"Enter"a basıp içeriğe geçin

PERÊ MERZEL – Ahmedê Hepo

Go, kalekî her-roj gopalê xwe dida destê xwe dihat ber rodera mektebê disekinî, çavên xwe dukuta hundur, guhê xwe dida ser dersdar û şagirtan, êpêceki şûnda dikire axînî, ofînî , sê caran gopalê xwe li erdê dixist , mîna mirovê bargiran hêdî-hêdî diçû ser topikê rex merzel û demeke dirêj rûdinişt.
Dersdar jî her roj li vê kirina kalê, li vê dîdemê mêze dikir. Carekê ewî birîyar kir, ku here ji kalê pirske “ Ev çi sure , ev çi hewale? ”

PERÊ MERZEL - Ahmedê Hepo

Rojeke zivistanêye sar bû. Berfê davîte gûzika mirov, him ji gulok -gulok lê dikir. Dersdar dîsa ji şagirtan ra ders digot, him ji zû-zû li derva dinihêrî, xwe bi xwe ra digot: wekî îro sare diqewime kalê neye. Qasekê şûnda kalê dîsa mîna her car hat ber roderê sekinî. Dersdar li wî niherî , evî li dersdar… Kalê avrûkê usa da dersdar qerçimekê enîyê û yên rû bûne yek , bûne deh , bûne bêjmar , gîhiştine hev . Her têleke birû û bijangan bûne mîna tîran û li dilê dersdar ketin . Ji wê avrûyê ewî seh kir , wekî janê avîte dilê wî . Ew di cîyê xwe da qerisî ma , lipindandin bi wî nebû , lê kalê pişta xwe da wî û mîna her rojê berê xwe da ser rîya merzel.

Êdî dersdar nikaribû ders bigota . Te hew dizanibû dewsa kalê ew li derva , ber berfêye û ji serma dev-diranê wî ketine hev , axaftin bi wî nedibû. Ji piçe-piça şagirtan dersdar bi ser hişê xwe da hat. Dîsa pey kalê mêze kir , lê ew nedihate kivşê . Ewî li seetê nihêrî , hê çend deqîqe hebûn , wekî zengil lêkeve . Dersdar tev hev bibû . Mîna merîvê gêj li derdorê xwe dinhêrî , yek ji zû-zû seetê mêze dikir , her çirikek , her deqîqek bona wî bibûne demeke dirêj . Sebra wî nehat hetanî dawiya dersê çavrake ewî hêdîka serê xwe bilind kir û gote şagirtan : -Rabin , herine mal.

Ji şabûna şagirt li hev ketin , kirine qîre-qîr ji dersxanê derketin . Dersdar tenê ma . Kete mitala : “Çima kalê her roj tê ber roderê disekine ? Çima paşê ber bi merzel diçe ? Çima ew sê cara gopalê destê xwe bi hêrs , bi kîn li erdê dixe ? Çima ewî usa bi avrûyên tûj li min niherî ? “ Dersdar bersîva tu pirsekê nedît û nişkêva ji dersxanê derket , pey rêça kalê çû . Her ku ew nêzîkî kalê dibû , saweke giran dikete ser wî û pîyê wî , wî ra nediçûn . Ew gav bi gav , giran-giran diçû , ji dûr va dît ku kalê ser topikekî rûniştîye . Pişta kalê li wî bû . Dersdar çend gavên din ji nêzîkî wî bû , lê êdî bîna wî diçikîya , ew sekinî .

Xwêdaneke zîpîk-zîpîk xwe avête enîya wî . Xwest ji bêrîka xwe destmalê derxe , lê destê wî rex wî da ket . Xwe-xwera got : “Xwedê xêr bike? Tu dibejî qey ez qetilkarîm diçime bal celad “. Weşekê sekini , dîsa da gava û bi hewalekî dijwar hat pêşberî kalê sekinî. Ewî xwest ya dilê xwe ji kalê pirske , lê mîna şagirtê nezan kir-nekir gotin ji devê wî derneket . Kalê ji sêrî hetanî pîya wî mêze kir. Qasekê ewana hema usa li hev mêze kirin. Di nava mêzekirina kalê da kîna salan , dew-doz , şer , di nava ya dersdar da bergerandin , hêvîkirin hebû .

Çirikek , dudu jî derbaz bûn dersdar hêz da xwe û bi dengekî lavayî got : -Apê Sûto , selam . –Selam ,-kalê bi dengekî lerizî selama wî vegirt.Tu ne ev mirovî , wekî selama te bê vegirtinê, lê naxwazim bal xwedayê xwe bezekarbim. –Çima min çi kirîye ? -Te qe bihîstiye dibên : “Perê merzel li ser te be!” -Belê , ev nifireke here girane . –Lê tu dizanî çima ?

Te hew dizanîbu dersdar şagirte , kale jî dersdar . Him ji ewî êdî derz kir , wekî kalê rijî van pirsa nade wî , esse tiştek heye . Dersdar xwe xwera :Gotî bêhna mirov firehbe… Lema bi dengekî nizim got : -Yanê filan keso , zûtirekê tu bimirî. –Hema ev? – kalê bi hukum pirsî .
-Belê , zanebûna min hêma eve.

Kalê kuxiya , te tirê gewrîya wî diha jî hate vemilandinê , dengê wî hate cincilandinê û got :
-Gava dibên “ perê merzel li ser te be” sê nêt din ava vê gotinêda hene . Te yek got . Duda jî ez bejim . nêta dinê yek ewe , yanê ku tu netiştekî , dinbûyî , kundoyî ,tiştek bite nabe. Van yeka xem tune , lê bi xwe bêjeke vê nifirê ya here giran heye . Ew jî eve , yanê ku tu bimirî li perê (kêleka) merzel bêyî binaxkirirnê û heta hetayê tu kesî fêza te defin nekin.

-Ape Sûto , -dersdar bi posîde pirsî- Tu evê yekê ji minra dixwazî ?
-him erê , him na . Guh bide min ez ji tera bêjim . Ez her rojê tême dibistanê , ber roderê disekinim guh didime te . Te qe rojekê mesele-metelokekê gelê xwe kurdan şagirtanra got ? te qe dastana “Ker û Kulik” , “Mem û Zin” , “Sîyabend û Xecê” , “Dim Dim” û yen mayîn qal kir . Te qet beyteke Feqîyê Teyra , helbesteke Ehmedê Xanî şagirtanra anî ser ziman . Ne navê şagirtekî Memê , yek Zinê , yek Sîyabende , yek Xecêye , yek Perîye, yek Kulîlke , yek Werdeke . Qe te got : Mem kîye? Zin kîye? Sîyabend kîye? Xecê kîye* Xano kîye …

Niha tu bi xwe bêje perê merzel saxe-sax li ser dikeve , yan li wan kesên , ku boy azadîya welêt serê xwe dane û bin axa welata şirîn ketine xeva hingorê? Tu ne mirîyê tev mirîyayî , ne saxê tev saxayî! Bi kurtî : tu ne mirîyî ne zindîyî . Qe tu dizanî welat çiye , dayîk kîye? Gelo tu dizanî welat şirîne , yan dayîk? Gelo tu dizanî pêşîyê welat hatîye xuluqandinê yanê dayîk? Mirovên bê welat , ew mîna berûyanin , her çar rozgarê salê têne pêpeskirinê . Kêleka xwe bide kêleka min , rûnê bila hulim-gulima axa welêt bê te , wekî tu serma nekî û ez yeko-yeko bersîva van pirsan ji te ra bibêjim.

Dersdar qe nekire kirtînî hêdîka kêleka xwe da kêleka kalê û rûnişt . Apê Sûto bi gopalê destê xweva berfa ber pîyê xwe virda , wêda paqij kir , hetanî ax hate kivşê , dûra vegerî ser dersdar :
-Xwedayê mezin pêşîya a ev ax xuliqandîye , axê jî şekir-şemdan û navê wê danîyê welat ! Welêt keç-xort xuliqandîye navê yekê danîye dayê , navê yekê bavo ! Dayê , bavo em xuliqandine û her yekê me navek lêkirîye . Em ji axa welêt hatine , dawîyê da jî emê herine hemêza wê . lê me ew ji destê xwe berdayê , emê bi çi rûyi herin mêvanîya wêye heta , hetayê ?

Vira kalê bîn da ber bîna xwe , xwe kerr kir , dest avîte berfa kêleka xwe , kulmek hilda pê serçavên xwe mizda û dîsa axivî:
-Dersdar , çi ku min got : bona te hê hindike . Gunehê te mezine . Tu li vira dewsa gilîyê “Dê” şagirtanra “annê” şirove dikî , yekî dinê li wira dibe “mader” , birakî teyî dinê li dera hane dibe “moter” wê wêda jî yê mîna te pizika reş zimanê xwe da tînin çi dibêjin , çi nabêjin ez nizanim ! Awa , bona vê yekê ez ji tera dibêjim , perê merzel li ser te be. Lê hê ne derenge , tu mîna min nebûyî sêpî û şevkor , temîya min li te , xwe li rîya welêt bigre !

Dersdar ji kêleka kalê rabû û pêşberî wî sekini got :
-Apê Sûto , de bila pêşîyên me welat ji dest bernedana tu jî îro bi van navnûçika nehatayî min .
Ji wê gotina dersdar kalê hêrs ket , gopalê xwe çend cara erdê xist û berbirî wî bû :
-Kuro ! Tu usa bihesibîne , wekî ji Hesinkar Kawa girtî hetanî roja îroyîn , pêşîyên me ne dew , ne şerê welêt kirine , ne jî bona wê xwîn rêtine !

Wana çi kirîye , nekirîye rehma xwedê li wan be . Îro usa bişêvîne pêşîyen me tuyî , keremke bide pêşîyê , em jî pey tebên û bibîne xwedanê welêt , dayîka xwe ! Rind bizanibe te xwe dane dera hanê (ewî bi gopalê xwe merzel da kivşê) ewledê teyê jî bêje , bila pêşiyên me welat sazkira , minra çi ? Yan jî wê neletîyê li gor-xêra me bînin ? Were neyê xapandinê . Ezê ji tera bûyerekê jî bêjim , wê wê da yan perê merzel hilde ser xwe , yan jî deyla dîya xwe bigre !
Kalê hêzin da xwe rabû , bi herdû destanva gopal girt da ber sîngê xwe , xwe ser da mêl kir û dûmayîn da axaftinê.

-Dibên , wekî yek cara yekem te dixapîne Xwedê xenîmî wî dibe , lê cara duda ku ew mirov dîsa te bixapîne wê carê Xwedê xenîmî te dibe . Çima ? Ji ber ku Xwedê dibê , lo filankes , ne cara yekem tu bûyî şehedê wê yekê , wekî şîrê wî kesî herame , êdî nebe hevalê wî û jî wî bawer neke . Lolo , dersdaro , were çavên xwe negire , rind bizanibe eva çendî-çend salin dijmin min jî , te jî , wî-me hemiya dixapîne ! Edî bese ! Niha tu dizanî Xwedayê mezin ji yên mîna tera çi dibêje? Dibêje : Şîrê yê mîna te herame , dibê yê mîna te hêka mirîşka bê dîkin …
Kalê xwets bide ser rê here dersdar milê wî girt kêlimî :
-Kalo can , kalo , bersîva pirseke min jî bide , paşê here !
-Fermo !
-Lê çima tu her rojê tê vira rûdinêyî?
Kalê pişta xwe rast kir , berê xwe da merzel û bi hizineke kûr , kire axînî û mîna rewîyekî (serab) kerwanê bar giran , rê da axaftina xwe :
-Dersdaro , ka ji kerema xwe careke dinê li merzelê hane binihêre. Çawa tu dizanî ew ne merzelê me kurdane . Ew tirba hane , ya fêza gişka , ya li perê merzel , ya kalikê mine . Ew di serhildana welêtda , di şerda hate kuştinê. Çawa dibe ewî tînin vir û wî di wî merzelê xerîbda binax dikin. Heta roja îroyîn tu kesek mirîye xwe di fêza wida binax nake. De binhêre di dînêda çi heye? Lê ez zû-zû diçime ser tirba bavpîrê xwe , wî ziyaret dikim û dibêjim : “bavpîro , min wesîyet kiriye , gava ez bimirim wê laşê min bînin fêza te binax bikin. Min jîyanê da tiştek ji bo welêt nekir , qe na bila perê merzel ji ser bavpîrê min bê hildanê. Bila dujmin jî bizanibe çi heye , çi tune?”
Kalê awa got û bi merzel çû , lê dersdar ber bi gund …
Sibetirê kalê dîsa çû mektebê. Ber roderê sekinî , nihêrî ne dersdar heye , ne şagirt. Wê rojê bes belav bû ku , dersdar ne li malê heye û ne jî li dibistanê; kuda çûye , kesek nizane.
Çendekî şûnda li vir , li wir digotin , wekî dersdar çûye gihêştiye hevalan. Hineka bawer dikir , hineka digot: Qe tiştê usa nabê.
Lê apê Sûto ev yek bihîstinê bin lêvada vebişirî.
Kalê dîsa rîya xwe bi merzel dixist. Lê hingî ev çûyîn bihîstibû te digot qey taqet ketîye çoka , ronahî hatîye çavan. Lê belê , vê şabûnê gelekî nedikişand , ew dikete şikberîyê û digot: “Diqewime ku dersdar çûbe gundekî dinê? Ya rast kî dizane?”

Gava ew di rîya merzel da xwe bi xwe dipeyivî û bersîva rast nedidît , bi ruhê xweva dikete nava firtonakê. Bi van zikirava ewî demek derbas kir. Rojekê ew hindik mabû ku bigihîje merzel , xortekî pêşî li wî birî.
-Kalê , selam , -xort got- ji bêriya xwe kaxezek derxist da kale.
Kalê selema xort vegirt û pirsî :
-Lawo , ev çi kaxeze? Ez xwendinê nizanim , bixwîne.
Xort careke dinê kaxez ji destê kalê hilda û xwend :
Kalê , selam ! Rind bizanibe ez ketime rîya Welêt. Ez naxwazim ber mirinê bicedînim perê merzel ji ser xwe hildim. Niha ez bal hevalame. Di şikefteke welatê mezin da dersê dibêjim. Rastî , bi kurdî çiqasî xweşe , şîrovekirina giliyên welat , dê û qalkirina beyt-serhatî , dastanên kurdî… Yek jî , vê yekê bizanibe , esse ezê zûtirekê di dersxaneyên mezin da , di qesrên bê sero-bin da dersê bêjim , qalkim welat çî ye , dayîk kîye? De bi xatirê te! Dersdar.
Xort name xwend û xatirê xwe ji kalê xwest , hişt çû. Kalê hate ser tirba bavpîrê xwe , çok da erdê , herdû destê xwe bilind kir , ber xwedê geriya : “Ya Rabbî , dersdar gihîşte mirazê xwe , min jî bigihine nêta min”

Jiyana Ahmedê Hepo

NIVÎSÊN BALKÊŞ