rûgeş egît

Helbestên Rûgeş Egît – (Sedrettin Yigit)

Di sala 27. 01. 1969’an de li gundê Qijiltaxa girêdayî Mûşê hatiye dinê. Di malbateke oldar û xizan de mezin dibe.

ÊVAR E

Êvare roj xewra diçe
Straneke serhedî dizengize ji devê dengbêja
Ez keserên di qurmiçokê enîya kalemêrekî da dinalin paqij dikim
Dem weke agirekî volkanî êşa diteqîne
Û her peyvên ji devê min dirijin ji bo te
Dibin baran û teyroka helbestên sêwîyekî qijiltaxî
Û şev digirî
Birînên min ê bê kew dipêçin tenêbuna min
Û dengê çirçirka dibe awaza melodîyeke romantîk
Wek baraneke nîsan’ê min dike mêvanê eşqeke veşarî
Û ji şerma civakê peyva ji te hizdikim davêjime bîr’eke bê binî
Awirê min’ên biruskî dimînin hustuxwar li pey te
Û tu her kêlîyê bişirîneke hingivîn dîyarî xewnê min dikî
Ez dihelim dibim hubreke qetranî
Çi dibe reşbelekê çevê xwe nerevîne ji vî xişîm û nezanî.


Ey zimano

Ey zimano çima îşev wisa lal’î
Ne behsa serpêhatîya evînê dikî
Û ne jî peyvên helbesteke bi êş
Ne straneke serhedî distirêy
Û ne jî lorînê dayîkeke şemîyê
Gelo qeşaya çileyê serhedî li te hatîye
An jî te bi qulingê payîzê re koç kirîye
Ez li hêvîya demsala biharê me
Di xemzeya ruyê yarê de weke berfînekê bibişkivim
Û bibim bêhneke binefşî xwe berdim ser gerdena zer
Ji mêj ve çevêmin komkirine ewrên hesreta xeribistanê
Teyrokê nîsanî derdibin ji awirên pey yarê
Êdî kilumekê ku min ser pîya bigrin nemane
Qudumên di çokê lerzok ta difetisîn
Li pêgermoka vegera rêka te da pîr bun
Û dilê bê ar hê jî di sergovendîya hêvîyê de
Desmala sor girtîye û dihejîne
De bêje zimano, îşev kulêmin belav bike
Ezê te bi şerabeke kevnare bişom
Da ku tu biherikî wek çemê dilê min.


SED ÇÊTİR E

Ez diqêrim li vê dunê l’min tune bext û siud
Tendur nanê min nagire dikevin tev dibin kut
Bereketa vê axê da zarêm birçî man bê qut
Azadîya te welatî sed çêtir ji hec’ê siud

Li me kême yek tifaqek em bi hevra bibin yek
Da ku em vala derxînin lîstoka dolab û dek
Vê cîhana xweş û şirîn bikenin em jî roj’ek
Sed çêtire ji mek medînê AMED ku bibe paytext.


NALÎNÊN BÊ WAR

Me di çola xerîbistanê da
Ji bîra keserên bê ser û ber da
Ava hesreta te welatî vedixwar
Û kesî nalînên me yê bê war nedibihîst
Em bubun xwedîyê êşê her demê
Di dilekî bi sê daxa daxkirî da
Şewata dilê minda ji bo tifaqa te bu
Lê çanda ereb û rom û farsa
Weke quzilqurtê pêça bu birîna bê kew
Ez û nalînên xwe man di tarîya şeveke bê dawî da
Stêrk vemirîn hîv temirî dîtina azadîya te vêdiket berbanga hêvîya min da.


HESUD İN

Îşev hesudin peyv,
behsa bedewîya te nakin
Îşev hesude şev,
ji reşbelekê çevê te diheside
Îşev hesudin xeyal,
ji hatina mêvanîya te dihesidin
Îşev hesudin xewn,
ji dîtina te dihesidin
Îşev hesudin lêv,
ji volkana ramîsana te dihesidin
Îşev hesudin dil,
ji bişirîna ser lêvên nazenîn dihesidin
Îşev hesude baran,
di xemzeya rukê te da min şil dike
Îşev hesudin dengbêjê şevê,
ji strana evîna te dihesidin
Îşev hesudin awazên evînê,
ji helbest û çîroka serpêhatîya eşqa te dihesidin
Îşev ez jî hesudim,
dilekî ji te dur û peyvên lal hewara hizkirina te dilorînim
Ka bêje dêm qemeramin,
ma hesudî ne eşqe?


 

HİZKİRİNA EZEB

Hê jî di bêrîka zarokîya min da maye
Wêneyê kenê te yî bedew
Bîranînê rojên berê, berî tîrêjên rojê dikevin ber çevê min
Û germahîya destê te hê di kefa destê min da ye
Ew zarê te yê şirîn di kerika guhê min da tevna hevokên evînê dihune
Ka çawa ji bîr bikim di xemzeya ruyê te da maçên xweyî veşartî
Hemî kelekelên havîna bi bişirînê te hênik dibun
Me hemî bê edebîyê xwe di kuçeya pişt mala we da veşartin
Û jîyan ji bo me kenekî tezî ji dilê bextewar bu
Îro destarê felekê hur dihêre êşên bi keser
Li ser jîn’a me remleke ewanî davêje
Û dibe dizê ken, kêf, û şadîya kêlîyên bextewarîya me
Em bune parsekê evînê li xopana penaberîyeke wêran
Dixwazim tu bizanibî ruqemera min
Hizkirina te di dilê min da hê jî weke roja ewilî ezepe.


ÎŞEV ŞEVA CEJNÊ YE

Du çevê li xerîbîyê awirekê girêdidin bê dawîtî yê
Û dilekî birçîyê hesreta welat kewara derd û kula da xwe têr dike
Hêvîyeke pelçiqandî di derya ya penaperîyê da wek keştîyeke noq bibe
Û bêfileke xwe li baekî ku bêhna te bîne digire
Guhekî xwe bel kirîye straneke serhedîda guhdarbike nalînên bune awaz
Û destekî cemidî û vala di tarîtî ya şevê da li te digere
Xewneke di xilmaşîya min da amadekarîyê kabusîya şeva min dike
Xeyaleke di meyxana eşqa minda dibe şerabeke sed sale
Hêsirên ji çevê min dibarin jî sar nake agirê volkanî ê dilê jar
Çend stêrkên esmanê êşa xerîbistana min dibin finda şevê
Û hemî helbestên ku bibin koçber li demsala paîza min
Em runiştine li meyxana evîndara û hesret kêşa
Bi keserê xwe em evîna te ya pîroz toaf dikin
Li ser warê bê kesa êdî ez jî bume hecî
CEJNA TE PÎROZ BE.


XANÊ

Îşev tême mêvanîyê, tê min bihewînî xanê
Doşeg û lehêf naxwazim, bese binlinga te siltanê
Xulam û xizmeta te da, derbaskim vê şeva hanê
Bi xwedê kim sed çêtire, tehtê koşk û seray’u eywanê

Nazîya meke ey xanê can, derî’l vî feqîrî veke
Fitr û zikata şa bune bide, vî dilê min ê sêwî şake
Şev û rojê her kêlîyê ewê ji tera dua ke
Hêvîyamin rebbê jorê te bi mirazê min şa ke

Lê xanê ez ne xerîbim, mêj da evîndarê te me
Dil buye wek deyşta muş’ê, qada beza eşqa te me
Tu guh mede der cînara, ezîzê dilê dayka teme
Bi xwedê ev qeder temame, ez şebloqînê bavê teme.


KEÇİKEKE SERHEDÎ

Keçikeke serhedî û qemer
Di destê wê de evînên sêwî
Û di ruyê wê da hezna şevên bi êş
Di çevên awir şkestî da bendemenên xapînok
Di bêrîka dilê wê da xwezîyên zarokî
Li ser lêvên lerzok bişirîneke nîvcî mayî
Sehera subê kulê dilê wê belav dikir
Li ser sîh û sê kezîyên nehunayî
Kezebeke ji dojeha evînê sota’î
Sonda tobeya hiznekirinê dixwar
Û êdî bi tu kesî bawer nedikir
Derî li zindana dilê xwe girtibu
Jîyaneke bê miraz dimijand ji pêsîrê êşê xwe
Di demsala bihareke rengîn da
Gulên çilmisî berhev dikir
Min dil raxiste binê pîyê wê weke kulavekî xuristanî
Ew ji toba xwe berjêr nebu
Got êdî dil nikare bikişîne vê jan ê
Ji esmanê dilêmin hemî stêrkê bedew xuricîn hatin xwarê.


DOJEHA MİN

Min êş naskir bi nasîna te
Tehmeke tel dibu demsal li ser dilê min
Ez bi bişirîneke şirîn hatibum girêdan
Bext û siudê ku terka min kiribun
Di mala melê gunda qirfê xwe bi min dikirin
Lê wan ji ku dizanibun ku mele ez xapandime
Mele ji min ra behsa bihuşt û dojehê dikir
Ez ji te û evîna pîroz dur xistim
Piştî ji te û ji awirên reşbelekê çevê te qetîyam
Min dît bişirîna te ji bo min bihuşt
Û tunebuna te dojeha min bu
Ez di dojeha te da kêlî bi kêlî dişewitim û dihelim.


PEYVÊN LAL

Min peyvên lal neqlî zindana dilê xwe dikir
Di rê û dirbên rêça te lê mabu da
Gulîyê demên girêdayî dihuna neçarîya dilê bêar
Şavîyeke kur bu li pey te çemê hêsrêmin tê da diherikîn
Û min gulçînên ji nava dirikê dareke şîlanê berhev dikir
Li ser rêka vegera te bikim emenî û xalîçeyeke îranî
Da ku weke keybanuyekê li ser tehtê dilêmin tu runê
Û ez xulamî û xizmeta reşbelekê çevê te da
Temaşaê bişirîneke ser lêvê te da biwestim
Û di bin tîn’a ramusaneke te da bikevim xewa şevên bê sube
Bijangên xwe bavêje ser min da ku necemide ev dil
Ezê bi mewluda şa bunekê da têr bikim hemî sêwîyê vî bajarî
Û bila zarokê welatê min ji kêlîya ken nemînin bê par.


WERE

Were
Were bibîne ka çend zivistanê serhedî
Di volkana dilêmin de dihelin
Û çend awirê pey te sêwî mane
Di çevê min da ber hêvîya vegera te xwe germ dikin
Piştî te dilêmin bu wargeha bêmiraza
Zebanîyên eşqa te horîyên bimin şa dibun zindan kirin
Di dojehên evîneke bê hember da
Ez kolanê tenêbunê dipîvim rêwîtîyeke paîze da
Pey tera pêşîya min zivistane ez jî dizanim
Lê ezê vî dilê rezîl çawa fêr bikim ez wê nizanim
Wêneyê bişirîneke te mabu di bêrîka dilê min da
Û yek jî tehma ramîsaneke te di terka lêvê min da
Ezê herduya jî xweyî bikim di îrema dilda
Da ku tu suberojê nebêjî kurê xelqê bu
Ez xapandim ji min stend di kavil û derisê gund da.


DİLŞADÎ

Ez yar îşev wek du çuk’a
Em firîn berbi esmana
Di kêlîyên dilşadî da
Me pişt da êş û kul û jana

Yar weke sehera sibê
Hênik dike tendura dil
Heckê bi dil zewicî be
Herçar demsal vedibin gul

Min ne hewce mal û serwet
Ne zêr û zîv nejî şirik
Kenê’l ser wî devê nazik
Hêcatire li dunya û axret

Yar îşev limin bu mêvan
Min ew kire nav cerga dil
Evînê ez dorpêç kirim
Dil distira weke bilbil

Stêrkê esmana şahidin
Te dijîyam şevên bê te
Dibum rêwîyê rêka dur
Hemî armanc gihîna te.


Ronya

Tu dizanî min turê dilêxwe vekir
Peyvên ku terîfa te bikin nemabun
Hevokên ku neçar mabun
Ji ber xizanîya behsa te bikin
Weke bukê yekşevî şermokbun
Û şev di reşêşkên çevêteda diherikî
Hezna hemî zarokê mezin di awirê teda razabun
Tu dibuy kujerê dilêminî sêwî
Gelo vê xopana xerîbistanê
Di kolan û kuçeyên nenas da
Di bin barana êşên hovda
Qet gunehê te bimin nehat
Bi biruskê mezinîya xwe
Te ez dikuştim
Û te kenêmin
Xeyalêmin
Û xewa şevamin dizî
Wêneyê kenê te diwelidî
Wek roja berbanga min da.


PÎROZ E

Waye dîsa tê cejna kurban’ê
Ez bawermendê evîneke xizanim
Pîrozîyê li ber lingê te bikim qurbanî
Tenê xeyalên min ê serjêkirîne
Ew jî ne ez belav dikim û
ne evînên xizan jê têr dibin
Roja ku tu çuy ji vî bajarî
Mib paşîva xwe bi bêhna teya mayî kir
Û ji wê rojê virda ez rojîme
Ne nehikê hecî ya
Û ne şeşikê pîra
Û ne jî rojîya sêmeha têra çuyîna te kir
Ez li benda fitara ji reşbelekê çevê te
Awireke şermok
Ji lêvên te bişirîneke dil soj
Ji devê te peyva ji te hizdikim
Û banga dilê te ya vegera evîna min a xizan dikim
Wê demê erefa cejna herdu dila pîroz e.


Ezê bêm

Di qurixa berî berbangê de
Stêrka şivana bikim xewê û bêm
Darbesta xeyalên te bikim qebra tarî û bêm
Şibakeyên ku çevê te li ber rêka min diqerimîn
Nîvkêşkî bihêle ezê hesretê bikujim û bêm
Nekeve tura qehpika waswaseya du dilî
Ezê bê hêvîtîyê bikujim û bêm
Di rupela dilê te yê birîndar da
Bi soryaza xozana evînê neqş bikim û bêm
Di xurcê şa’buna te da ramîsanên min sêwî mane
Wek beyteke pîroz ji bo towaf kirina çevên reş û belek bikim ezê bêm
Tu guh nede der û cinarên xêrnexwaz
Ez xwe bi bav û birê te bidim kuştinê jî ezê bêm
Şur û rimên toreya we min xinc xincî jî bikin ezê bêm
Min soz daye vî dilê birîndar
Ji bo ku destê te bikeve destê min
Û kenê te bibe wêneyê bextewarîya min
Ez mirinê bikujim jî ezê bêm
Îşev ranezê
Îşev ranezê
Li ser girê erefa sînga te bi towafeke pîroz
Ezê hemî gunehê xwe bişom û bibim hecî û bêm.

 

Jiyana RÛGEŞ EGÎT – (Sedrettin Yigit)

Lê Binêre

Siyahpûş

Helbestên Siyahpûş

Şairê kurd ê bi nav û deng, Muhammed Cewad naskirî bi Siyahpûş tê gotin ku …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !