HÊVIYÊ XWE LI EVÎNÊ RAPÊÇAYE

HÊVIYÊ XWE LI EVÎNÊ RAPÊÇAYE / Lokman Polat

Gelek nivîskarên kokkurd hene ku nebikurdî lêbelê bi zimanekî din (herweke bi tirkî, arebî, farisî, îngilîzî, almanî û swêdî) gelek berhemên hêja afirandine. Di nav edebiyata tirkî û arebî de nivîskarên kokkurd yên navdar hene ku bi eslê xwe kurdin, lê ew nivîskarên zimanî tirkî û arebî ne. Di naveroka piraniya nivîskarên kokkurd de – ku bi zimanekî din dinivîsin – hezkirina gel û welat, ango di berhemên wan de kurdperwerî û welatparêzî hene.

Helbestvanê kokkurd Ferhat Sagniç, yek ji nivîskarên kokkurde ku bi tirkî helbest nivîsiye û berhemeke edebî afirandiye. Di berema wî de hest û ruhê kurdayetiyê, rêbaza şoreşgeriyê, hezkirina gel û welat xwe di naveroka helbestên wî de dide nîşandan. Wî berê li ser salên zor û zahmet romaneke bîreweriyê û bîranîna serpêhatiyên dema borî – paşerojê – nivîsîbû û têde girtina şoreşgerekî kurdperwer û şkenceyê ku dîtibû weke serboriyê nivîsîbû. Niha jî ew bi pirtûkek helbestan derket pêşberê xwendevanan.

Navê pirtûka Ferhat Sagniç ya helbestan ” Parçali Bedende Somurge Manzaralari ve UMUT SEVDASINI SARMIŞ – Di bedena parçekirî de dîmenên dagirkeriyê û HÊVIYÊ XWE LI EVÎNÊ RAPÊÇAYE” . Di nav de jî diyar dibe ku helbestvanê kokurd kurdperwerekî şoreşger î dijê dagirkeriyê/ kolonyalîzmê ye. Ew di bedena mirovên ku welatê wî/wê ji alî dagirkeran ve hatiye dagirkirin, dîmenên dagirkeriyê/ kolonyalîzmê dibîne û van dîmenan bi şêweyeke hunerî û bi zimanekî edebî rave dike, radixe ber çavan. Û herweha ew bêhêvî nîne, bi hêvî ye û lewre jî dibêje hêviyê xwe li evîna xwe rapêçaye.

Pirtûka Ferhat Sagniç a helbestan di nav weşanên ”Pêrî” de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 111 rûpel e. Di berga pirtûkê de wêneya peykera sembola yekîtiya Kurd û Kurdistanê ku li Hewlêrê di parka azadî de ye, heye. Di berga paşî de jî, bi tîpên Mihemedî ”Bijî Pêşmerge, Bijî Kurd” hatiye nivîsîn. Di pirtûka helbestan de 84 helbest cih girtine. Naveroka helbestan curbecur in. Helbestvan li ser civakê, xwezayê, evînê, jiyanê, û herweha li ser dost û hevalên xwe, şehîdên kurd û li ser bavê xwe helbest nivîsiye.

Pirtûk bi pêşgotineke dest pê dike. Xanim Gulsen Sagniç pêşgotineke gelek baş û xweş nivîsiye û bi gotinên xweşik xemilandiye. Weke ku ew jî dibêje, dilê me wek volkan e. Tu asteng li pêşiya xewn û xeyalên me nikare bisekine. Dagirker ji bêdengiya me û ji dengê me ditirsin. Helbestên me, evîna me û welatê me î pîroz rave dikin. Helbest zimanê însanên ku dengê wan hatiye birînê ye. Helbest raperîna pêşerojê ye. Helbest e di welatê Ferhat de bêrî û evîna Ferhat e. Hêjayî û şexsiyeta kurd, hestên humanîst di naveroka helbestên helbestvan de xwe didine nîşandan û bi şêweyeke xweşik xwe bi xwendevan didine xwendin.

Herçiqas welatê kurdan hatiye parçekirin jî, hest û ruhê kurdan, kurdperwerî di çar parçeyên Kurdistanê de zindî ye, jîndar e. Dilê wan bi hevre ye, bûyerên ku pêk werin bandora xwe li herçar parçeyan dike. Dema li Hewlêrê bombeyek biteqe, li Amedê zarokek were kuştin tesîra xwe li ser tevahiya gelê kurd yên herçar parçeyên Kurdistanê dike.

Wek min got, di pirtûkê de 84 helbest hene û ji bo gotareke danasînê nabe ku ez behsa naveroka hemû helbestan bikim. Ez ê di nav van helbestan de wek mînak behsa naveroka çend helbestan bikim û bala xwendevan bikşînim ser pirtûkê ku, ew pirtûkê bikirin û helbestên tê de ne bi tevahî bixwînin.

Herçiqas helbestvan ji Tatwanê ye jî, sernavê helbesteke wî ”Bêriya Amedê” ye. Ew bêriya Amedê dike û bi şêweyeke helbestkî hestên xwe yên bêrîkirinê rave dike. Ew dibêje ” Min bêriya Amedê kir/ deriyê sarayê / deriyê seyranê / deriyê çiya /” Û helbestvan berxwedana Îbrahîm Kaypakkaya, berxwedana çar lehengên kurd û Kemal Pîr tîne zimên û hestên xwe yên bîrêkirina çiya, şervanan/pêşmergan û welat pêşkêş dike.

Helbestvan Ferhat Sagniç di helbesteke xwe de mirina keçeka piçûk a kurd ku navê wê ”Xezal”e bi ravekirineke dramatîk û bi hunereke payebilind hîtabê hest û ruhê xwendevan dike û bal dikşîne ser kuştina zarokên kurd yên li bakurê Kurdistanê. Helbestvan rewşa welêt di helbesta xwe ya sernavê ”jiyaneke welatê min” de tînê zimên. Ew hezkirina welêt di helbesta xwe ya bi sernavê ”wek helbestê ye welatê min” de pêşkêş dike. Parçebûna welat jî di helbesta bi sernavê ”welatê min ê parçebûyî” de qal dike.

Helbestvan li ser hêjayiya jinê jî nivîsiye û ew jinê wek jina pîroz binav dike. Di helbesta ”Mêr jî Digrîn” de kuştina kurdan, îdama – sêdardakirina – Şêx Saîdê nemir û Seyid Riza, kuştina Alîşêr bi hunereke edebî û şêweyeke dramatîk radixe ber çavên xwendevanan. Di naveroka gelek helbestan de mijara evînê, hesret û bêriyê, serhildanê, pîroziya jinê, xezeba dijmin, lanetê, milîtaniyê û gelek mijarên din yên curbecur hene.

Di pirtûkê de helbesta herî dirêj helbesta derbarê bavê nivîskar de ye. Wî li ser bavê xwe î têkoşerê doza netewa kurd hêja Feqî Huseyin Sagniç helbesteke dirêj nivîsiye û di helbestê de panorama rewşa welêt, têkoşîna netewî û demokratîk, jiyan û xebata kurdewarî, kurdperwerî û têkoşîna bêrawestan di nav hevokên helbestê de rêz dike. Zarokên Feqî Huseyin weke bavê xwe, di ser rêçika wî de kurdayetiyê dikin, doza kurd û Kurdistanê diparêzin û dibine kurdperwer û herweha çepên kurd ên Marksîst. Di vê helbesta dirêj a li ser bavê xwe de, helbestvan kronolojiya girtina bav û kuran, hepis û zîndan, xebatên li ser ziman, afirandina berheman yekoyek rave dike û pêşkêşê xwendevanan dike.

Di pirtûka helbestan de helbesteke balkêş jî derbarê ”Newala Qesaban” de ye. Wek tê zanîn gelek kurdên welatparêz ku bi destê dewleta kûr, hêzên tarî, Jîtem û Xizbûlqontra ve hatin kuştin, cesedên wan birên avêtin newala qesaban. Hinek gerîllayên şerkerên azadî yên doza netewa kurd jî ku li çiya hatibûn kuştin, leşkerên dagirker cesedên wan biribûn avêtibûn vê newalê. Serokê şaredariya Agrî ê berê Urfan Alpaslan (Serdar Ararat) li çiya di şer de şehîd ket, leşkerên artêşa tirk cesedê wî biribû avêtibû newalê. Bi qasê ku ez zanim cesedê Mahsûm Korkmaz jî avêtine newala qesaban. Helbestvanê hêja Ferhat Sagniç şehîdên pakrewan yên ku li goristana newala qesaban razayî ne ji bîr nekiriye û ji dûr ve ji wan re ji dil û can merhabayek şiyandiye. Ev newala qesaban li ber bajarê Sêrtê ye û ez bi xwe ducar çûm serlêdana hevalê xwe ê şehîd Urfan Alpaslan, serokê şaredarê Agriyê ê berê.

Helbestvan Ferhat Sagniç weke gelek helbestvanên din diltenike, kezebşewitiye, humanîste, însanhez e û herweha ji jiyanê hez dike û wî çend helbest jî li ser jiyanê nivîsiye û helbestên xwe bi gotinên xweş xemilandiye. Di dawiya pirtûka helbestan de çar helbestên bi kurdî jî hene. Sernavê van helbestên kurdî ev in : 1 – Agirê dilê min, 2 – Tu, 3 – Gotin birayê te nexweş e, 4 – Feleka me xayine îro. Naveroka van helbestan jî li ser evîna dil, pesindayina evîndariyê, hezkirina welêt, êşa ji bo nexweşiya bira, hêvî û daxwaza Kurdistaneke azad, û bedbîniya feleka xayin û herweha gazî û qêrîna dirûşma bijî kurd û Kurdistanê ye.

Bi hêvî û daxwaza ku ji niha û pêve helbestvan helbestên xwe bi kurdî binivîse. Ez hêvîdarim ku pirtûka wî ya duyem a helbestan bi kurdî derkeve. Ez nivîskarê helbestvan Ferhat Sagniç pîroz dikim ku berhemeke hêja afirandiye û van helbestên baş û xweş nivîsiye û pêşkêşê xwendevanên wêjehez/edebiyathez kiriye. Pirtûka wî hêjayê xwendinê ye û divê xwendevan wê bikirin û bixwînin.

Jiyana Lokman Polat

Lê Binêre

Kürt Kadın Hareketleri

Osmanlı Dönemi Kürt Kadın Hareketleri

Osmanlı Devleti’nin başkenti olan İstanbul’un yirminci yüzyılın başlarında Kürt milliyetçiliğinin merkezi olduğu binmektedir. Bunun en …