Ceriboka Ceribînên Tewş / Mervan Serhildan

Ceriboka Ceribînên Tewş / Mervan Serhildan

Di hinek kêliyan de bûyerin diqewimin, hinek gengeşiyên derasayî rû didin; pêdiviyek çêdibe yan jî wiha dihingive, mirov ji nişka ve dadigere nav lêgerîneke seyr û di xwe de, di kesayeta xwe de li çim û çengên biyanî digere. Di hinek kêliyan de mirov li xwe dilikume, li nirxên xwe û li wijdanê xwe diqewime; bi carekê û bi dirûveke cuda xwe di navenda pevçûneke bêperwa ya hundirîn de diqehirîne, xwe bi xwe şer dike; di bin sî û tarîtiyên takekesî de, di lan û kanên nihêniyan de dixetime, diasire, dieciqe…

Di hinek kêliyan de mirov mijar û kêşeyên ku qet jê fahm nake jî dike pirsgirêka xwe, yan jî mijar û kêşeyên ku ji hedê xwe dijwartir û girantir in jî bi xeşîmî û bi carekê hildigire pişta xwe; xwe hişk bi şaşitiyekê ve digire û dijidîne, nigên xwe bi qeyd û bendên nesêwirî, derhesab û nehizirî ve girêdide. Tu dibêjî, ‘loloo rêwîyo, ev rê ne riya te ye’, lê rêwiyê hanê ji mêj ve biryar wergirtiye, ne li şîret, temî û hişyariyên te guhdarî dike û ne jî li rê û dirbên tije metirsinî û xetere radiweste; bê ser û ber dimeşe, dilezîne û cî bi cî dibeze…

Ezbenî hinek kom û qewm hene ku ji aliyê çawanî, hişmendî û rêxistinbûnî ve di dîroka xwe ya qedîm de diarqilin; di gerdûna kûr û fireh de çend heyam û dewran teqilîne, çend pevçûn û pevketin qewimîne, çendî serobinbûn hatine jiyîn, nabînin an jî nahesibînin. Mirovahî çiqasî guheriye, xweza û cîhan di kîjan pîleyê de veguherîne, herwiha diyalektîka gel û civakan bi pevxistina kîjan dijberiyan ji nû ve dirûv wergirtine û bi ber kîjan cihêwaziyê ve diherikin girîng nabînin, napejirînin û naferikînin… Îro piştî ku modernîte derketiye gelek parametreyên civakî, siyasî û aborî şikestine û di şûna wan de nîşaneyên gelekî cuda afirîne, komunaliya qedîm a xwerû bihuriye; navendîparêziyê civakên xweser, xwemal, pir reng û pir deng yek bi yek, an jî kom bi kom bişaftine; netewedewletan gel, ol û baweriyên qedîm peritandine, basko û rijko kirine, di hezaza qirbûnê werkirine…

Mala minê, kurd hêj bawer dikin ku alîkariya hêzeke kurewî wernegirin jî bi aqil û kakilên berê, li hemberî modernîteyê, postmodernîteyê; li hemberî dewletên elektronîk ên dagirker û bêperwa, li dijî çek û amûrên teknîk, tektonîk, kîmyewî û supersonîk wê karibin bidebirin, bitebitin û li ser piyan bimînin… Gundîno malîno, ev çarsed sal e ku gelê kurd di xeta azadî, wekhevî û dewletbûnê de, rê û rêbazên tewş diceribîne. Ev çarsed sal e, civak û dînamîkên kurd bi tena serê xwe li dijî şah û padişahên ku li hemberî qewmê kurd di nav şêwr û tifaqekê de tevgeriyane û bi hevkarî qirkirina kurdan hedef girtine, çikîtenê û bêyî serkaniyeke neteweyî û navneteweyî têkoşiyane; ev çarsed sal e, gelê kurd li hemberî dagirkerên ku axa Kurdistanê bi hev re perçe kirine, li hev par ve kirine, bêyî ku xwe ji van navendên dagirkeriyê bi tevahî biqetîne, têkoşiyaye; ev çarsed sal e, gelê kurd li hemberî kolonyalîstên ku bi awayekî organîze û li dora planeke mezin a qirker bi cih bûne, ji stratejiyeke giştî û ji hevgirtineke navneteweyî bêpar têkoşiyaye. Çi heyf e ku lewma kurd, çarsed salî her û her têk çûne; hemû derbikên ku navê kurd li ser nivîsîne, tewş çûne; hemû serhildan û berxwedanên kurd ligel ku di pêvajoya van pevçûnan de gelek caran serkeftinên dîrokî bi dest xistine jî di encamê de têk çûne. Ango ev çarsed sal e ku hemû ceribînên gelê kurd berhewa bûne, badilhewa çûne. Vayê îro, her çi sosret e ku dîsa jî dubare, çarbare, sedbare heman riyên nebes, heman ceribînên tewş bi israr diceribîne. Pêşengên ku pêwîst e cuha şoreşê fireh bikin, rê û dirban vekin, sînerjiya neteweyî gur û geş bikin; her hewldan û her berxwedanê di xwe de dixetimînin; li min dêran e, kurdên ku xwediyên ewqasî cerb û serpêhatin in, kurdên ku xwediyên welatê qedîm û dîroka zêrîn in, çima û çawa dibe ku bi xwe re, bi siya xwe re şer dikin, çawa dibe ku serê rojê û binê rojê bi hişmendî û kirdariya dagirkerên xwe dimeşin, bi hişê desthilatdar tevdigerin, xwe jî û tevgera azadiya Kurdistanê jî bi stûnên dagirkeriya herêmê ve girêdidin, dîl û zelîl dixin. Gola sînerjî û danheviyên gelê kurd ku hêvî û bendewariyeke afirandina demokrasiya xweser û xwemal dida, berhewa dikin; bi ceribînên tewş, herwiha bi sepandin û şopandina rê û dirbên elatewş, dînamîkên kurd ji ber hev de dixin…

Nabe ezbenî nabe, bi derbikên tewş, mirov nikare di doqa textikê hedefê de lêxe û çaralî bike qul û qelş; textên bêperwa li mirov dizîvirin û welatê qedîm pişk û par dikin, beş bi beş. Hovecinawirên Rojhilata Navîn dest xistine qirika gelê qedîm, bi awayekî pir eşkere, berbiçav û bêguman xeniqandina vî gelî armanc kirine; kurd di binî de mane, kurd li ber deriyê gorê edilîne. Lê tu diqîrî û dibêjî ‘ez aştiyê dixwazim!’; ez bi gorî, ma tu nizanî ku cîhan ne cîhana kevnar e; ma tu nabînî ku çerxa mirovahiya modern li ser jiyandin, hebandin û lihevkirina kom, ol, bawerî û qewman nagere; ma wê kî li qêrîn û pêşniyarên miriyê li ser devê gorê raweste, ma wê kî bi destê miriyan bigire û bi wan re hevpeymanên aştiyê destnîşan bike? Tu nîvmiriyek î ez bigorî, pişta te li erdê ye, tu şikestiyî, tu bi bin ketiyî; diranên gur û wawîkan bi zangelolka te de çûye, ger ew aştiyê bixwazin jî, divê tu red bikî. Lewra bi erêkirina pêşniyareke wiha, tu mirina xwe, qirbûna xwe rewa dikî; te çarsed salî aştî xwest û hatî li vê gosirmetê asê bûyî, piraniya bajarên kurd ji dest çûne, tu hay jê nîn î, tu niqrîskên mirinê didî, lê nabînî. Dagirker ji nêz ve dişopînin, refleksên bindestên xwe dinasin; kurd di binî de ne û di rewşeke binik de xwestina aştiyê, rewişteke çîna navîn e; jixwe vê çînê tunebûn û qirbûna neteweyî jî tê de, her sosret û her karesat qebûl e û dagirker vê ecêbê dibînin ku geh deriyên avahiyên te digirin û geh jî dişikînin. Ev tofan, nîşaneya karesateke sedan salan e, ma dibe ku kes li rê û dirbeke din negere û nepirse: Ka ezbenî, ka Erzîncan, Sêwaz, Dêrsim, Herzerom, Meletê, Xarpêt, Qers, Erdexan, Îdir, Dîlok, Semsûr, Gurgum, Çewlîk, Riha, ka û ka?. Tev ji dest çûne, demografiya wan serobin bûne, pişaftin û qirbûna wan li dawiya dawiyê edilîne, bi çend dengên ku ji van bajaran werdigirî, xwe nexapîne…

Di hinek kêliyan de bûyerin diqewimin, hinek gengeşiyên derasayî rû didin; pêdiviyek çê dibe, yan jî wiha dihingive, hinek gel û civak ji nişka ve dadigerin nav lêgerîneke jiyanî û di xwe de, di kesayeta civaka xwe de lêkolîna çim û çengên neyênî dikin; li heqîqeta hebûn, pêşveçûn û misogerbûna xwe digerin. Hinek gel û civak jî hene ku di nav çirava nebesiyên xwe de digevizin, radikevin û di hemêza xewa mirinê de ji xwe de diçin; deriyê lêgerîn û lêkolîna heqîqetê li xwe, li dostên xwe û li heskiriyên xwe digirin, her wekî ku niha kurd dikin û dibêjin ’em biratiya gelan dixwazin!’. Ezbenî ma hinkûf û muxatabên te gel û nûnerên gelan in, an jî hovedewlet in? Gelo wan biratiya te xwestiye ku ji dirindeyên ser birîna pişta xwe re dibêjî, ‘ez biratiyê dixwazim’… Dêran e, hiş û aqil disekine; ma çawa dibe, tevgera ku bi keda çarsed salî afiriye, îradeya xwe û neteweya xwe radestî çîneke şaşwaz dike ku ev çîn di nav tevgera azadiya Kurdistanê de wekî pî û baskên dewleta dagirker tevdigere? Ezbenî kurd têkçûyî ne, kurd di bêîdraqiya xwe de arqilîne, kurd li dînamîkên hundirîn asirîne, ji dîroka xwe waneyek û îbretek wernegirtine; kurd di bin nikul û diranên dirindeyan de hetikîne…

Xerabûna herî dijwar, têkçûna herî xerab, şikestina herî xedar, têwerbûna ji qada hişmendiyê ye, binketina bîrdoziyê ye; her kîjan gel û civak feraseta xwe, bîr û baweriya xwe, exlaq û wijdanê civaka xwe wenda bike; li wê derê, di wê çirkê de heqîqeta xwebûna xwe jî ji dest dide. Êdî tevger, ne tevgera berê ye; êdî rêxistin, ne bi xwe ye; êdî partî ne ya gelê xwe ye. Êdî hem wekî takekesî û hem jî wekî komî û civakî dişibe desthilatdar û dagirkerên xwe; êdî ji radestkirina îradeyê re amade ne; êdî li ber deriyê hetîketiyê ne; êdî venêrîn ji dest direve, partî û rêxistinên ku bi keda neteweyî ya dehan salan hatine damezrandin bi hişmendiya desthilatdar bi rê ve diçin, di yedeka dewletên dagirker de dimînin û tu dibêjî qeyn ji dewletê re elemanan digihînin. Lewra taliya reva ji nirxên xwe, nexwebûn e. Gelek, qewmek, neteweyek serokatiyekê diafirîne û digihîne ku di seranserê dîroka xwe de yek ji entelektuelên herî pêşketî ye, lê dîl dide û bi dehsalan li wê dîlitiyê temaşe dike; kifşbûna her tiştî, her rengî û her rewiştî di vê razê de nixumî ye dostino, hemû bersivên ku ravekerên heqîqeta neteweyekê ne, di nav pêjnên vê efsûnê de veşirtî ne… Ceriboka ku lêgerîna heqîqetê ji xwe re neke derd û nesêwirîne; ceriboka ku kirasê heqîqetê nedirû û li xwe neke; ceriboka ku xwe jî, me jî û we jî nebîne, nehebîne û li ber çavên lehengên gel daneyne, tewş e.

20.03.2020

Mervan Serhildan

 

Lê Binêre

Hezkirina ji jîyanê û tirs û xofa ji axîretê!

İkram Oguz Zarokekî pênc salî bûm. Hê dest bi jîyana vê dinê nekiribû, jibo jîyana …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !