"Enter"a basıp içeriğe geçin

Pîr Şalyarê Zerdeştî Yan Pîr Şalyarê Yarsanî Yê Feylesof ? – Soran Hemereş

Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr

Li gorî ahengên salane yên vên cejnê, va îsal jî cejna Pîr Şalyar bi rêve çû. Lêbelê em hetanî çi radeyê vî zanayê kurd nas dikin û haya me ji fikr û ramanên heye? Ji aliyê xwe ve heyameke dirêje hewl didim ku fikr û raman, dîtîna olî ya Pîr Şalyarî fêhm bikim. Di sala 1995an de bi geştekî re vegeriyam başûrê welat û heyamekî bi qasî çar heftiyan li wir mam. Rojekê di nav bazara bajarê Silêmanîyê de digeriyam, nêzî Berderkî Sera, pirtûkekî destê du ket ber çavê min bi navê “Pîr Şalyarî Zerdeştî”. Pirtûk ya çapa sala 1968an bû û perên wê zer bûbûn, . gelekî dilê min bi vê xweş bû. Berê di derbarê Pîr Şalyar de min hin zanyarî bihîstibûn lêbelê ev cara yekem bû min di derbarê wî zatî de pirtûkek didît, ji ber wê hema bi demildest min kirî. Piştî çend rojeke din, min di camxaneya dikanekî de perçeyek kevirê kevnar dît, ku bi qasî dolareke hesin hebû. Wisa di hin dikanan de bi eşkere perçe kevirên biçûk bermayîyê bavûkalan dihatin dîtin. Ew perçe kevir, li ser aliyekê wî tawisek hatibû kolandin û li ser aliyê din jî sembola roja Mezopotamya hebû. Kunek di kevir de hebû mirov dikarî wek gerdenî bi bi xwe ve bike, lêbelê ji ber kevnariya kevirî, kuna kevir, bi heriyê hatibû girtin û diyar e di raborîya kevnar de li Kurdistanê bi xwe ve kiribûn. Min ew her du gewher bi xwe re anîn Londonê. Îro ji bilî wek Zerdeştî hesibandina Pîr Şalyar, tiştê wisa bi dest nakeve ku hêjayî be qala wê were kirin. Tew ew pirtûka perê wê zer bûyîn ku di sala 1995an de min kirî, tu zanyariyeke nû jî têde nebû ku berê ji aliyê Ayetulah Merdoxî û mamosta Reşîd Yasmî ve behsa wan nehatibe kirin.

Di van rojan de jî ku bîranîna cejna Pîr Şalyar li Hewramanê hat lidarxistin, her wiha ev cejna pîroz a roboriyê bêyî ku tişteke nû di derbarê vî kesayetiyî de raxin pêş çavan. Berê hewldan hatine kirin ku ev kesayet were naskirin û bidin naskirin. Destpêkê di serdemanû de ji sedeya rabihurî ve yek ji dîroknûsên Kurdê Îranî, Mamosta Reşîd Yasmî di vê mijarê de nivîsiye. Reşîd Yasmî dibêje Pîr Şalyar, pîrêkî Zerdeştî bûye û deftereke wî hebûye, , defter ku di nav Hewramiyan de bi pîrozî lê hatiye nihêrîn bi navnîşana”Marîfetu Pîr Şalyar î”. Ev nihêrîn ji aliyê Ayetullah Merdoxî û ji aliyê Mihemed Sahîb ku xwediyê pirtûka “Pîr Şalyarî Zerdeştî” ye û piştre jî ji aliyê Mamosta Sidîq Borkeyî jî ve hatiye dubarekirin û hemûyan ew zat wek Zerdeştî dane diyarkirin. Pirs ev e, gelo qet belgeyek hebûye yan li cih maye ku têde behsa vê kiribe ku Pîr Şalyar zerdeştî be? Di rastiyê de belgeyek di holê de tuneye ku biselmîne Pîr Şalyar, zerdeştî bûye.

Wek mînak mamostayekî wek Reşîd Yasmîyê îranger, di pirtûka xwe de di derbarê dîroka kurd de nivîsîye, di nav hemû hewldanan de ye ku di pirtûka xwe de biselmîne kurd îranî ne û mebesta wî bi giştî girêdana dîroka kurde bi ya Îranê ve ye. Ew dîroknûs bergeha wî ya fikrî ya îrangerî bi zelalî dixwiyê ku ji pirtûka wî jî diyar e, li ser kurdan nivîsiye û dîroka kurdan ji bo xizmeta fikrên xwe nivîsiye û wî zaniyariyên li ser lingan di derbarê Pîr Şalyar de jî nivîsiye, ji bo qayimkirina fikr û ramanê xwe jî derxistiye pêş. Ji ber wê Pîr Şalyar wek Zerdeştî daye diyarkirin. Ez tiştekî ji hewldanê wî mamostayî kêm nakim, lê înkarî nayê kirin sebaret bi nêrîna wî ya eşkere li ser Îranîzmê ku di pirtûka xwe de derbarê dîroka Kurd nivîsandiye.

Ji aliyeke din ve bi giştî ji sedeya rabihurî ve piştî ku hinek ji lêkolerên kurd bi rêya pirtûkên ewropîyan bi ola zerdeştî re hevnas bûn, bi lezgînî hewl dan her tiştên kurdî wek yê Zerdeştî bidin diyar kirin. Wan lêkoleran biryar dabûn ku kurd di raboriyê de Zerdeştî bûne , ji ber wê gelek caran bêyî ku belgeyekî û yan pirskirinekê raber bikin, hemû hawldane kirine daku tevahiya civaka kurd, raboriya wî şêlo bihêlin û wek zerdeştî bidin diyarkirin, bêyî belgenameyekî, bi olê ronî bikin. Ravekirinahelbest û fikrê Pîr Şalyarê mezin jî rastî bandora fikrê herêmgerî û kêşeya hevşêweyê bûye; wek mînak dema ku Pîr Şalyar dibêje: werwê we waro werwe werêne werêse birriyo çwar serêne kergê siyawe û hêlleş çermêne guşllê memêrro dwe berêne Wate: berfa dibare berfa rojêye, werîs qut bibe çar serî heye, mirîşka reş hêka wê spî ye, kûzik ku ji binî ve bişkê du derî lê peyda dibe.

Reşîd Yasmî, piştî ku Pîr Şalyar dike Zerdeştî, behsa wê helbestê dike û werdigerîne zimanê farsî bêyî ku hewla ravekirina wê bide, lêbelê Ayetullah Merdoxî dibêje, “Pîr Şalyar di van her du beytan de daxwaza yekîtiyê ji Hewramiyan dike, dibêje eger parçeparçe bin wisa wek berfê hûnê bihelin û olekê were û dê vê ola we bibe û weke werîsekî ku qut bibe û bibe du qet, hûn ê jî qet qet bibin. ” Di du beytên(dêr) xwe yên din de, dibêje : Daran giyan daran, cerg û dll bergen gahê prr bergen gahê bê bergen Kerge ce hêllen, hêlle ce kergen rewas ce rewas werg ce wergen Manaya wê ev e: Dar weke ademîzadan giyanewer in û ew jî cerg û dilê wan heye û pel û rehên wan heye, heyamekê pelê wan heye û heyamekê diwerên û mirîşk ji hêkê û hêk jî ji mirîşkê peyda dibe, rovî ji rovî, gur ji gur tê.

Mamosta Sidîq Borekeyî şîroveyek ji bo van dêran (beytan) kiriye û dibêje “çawa dar pêwîstîya wê bi reh û kokê heye, herweha mirov jî pêwîstîya wî bi xizim û alîkaran heye daku bi tevekî hemû wek civak bijîn û jiyanêkî bextewarî bidest ve bînin. Benîadem ji benîadem bûye û pêwîst e bi benîadem re jiyanê bidomîne, çimkî giya li ser koka xwe şîn tê’’
Mirov dikeve bin pirsan de, gelo dike ku zanayekî wek Pîr Şalyar ku “marîfetu Pîr Şalyarî” (The Wisdom of Pir Shaliar) nivîsîbe, hema ewqasî ji jiyanê fêhm kiribe? Di rastiyê de bêyî ku haya me jê hebe, Pîr Şalyar bi rêya wan du beytên helbestî re, bi anîna mînakên sade û hêsayî yên jiyanê, felsefe û nêrîna Kurd ji me re zelal dike.

Pîr Şalyar di du beytên yekem de dixwaze bêje, du hêzên tarîtî û ronahîyê temamkerê hevdune weke ku du hêzên dijî hev bin. Va ye dibêje raste berf dibare, ku di wir de berf sembola malwêranî, perîşanîyê ye, lêbelê berf dixwe û berf dihelîne ku ew aliyê wê yê erênî ye. Her weha dibêje rast e werîs qut bû, lê ew qutbûn bûye sedema ku werîs li dewsa wî du serê wê hebin, niha çar serên wê hene , ango dike ku bi şêweyekî din sûd jê were wergirtin. Dîsan dibêje, raste mirîşk reş e, ku rengê reş nîşaneya malwêranî, perîşanîyê ye, lêbelê hêka wê spî ye û gozika(kûzik) binê wê şikestiye, lêbelê vêga du devê wê yê vekirî hene û dike ku sûd jê were wergirtin. Ango Pîr Şalyar wan du hêzan wek du hêzên beramber hev dibîne, lêbelê hevşêweyê Çînîyan, wek du hêzên temakerê hev û du hêz ku ji hevre pêwîst in û ji bo hebûna xwe, xwe dispêrin hev. Bi vî hawî tarîtî nikare hebûna xwe hebe ger ronahî nebe. Ango ew bi temamî ji dualîzma Zerdeştî dûr dikeve ku wan du hêzan wek dijminê hev dibîne, li dewsa wê weke Çîniyan peyrewiya felsefeya “în û yang” (yin and yang) dike, ku wan duhêzan wek pêwîstî nîşan dike ji bo hevdû û wek temamkerê hevdû jî wan dide diyarkirin.

Dualîzm û bawerbûn bi dualîtî di hêzên gerdûnê de ji dîrokeke kevnar ve di nav civakên cuda de derketiye û gelek şêweyên wê yên cuda jî hene. Wek mînak dualîzma Zerdeştî, Manî, Yonanî, Cihû, Krîstiyanî… lêbelê “în û yang” bi şêwaza Çînî ye. Çînî wisa dizanin ku hêzên dijberî hev temamkerê hevdû ne û xwe dispêrin hevdû. Ev dîtin ji bo wan du hêzan, rengvadaneke wê çêdibe li ser boçûnan di hemû aliyên jiyanê de. Pîr Şalyar wek feylesof û pîrmendekî bi qalkirina berf û werîs û mirîşk û hêk û kûzikê, dixwaze kûrahîya têgihştinê di jiyana me de ji me re zelal bike. Ji bilî vê Pîr Şalyar di beyta xwe ya din de bîr û bawerîya donadonê (reincarination) tîne pêş çavan. Boçûna wî cuda ye ji hin olên din ku baweriya wan bi donadonê heye û dibêje: Giyanewer di çerxîna mirin û zîndîbûnê de ne, lêbelê her ruh e û temamkerê hevşêweyê xwe ye. Ango gurek dimire diçe cesteyê gur, roviyek diçe yê rovî, mirovek diçe yê mirovekî. Ango Pîr Şalyar destinîşana wê tiştê dike ku ruh nayê veguhaztin di navbera giyaneweran de, di wir de destinîşana donadonê bi şêweya wê ya kurdî dike. Dîtina donadonê boçûnekî kurdî ya kevnar e û di olên Yarsanî, Elewî, Ezdî , Durzî û herweha olên wek Bûdî û Hîndos û çendîn olên din de tên dîtin.

Di rastiyê de bingeha dualîzmê (dualîtî gelek goftûgo li ser hene; bi ya hinekan wisa ye ku dike dîtin di serdemekî kevnar de li mezopotamyayê serî hildabe(derketibe), hinek dibêjin zêdetirî sê hezar sal berî niha bi belgeyî li Çînê derketiye holê. Mixabin min hewleke gelekî zêde da, ku wî kevirê kevnarînî yê bi xwe ve dikin peyda bikim ku di sala 1995an de min ji Kurdistanê anîbû. Mixabin ew kevir li cem hevalekî li Awropayê, tevî mala wî şewitî, min nedikarî xwe bigihînimê û bizanim dîroka dualîzmê li kurdistanê vedigerê kengê.

Ew kevir, her du hêzên beramberî hev li serhatibûn nexşandin. Tawis û roj wek guzarişt (tabîr) ji van du hêzên li hemberî hev li ser yek gerdenî û wek temamkerê hevdû danîbûn ser kevirekî û serdemekê ew ji bo kurdan pîroz bûye û bingeha fikr û dîtina kurdan ji bo jiyanê di wir de hatiye nexşandin û Pîr Şalyar jî heman felsefe raxistibû pêş çavan.

Hêviya min ew e ku di siberojê de hevşêweyê wî kevirî peyda bikim û bi rêya destinîşankirina temenê wî kevirî re mirov dikare bizane ku gelo ew boçûna fikrî li kurdistanê serî hildaye yan ji derve hatiye kurdistanê. Ya ku giring e, ku di helbestên wî feylesofî de derdikevine holê, bandora felsefeya Çînî “în û yang” li ser kurdan hebûye û Pîr Şalyar bi helbestê tu gumanekî nahêle ji bo wê bandorê û belgeyên dîrokî yên bazirganan jî piştgiriya vê peywendiyê radixin pêş çavan. Bi rêya bazirganîya hevrîşmê ku ji Çînê ve dest pê dike, di kurdistanê de derbaz bûye. Wê rêya bazirganiyê bi xwe re guherînên fikrî aniye.

Di rastiyê de sistbûna herî mezin ya di gelek bajarên giring ên kurdistanê de, bi sedema nemana wê rêya bazirganiyê bûye . Herweha belgeyên din jî wê peywendiyê radixin pêş çavan; di pirtûka Tomas Merge ya sedeya nehemîn a zayînî de ku li Kerkûkê di derbarê dîroka kilîseyên( kenîse) herêmê de hatiye nivîsandin, behsa wê tiştê dike ku mirovên olî yên krîstiyan ji vir ve ji bo belavkirina ola xwe, çûne Çîn û Yemenê. Herweha kurdan ji mêjve çûnûhatina Hindistanî kiriye û wek navenedeke fikrî û olî dîtiye.

Babe Yadgarê Yarsanî û Mewlana Xalîdê neqşbendî her duyan jî serdana Hîndistanê kirine bi mebesta kûrbûna fikrî û ruhî. Sofiyên Hindî jî di hin rewşan de, di hin serdeman de berê xwe dane ravekerê fikrî yê pîrmend û sofiyekî kurd yê weke Birayim Kurdî Goranî Şarezûrî. Tew yek ji Heftî û du pîr û yaran ê San Sehak, Pîr Feyrozîyê Hîndî bûye. Di temenê xortanî de, di navbera sedeya sêzdeh û çardehê zayînî de , ji Hindistanê ve hatiye cem San Sehak û li gundê Şêxanê hetanî dawiya jiyana xwe wek yarsaniyekî maye, çendîn helbestên wî yên kurdî bi zaravayê Hewramî mane. Ango, di raboriyê de guherînên fikrî di navbera Kurdistan û Hindistan û Çînê de hebûye û bandora wan li ser hev hebûye.

Bi dilrihetî mirov dikare bêje Pîr Şalyar feylesofekî kurd ê Yarsanî bûye û di helbestên xwe yên din de bi zelalî pesnên mezinahiya Yaristaniyan û Şaxoşîn dike û Şaxoşîn jî wek kesêkî hevserdemê vî feylesofî ye, helbest li ser Pîr Şalyar gotine. Ku ev bi temamî Yarsanîbûna Pîr Şalyar zelal dike û ji me re zelal dike, ku Pîr Şalyar nêzîkî hezar sal berî niha li Kurdistanê jiyaye û hevserdêmê Şaxoşîn bûye . Peydakirina pirtûka mezin a Pîr Şalyar “marîfetu Pîr Şalyarî” ku heta weke niha nehatiye dîtin, dike ku weke kilîtekî nûbe ji bo têgihiştina roboriya fikrî ya kurdan. Diyarkirina wî feylesofî wek Zerdeştî, tu xizmetekî bi rastî û têgihştina bingeha fikrî ya kurdan re nake, belkû hê zêdetir me ji têgihiştina bingeha me ya fikrî dûr dixe.

Diyar e ev mijar pir kûrtir û aloztir e û mirov dikare peywendîya wê peyda bike bi dîtin û fikra sofîyê mezin ê kurd Şemşedînê Şarezûrî û herweha fikrê sofiyên mezin ên wek Umerê Surewerdî û feylesof Şehabedînê Surewerdî û Mewlana Xalîd û Birayim Kurdî Goranî yê Şarezûrî û çendîn pîrmendên din ên kurd. Lêbelê ji ber kurtiya mijarê di vir tenê ev bi cih dibin.

Ya ku zelal e, fêhmkirina Pîr Şalyar pêngaveke din e ber bi têgihişina fikr û bîr û baweriya olî û felsefeya kurdî û her tim bi rêya kesayetiyên Yarsanî, Ezdî , Durzî , Elewî û sofiyên kurd ên mezin re em dikarin nêzîkî wê armancê bibin. Hebûna semyaneke mezin a helbesta olî ya kurdî ya bi zaravayê Hewramî, giringîya wî zaravayî û ola Yarsanî radixe pêş çavan ji bo gihiştina vê armancê. Helbestên Pîr Şalyarê Yarsanî yê feylesof, şahidê vê rastiyê ne.

Têbînî: – Wêneyê aliyê rastê, wêneyek xeyalî ye û bingeha wê ya dîrokî tuneye. Wêneyê nîvî wek weneyekî cîhanî hatiye naskirin û ew sembola ragihindina du hêzên hember hev ya “în û yang” dike ku felsefeyekî Çînî ye, wêneyê aliyê çepê dîmenekî cejna Pîr Şalyar e ku her salê li Hewramanê tê birêvebirin.

– Ji ber kurtkirina mijarê derfet nebû zêdetir derbarê jiyana Pîr Şalyarî de bihata nivîsandin. Di vê mijarê de zêdetir behsa giringiya aliyê fikrî yê vî feylesofî hatiye kirin ku berê nehatiye kirin.

Çavkanî:

Borekeyî, Sidîq (1996) Mêjûyî Wêjey Kurdî, beşî yekem ûduhem, întişarat Nacî, Bane.
– Hemerreş, Soran (2013) Kurd Kêye?, London.
– Yasmî, Reşîd (1316), Krd Û Piywîstgî Nijadî Û Tarîxî Aw, Tehran.
– Lange, A. and Reyinoldis, B. (2011) Light Againist Darkiness: Dwalism in Ancient Mediterranean Religion and the Contemporariyi World, Vandenhoeck & Rupreciht.
– Murat, S (1992) The Tao of Islam: A Sowrcebook on Gender Relationiships in Islamic Thowght, State Universitiyi of New York Press, New York.
– Russell, J. B. (1987) Satan: The Earliyi Christian Tradition, Corinell Universitiyi Press, USA.
– Scihwon , F (2006) Sufism: Veil and Quintessence : a New Tranislation with Selected Letters, World Wisdom, Inc.
– Whitehowse, B. (2009) Sufi Reflectionis, the Interrogative Imperative Inistitute, Bangor.

 

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ