"Enter"a basıp içeriğe geçin

Salnameya Gel – Yasemîn Elban

Gelê kurd ên gundan, li gor şert û mercên hewayê û li gor tecrûbeyên kal û pîrên xwe, ji xwe re salnameyek çêkirine. Bi barîna berf û baranê, bi rewşa hewayê ve pêvajoya salnameyê dest pê kiriye û hesabên xwe tev li gor vê salnameyê li hev kirine. Şert û mercên giran ên zivistanê bandorekê mezin li ser wan kiriye. Bi piranî gundîyan debara xwe li ser heywanan pêk anîne. Ji ber ku demsala zivistanê pir dirêj kişandiye, qût û qelatên heywanan, berîya hatina biharê qedyaye û berxwedana wan ê derktina heya biharê, pir dijwar bihûriye. Ji ber vê yekê, wan rojên zivistanê hejmartine. Li gor wan demsala zivistanê, ji meha Kanûnê dest pê dike, heya meha Çileya paşîn, pir sar û seqem derbaz dibe. Piştê ku mehên çileyê derbaz dibin, îca hêdî hêdî dinya gerim dibe, lê ev yek gelek caran ji ber germahiya hewayê hetine xapandin, wan heywanên xwe ji bo çêrandinê birine zozanan. Lê ji nişkave, ba û bahoz derketiye û heywanên wan tev telef bûne û wan jî ji ber vê qasê her bûyerê navek lê kirine û heta roja îro ew nav mane. Wekê Xaç Xidir Nebî, Zîpedar, Agirê Filan, Sibatê du roj ji Adarê ker kir gîskê li tehtê wer kir Gamêşqiran û hwd.

XAÇ XİDİR NEBÎ

Her sal nîva meha Sibatê, keç û kurên ezep totikên şor dibehtin û derengê şevê dixwarin, di ser de av venedixwarin ku tî bibin. Piştê ku radizan û diketine xewê, di xewna wan de kî tasek av bidaya wan, qedera wan bi serê wî/ê kesê ve vedibû û bi wî/ê kesê re dizewicîn. Gelek caran keçên ezep ev kar pêk dianîn. Car caran xortên malê jî tevlî wan dibûn. Dotira rojê di her malekê de xwarina bi navê poxînê dihate pehtin. Piştî ku kifletên malê, xwarina xwe dixwarin. Keç û xortên gund, bi hev re, her yek ji wan kevçiyek ji xwarina poxînê hildidan û dibirin li serê banê û datanîn dorê kuleka tenûrê. Bi dûv re xwe ji wir dûr dikirin û diman hêvî ka dê kengî qijikek bê poxina wan bixwe. Melume demsela zivistanê qijikan qût û qelat neditîn ku bixwin, giş birçî bûn, di demekê kurt de qijik tev diahtin, her yek nikilek li poxînên wan dixistin û her yek ji wan bi alikî ve difirîn. Wê gavê wan, qijika poxîna wan xwaribû dişopandin ka gelo, dê bi kijan malê ve firde û biçe. Qijik bi alîyê kîjan malê ve biçûya. Ew kes dibû bûk an jî zavayê wî/ wê malê. Hinek gotinokên li ser Xaç Xidir Nebî jî wehabûn. Xaç Xidir Nebî, Şîv hebî taştê tunebî, Wey li wî ku li mala xwe nebî, Jina wî dibe jinebî. Orta Xaç Xidir nebî, Kî ne li mala xwe bî, Qesasê serê xwe bî.

ZÎPEDAR (BÛKA BARANÊ)

Li gor teqwima berî, dawî ya Sibatê keçên gund tev li hev kom dibin, darekî dirêjane bi sexevîlekê ve girê didin. Ew dar ji sexevêlê re dibe wekî du dest. Piştre fîsatanekî lê dikin û poşiyekê diavêjine ser serê wê û wekî bûkekê dixemilînin. Piştre keçên gund herdu milên bûka derewî digirin û mal bi mal digerin. Gava ku diçine li ber derîyê malekê, hemû bi hev re dibêjin:

Zîp zîp e zîpedar e
Sibat here, Adar were,
Heke bibare bihar e,
Heke nebare xedar e,
Kebaniya çeng zêrînê,
Here kunca malê,
Ji me re bîne rûnê malê.
Kebanî diçe ji wan re rûn, savar û hêk tîne dide wan, piştre hema zû bi zû satilek av di ser wan de dirijîne.

Keçik jî bi ken û bi lez ji wir direvin û diçine li malekê din. Malên gund tev seredorî dikin. Bi dûv re
savara bi navê maşkule dipêjin. Piştê savar dixwin, radibin milê hev digirin bîrite dibêjin û govendê digerînin.

AGİRÊ FİLAN

Roja 27’ê sibatê, mêrên gund tev li qada gund diciviyan, her yekî gurzekî dar ji mala xwe dianîn. Agirekî gur vêdixistin, bi saetan li dora agir stranên sivik digotin û govendê digerandin. Li gor baweriya wan, wan gunehên xwe diweşandin. Xwarina wê rojê yê taybet jî kiftê tûtiyan bû. Di mala hemû kesan de ev xawrin dihate pehtin.

SİBATÊ DU ROJ Jİ ADARÊ DEYN KİR GİSKÊ TEHTÊ WER KİR

Tê gotin ku di gundekî de pîrekê pênc, şeş gîskên wê hebûne. Bi xelasiya zivistanê re debara gîskên wê qedyaye. Di dawiya Sibatê de rojekê tav derdikeve û sermaya hewayê dîşkê. Pîrê pê dixape gîskên xwe hildide û dibe li zozanan. Germahiya hewayê lê xweş tê, du roj dimîne û henekên xwe bi meha Sibatê dike. Dibe: “Tirt û tirt sibatokê, derketim adarokê min xwarî gangilokê.” Li ser vê yekê meha sibatê hêrs dibe û ji nişka ve ba û bahozek radike.

Pîrê bi gîskên xwe ve, xwe dispêrin bin tehtan. Ba û bahoz, çar şev û çar roj dom dike, lê tiştek bi wan nayê. Meha Sibatê lê dinêre ku tiştek bi pîrê û gîskên wê nehatiye. Vê carê meha sibatê ji meha Adarê re dibe: “Xweha min ê Adarê Bide min du rojên xedarê, da ez gîzkê ji ser tehtê bînim xwarê. Sibat ji Adarê du roj deyn dike, şeş şev û şeş roj bager dom dike. Zor û zerpa xwe heta dawî nîşan dide. Heya ku pîrê û gîskên xwe ve dimirin.

GAMÊŞQİRAN

Li gor rîwayetan weha tê gotin: Li gundekî, mêrikekî dewlemend hebûye, çil gamêşên wî hebûne, di nîvê heyva nîsanê de hewa gerim dibe û çêre dide der. Mêrik pê dixape, her çil gamêşên xwe dişîne zozanan. Ji nişka ve ba û bagerek radibe û berfeke gur dibare, gamêş tev qir dibin. Ji wê rojê pêve xwediyê heywanan pêtir hay ji qût û qelatên heywanan mane û ji wê rojê re gotine Gamêşqiran. Ev nav heta roja îro maye.

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ