Ahmedê Hepo / LO KEKO, LO BIRAO

Ahmedê Hepo / LO KEKO, LO BIRAO

Lo keko, lo birao, lê te digot:

-Lê xûşkê, ez ê bêm!

Rojeke baharê bû.

Berbangê dayîkê dey li min kir ûbi dengekî lerizî gote min:

-Porkurê, ser min da, zû rabe, eva êpêce wede ye ez hişiyar im, min nihêrî kekê te ne nava ciyê xwe da tune. Ez çûme xaniyên din, çavên xwe maldizkê gerand, ew nedît; derketim derva der-dor mêze kir, fitilekê-duda dora avayî çûm-hatim, ne deng e, ne hes.

Hej bi min ket, bi destên ricaf kincên xwe xwe kir, mîna elkekê derketime derva. Tava berbangê ji serê çiyayê pêşberi gundê me dizeriqand, tîrêjên wê xwe avîtine dêmên min. Nişkê va dilê min ra ew yek derbaz bu: “Xwezilausa biqewimiya, min bi her du destên xwe va tirêjên tavê bigirta, derketama asoya ser çiyayê me, ji wir mêze kira ka binê kekê me sê xûşkan li ku ye?” Bavê min mirinê ez pênc salî, ew heft salî bû. Her du xûşkên me ye mezin çûne mêr, herek gundekî ye. Pey mirina bavê min ra, çend sal derbazbûnê şûn da gellekan diya min xwestin. Lê ewê digot:

-Diqewime rojeke usa bibe, yek ji mêrê min î duda pirs ke:

-Ev zar zarên te nin, ew jî bêjê:

-Na, ez zirbavê wan im.

Bon amin mirin daha xweş e, ne ku wan giliyan bibihîzim. Him jî şukur mala min ne bê mêr e. Rûbarê min mêrê malê ye.

Rastî jî îdî Rûbarê bira bibû xortê ber simêl xwîdayî. Ewî xwe mîna mêrê qerd dida kivşê.

Me xûşkan gellekî kêm bi navê wî gazî wî dikir, me jê ra digot: Keko!

Hinekî jî wede derbaz bû, ez û dayîk harehejî bibûn. Diya min ber dilê min da hat:

-Lawo, hinekî sebir ke, Xwedê kerîm e!

Hema vê demême nihêrî Rûbar qevze kulîlk hemêz kiriye, wê da tê. Ez ber bi wi revîm. Em gihîştine himberî hev. Ewi bi destekî va qevzê kulîlkan dirêjî min kir, bi destekî va jî hêsirên berê çavên min paqiş kir û got:

-Kew ketinê sibe, min go, rabim herim baqê kulîlkên çiyayê me, yên ku hêqiravî ser in xûşka xwe ra bînim.

Vê weşê dayîk jî hat gihîşte me.

Rûbar ewa hemêz kir, hate rûyê wê. Em ker-lal hatine mal. Min baqê kulîlkên rengrengî bire oda xwe. Min meqes anî qarotên kulîlkan wek hev da ber meqesê, av berê qerqefê kir, kulîlk kirine wê û danî ber roderê.

Wê deqîqê bîneke xweş ode hingavt, weşekê şûn da çend bîna hev ra, hev ra havîte pozê me. Dayîkê gazî me kir, em çûne maldizkê. Ewê destexaneke tijî raxistibû: toxafk, hingiv, rûnê nivişkî, penêr, toraq, çay… Me xwer, vexwer, şikirbûna xwe Xwedê ani. Dayîkê rabû got:

-Ez diçim çêlekê bidoşim. Dayik çûnê şûn da Rûbar destê min girt û bi dengekî hez-heyran gote min:

-Lê lê xûşkê, delalê, were te kulîlkê bibime bal baqê kulîlkan.

Em hatine oda min. Ewî destê min berda, çû qerqefa kulîlk tê da hilda, anî ber pozê min, vir da,wê da bir-ani.

-Xûşkê, horiyê, -ewî gote min,-bona hezar, hezar xûşkê mîna te kulîlkên çiyayên me bîn kin, bona hinek bi neyarî wana pêpes nekin, ez ê îşev nîvê şevê herim derkevim çiyan, têkevime nava refên pêşmergan. Lê dayîkê ra nebêje.

Kirtînî min neket. Ewî çû xaniyê din dubalgî anî, danî ser kulavê qerqaş î mîna berfê, xwe jî derbaz bû rûnişt; balgîk da berpala xwe û gote min:

-Lê lê xûşkê, xalxaloka birê were kêleka min rûnê, ez ê ya dilê xwe te ra bêjim!

Ez çûm nikî bira, fîrnaxdarê mala me, rûniştim. Ewî balgîk jî da berpala min û her du destên min kire nava lepên xwe ye mêrani û got:

-Ez diçim, ez ê bêm, lê diqewime bi ruhê xwe bêm, firqî tune ez ê mizgîniyê xûşka xwe ra bînim!

Hey lê, xûşk-birano, lêzimno, der-cîranno, ya qenc ew e, bihêlin ez kula dilê xwe ra daxweza birayê xwe, gotinên wî we ra yeko yeko qal kim:

Lo lo keko, lo birao, lê te digot: lê lê xûşkê, ez ê bêm. Ez ê rojeke usa bêm, bêm binihêrim xazginiyê te jî hatine, derî li me birîne.

Ez ê bêm derbazî jorê bibim, ser kulavê xurustanî rûnêm, qure qure balgîkî, duda, sisiya bidime berpalên xwe, paşê ez ê bêjim:

-Bila xazginiyên xûşka min bêne hundur.

Ez ê wan ra bi giran giran, bi mezin mezin bêjim:

-Hûn ser sera, ser çavan hatine, kerem kin rûnên. Xûşkê, delalê, tu yê ser siniya gulgulî kubar kubar fîncanê çayê binî, peşiyê,berî gişkan,fîncanakê,bidî ber birê xwe,vegerî yeke din bidî ber xezûrê xwe yî paşdemîyê.Pêy vexwerina çayê ra ez ê berê xwe bidime xazginiya:

-Kerem kin, xêr e hatina we?

Bavê xort wê bêjê:

-Em hatine gula mala we, xûşka te ye delal bixwezin, bikine bûka mala xwe. Tu qelendê xûşka xwe bêje, em jî pey te bên.

Lê xûşkê, lê delalê, êz ê xwe giran bigirim û bêjim:

-Çiqas qelend dilê we ra derbaz dibe xwe bêjin.

Xazginiyên hatî wê bi ecêb çavê hev binihêrin. Bavê xort wê bêje:

-Min deh pez, noginek da, de tu jî bêje: “erê”.

Lê ez ê jî xwe qure kim bejim:

-Na, na!

Wê pirsa qelen gellekî hildin-daxin,ez ê bêjim:

-Na,na!

Xazginî yê rabin bixeyîdin, herin.

… Pey çûyîna xazginiya ra ez ê te ra bêjim:

-Lê lê, lê xûşkê, lê heyranê, min qesd usa kir, bila ewana careke din bên. Cara duda dîsa her tişt ê bê wekilandinê, lê tene vê carê bavê hizkiriyê te wê bêje:

 

-Min panzdeh pez, noginek da, de tu beje: “erê”, em rabin çaya şirîn vexwun.

Îcar jî ez ê bi hutul-mutil bêjim:

-Na, na, na! Xazginî wê dîsa por-poşman rabin herin, çendek ê derbaz be ewana yê cara sisiya bên. Kal-bavan jî heta sisiya gotiye. Lê lê xûşkê, lê lê zeriyê, dîsa her tişt ê bê wekilandinê, lê îcar bavê xort wê beje:

-Min çawa qelend 20 pez, çêlekeke bi gollik, meyîna qemer da, de tu bêje: “erê”.

Lê lê, rindikê, îcar ez ê rabime ser pê û bêjim:

-Xûşkê, heyranê, misînê avê, teyştê bîne, avekê ser destê birayê xwe ke.

Tu yê kawekaw misînê avê bidî destê xwe, teyştê bînî ber ber min daynî, tu yê avê lê kî, ez ê destê xwe bişom, bi pêjgîrê va paqiş kim û bejime xazginiyan:

-Lo pismamno, qelend qirêca destê min bû, min şûşt û ewa qurbana xûşka xwe kir. Min qest-bendê qelend menî girt sê cara hûn birin-anîn, wekî bêjim: “Rastî jî qelend qirêca desta ye, ewê qurbana xûşka xwe dikim, lê xûşkê qurbana we nakim. Çawa edet awa dibêjin:”min keçikek qurbana we kir”. Ez qelend qurbana wê dikim, lê periya mala me qurbana tu kesî nakim! Min bi dilê paqiş xûşka xwe da xortê we.

Lo keko, lo birao, lê te digot:

-Ez ê bêm, roja dewatê-şayiyê  bejina te bixemilînin, kofiyê bidine serê te, xûşkê ez ê bêm pişta te girêdim.

Lo birao, lo keko, eva deh sal in çavên min riya te ye.

Çendekî berî dayîka me nexweş bû, nexweşxanê da bû, min xwerin, hinek kel-mel hilda; ji malê  derketim hatim li rawestgeha avtobûsê sekinîm; ewa jî dereng, dereng dihat û ez dîsa ketime mitala.

Lo keko, lo birao, nava van sala da ber agirê hesreta te gulîke min reş, yek sipî qemiliye. Lo keko, lo birao, lê te digot ez ê bêm. Lo, lo keko, lo birao, ez heyrano, weleh, bileh tu hatî mala me, tu hatî mala gellekan, ez kî me wana bijmirim, ewana bêjmar in. Tu hatî bi dehan, bi sedan, bi hezaran xortên neçê derbaz bûyî û te pala xwe daye lûtkeya çiyayê ku, hatiye navkirinê “Şehîdên Welat”. Tu neyar, tu dujmin nikare ber bi wî çiyayî gavekê bavêje. Ji ber ku ew mixenet hema wê demê ji piya qop dibe, ji çavan kor dibe, hej pê dikeve, jor da hol dibe, tê û dibe xurê hovên mîna xwe!

Lo, lo keko, lo birao, ew bilindayî, ew lûtkeya nabe qismetê her kesî. Ji ber ku, ew bilindayî, ew lûtke ya azadarî, parastina bi hezar, hezar dayîkên mîna dayîka me ye, xûşkên mîna min in, ya hemû zindiyên welatê me ye! Lo keko, lo birao, tu bûyî xwedanê gotina xwe, tu hatî!

Ez ewqasî bi gîro birayê xwe ra ketibûme nava axavtinê, min qe tê dernexist avtobûs çawa hatiye gihîştiye rawestgehê, dengê avtoajo, gilîyen wî ye bi hêrs ez veciniqandim:

-Lê lê pîrê, zû siyar be, dereng e!

Ahmedê Hepo

Endamê Rojnamevan û Yekitiya Nivîskarên Azerbêycanê

Lê Binêre

DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP / Şemoyê Memê

DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP / Şemoyê Memê

Destpêk Balkêş e, gelek rohilatnas û gerok pesnê zargotina Kurdan didin, “Rohilatnasê Sovyeta berê  Î.O. …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !