Mustafa Borak

Jiyana Mustafa Borak

Di sala 1956’an da li navçeya Qulpê (Tuzluca) ya ku girêdayî parêzgeha Îdirê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li Qulpê xwendiye. Li Behra Reş, li navçeya Ordûyê Perşembe yê dibistana mamostetiyê qedandiye. Di dema mamostetiyê da gelek caran hatiye sirgûnkirin. Ji kar hatiye dûrxistin. Piştî cûntaya 12ê Îlonê di girtîgeha Erziromê ya leşkerî da salekê maye û piştî wê jî şanzdeh salan ji mamostetiyê hatiye dûrxistin. Şanzdeh salan bi şûn da doz ji ber sedema radeya demdirêjiyê betal bûye û di sala 1997’an da ziviriye ser karê mamostetiya fermî.

Di domana wê demê da di sala 1993’an da li Îzmîrê di nava xebatên avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) da cih girtiye. Li NÇMê bi taybetî li ser perwerdeya zarok û ciwanan sekiniye. Di encama van xebatan da di navbera salên 1996 û 1998’an da girêdayî NÇM-ê, li dibistaneka xweser ku bi zimanê kurdî perwerde dike ava kiriye. (Xebatên vê dibistanê bi tevî panzdeh mamosteyan ji du salan bêhtir domandiye. Ev dibistan li bakurê Kurdistanê wekî dibistana ziman û hunerê ya yekemîn e. Ji bo mamosteyan plan û bernameyên van dersan, wekî planên salane, unîte û planên rojane hatine amadekirin. Plan û bernameyên vê dibistanê li NÇMyên Amed, Stenbol, Mersîn û Adana’yê jî hatine bikaranîn.) Bi tevî van xebatan di van salan da xebatên zimanê kurdî bi awayekî girseyî hatine meşandin û di encamê da ji bilî perwerde û pêşvexistina zimên, bi sedan mamosteyên zimanê kurdî jî hatine gîhandin. Di sala 2005’an da tevî xebatên avakirina TZP-Kurdî bûye.

Ji sala 2008’an vir da jî wekî avakar û serok, xebatên KURDÎ-DER a şaxa Îzmîrê heta sala 2016an ku komele ji hêla rewşa awarte ya Komara Tirkiyeyê ve hatiye girtin daye meşandin. Ji bilî wê di gelek kovar, rojname û malperan da nivîsên wî derçûne. Bi taybetî li ser çand û zargotina kurdî lêkolîn û lêgerînên Mustafa Borak berdewam dikin.

BERHEM:

1.Gotinê Pêşiyên Kurda, Weşanên Berfîn, Stembol 1996
2.Ferhenga Biwêjan, Enstutiya Kurdî Ya Stembol, Stembol 2005
3.Gevez, Weşanxaneya Aram, Amed, 2017
4.Çîrokên Biwêjan, Cilda I. Weşanên J&J Ankara, Tirmeh 2018
5.Çîrokên Biwêjan, Cilda II. Weşanên J&J Ankara, Gelawêj 2019
6.Çîrokên Biwêjan, Cilda III. Weşanên J&J Ankara, Berfanbar 2019
7.Çîrokên Biwêjan, Cilda IV. Weşanên J&J Ankara, Sibat 2020
8.Çîrokên Biwêjan, Cilda V. Weşanên J&J Ankara, Avrêl 2020
9.Çîrokên Biwêjan, Cilda VI. Weşanên J&J Ankara, Mijdar 2020

Lê Binêre

Kamîran Bedirxan

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, 43 Sal û Xweziyek!

Konê Reş   “Xwendin û nivîsandin: Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !