"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Silêman Azer ”TALDEYA TENAHIYÊ” – Lokman Polat

Helbestên Silêman Azer ”TALDEYA TENAHIYÊ”
Lokman Polat
Edebiyata/Wêjeya kurdî li rojavayê Kurdistanê pêşve çûye. Digel ku parçeya herî biçûk a Kurdistanê ye jî, di hêla xebatên çandî, edebî, weşangerî, ziman û afirandina berhemên wêjeyî ve pêngavên baş û berbipêş avêtine. Di hêla afirandina helbestê de herî dewlemend û pêşketî rojavayê Kurdistanê ye.
Tevahiya nivîskarên binxetê/rojava bi helbest û çîroknivîsînê dest pê kirine, paşê hinekên wan derbasê romannivîseriyê bûne. Lêbelê wek hejmar herî pir pirtûkên helbestan hatine weşandin û herî pir şaîr/helbestvan ji wir derketine.

Min bi dehan pirtûkên helbestên helbestvanên kurd ên binxetê/rojava xwendiye. Hema bibêj min temamê pirtûkên helbestên Cegerxwîn, ên Osman Sebrî, Tîrêj, Ehmed Huseynî, Cankurd, Nîzar Yosif, Azer Osî, Hêmen Kurdaxî, Vejîna Kurd û hwd, xwendiye. Û herweha min piraniya romanên romannivîserên kurd ên rojava xwendiye. (Yên ku mane ez ê vê zivistanê bixwînim. Spas ji birêz Kek Bashar Mustafa re ku ji min re tevahiya romanên di nav weşanên Sersera de derketibû şiyandiye. Ez ê tevan bixwînim.) Herî dawî min pirtûka helbestên birêz Silêman Azer a bi navê ”Taldeya tenahiyê” xwend. Pirtûk di nav weşanên ”Sersera” de li Almanyayê hatiye weşandin. Pirtûk 110 rûpel e. Di pirtûkê de 48 helbest hene. Lê, çi heyf ku di pirtûkê de, di derbarê jînegeriya/jiyana nivîskar/helbestvan de tu agahdarî tune. Tenê ji berhemên wî navê pirtûka wî a helbestan ku di sala 1996an de derketiye û navê romanek ku wergerandiye û di sala 2019an de hatiye weşandin, heye. Ji blî van herdu navên pirtûkan ”Awazên kelogirî / helbest” û ”Bînberdana germ / roman / wergerandin” başqe agahdarî tune. Helbestvan pirtûka xwe diyariyê Sara, Azer û Zerînê kiriye.

Pirtûka helbestên Silêman Azer bi helbesta sernavê wê ”Awirên sersar” dest pê dike. Di vê helbestê de sedemên awirên sersariyê tê rave kirin.
Di pirtûkê de helbestên derbarê mijarên curbecur de hene. Ji helbestên evînî bigir heta helbestên rave kirina hestûruhê/giyanê netewî bi şêweyeke hunerî hatine hunandin û pêşkêş kirin. Di helbesta sernavê wê ”Çiyayê Cudî” de hevokek/malikek gelek manedar, balkêş, li xweşa min çû.
”Hîna Cizîr
Bi xemla xwe ve
Bendewarî
Şahiya
Mem û Zîn e.”
Şahiya Mem û Zînê kîngê ye? Kîjan dem, kîjan wext dê bibe şahiya Mem û Zînê? Kîngê ku başurê Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe, kîngê ku rojavayê Kurdistanê bibe dewleteke federe yan serbixwe, kîngê ku rojhilatê Kurdistanê bibe dewleteke federe yan serbixwe, kîngê ku bakurê Kurdistanê bibe dewleteke federe yan serbixwe û herî dawî kîngê ku herçar parçeyên Kurdistanê bibine yek, bibine xwedî yek alek, yek dewletek ew dem dema şahiya Mem û Zînê ye.

Di pirtûka helbestên helbestvan birêz Silêman Azer de mijara tenêtiyê, tenahiyê cihek girîng digre. Ji xwe ev mijare ku navê xwe jî daye pirtûkê. Di helbesta sernavê wê ”Dilbêjê tenêtiya xwe”de ev mijar tê rave kirin.
Dema min helbesta sernavê wê ”Lîstik”e xwend, biçûkiya min û di biçûkiyê de lîstikên ku ez û zarok bi hevre dilîstin û evîna biçûkahiyê, hezkirina zaroktiyê hatin bîra min. Bi xwendina vê helbestê, min zaroktiya xwe bi bîr anî.
Bi rastî jî me zaroktiya xwe (ên ku temenê me ji pêncî salî bihuriye) ji bîr kiriye.
”Me jibîr kirine
Lîstikên zaroktî
Û evîniyê
Bi tenê
Em dizanin lîstika
Xweveşartinê.”
Weke min got, di pirtûka helbestên birêz Silêman Azer a bi navê ”Taldeya tenahiyê” de 48 helbest hene û hemû jî hêjayê xwendinê ne. Ez gotara xwe bi malika helbesta rûpela dawîn a pirtûkê de bi dawî tînim.
”Pêçayî me li teşiya tenahiyê
Li min têne ristin çaxên xilmaşbûyî
Li ser çoka vedana,
Ku serê xwe di binçengên şevan re der tîne
Û di zayina xwe ya qefilî de
Ji baweşikandinê
Lûs dibe banlîsoka wêrekiyê.”

NIVÎSÊN BALKÊŞ