"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Orhan Basî

Orhan Basî di sala 1977’an de li welatê xaltan li gundê Feqîra li herêma Bişêrîyê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Roj Ne Roj e,Şev Ne Şev e

Halê min xirabe bê te her ev e,
Ji jana dil,li min nagere dev e,
Eşq û evîna te ez kuştim,
Feyde nake êdî gazî û rev e…

Şevên payizê dirêjin,
Dil û hinav li min dipijin,
Nebûn û eşqa te qesasin,
Va roj bi roj min dikujin…

Dil û hinav te li min êşandin,
Eşq û evîna te rih li min kişandin
Ew dara me pişta xwe didayê ,
Ewê jî pelê xwe li ser min weşandin…
………………………………………………
Ji bo Te

Stêrk,lorîk ji çava dirije,
Ev dil,ji bo te dipije,
Bese! were ne bûna te,
Va roj bi roj,min dikuje…

Jîyan bê te,mîna nanê rije,
Girt ser çava,moran û mije,
Êdî ziman,nagere bibêje,
Eşq û evîna te,va min dikuje…

Dil û hinav,bi kela girî,çav tijî,
Ger tu nebî,bê te,ev can najî,
S,huda min,nebû ji te,li erdê,
Li esman jî,stêrka min xuricî…
—————————————-
Çemê Nisêbînê

Tu gula li ber çemê Nisêbînê,
Aşîqê teme ma tu halê min nabînê,
Benda te wê rojê û wê mizgînê,
Tu bibi heval benda min livê jînê…

Hez kiriya min serê gowendê dikişîne,
Delalê xwe hewqas nazik nehejîne,
Awur li tene hinav bi kul û birine,
Ma tu nizani ew forsê te dil diêşîne…

Êdî bese! Jî van derd û kula,
Li benda teme li ser Kanîka Fila,
Ger tu nebî venamirîne ,
Çemê Ciq Ciq agirê DILA!..
——————————————-
Por Sipî Kir Li Min Mîna Kala

Ez bûm,xezala li kendala,
Kulîlka,li deşt û newala,
Çi bikim bextê min reşe,
Nebûm,kevanîya mala…

Dil ketim wî xortê nenase,
Min digot qey mer û merxase,
Dema pişta xwe damin,
Hingê rêh ji qalib kir xilase…

Kişandim ez,li pey xwe hawirdor,
Bê wî çilmisîm livir wek gula sor,
Eşq û evînê çav li min kirin kor,
Dil bi xwere bir,çima laş nexist gor…
——————————————
Dinya Bê Te Li Min Zindane

Ser serê min,mij û dûman e,
Derdê dilê min giran e,
Nakeve çavê min xewa şevan e,
Ger tu Zîn bi,ezîm Memê Alan e.

Eşqa te di dilê minde jan e,
Bê te nabe û naxazim jiyan e,
Were şevekê runê li rex min,
Bila ev can ji tere bive qurban e.

Her rojên min bê te şev e,
Her şevên bê te,dil limin diêşe,
Dinya limin tekir tarî û reş e,
Êdî were,ev dil j’bo te NEXWEŞE!..
——————————————-

Yarê Te Ez Kirim Kal

Ji derdê evînê,dil di nal,
li benda teme gelek sal,
Bi axin û nale nal,
Yarê te ez kirim kal.

Li benda teme bê hal im,
Bi şev û roj dinal im,
Evîn û eşqa te ez helandim,
Jiber dilê xwe bê mecal im.

Çav zîwa bûm,ziman lal im,
Por sipî bûm,mina kal im,
Li benda teme,bê pergal im,
Dil bi xem im,laş bi jan im.
————————————
Gola Xwînê

Te hinav li min kir wek gola xwîn ê,
Ez kuştîm û helandim bi vê evîn ê,
ji bilî te derman tune hez kiriya min ê,
Were bi cebirîne, vê birîn ê.

Li benda te me, li pişta derî,
Hinav bi jane, dil bi kela girî,
Dibim heye,tu rojekê werî,
Ger tu nebî,dinya jiminre qebra tarî.

Derd û kulan, li ser dilê min danî,
Roj li benda te me,li ser banî,
Şev li min dibin zindan xanî,
Ger tû neyî,ezê çi bikim ji dinya FANÎ…
————————————————–
Keboka Li Pencerê

Tu keboka li pencerê,
Nivîsa mine li sercerê,
Kuştim û helandim,
Dil da ber xencerê…

Tu keboka li ser banî,
Rewş û çira xanî,
Bese!ji ber nazê te,
Dil û hinav limin deranî…

Tu kebota li vê jînê,
Were em çê kin wê hêlînê,
Dil û hinav li min di arin,
Ez kuştim jana evînê…

Tu keboka çav şînê,
Bê te najîm livê jînê,
Helîyam ji derdê evînê,
Ma tu halê min nabinê,
Bese! hewqas xwe nehejînê…

Tu koçera li zozana,
Klama devê hozana,
Eşq û evîna te girt vi dilî,
Nayê gotin bi dev û zimana…
………………………………………………..

EVÎN BI PÊT Û AR E

Hinav li mirov tine xwar e,
Çiqas biki zarîn û hewar e,
Feyde neke û nabe car e,
Melhem û derman tenê yar e…

Evîn agirek,bi pêt û sor e,
Çav li mirov dike kor e,
Heta ku tu tê digehijî,
Dem û dewran dibuhur e…

Evîn çarna mîne kêr e,
Dil û hinava dihêr e,
Reng û deng diguhêr e,
Mirov dike bê hal û bê xêr e…

Dil bi kela girî siwar e,
Ji çava stêrk dibar e,
Diherikin mîna rubar e,
Derman û dest mal yar e,
Jê pêştir tenê,jan û AR E!..
…………………………………

Koçber im derbeder im

Dayê ez îro penaberim,
Li celd û kolana digerim,
Ketime nava avak kure,
Çî bikim ne sobeberim…

Ez xerîbim ez koçberim,
Nizanim bi kurve herim,
Bûye edet,dema bimirim,
Hingê ezê li we vegerim.

Dilêki xemgin îro li virim,
Liser darbestê sibê li wêrim,
Va hatim dibim rêwîyê,
Cebanê girê Şimsê firim…

”Nizanim kengê li welatê xwe vegerim,
Tirsa min ji vêye,li xerîbîyê bimirim…
………………………………………………..
Cejna Pîroz Çarşema Sor

Gul û beybûn vebûn li çiyayê jor,
Mêşên hingiv xwedan dor,
Hez kiriya çûn ser ceban û gor,
Bîranin rojên xweş û rojên zor…

Bazimbarê bi rengê Sipî,Zer û Sor,
Wenandin wek gulîyê por,
Danin ser pişta hespa bor,
Gerandin gund bi gund hawur dor…
………………………………………..
Bê Te Nabe Jîyan

Nebûna te bu jan,
Xwe berda dil û can,
Kêm kir awurê çavan,
Roj bi roj tarî kir jîyan,
Heger tu nebî yarê,
Ezê çî bikim ji cîhan…

Ez gulim tu avî,
Bêy te jîyan nabî,
Heger tê nebî yarê,
Ev dilê her ziwabî…

Tu çûrîska li esman,
Gula li nav baxan,
Dest mala destê xortan,
Kûlîlka deşt û zozan,
Heger tu nebî yarê,
Bê te najî Orhan!..
………………………….

Dîsa tarî bûna şevê xwe berda ser sînga min,
Derd û kul axîn û nalîn bûn mêvanê min,
Di kûranîya şevêde bê dengî dibe jan,
Dikeve laşê min, dişewitîne hinav li min.

Her şev wek îşev hinav limin jane,
Dil li min bûye derya xemane,
Eş û elem di hinavande pingor dane,
Sebe bê van gazina ez nizanim kijane.

Gelo ezim?an jî yare,
Mina tarî bûna şeva xopan ew jî ne diyare,
Bê kesî û xerîbî bûna bar û piştî limin suware,
min xistine nava çar dîware,
Êdî nizanim jiber kîjanî bikim HEWARE…
………………………………………………….
Delal dil hejarim

Delal dil hejarim,
Şev û roj şiyarim,
Axin û zare zarim,
Liser te din û harim.

Delal çûyî kuderê,
Ez hiştim li vêderê,
Çav melûlê rêya tene,
Heye tu lê vegerê.

Delal tu çima hanî,
Bi xemê min nizanî,
Te ar berda vî canî,
Carekê negot cewanî.

Dil bi jane û di are,
Ziman bi zare zare,
ji çava girî di bare,
Dev bi qîrîn û heware.

Benda teme de were,
Dil bi kul û kesere,
Nebûna te delal jiyan,
Limin kir ar û AGIRE!…
…………………………………..

Erê dayê,
Sebra min bête nayê,
Livê sê rojê dinyayê,
Xwezîya carek bûma,
Zaro dîsa gotima dayê.

Erê dayê!
Xebereke ne xêrê kete van gohayê,
Dayka min bin ax kirine li cebanê gundayê,
Bi bayê bezê ketim rêyayê,
Gehîştim ser têrba te dayê,
Lorîk ji çavê min dibarên,
Çima îro wek berê deng jite nayê.

Erê dayê!
Te xwedî kirim bi gepa devayê,
Parastim ji qedayê ji belayê,
Paldayî li cebanê gundayê,
Lorîk ji çava min dibarên dayê,
Çima îro wek berê deng jite nayê.

Erê dayê
Bila qeda bikeve li malê dinyayê,
Feqîrîyê em berdan ser rêyayê,
Bûm mivanê xerîbîyê cend salayê,
Piştî mirina te vegerîyam kavêlê gundayê,
Dîsa mina zaroktîyê xwîn digirîm dayê,
Çima îro wek berê deng jite nayê,DAYÊ!..

Erê dayê!
Ez dizanim êdî deng jite nayê,
Li evyek ji bu kul,ji dilê min dernayê,
Piştî hewqas dem û salayê,
Ez veriyam nav kavêlê gundayê,
Min çarekê jitere negot dayê, DAYÊ!..

 

Jiyana Orhan Basî

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ