Mervan Serhildan

Çûyîna Jarekî Bêkeys – Mervan Serhildan

Her çûyînek wendakirinek e li şûnwarên qedîm; ji navçûn e, ji ber çûn e di heman demê de; her wendakirinek hestên lêgerînên nû diafirîne. Her çûyînek lêgerîna li wendayan e; hêviya hevdîtina wendayan, wendakiriyan û wendabûyiyan e. Vayê bi destpêkeke şikestî dest bi çûyînê dikim, ji bo kesek wateyên zêde kûr nedê, bi devê xwe radigihînin; ez diçim dostino, bi dû çîrok û destanên xwe yên wenda dikevim; li bîranînên xwe digerim, bo hevrûbûneke tije lome bi ser şopa têkçûnên xwe dikevim; gelo piştî çendî dem, demsal û heyaman ez ê rû û dêmên ku bi bêrîkirinê tên danasîn bibînim?

Îro çîroka ew dîrokên ku bi dû ketibûm ji we re vedibêjim; di newal û nezarên çiyayên asê re, di daristanên mişt lawir û cinawir re bi ketin û rabûn dimeşiyam, diçûm; ew ormanên ku Gilgamêş lê asê bûbû, lê heyirî mabû; li pêşiya min, te û me de jî kemîn di kemînê de danîbûn. Karwanên binketin û şikestinên me li wir bi rê ketibûn, hemû gosirmetên me li wir dest pê kiribûn. Ew roj ev roj e, bîr û nirxên civakeke qedîm, gilî û gazinên gelekî bêsûd; hewar û zêmarên qewmekî tije efsûn bi hestên dengbêjekî dîlketî awaz bi awaz dinihurim, dibêjim… Bi dû erdnîgariyeke wendayî, wendabûyî, wendakirî, rakişandî û vegijgijandî ketibûm. Her ku diçûm, jimara wendayên min, tomara wendakiriyên min, loda wendabûyiyên min û jidestçûyên min li hev zêde dibûn; li her diyarekî ku li şop û pêjnên tije sir û raz digeriyam, di bin giraniya pirsnîşanên efsûnî de dezî bi dezî diheliyam; di bin kemîna daristanên gûr û bûr de her ku xîş û xilçên pirsnîşanan di bedena min de çikiyan, bi ber biryariyeke nû ve dihatim dahfdan; min her carê birîn hildidan pişta xwe û zû bi zû dest bi çûyîneke ji nû ve dikir û dibeziyam. Di her kêliyeke bêkeys de, bênavber li keysekê digeriyam… Lê çi mixabinî ye ku îro dîsa li vir, li ser axa ev welatê qedîm, piştî ewqasî ceribîn û derbirîn; di heyameke ku ewqasî berhemdar e, ewqasî comerd e, ewqasî çavfireh û keysber e de; li nebesiyên xwe, we, wan û li binikiyeke giştî ya me hemû kurdan diqewimim. Ezbenî min tika ye, min hêvî û rica ye, bi min negirin, dev ji min berdin; ez bi biryareke nû ya çûyînê radibim û vayê diçim… Hogirno ma hewce dike ku dubare bikim, jixwe ez zûde çûbûm, hêj diçim û vayê careke din ez ê biçim; ez ê gav bi gav biçim; ez ê wekî eşqedilekî ku li biyabanan xapiyabe, bi hejîn û şewişîn biçim; ez ê wekî birîndareke ku di bextreşiya neqeb û newalên dîrokê de asê mabe, bi wêrekiya hemêzkirina mirinê biçim. Ez ê ref bi ref biçim; ez ê wekî teyrekî koçber gelî bi gelî, çiya bi çiya û welat bi welat bifirim, biçim… Ezbenî ev bergera min ji we teva ye, ne ku aşkirina dostan armanc dikim, ji bo rêvekirina çûyîna xwe hêvî û ricayê dikim, bi min negirin; vê şapatê nebe, di yeke din de ez ê herim; ev sondeke bi qesem e ku teqez ez ê herim. Ez ê rahêlim hiş û bîra xwe, ez ê îradeya xwe hildim pişta xwe û gav bi gav, bi ketin û rabûn, lê teqez û yekser herim; ez ê bi biryar û bi israr herim… Nikarim ez bi gorî, nikarim. Nikarim di bin nigan de xwe ragirim, nikarim li ewqas sosretên ‘ji dad û wijdan wê de’ temaşe bikim, nikarim rûyê xwe li ber tûk û girêza şah û padişahên demê bi çahl kim, nikarim her du çavên xwe yên spîsax, utma û kor  bikim; nikarim gidîno, nikarim sinc û exlaqê qedîm diyariyî cinawirên devbixwîn bikim; nikarim!..

Gelo kîjan sedem hinek mirovan dipeyivîne, lê di nîrê çalakbûnê de hişk bi dest û piyên wan digire û bernade? Jixwe sir û razên sosreta min jî di berqef û şikeftên vê xalê de nixumî ne; her çi nifir li min bûne, her çi hîkmet e libata min jî wekî ya kosiyan giran e; hinek mirov hene ku dipeyivin, fort û halanan vedidin, lê her li cihê xwe cit dimînim, tebatiyeke seyr nîşan didin; ez dizanim, şahid û şihûdên baldar qasidên peyaman dişînin; dizanim li min dereng e, li şûna xwînê hestên çûyînê di reh û rîçalên min de digerin; sondxwarî me, ez ê herim. Lê ji dûranî ve hinek kes û koman dibînim û denginan dibihîzim ku dibêjin, “Eyy gêjokê vê serdemê, li bergiya te kemînên bêjimar hene, di best û rûbarên ku tu tê re dibihurî de hestkuj hene, li pêşiya te cinawirên hov û har torên hezarsale danîne, hemû serî û deriyên jehrî bi ahtepoteke xwînxwar ve girêdayî ne; rewiyo, ji bîr meke, gelek jar û bêkeysên nenas di wan çeng û fitlekên qederê de helak bûne, beden û gerdena gelek dewrêşan bi çim kenên wan zinaran re kişiyan; ji bîr meke rêwiyo, ji bîr meke, gelek şik û guman hene ku piyên heman ahtepotê di nav dar û deviyên daristana me de jî tor û tevnên jandar danîne; ji Xwedayê alemê tehemûlê bixwaze, heyameke din, sedsaleke din li cihê xwe bitebite, neçe; li bende me bisekine…” Lê gelo ez û kambaxiya xwe ya tije şikestin û binketin ji hev re çi dibêjin?.. Ji astekê, ji kertekê, ji pêlekekê wê de tehemûla min nîn e, natebitim; nikarim xwe, dayika xwe û pizanê heqîqeta xwe bixapînim; nava min teng e, bejna min zirav e, nikarim xwe pispêrim her şikêrê, nikarim her ecêbê hilgirim. Li welatê cehd û xîretê sosretin dûrî dêhn û debra mirovî diqewimin; çarenûsa me li tor û tevnên heyameke xwînî geriyaye, qîr û qirêja xwe bi ser me de verişiyaye, keskesorka asîmanê Kurdistanê di bin deq û zelqan de hiştiye ku di nav civaka bext û rûmetê de îro ‘hur’ davêjin ber nigan û ‘lek’ jî datînin ser seran. Ma ez ê çawa rawestim, bitebitim, bidebirim; ez ê ewqas zêmar di çend kewarên êş û axînan de bidewisînim? Nabe ezbenî nabe, nema dikarim xwe ragirim, ez ê herim. Heyaman li wir bihêlin, sal û mehan li wir bihêlin, nema dikarim hew rojeke din jî xwe ragirim. Ji du dest û du nigan pê ve, dest û nigên cuda û taybet bi min ve nîn in, ez ne qijnik û sincik im ku bi çermê navendeke dewleta kûr bigirim û bikelijim. Ez ne serxweşê maldariyê û destbikariyê me, ez ne bazirganê ber bêvila serweriyê me; dilê min tenik e, ewqasî gend û gemarê hilnayne; ezbenî mirina jehrîbûneke dil jî di nav de, min hemû mirinên li sir û razan pêçayî qebûl e. Hew ku vî jar û bêkeysî asteng nekin, tûr û têrên birînên min bi dest min ve berdin, ez ê herim. Çendî kortalên goran li bende min in, bêminet in, Qesem navê Xwedê ye ez ê herim…

Li min dêran e, ma çawa dibe ku kes min fahm nake; di nav rûpelên vê çarenûsê de min hêviyên xwe wenda kirine; derî û çaviyên xewn û xeyalên min di bin tariya vê sedsalê de rûxiyane; hemû qir û qiyamên cîranan, hemû sosret û gosirmetên ku bi serê kes û komên dewrîzemanan de hatine, îro singên sînorê xwe di dev û çavên min de kutane; ma tebatî dibe, ez bi gorî ma bêdengî dibe; bêrûmetiyeke wiha, dê çawa bipejire, biferike?.. Vayê jarekî bêkeys bi dû keyseke nû dikeve. Demê asîman qelaştiye; motka tebatê qalik û dendik şikandiye; ez diçim dostino, ez diçim; bi xatirê we!

24.12.2020

Mervan Serhildan

Lê Binêre

Kamîran Bedirxan

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, 43 Sal û Xweziyek!

Konê Reş   “Xwendin û nivîsandin: Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !