"Enter"a basıp içeriğe geçin

Civîna Çapemeniyê – Mervan Serhildan

Li qesreke debdebe û bi heybet herkeke cuda pêk dihat; saloneke bi xişr û xeml, tije dîdar û nîgar, fireh û bilind wekî qonaxeke dîrokî, mişt mirov bûn. Kurtepisteke nizm û tije pirsnîşan li ber guhan vedida; bendewariyek, bendemayinek hebû, di ber tevgerîna amadekariyên civîna çapemeniyê re. Piştî çar deqeyan mirovek ku bi gavên jîr, şeg û ji xwe ewle dimeşiya li ser dikê xuya bû; di destan de çend dosyayên stûr hebûn. Bêdengiyeke weha afirîbû ku hevgirtin û heskirineke efsûnî jê rêz dibû. Çalakger ji bo ku bejna xwe bitewîne û xêrhatina mêvanên xwe bike, heta serê dikê hatibû. Piştî silavdayînê, bi çavên tije hêstir; bi meşeke nerm, xembar û bi pêjneke navosere bi ber pêlikên dika mîkrofonê  ve meşiyabû… Peyvkar li paş mîkrofonê serê xwe berpêş rakir, heta dawiya salonê bi hûrgulî bêjing kir; piştre çavên xwe li baskên çep û rast gerand û dest bi gotarê kir.   

“Mêvanên ezîz,

Xwişk û birayên qedirbilind,

Gelî guhdar û temaşevanên rêzdar;

Kul û keserên me kûr in, êşên me jandar in, birînên me xedar in; gelo em ê karibin ji bin barê xeman rabin, an nikaribin? Em wekî xemxurên kurd û Kurdistanê li riyekê digerin, li dirbekê… Pirsa me ya bingehîn, wekî neteweyeke kevnar gelo çima em nebûne yek, nîn e; pirsa me, di serê pêvajoya netewdewletê de gelo çima pêşiyên me gelê xwe û welatê xwe azad nekirine, nîn e; di hundirê dused salên dawîn de gelo kîjan nifş, an jî kîjan dînamîkên kurd çiqasî şaşitî kirine, meramê me ravekirina vê xalê jî nîn e; lê ligel van xalên girîng ku me jimartin, mijara me ya jiyanî û esasî ev e: Piştî ewqas cerb, serpêhatin û serşikeştinan, ji bo kurd û Kurdistanê, gelo riya felatê çi ye?..

Li ser axa vî welatî ji beriya dused salî de, nirxên netewebûnê zîl dabûn. Ger li gorî pêdiviyên heyamê tev geriyabûna, dînamîkên civakî û siyasî yên Kurdistanê pir bi hêsanî dikaribûn rêxistinbûneke neteweyî ava bikirana, çalak bikirana û pergaleke serbixwe ya netewdewletê damezrandana. Encax di wê serdemê de ji ber hinek sedemên olî, bawerî, pirengî, pirdengiyê û nemaze jî ji ber nebesiyên çawaniyê, pêşengên gelê kurd tercîheke cuda kirine; çarenûsa xwe û îradeya gelê xwe bi destên nûner û rayedarên tirk, fars û ereban ve berdane…

Xwişk û birayên ezîz, îro em ê li ser çend pirsgirêkên sereke û li ser çareseriyê bipeyivin. Di esasê xwe de çim û çengên ku cuha azadî û demokrasiya gelê kurd dixetimînin, nexweşî û nebesiyên me yên neteweyî ne û bi gelemperî rewişta me jî rave dikin. Riya serfiraziyê, afirandina pergaleke hevrejiyana dînamîkên kurd û Kurdistanê ye. Ger ev pergal ava bibe, gelo ew ê bi kêrî çi bê; herwiha ger ev pergal ava nebe, dê çarenûsa kurdan di nav sosret û gosirmetan de biteqile heta ku derê?… Efsûn û kerameta yekitiyê, ne yekbûna di bin siya kesayetekê de ye; ne di nava partî, yan jî rêxistinekê de tomarbûn e; ne wekî yek û yeke din û yeke din, lihevbarkirina zêdekan e. Efsûn û kerameta yekitiyê, hevrûbûn e! Hevrûbûn, heqîqeteke wiha ye ku bi rengên sir û razên dîrokî di nav pêçekên nirxan de veşartî ye; ew nirx in ku şoreşa hizr, raman û berxwedanê bi rêgezên hevrejiyana gel, ol, bawerî û civakên qedîm vediguherînin netewebûnê…

Li ber eynika heqîqetê xala ku berî her tiştî di bîra me tê, mijara serok û pêşengên kurdan e; lewra li gorî girîngiya parastina serokan bicihbûn û amadebûn ferz e. Gel, civak û neteweyên ku serok û rêberên xwe dîl dabin, şehîd dabin, an jî bi destên xwe înfaz kiribin, ji mêj ve têkçûyî ne. Kurdên hemdem ji aliyê çendanî û çawaniyê ve, ji kurdên qedîm cuda ne. Kurdên qedîm bi dilsozî li dû serok û pêşengên civaka xwe meşiyane; lê kurdên hemdem di her fersendê de, devkî dubare û çarbare dibêjin “bijî serok, bijî serok…”, lê di kirdariyê de bext xera dikin… Kurd li Bedirxaniyan xwedî derneketin, sedsala nozdehan wenda kirin… Elîşêrê ku bi dehan salan li dijî dagirkeriyê wekî serokê Serhildana Qoçgiriyê têkoşiya û li ser piyan ma, mixabin ku ji aliyê kurdan ve serê wî hat jêkirin; Şêx Seîd, ji aliyê xizmên xwe ve hat dîlxistin; Seyîd Rizo, bi bextreşiya Rayberê ku biraziyê wî bû, têkçû; ji ber van têkçûnên jandar, kurdan sedsala bîstî jî wenda kir. Û vayê di serê sedsala bîst û yekê de jî kurd li nebesiyên xwe diçerixin; kurd qirik û gewriyên xwişk û birayên xwe dijidînin, kurd bi siya xwe re şer dikin!.. 

Xala duyan, cîbicîkirina hîmên neteweyî û hişmendiyeke vîzyoner e; ango avakerî ye. Di dîrokê de kurdan wekî ‘qewmekî avaker’ deng vedaye; lê mixabin ku ev çawaniya wan, di dîrokê de maye, yan jî ji sedsala hivdehan û vir de, ev nirx û çawaniya xwe wenda kirine; kurd bêvîzyon tevdigerin, ji helwesteke giştî, hevpar û stratejîk dûr in. Banî û avahiyên ku bi divêtiya ‘sazîbûna neteweyî’ hatine damezrandin, yek bi yek, an jî bi tevahî veguherandine ser rewiştên grûbî, eşîrî, partîzanî û fraksiyonî. Lewma qada neteweyî her vala maye û hemû valahiyên ku ji ber nebesiyên kurdan afirîne jî, dagirkeran bi hişmendiya desthilatdariyê û bi dînamîkên pergala xwe dagirtine.

Xala sêyan, girîngiya rêgez û rêbazan e. Kurd li dijî dewletên dagirker azadiyê dixwazin, lê mixabin bi gelemperî xwe dispêrin çîna navîn ku bi dewletên dagirker ve kelijiye; ger rewş bigihîje çirka dawîn, tercîha vê çînê gelê kurd nîn e, dewletên dagirker e. Bêguman mafê hemû baskên gel heye ku beşdarî siyasetê bibe; lê taşeron, mutehîd û erbabên pîşeyên serbest di kîjan neqebê de keysê û însiyatîfê bidest bixin, dê bi serwer û desthilatdaran re bazara nermijandin û lîberalîzekirina tevgera azadiyê bikin. Lewra berjewendiyên xwe di ser hemû nirxan re digirin… 

Xala çaran, afirandina hiqûqeke neteweyî ye. Hem di nav xwe de û hem jî bi derdorên din re, hiqûqeke neteweyî ferz e. Heta ku li gorî bedena gelê kurd rêgez û rêbazên berxwedanê neyên ferikandin, heta ku stratejiyeke têkoşînê neyê afirandin, heta ku rasteqîniya nirx û norman nekeve pêşiya çanda xizm û muhibiyê; bidestxistina hiqûqeke hevpar a bingehîn zehmet e. Divê rêgezên me rewişta me diyar bikin, divê dilsozî û fedakariya me çawaniya me nîşan bide; her kî, li ku û bi çi boneyê dibe bila bibe, hemû enerjiya ku ji aliyê kurdan ve tê xerckirin, divê di kûreya berxwedanê de bigewimîne û wekî sînerjiya neteweyî veguherîne… 

Xala pêncan, xwedîderketina li zimanê dayikê ye. Ji bo neteweyên mazlûm stûna herî stûr, ziman e. Neteweyên ku zimanê xwe wenda dikin, coş û kelecana şoreşê jî ji dest direvînin. Di her qadên jiyanê de bikaranîna zimanê dayikê, redkirina herî zelal a dagirkerî û qirkeriyê ye. Şoreşên ku zimanê xwe wenda dikin, berê ruhê xwe wenda dikin û di pişt re jî hemû destkeftinên xwe ji dest didin… 

Xala şeşan, derbaskirina çanda tolhildêr e. Gel û civakên ku bi çanda tolhildêr tevdigerin, mînakên erênî nîn in. Lewra tolhildêrî şidetê vedixwîne ku dewlet ji hemû rêxistinan bêtir sûdê ji şîdetê werdigire. Gel û civakên ku di nav pirengî û pirdengiyê de dijîn, ji ber çanda tolhildêr efsûna yekitiyê direvînin û belawela dibin.

Ger kurd van rêgezan bikin destûra xwe, dê hêvî û bendewariya serkeftinê jî biparêzin. Na ku bêtifaqî, bêrêgezî, bêdadî û bêbaweriya navxweyî ya vê serdemê bidomînin û hevrûbûnekê pêk neynin, di pêvajoyeke navînc de dê sosret û gosirmetên heyamê bi rengên dijwartir kurd û Kurdistanê bihetikînin. Berê, jixwe partî û rêxistinên siyasî di bin çanda çetekar, populîst û desthilatdar de dieciqîn. Lê di vê serdemê de dê şewibîneke dijwartir li tevahiya hêmanên kurd û Kurdistanê berbelav bibe. Dê rêveberên saziyên zimanê kurdî hewl bidin ku bibin gerînendeyê şaxa Saziya Zimanê Tirk (TDK). Weşanxaneyên kurd dê veguherin navendên hubab û çawîşan, dost û mihuban; dê ji vîzyona neteweyî biqetin û bişibin weşanxaneyên neteweya serdest û xwe bispêrin feraseta desthilatdar. Dê saziyên wêjeyê bi hişmendiya karmendên dewletê bên birêvebirin; rêveber, ji dêlva ku pirsgirêkên wêjeya kurd, nivîskarên kurd û wêjekarên kurd çareser bikin, ji bo ku derbasî qada siyasetê bibin dê saziyan wekî pireyên neqeban bi kar bînin; rêveberên çapemeniya kurd dê weşangeriyê ji çawaniya ragihandinê biqetînin û medyaya kurd veguherînin ‘Pravda’ya partî û rêxistinên kurd. Karsaz, pîşesaz û erbabên pîşeyên serbest dê di nav feraseta serweriyê de bikelijin û di nav çerxa serdest de bihelin. Di encamê de, dê kurd  xwe di çahl û kortalên goristana qirbûyiyan de bibînin… Gelî xwişk û birayan, em li hizûra we bejna xwe ditewînin, lewra li ber dilê me beşdarî û hestyariya we ya ligel vê civînê, bi tena serê xwe jî li dijî teresiya qirbûnê helwesteke girîng û jiyanî ye; em ji we re û ji hemû gel û civakên berxwedêr re serkeftinê dixwazin…”

Piştî ku peyvkar xatir xwest, bi kêliya dawîbûna konferansê re mêvan, guhdar û temaşevanan jî di ber ragihandina bi dengên nizm û nerm re, rêz bi rêz derdiketin; her hinekan şîroveyek dikir. Jineke jîr û zîrek deriyê nirxandinê li beşdaran vedikir: 

“Gelî camêr û canikan, we çi fêr û wane ji vê civînê derxist, gelo peyvkar dixwest ji me re çi ragihîne, şîroveyên we çi ne?”

“Bi ya min, gotar ji rasteqîniyê dûr bû”

“Li gorî min, ligel ku binê hinek rastiyên girîng xêz kirin jî, ravekirina xeta çareseriyê şolî û tevlihev bû”

“Dostino, gelo bala we kişand, ev nexweşiya surealîzmê di nav rewşenbîrên kurd de çiqasî jî berbelav bûye; di paş serê xwe re bi guhê xwe digirin?”

“Bi ya min naverok bêtir dîstopîk bû, divê kurd qalibên kevnar û klasîk bişkînin ku min ev divêtî di gotarê de dît, nirxandinên peyvkar di cî de bûn”

“Na ezbenî na; em bibêjin, mafdardîtina hemû serokên serhildanan û sûcdarkirina girseyên li dû wan, gelo çiqasî rastiya gelê kurd vedibêje, ez ji vê tesbîtê bifikar im. Em bibêjin, naverok ji serî û heta binî populîst bû”

“Bi ya min jî ewqasî ne serkeftî bû, lewra hinek nivîskarên kurd di her baskên jiyanê de şêwazeke postmodern disepînin, lê divê mijara îradeya neteweyekê ji ser maseyên salonan bi zimanekî ewqasî bêgem û bêsînor neyê niqaşkirin; madem analîza polîtîkayên kurd û Kurdistaniyan ewqasî hêsan e, em van kesayetan çima li ser dika kirdariyê nabînin?..”

“Em wekî koma xwendinê beşdarî vê benameyê bûn, me bi baldarî li peyvkar guhdarî kir lê bi rastî ev civîn, ne civîn bû, ne watedar bû; heta bigir, em dikarin bibêjin ku bername ne bername bû, ne tu tiştek jî bû; em şîrovekar serkeftî nabînin û ji ber ku di vê bernameyê de navê hinek serhildanên kurd ên pîroz bi lêv kirin jî em wî şermezar dikin; lewra divê herkes nikaribe ewqasî bi hêsanî li ser her mijarê biaxive”

“Wek endameke heman komê, ez jî hevala xwe mafdar dibînim. Bi rastî her çiqasî min hewl da ku gotarê fahm bikim, lê dîsa jî tênegihîştim; di ber hevokên tevlihev, sist û sar re, her bi xew ve çûm. Lewma bernameyê serkeftî nabînim, herwiha ez jî axaftvanê vê civînê bi tundî rexne û şermezar dikim”  

“Ez dibêjim rexne û xwerexne, siyaset jî di nav de, di her astên jiyan û berxwedanê de girîng in; her wiha anîna ziman a heqîqetê jî xebatek e ku ewqasî ne hêsan e, berî her tiştî curhet û cesaretekê dixwaze; ez ji dilê safî dibêjim, rewşenbîrên ku di bin baskên sazî, partî û rêxistinên siyasî de dimelisin nahebînim; ger rewşenbîr in, serê wan jî tê here, divê rexnegir bin û ji gel re heqîqetê ragihînin. Min ev nirx di gotarê de dîtin…”

Xwendevanê ezîz, ev civîna çapemeniyê bi armanca ku derfetên şîrovekirina pirsgirêkên gelê kurd berfireh bike, ji aliyê me ve bi şêwazeke sîmulatîf hat pêkanîn. Lê divê em kurtasiya geşedanên piştî civînê jî ji we re ragihînin: Ji ew bêdengiya watedar ku di despêka konferansê de bi awayekî xwezayî pêk hatibû, piştî civînê tiştek û misqalek jî nemabû; gav bi gav dengên beşdaran hildibû. Li ser pêlikên ber deriyê têketin û derketina salonê êdî dengên bêhawe û çeloxwarî pir zêde bûbûn; bi ber deriyê derve yê hewşa qesrê de tevliheviya dengên bêrist û bêteşe wekî pozkên xençeran di guhên mirov de cit dibûn, ev çi pêzûn û bablîsok bûn li me rabûbûn gidî; kurd careke din di bin giraniya jiber û ezberên kevn de, bûm û cûn û cûm dibûn. 23. 02.2021

Mervan Serhildan    

NIVÎSÊN BALKÊŞ