"Enter"a basıp içeriğe geçin

Dİ DÎROKA KURDİSTANÊ DE BÊ BEXTÎ Û BÊ TİFAQÎYEK KELHA QUMRIYÊ – REMEZAN BAKUR

Bi kurtasî cihê wê, sirûşt û sûmayê wê

Kelhe Qûmrîyê; yek ji wan kelhên navdar, yê herêma behdina, şênîyên derdora kelha Qumrîyê piranî eşîreta barwarîya û sindîya ne, kelhe dikeve navbera bajarokên Kanîmas û bajarokê Bêgova, alîyê bakûr sînorê bakurê Kurdistanê ye û alîyê başûr bi hemû bedewbûna xwe çiyayê Metîna dikeve pêşberê wê, derdora kelha Qûmrîyê aqarên dehl û reza ne, herêm ji alîyê çandin û kêlanê cihekî berhemdêre, sêva berwarîya li başûrê Kurdistanê navdar in.
Kelha Qumrîyê kelheyeke xwezayî ye, di navbera çiyayê Olya û çîyayê Metîna de bi rêhl û devîyên bedew dorpêç kirîye, ji binê kelhê, kanîyên ava zelal bi kolana Qumrêyê de diherikir, kolana bi sûrên xwezayî dorpêç kirîye, kevirên dora kolana Qumrîyê wekî kevirên dîwarê pîramîd û sfenks ên Misrê gelek dimezinin, xêz û xetên di navbera kevira de gelek balkêşin, kolan dirêj dibe heta dadkeve dangên çîyayê Metîne, mirov nizane ka ev sûre xwezayîne, yan ji alîyê mirova ve hatîne çêkirin.
Kelha Qumrîyê û kolana wê, bûye cihê gelek bûyer û serpêhatîyên dirokî, bûyer û serpêhatîyên wê li herêma behdina hatine gotin û dengbêja stran li ser gotîne, ji wan bûyera yek jê şerê Zêbarî û Tîyarîya ye.

Kêşe û arîşeyên dîrokî

Belkû navê wê kêm hatibe bihîstin, lê Kelha Qumrîyê li herêma behdîna cihekî dîrokî û navdare, berîya Mir Bedirxan di sala 1843 de here ser Nastûrîya, kêşe û arîşe di navbera eşîretên herêmê û nastûrîya de rûdabûn.

Wê serdemê dewleta osmanîya ji hêz ketibû, İngilîz û Ûrisa wehde ji nastûrîya re kiribûn, da ji bajarê Wanê heta bajarê Mûsil dewleteke asûrî ava bikin, (nastûrî ji eşireta Tîyarî, Tixûbî û tişabîya pêk dihatin) bi vê hêncatê çek didane eşîretên nastûtîye û hêzaka leşkerî amade dikir, nastûrî bi piştgirîya Îngilîz û Ûrisa keysê xwe li ser eşîretên herêmê zal kiribû, ji herêma Ormîyê û Colemêrgê dest bi şerê eşîretên Kurda kiribû, eşîretên herêmê nerazî bûn, li ser axa Kurdistanê dewleteke Asûrê bê ava kirin, bi tûndî şerê nastûrîya dikir û rê na deda wan, lê wan dev ji helwesta xwe bernedan, heta Mîr Bedirxan çûye ser wê herêmê, piştî mir bedirxan jî vê arêşê dom kir, arîşe dinavbera Nastûrî û Simko yê Şikakî de jî derket, Simko yê şikakî nameyek ji serokê sîyasî, û serokê rûhanî yê nastûrîya ra şand, daxwaza li hev hatinê û tifaqîyekê jê kir, lê Mar şimûn li ber ne hat, Simko yê Şikakî Mar şimûnê bi gelek leşkera ve kuşt, dawîyê eşîretên herêmê bi tifaqî dest bi tevgerekê kirin, sala 1924 Nastûrî ji herêma Colemêrge bi tevahî derxistin, Nastûrî derbazî başûrê Kurdistanê bû, xwe gihandine bin hîmaya Îngilîza, wê deme herêma başûrê Kurdistanê ketibû deste Îngilîza.

Berîya sala 1843 dest bi tevgereke leşkeri kriribûn, di xwestin Kurda ji herêmê derxînin û heta bajarê Mûsil herin, dema gihane ber rûbarê Zê, eşîreta Zêbarîya rê li wan girt, û ne hêlan ew li rûbarê zê derbas bibin, li gelîyê Zê şerekî dijwar dest pê kir û bi roja dom kir, eşîreta Zêbarîya û rûbarê zê li ber wan bûne sûreke asê, dişer de, dema bû şev, tîyarîyên gundê Aşûtê dipişt çeperên Zêbarîya zivirîn û ji paşve avête şervanên Zêbarîya, heta şervanên eşîreta Zêbarîya pê hesyan gelek şervanên wan hatin kuştin, dûvre ew şervnên ji gûndê Aşûtê hatî, dorpêç kirin û têk birin.
Tîyarî têk çûn, ji gelyê zê ber bi gelîyê tîyarê ve paşde vegeryan, ev têkçûne li ser dile wan bû kûl û birîn, veca ketine nav fêhlebazîya û bêbextîyê, da heyfa xwe ji eşîreta zêbarîya hilînin.

Melikên Tîyarîya qazid şandine Zêbarê, daxwaza aştîyê û li hev hatinê kirin, Zêbarîya pêşnîyara wan qebûl kir, li ser navê Tîyarîya, melikê gûndê aşûtê, Melik Mampityo dûsed şervanên xwe dane bi xwere, hate kelha Qûmrîyê, ji eşîreta Zêbarîya, Emar Simayîl axa bi sed mera ve hate kelha Qûmrîyê, li wê dere li hev kombûn, Melkê Tîyarî, Melik Mampityo gote Emer Simayîl axa, sulh û selahet bê şahid çênabe, em dê herin nav eşîreta Berwarîya, bila ew bibin şahidên li hevhatina me, Simayîl axa pêşnîyar qebûl kir.

Emer Simayîl axa kete pêşîyê, melkê Tîyarî, melik Mempityo da dûv, bûne rêz, ber bi qûntara çiyayê Metina ve çûn, da herin nav eşîreta berwarîya, sulh û selaheta xwe bikin, dema ketine kolana Qûmrîyê, dû mêrên Tîyarîya yekî Zêbari xiste navbera xwe, mêrên Zêbarîya dema ditin her dû tîyarîya yek ji wan xiste navbera xwe, pê hesyan Tîyarî dê bêbextîyê bikin, lê kolana Qûmrîyê teng û asê bû, neçar bûn bi wi awayi bimeşin, denge xwe ne kirin û meşyane rê, piştî pêşîya wan giha bine kolana Qûmrîyê û dawîya wan jî kete kolanê, Tîyarîya bi hejmara xwe ya zede, bîva xwe dît û dest hilînan, Mampityo gote Emer Simayîl axa, xencera xwe radestî min bike, Simayîl axa got, ez xencera xwe radestî te nakim, ez dê bavêjim erde, tû ji xwere ji erdê rake, Mampityo qebûl kir, Simayîl axa xencera xwe avête erdê, Mampityo xwe çemand da xencerê ji erde rake, Emer Simayîl axa xencera kirîye diber zendika xwere û lewendîya xwe lê pêçay kêşa, Mampityo da ber xencera, li kolana Qûmrîyê bû xencer kêşan û şerekî bê mefer, bi xencere ketine nev hevdû, coyên avê xwîn herikîn, sed mêrên Zêbarîya hatin kuştin, ji wan zêdatir Tîyarî hatin kûşitin û birîndarkirin.

Di şer de Emer Simayîl axa û xûlamê bi tene felitîn, eşîreta Berwarîya hayji şer hebû, nakokîyên xwe û Zêbarîya yên kevin anîn bîra xwe û bi zanîn di hawara Zêbarîya ne çûn, Zêbarîya li dijî Tîyarîya şerê netewatîyê kiribû, nê hêlabûn Tîyarî li ser axa Kûrdistanê dewleteke Asûrîya ava bikin, ji ber wê, ew bêdeng mana Berwarîya, wekî xiyanetek neteweyî hate binav kirin, ev bûyera dîrokî nîmûneyeke bêtifaqîya êl û eşîretên kurda ye, ji ber van bêtifaqîyên êl û eşîretên Kurda, dûjmin û dagirkere her keysê xwe li netewa Kurd dîtine û neqencîl netewa kurd kirine, netewa kurd bi bêtifaqîya xwe parîyê hûrin ji dûjmin û dagirkera re.
Nastûrî û Kurd berî zayînê heta van arîşeya rûday, bê kêşe û arîşe bi hevra jîyane, Mixabin ev jî leyîstokeke Ûris û Îngilîza bû, neteweyên herêmê bi hev didan kuştin.

NIVÎSÊN BALKÊŞ