"Enter"a basıp içeriğe geçin

Gelo çima em li Dengbêjan nebûn xwedî? / Dengbêj Evdirehîmê Mûşî

Mixabin hinek rexnegir di maneya mecazî da dibêjin “Dengbêjên me tev ji birçîna mirin! Na xêr ev gotin di maneya mecaz da jî were gotin, rast nîn e û layîqî wan Dengbêjê me yên bi nav û deng jî nîn e! Bêşek yek Dengbêjekî me ji birçîna nemirî ye. Bi îzna Xwedê ezê li jêr vê gotina çewt û şaş rind zelal û pûç bikim ku mane ya wê çi ye. Me du-sê roj berê di bernameya Warê Dengbêjan da Dengbêj Apê Reso bibîranî bû. Dîsa wê gotina ne layîqî Dengbêjan hatibû nîqaş kirin.
Gilî û gazinên Dengbêj Şakiro û Karapêtê Xaço
Rehmetiyê Dengbêj Şakiro jî ji rojnamevan Rehmî Batûr ra di maneya mecazî da wiha gotibû:
“Dengbêj Resokî me hebû, ew Hostayê me tevan bû, we wî ji birçîna kuşt, ez ji miletê xwe xeyîdî me. Aşik Feyselekî Tirkan hebû, dilê merivan ji riclê wî lihevdiket, Tirka wî bi qasî çiyakî mezin kir, we ji me ra çi kir? Tu li piştî ewqas derd û kula hatiyî dibêjî apê Şakir ka derê dîwana dilê xwe yê birîndar ji min ra vebike bi min ra hevpeyvînê çêbike! Here ez bi te ra hevpeyvînê çê nakim”.
Dengbêj Karapêtê Xaço jî ji bo feqîriya xwe wiha gotibû: “Çil mîlyon Kurd nikarin li yek Dengbêjekî xwe xwedî derbikevin”.
Gelo heta niha çima kesî vê gotina çewt zelal nekir?
Mixabin ti kesî heta niha vê gotina çewt û şaş ya ku hinek dibêjin “Dengbêj tev ji birçîna mirin”! Zelal nekirî ye ku tê çi mane yê. Bêşek mane ya wê gotina çewt û şaş ev e:
– Dengbêjê me yên navdar di bin şert û mercên pir giran de ji Ziman, Çand û Hunera me ra bê navber xizmeteke bêhempa kirin. Temamî temenê xwe di vê xizmeta netewî da derbas kirin. Ji serê xwe pêveberdan, lê ti wextê ji: Ziman, Çand û Hunera me ya netewî pêvebernedan. Her demê Dîroka me zindî hîştin, derd û kulên me bi wê sewt û newa xwe ya xweş û bêhempa hêran û ji birîna me ra kirin melhem. Çîrok û Pêkenokên me li gel Klam û Destanên me ji şeş (6) hezar salî heyanî roja îroyîn wek dil û cergên xwe parastin û navên xwe jî bi tîpên zêr di nav pelên dîroka me da dan nivîsandinê.
Lê me ji Dengbêjan ra çi kir?
Bila qe kes li qisûra min nenêre! Mixabin me bi Dengbêjên xwe ra îxanet kir.
– Dibe ku hinek canik û camêr bibêjin çima me bi Dengbêjan ra îxanet kir?
– Me Pîlaq û Kaset û Cd yên Hunermendên Tirk û ‘Ereb û ‘Eceman kirîn. Em çûn Konsertên wan. Me ji wan ra bi hezaran Konsert li darxistin. Me wan berz û bilind kirin, ew bi diravên me bûn xwediyê: qesr, tirimpêl, jet, xişne û mal û milkên bêhejmar.
– Vêca çi ecêbek mezin e ku, di serda jî hinek dewlemend û karsazên me jî ji hunermendên xelkê ra bûn û dibin sponsor! Lê yek xwedanxêrekî bi destê Dengbêjên me negirt û nagirin jî!
– Her wiha Hunermendên xelkê yek albûmekî dertînin, bi mîlyonan diravî jê qezenc dikin.
Klîbekî çêdikin bi milyonan diravî jê qezenc dikin.
Di konserta du saetî de, çarsed-pêncsed hezar Dolarî qezenc dikin. Di bernameyên TV’yan da jî dîsa wisa.
Lê hezar heyf û mixabin em li Dengbêjên xwe xwedî derneketin û me ji wan ra ti tiştekî erênî nekir! Lewma ku ew jî wek hunermendên xelkê dewlemend nebûn û nebûn xwediyê: qesr û jet û mal û serweta dinyayê.
– Aha mane ya wê gotina ku “me Dengbêjan ji birçîna kuşt” ev îxaneta me ye ku em li: Ziman, Çand û Hunera xwe ya netewî û Dengbêjên xwe xwedî derneketin. Bêşek mane ya wê gotinê berovajî ev e, ne ku ti tiştekî dinê ye. Lê sedemek din jî vê bindestî û bê dewletbûna me ye ku Xwedê Tiala qebûl neke, bêdadan her tiştê me qedexe kirine û derfeta jîn û jiyanê jî nedane me miletê Kurmanc.
– Vêca em heta niha li kîjan nirxê xwe yê netewî xwedî derketine, heta ku em li Dengbêjan xwedî derbikevin?! Bêşek ji ber vê rastiya dîrokî ye ku, di qirna bîst û yekê de rewşa me ya malkambax jî ev e. Lewma ku em jî hîna bindest û koleyên xelkê ne û nebûne xwediyê dewletê.
Divê em ji îro û şûnda bibêjin ku, mixabin me bi Çand û Hunera xwe û Dengbêjên xwe ra îxanet kir. Lê bila êdî “ti kes nebêje Dengbêjên me ji birçîna mirin”. Lewra ku pêşiyên me gotine:
“Keçelo navê min li te, kumê min li serê te..”
Gelo çiyê Dengbêjên me ji Hunermendên xelkê kêmtir bûn?
Dengbêjî ya Kurdî Oqyanûs e
Sîng lênûs e, zar pênûs e
Dinya tê da difetise.
Li vê sêxiştiya min a jor binêrin, hûnê bibînin ku Dengbêjî ya Kurmancî çi Oqyanûseke mezine ku ez di nav sê rêzikan da çawa pê hunera Dinyayê dîl digirim:
– Bêşek ti tiştek Dengbêjên me ji Hunermendên xelkê kêmtir nebûn. Her wiha hemî Dengbêjên me jî ji Hunermendên xelkê zêdetir û bi şan û şoretir û xweyî hunertir bûn. Lewma ku Dengbêjên me her tiştên me bûn. Lê mixabin me ti tiştekî rind layîqî wan nedît û me yekê jî di saxiya wan da xelat nekir!
Rastiyeke din jî heye ku ew jî ev e
Ez dizanim ku rastî tehl e, lê ezê dîsa wek her carê bibêjim: Fîrmayên Muzîkê ango qaşo kasetçiyên me, mixabin hetanî niha wek zûrîyan bi xwîna Dengbêjan mijiyan. Mafê Telîfê nedan Dengbêjan. Kasetên Dengbêjan ji ber hev Kopî kirin û firotin me. Ew jî di saya serê me û Dengbêjan da bûn lord. Ma Heqê kî ji kê ra helal e, heta ku Heqê Dengbêjan ji we ra helal be? Li benda Roja Heşr û Nîzamê bin ku wê Rojê her kes digêje Heqê xwe. Vêca qe şerm û fedî nakin, niha jî hinek rabûne dest dane ser arşîva Dengbêjan! Divê Miletê me pir rind bizanibe ku:
– Di warê Hiqûqî de Dengbêj/ên ku di Notêrê de mafê Telîfê neda be/in, kasetçî û fîrmayên muzîkê, ew ti wextê nikarin wek malê mîrate dest bidin ser arşîva Dengbêjan û bibêjin eva malê me ye. Her wiha! Eger ku Dengbêjan bi awayeke nivîskî wesyet nekiribin û mafê Telîfa arşîva xwe neda bin: Zarûkên xwe, li gorî Hiqûqê ew jî nikarin dest bidin ser arşîva bavê xwe û bifroşin kasetçîyan. Ji ber ku ew hemî Dengbêjên netewî ne û ev Çand û Huner jî Kelepûra Kurmancî ya netewî ye ji lewma.
Divê em rind bizanibin ku her Helbestvan-Dengbêjekî me yê efsanewî bi qasî zanîngeh û zankoyekî xwedî wêje û çand û hunerê bû. Vêca:
Yan emê êdî li nirxên xwe xwedî derbikebin
An jî emê wiha bindest û şerpeze bimînin.!.
Li ser vê navgînê ez dubare Dengbêj apê Reso bi Rehma Xudayê Dilovan bibîrtînim…
Rehma Xwedê li cenabê tevekên Dengbêjên mirî be…
Herçiyên ku sax in, Xwedê Tiala siheta xweş bide cenabê tevekên wan.
Ezbenî! Hûnê her dem bi Klam û Destanên xwe di dilê me yên birîndar da bijîn…
Bi çavên hêsir!
Jêrnîşe
Wextekê Dengbêjan di qesr û qonaxên paşa û mîr û begên me da li ser sinî ya zêr û zîv bi kevçîyên zêr û zîv xwarinê dixwarin. Lê îro?

NIVÎSÊN BALKÊŞ