Helbestên Yucel Aslan – (Koçer)

Helbestên Yucel Aslan – (Koçer)

Yucel Aslan di Îlona sala 1975’an de li navçaye Erziromê ya bi navê Qereçanê li gundê Qirimqayê hatiye  dinyayê, heta sala 1990’î tev malbata xwe maye zarokatiya wî li zozanên Serhedê derbas bûye.

Min dilê xwe kir du rûpela

Min dilê xwe işev kir du rûpela
Yek ji xwe re veqetand yek ji te ra
Min ji te ra xemiland bi helbasta bi gula
Ji min re ra man çevên hêsir destên vala.


Payîz

Payîzê xwe nîşan bide
şîrê nivcî elbê bêrîvana da
Payîzê xwe nîşan bide
tev dûyê zirav kuçikê zozana de
Payîzê xwe nîşan bide
hasil hildana kawaniya da
Payîzê xwe nîşan bide
kewika berfa bilindciya da
Payîzê xwe nîşan bide
dilopên ser mertegê xaniya da
Payîzê xwe nîşan bide
dehn savarê ser desdar û coniya da
Payîzê xwe nîşan bide
tev xiriya binê devî û goniya da.


 

Jiyan

Jiyana mirov sê dan e
mîna xuregekî di lengeriyê de
li ser textê nan e
Zarokatî taştêyeke sivik
Ciwanî navrojeke çivir
Kaltî jî şîveke giran e.


Xwezila

Xwezila welatê min azad bibûya rokê
Bila emrê min bibûya emrê perperokê
Li min heft rih û heft can hebûyana Herheft jî biçûyana li ser şoke.


Şev û xew

Şevê ez dihênijandim
min digot qeyî xewê bê
Bayê perde dihejand
min digot qeyî ewê bê
Ne dawî li şevê hat
Ne xew hat
Ne jî ew hat…


Qemera min

tu pirtûka min î
Ez bi heft zimanan va
te dixwînim
Kurdî ,Elbanî
Erebî ,Elmanî
Farisî, Ûrisî û Îbranî
Ez her roj tiştekî
ji te fêr dibim
Ez ewqas te dixwînim
Nizanim çima ji te têr nabim
Aliyekî rûyê te mîna Şerefname yê
Aliyê din mîna Şahname yê
Dema ez xal û bendê rûpelên te werdigerînim
Dîrok û wêjeyê gelhev dibînim
Pirsa te dikim, Carînan ji Firdevsî.
Carînan jî, ji Şerefxanê Bedlîsî.


Rojbaş

Roja ew dibêje rojbaş
Roj dibe kelefekî çîl î qerqaş
Mîna çemekî wêda tê dike lemelem
Ez dibim genim, ew dibe ava aş
Ew dibe dinge min dihêrîne
Çend fetla dora xwe digerîne
Ez dibim kapek ew dibe beraş
Ez dibim ard, ew dibe qeraş
Ew dibe nanpêj zend û benda hildide
Ez jî bo ardefê dibim pûş û pelaş
Û min ber eşqa xwe dişewitîne.


Jin û Dinya

Rojê got
ez îro hilnayêm
Jinê got
ez ê ronî bikim dinê
Sibetirê rojê fedî kir
jiber ronkaya jinê
Rojê gazî hemû gerstêrkan kir
dora xwe dane civandinê
û bihev re gazî Xwedê kirin
Gotin ey Xweda yê alemê
dema te jin xuliqandin
te çima êdî em dane xuliqandinê
Xwedê got
min hûn xiliqandin
ji bo hemû gerdûnê
lê heke jin jî nebûyana
nedizivirî ev çerxa dinê…


Şengal

Tu ji bo min ne tenê çiyayî
Li ser wan girên te sitûna ala min heye
Li ber wan şikeftên te şopa ola min heye
Li ser her kevirekî te xwîna bav û kalê min heye
Loma ez dibêjim
Tu hevîrtirşê axa min î
Tu haveynê hevîrê min î
Û tu ava ser erdê min î.


Şair û axa

Şair got ez birçî me
Axa got were bixebite ez ê nan bidim te
Şair got tu wî nanê xwe hilde
bide wan mirovên xebatê
Ez birçî da namirim,
heta gul û gîha hebin li ser rûyê tebiyatê.


Tu li ku mayî

Tu li ku mayî masiya di nav derya min
Tu hişê min derdikevî, dikevî bêriya min
Te mîna şivanekî ez li mexela hîştime
Tu ne barxana min tînî, ne jî cirya min.


Çemo

Wextekî palax digirtin
li dora te pirêze û gîha
Dibû lemelema ava te
gupegur dikişiya
Li rex te kon vedigirtin
dibû hopehopa Bêrtiya
Diketin rêzê av hildiçinîn
bired berxik û miya
Kurêt, kurêta şivan û berxvanan
dengvedida û dikete geliya
Li hawirdora te dar hebûn,
mal hebûn, war hebûn
Dengê sitranên Serhedê
li ber qefa znara radibûn
Gava sewta qulinga dihat
Perê siravêlka badibûn
Cûcikên piçûk difiriyan
Baskê wana vedibûn
Qêrîniya zaroka dihat
Dileyistin şa dibûn
Li ser ava te şer dikirin
li hev diciviyan qîz û jin
Li ser çiqeke te genim
Li ser çiqa din hêrî dişûştin
Ez çi bikim çemo
tu îro tenê mayî
Zirav, zirav dikişî
mîna tu jî westiyayî
Ew gerînekên gamêş dixeniqandin
îro êdî nagerin
Ava te hatiye miçiqandin
milên te jî êdî nagirin.


Gerstêr

Ez nizanim çend heb gerstêrk
hene li vê kozmosê
Û nizanim kêjan gerstêrk
li dora kêjanê digere
Ez her tenê yekî dizanim
navê wê Qemer e
Ew kuda diçe li kuderê digere
stûyê min î li ser da xwar e Dema ew derdikeve
siya xwe dide ser rojê berê heyvê digire
Şemala xwe dide ser dinya derewîn
tu yê bêjî dinya gilokek zêr e…


Bêînsaf

Ey bêînsaf
Ev çend sal e
Te mîna nalbendekî
Çakûçek daye destê xwe
Tu wî bizmarî dikutî
Ew ne nal e
Ev dil e, dil, dil…


Min got

Tu Qemer î ez Qehremanê te me
Tu Dîlber î ez Dîlewarê te me
Wê got
Tu Koçer î ez welatê te me
Tu şah î ez şahbanûya te me
Min got
Tu Efrîn î ez zeytûna çavê te me
Tu Kobaniyî ez Miştenûrê te me
Wê got
Tu dengbêj î ez kilama te me
Tu Derweş î ez Adula te me
Min got
Tu xezal î ez çiya yê te me
Tu zozan î ez gîhayê te me
Wê got
Tu çınar î ez dîroka te me
Tu leheng î ez çîroka te me
Qemer û Koçer.


 

Qemera min

Xwezila ez lavlavkek bûyama
li nava bostana
Tu jî gulek bûyayî
li ser darikê gulbaxana
Ez êvar da bejna te bialîyama
heya biqulibiya stêrka berxvana
Piştê ku roj derket
Tu ji min re bibûyayî av
Ez jî, ji te re bibûyama tav
Bila eşqa me şaxveda
bişkokê wê biçûyan ber arîgê esmana.


Ey felek

Ey felek
bese xwe bi min neceribîne
Kevirên sebrê
di destê min da sor bûne
Heryek mîna gurzekî mencenîqa sincirîne
Ez biavêjim hoçka te
yê text û tacên te jor da bîne.


Qemera min

Dilê te mîna erdekî xam û xas
Ne hon lê vebûne, ne jî las
Ne kelende lê ketiye, ne jî das
Beybûn lê şîn bûne
Binefş jê re bûne libas
Ez feqîrê Xwedê lê digerim
Mîna dewrêşekî bêkiras
Tu were vê havînê
Min hilde ji bo paletiyê
Ez nan û avê jî ji te naxwazim
Ne jî sol û goran dixwazim
Bila ez bimînim birçî û pêxas.


Zeman

Zeman mîna xezaleke beza
Ez mîna pezeke kelax e weza
Ew diqulibîne berjêr û hevraza
Ez dikevim, radibim nav gêdûk û gaza.


Duçerx

Min pir dereng fehm kir
Duçerxeke min jî hebûye
Çerxeke wê dinya
Çerxa din dewran bûye
Ez gelek caran erdê ketime
Çoka min herişiye
Haya min jê tunebûye…


 

Dara Şengalê

Ev çito dar e ?
Ne palût e, ne çam e, ne jî darçinar e
Dewsa baranê li ser da agir dibare
Darbir dikevinê kokbir dikin ev hezar car e
Fêkiyên wê tereter diçinin ev heftê û çar car e
Heftê û çar bivir lêketine
Heftê û çar derb xwarine
Heftê û çar xezeb lê hatine
Heftê û çar tofan dîtine
Heftê û çar gêdûkan ra derbas bûye
Hîn jî li ser piya sekiniye
Her çiqileke xwe da hêlekanek dardakiriye
Her hêlekanekî de dergûşek xewrakiriye
Dergûşek bêxem e, yek hişyar e
Yek bêhedûr e yek xewar e
Her reheke wê şaxekî de zîl daye
Kakilê wê mîna hingiv e,
Tu yê bêjî koka wê kewar e.

Jiyana Yucel Aslan – (Koçer)

Lê Binêre

Siyahpûş

Helbestên Siyahpûş

Şairê kurd ê bi nav û deng, Muhammed Cewad naskirî bi Siyahpûş tê gotin ku …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !