û kesayeta wî nikare berpirsyariya wekîltiyê hilgire, nikare îradeya gel temsîl bike, NABE!..” Lê ligel ku birêz Ocalan eşkere dibêje “nabe, nekin!” jî; kirin, guh li temiyê nekirin, wek xwe kirin, a dilê xwe kirin, ango “A” wekî wekîl tayîn kirin û li cihê xwe jî rûneniştin. Heman “A”, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî (2019) de wekî berpirsyarê Bakur erkdar kirin. Tê zanîn ku di encama hilbijartinê de kurd ji sedî çel şikestin. Lê piştî vê têkçûnê jî, di şûna ku bi heqîqetê re hevrû bibin, heman kesî wekî alîkarê serokê giştî ya partiyê tacîdar bikin, hûn ê çi bifikirin?..

“A” û birek kesên di heman dirûvê de bi armanca ku hinek bernamzetên partiya xwe têxin pêşiya hinek bernamzetên din ên partiya xwe, li nav gel geriyane û gotine ‘di vê pêşbijartinê de bernamzetê/a me “filankes” e, her kî dengê xwe bide “bêvankes” û nede “filankes”, xayîn e; ev biryar biryara partiyê ye, her kî vê biryarê bike mijara niqaşê jî, xayîn e!’. Hûn ê bipirsin, “Ji dil jî, gelo hinek bernamzetên xwe wekî ‘xayîn’ bi nav kirine?..” Na na, dibêjin nepirsin; dibêjin bila kes nepirse, dibêjin bila kes nizanibe, dibêjin pêvajo pir hesas e; dibêjin bila dewlet bi tiştekî nehese!.. Em jî dipirsin: Lê ku tevahiya ev sosret û gosirmet bi aqilê dewletê hatibin kirin, hûn ê nebêjin çi?

Gotina dawîn: Kurd, ne kurdên kevn in; kurd ne kurdên deh hezar sal berê ne; kurd ne kurdên dused sal berê ne jî. Kurdên îro bi gelemperî nirxên pîroz di bin nigên taşeron, mutehîd û di bin gemara çanda çetekar a berjewendîperest de dieciqînin; kesayeta xwe di ser neteweya xwe re dibînin; pozên xwe li ser serê heqîqetê datînin; kurdên îro dara dîrok û hebûna xwe vedirojin; reh û qurmên bext, bawerî, wijdan û dilsoziyê dikojin, dikeritînin, dişeqitînin, dixeritînin, dişewibînin û ‘xwe bi xwe’ hebûn û xwebûna xwe pûç, kurmî û kotî dikin; kurdên îro, kurmên qurmê qewmên li ber qirbûnê ne. 24.11.2020
Mervan Serhildan

NIVÎSÊN BALKÊŞ