"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Ahmet Özer

Prof. Dr. Ahmet Özer sala 1960î li Bêgiriya Wanê Gundê Ûtê hatiyê dinyayê.Navê bavê wî Hecî Silêman dayîka wî Muhteber e , ji eşîra Birûkiya ye. Dibistana seretayî di gundê xwe de dixwîne, a navîn jî Bêgiriyê dixwîne birêz Ahmet Özer jî wek piraniya Kurdan emrê xwe yî piçûk da koçberî û sirgûnê re dibe nas. Telebext ra eşîra wan jî wek êl eşîrên kurdan gelek caran koçber dibin, Wanê, Sinêhê, Seqizê, Makuyê bigre heta hawirdara Çiyayê Agirî li ser Çemê Erez ra derbasî Rewanê bûne çiyayên Qafqasyayê bigre heta kolxozê Qazaxistanê belav bûne. Birêz Ahmet Ozer xwendekariya xwe da, ji Wanê sirgûnî Hekariyê dibe ji wir jî diçe paytexta dila li Amedê dihêwire.

Lewra xwendina wî ya lîsê Wanê, Hekariyê û Amedê diqede. Sala 1986an de Zanîngeha Hacetepeyê de beşa felsefeyê dereceyeke bilind wek şagirtê yekemîn desdûrnameya xwe werdigire. Dema darbeya salên 80yî de ew jî ji wê zilm û zordariyê bêpar namîne, ji mamostatiyê tê avêtin û tê girtin.

Di zanîngeha Hacetepeyê de qada civakî , Zanîngeha Ortadoxu teknîkê de jî zanîsta siyaset û felsefeyê da du cara lîsansa bilind dike. Sala 1995 de doxtora xwe zanîngeha Hacetepeyê dike, salekî piştê wê post doxtora xwe li Emerîkayê dike, 1999 de li Zanîngeha Mêrsînê de dibe doçent 2009 de jî li Zanîngeha Silêman Demirel de dibe Profesor.

Profesor Dr Ahmet Özer civaknasekî serkeftî ye beşên wek Penaberî, pilansaziya bajariyê Rêveberî û pilandariya Heremî, civak û civaknasiya siyasetê de pispor e. Nêzîkî 1000 gotarên wî tirkiyê de çap bûne, 200 gotarên wî yên ilmî zêdetir jî di qada navnetewî de çap bûne. 35 pirtûkên wî jî ronahî dîtine herî dawiyê li ser Kurdên Kafkasyayê û Qazakistanê pirtûkekê dinvîse .

Serokatiya gelek, semîner û sempozyûmê navnetewî kiriye, herwisa serokatiya lijneya hevbeş a ku navbera Başûrê û Kurdistanê û Tirkiyê jî dike. Endamê gelek rêxistinên navdewletî ye, wek saziyên Netewên Yekbûyî, komxebatên gel welatên Avrûpayê û rêvebiriya gelek sazî, dezgehan de bi awayekî çalak dixebite. 3 zimana dizane û bavê 2 zaroka ye.

Ahmet Özer di jiyana xwe ya ilmî da gelek xelat jî girtine wek qelema zêrîn, mirovê zanyar yê salê, derheqa pilansaziya bajar, bajarvantiyê û dorhêla bajêr, parastina tebiyetê û gelek xebatên akademîk de jî wek kesê yekemîn hatiyê xelatkirinê.

Derheqa pirsgirêka Kurd da gelek caran beşdarî bernameyên televîzyonên tirkiyayê bûye, ji bo çareseriya doza Kurd fikra xwe eşkere kiriye gelek caran jî bi awayekî mêrxas gotina xwe bi dengê êlî dubare kiriye û Kurdbûna xwe, miletê xwe xwedî derketiye.

Lewra ji bo parastina vê doza pîroz ji karê xwe yî zanîngehê hatiye sirgunkirinê di wê navberê de dikeve nav siyasetê, carekî dibe namzetê şarederiya Mêrsînê carekî jî partiya Kurdan a bi navê Dehapê de dibe namzetê parlamenteriyê ji ber şertê bendavê yî dijberê Kurdan hatiye danîn mixabin nayê hilbijartinê.

Ahmet Özer li bajarê Mêrsînê dijî zanîngeha Torosê de serokê beşa Plandariya Bajêr û Heremî ye. Heman zanîngehê de cîgêrê rektor, endamê rêvebiriya zankoyê û serokatiya beşa civaknasiyê dike.

Ji bilî van kar û xebatên me ji we re hûrgilî kirin prof.dr. birez Ahmet Özer gelek sazî û dezgehên din û gelek komxebat û komelayên din de jî endam e û serokatiya gelekan jî dike.

NIVÎSÊN BALKÊŞ