"Enter"a basıp içeriğe geçin

Evdele Zeynê û Şêx Silê …. Dengbêj Kerem Behsa Wan Dike / Nihat Gültekin

Herema Serhedê; ji bajarê Makûyê bigre heta Erzurum û Qersê ji wir Muş, Bilîs û Wanê tevahî ra tê gotin. Erdnîgariya vê herêmê zêdetir ji çîya û banîyên zehf bilind zozan û çêrgehên pêz û dêwêr gelî û newalên bêser û binî pêk tê. Li gel van bilind waran bi dengê dengbêjên ji wan çîya bilindtir jî navdar e. Dengbêjên deng zîz û zelûlî. Dengên qasî berfa lûtkeya Gilîdaxê qedîm, qasî ava zozanên Eledaxê û Sînekê zelal û helal. Dema mirov behsa çanda dengbêjiyê bike ew herêm tê bîra mirov. Gelek çavkanî destnîşan dikin ku serkêşîya dîroka dengbêjîya welatê me ji herêma Serhedê pêk tê û mêjûyê wê jî digîhêje hayamên kevnar. Di nav wan demên dirêj da hunera dengbêjiya Serhedê bêyî qut be gîhîştîye roja îro. Di wan taybetîyên welatê Serhedê da ji bo zargotinzanan dengbêjî cihekî girîng digire. Gelek dengbêj hê jî di nava cimaetê da bi taybetî tên guhdarî kirin. Ser dengbêjan hîn jî xebatên hêja yê lêkolînê têne kirin. Silqî serê wan lêkolînên ji tûrê dîrokê gelek tişt derxistine holê û bi rûyê rojê xistine, me gelek tiştên nû jê hînkirine.

Ji dusid salî zêdetire navê Kurdan û zargotina wan li ser zar – zimanê rêwî, mîsîyonêr, tucar, dîplomat û rohilatnasane. Para dengbêjîya Serhedê di vî warî da cîyekî mezin digire. Ji mêj da hunera dengbêjên Serhedê bala gelek nivîskar û lêkolêrên bîyanî kişandiye. Kesên di serdemên kevn hatine vê heremê û çûne di derheqê gel erdnîgarî û çanda devkî da gelek tiştên giranbiha nivîsîne. Gelek kilamên me yên hatine jibîrkirin û winda bûne silqî serê keda wan camêrên avrûpî careka din li me zivirîne. Navê çend nivîskar û lêkolerên rojavayî di sedsala 19an da hatine Serhedê ev qeyd û nîşe girtine û peyra li zimanê xwe wergarindine evin Thêrêse Albertine L.Robinson(1840), Moritz Wagner (1844), Bodenstedt (1844).Em ji nivîsên wan gelek tiştên kêrhatî agahdar dibin. Nivîskar û lêkolêr Mehmet Gültekin di kitêba[1] xwe da behsa Jaubert’ê yek ji wan gerokane û Qasîdê Napolyon biye dike;” Qasîdê Napolyon ê bi navê Jaubert ku di sala 1905an da bi demek dirêj  di zindana Bazîdê da mabû, di bîranînên xwe da dinivîse ku kurd kilaman pir dihebînin û dengê hozanên wan gelek xurt in. Jaubert bi berwamî radigihîne ku dengbêjan li ser bûyerên wek zindankirina wî û mirina mîrê herêmê Mehmûd Paşa ji webayê destanek çêkiribûn.”

 

Di dîroka dengbêjîya Kurdan bi taybetî ya herêma Serhedê da  dibistanên dengbêjan hebûne. Di vê derheqê de Mehmet Gültekin kitêba[2] xwe de wiha qal dike; “Hin lêkolerên wek Oskar Mann û Basil Nikitin ji qala hebûna dibistanaê dengbêjan ên berê dikin. Mistafa Xelo Heyran jî bi wan zanyariyên ku wî ji Evdal vergirtibûn şagirtên xwe ên wek Kerem û Mihemede Canşah perwerde kiribûn..” Wek nivîskar-lêkoler Mehmet Gültekin di kitêba xwe da destnîşan dike Evdal şevekê xevnek dîtîye û carekê da nebûye dengbêj. Gelek caran hatiye nivîsandin Evdal di sî salî ya xwe da xewnek dîtîye û jîyana wî piştî vê xewnê guherîye. Dinya serûbin dibe, ji qirrika Evdal hebên garis dirijin û dibe dengbêj. Gor dîtina min ev ne raste, lê mirov fahm dike ku ew şîrove ji qedirgirtina gel a hember wî tê. Evdal jî weke  dengbêjên mayî ji ekola vê hunerê tê. Ew jî di dibistana dengbêjiyê da perwerde dîtîye û ji hostayên xwe bi sedan kilam û destan hîn biye. Piştra di pêvajoya sal û zemanan da kilamên ku wî çêkirine û gihîştine dema me repertuara wî dewlemendtir kirine. Evdal bi Şêx Silê ra li Qeleniya Îranê straye.

Gorî lêkolînan Evdal, di sala 1800î de li gundê Cemalwêrdî ya girêdayî navçeya Tûtaxa Agirîyê hatiye dinê. Di sala 1913an da jî mîrateya xwe ya giranbiha ji me ra hîştiye û koça xwe barkirîye. Evdal ji ber çend kilamên xwe yên weke Bavê Temo, Sîyarê Gogerçînê û qulînga birîndar hatiye heskirin û naskirinê. Ji ber ku kilamên qala wan tê kirin zêde bi nav û deng bûne navê kilaman mîna mehlesa wî li ser hatine barkirin. Evdêl gelek salan li gundê Toprakkale ya Eleşgirê dengbêjîya dîwana Surmelî Mehmet Paşa kiriye. Min li gel Mehmet Gültekin û Sidik Uğurlu di sala 2010 an da serîyek li vê Toprakkale ya navê wê hat kirin dabû. Surmelî Mehmet Paşa kurê Behlûl Paşayê mîrê qesra Bayîzdê ye. Behlul Paşa jî, nevîyê İshaq Paşa yê avakarê qesrê ye.

Merî dikare jiyana Evdêl weke du beşa binirxîne. Beşa pêşîn ji zaroktîya wî hetanî dengbêjîya li qesra Surmelî Mehmet paşa (1850-1865), ya din jî piştî kuştina Surmelî Mehmet Paşa û ji ber bayê samê korbûna herdu çavên wî. Evdalê Zeynikê di nava dengbêjên navdar ên Serhedê da yê herî li pêş e. Di heman demê da serkêşê wan dengbêjên sedsala 19an yê ku hin berhemên wan gihiştîne roja me ye. Mirov dikare bi dilrihetî bibêje hîmdarê dengbêjên  herêma Serhedê ye. Nivîskar Ahmet Aras di kitêba[3] xwe ya di derheqê wî da wiha dinivîse;” Evdal ne tenê şaîrekî bi nav û deng û dengbêjekî tekane bûye, ew eynî wextê da destanbêj jî bûye. Bêşik destanên Kurdan yên eyan, beriya Evdal jî kilamkî hatine gotin, lê ewî miqamên nû dane wana û ew li ser qaîde û meqamên xwe sitranê.”Evdal gelek cîhên Serhedê gerîyaye. Di jiyana Evdêl da çûyîna dîwana Tahirxan gelek taybet e. Gelek kilam li wir hatine gotin û ew kilamana bi awayê nivîskî gihîştine roja îro. Di vê nivîsa xwe da ez dixwazim bi gotinên dengbêj Kerem çûyina Evdêl a dîwana Tahirxan li pêş çavên xwendevanan raxim.

Waxtê Bülent Gündüz[4] û hevalên wî ji bo amadekirina belgefilîma “Jiyana Evdalê Zeynike” hatibûn Bayîzdê jîyana Evdêl zêde bala min kişandibû. Dema alîkarî ji me xwestibûn em ketibûn nava hewldanê. Me dengbêjên Bayîzdê Rikoyê Heqîyê Mozê, Hasan Tanrıkulu, Mecît Tanrıkulu tev anîbûn Qesra İshak Paşa li hev civandibûn. Li wir ji bona belgefilîmê resitala dengbêjên Bayîzdê hatibû kişandin. Dîroka dengbêjîya Serhedê ya winda bûyî saya dengên wan dengbêjan sed sal şunda bi awayekî bêhempa vehindirîbû ser xwe. Me ew çax du-sê roj bi hev ra derbas kiribûn  û ez di wan rojan da derheqê huner û jîyana Evdalê Zeynikê da gelek tiştên giranbiha hînbibûm. Yaşar Kemal, Evdalê Zeynikê weke Homerosê Kurdan bi nav kirîbû. Wê hevokê  tesirek gelek mezin li ser min hîştibû ku ez ketibûm nav lêgerînekê. Ji wir şûnda min meraqdarî çi kitêbên derheqê Evdêl da dîtin, hemû xwendin. Di kitêba Ehmed Cengiz Çamlıbel[5] da Eskerê Boyik wiha nêrînên xwe anîbûn ziman;” “Zarotyê da navê Evdalê Zeynê wak çirakê pir şemal ketye dilê min. Oda min hebû…Kalên gund, çirokbêj, dengbêj şevên payîz û zivistanê yên dirêj dihatin, li hev dicivyan şevbihêrya xwe dikirin. Navê Evdalê Zeynê tim dihate li ser zimana. Çi rokê derheqa wî da gilî dikirin, bi kilam û gilîkirin derheqa leca dengbêjyê ya wî û Şêx Silê da digotin, çîroka wî û Gula file, Qeymezê Êzdî û şerê Xozandaxê, kurbûna dengbêj, feqîrya wî û qulingê perşkestî bîr tanîn..Heyf wê demê wek niha mecalên degnivîsandin û xweyîkirina zargotina tunebûn, gel jî ewqas serwext nî bû û kesek jî nedifikirî, ku rojekê bê êdî ew nivşê tunebin, ew çîrok û kilamên wan ê bi wan ra herin, bêne jibîrkirin, qîmet û pêwîstya wan çîrok û kilaman jî wê çiqas dem derbas be wê ewqas mezin be…” Piştî xwendina min bêtir fehm kir ku Evdalê Zeynikê dengbêjek, hilbestvanekî hizkirîye, îro jî berhemên wî alîyê gelek dengbêjan de jî tê xwendinê. Paşê min ser wê xebata Evdalê Zeynikê Bülent Gündüz re hevpeyvînek çêkir û di rojnamê de weşand[6]. Her diçû hezkirina min li ser Evdal zêde dibû.

Erê çûyîna Evdal Qesra Tahirxan gelek bala min dikişand. Ji ber ku malbavana dayîka min li Makûya Îranê ye. Dema ez diçûm Makûyê dihatim ji min ra carna qala ciyên dîrokî dikirin. Min carek cihê Serdar li wir ziyaret kirîbû, lê ji dewsa cihê Taharxan tiştek nemabû. Ji ber wê sedemê em neçûbûn. Ew der 60 km ji Makûyê dûr e. Min dema xwendina xwe li ser Evdêl didomand di kitêba Mehmet Gültekin da rastî agahîya dengbêj Kerem ya derheqê çûyîna Evdêl da daye hatim. Min ji zûva dixwest nivîsarek wiha binivîsim, lê qismet yê îro biye. Ji ber ku ew çax min di derheqê Şêx Silê û Evdêl da gelek agahî guhdar dikirin. Min dema kilamên Şêx Silê û Evdal dixwendin jî min dixwest ez tiştekî binivîsim. Xêncî kurdên Serhedê, kurdên Kafkasyayê jî gelek kilamên wan berhev kirine û kitêbên xwe de çap kirine . Ev tim û tim di dilê min de mabû.

Di nav dengbêjên Serhedê de dengbêj Keremê Kor jî di nav gel da xwedî cihekî girîng e. Taybetiya Dengbêj Kerem ya herî mezin aliyê wî yê mîzahîye û di stranên wî de jî ev tişt xuya dibe. Dengbêj Keremê Kor li Serhedê li gelek wilayet, navçe û gunda gerîyaye. Cihê ku neçûyê, dera ku pîyê wî lê neketiye nemaye. Kerem li ser Evdal, Şêx Silê û qesra Taharxan wiha dibêje;[7]” ….Diwanê da gelek stira, jê ra gotin;”Evdal tu xweş distirêyî, xazila tu rojekê rastî Şex Silê bihatayî, cika tu zor î ya Şêx Silê;” Ê-go- ew li Îranê, ez li Romê, destê me nagihêje hev.” Wan jî xilamek danîn li bal Evdal, ew ji Elaşgirê birêket hatin ji vê Bazîda me ra derbas bûn, ji mala  Eyîp Axa, ya Evdal Begê Xelikî ra derbas bûn, êvarekê çûn bûn mêvanê mêvanê Taharxan li Qeleniyê. Qelenî çi ye? Nehiya wî ye. Navê zozana wî çi ye? Elegan e, ciyê ku lê datîne, arkoza wî Qral e. Taharxan li dîwana xwe da bûye, êvare cimeat top dibin, dengbêjên wan jî pir in. Dîwana Taharxan e, heyştê kulavên xuristanî radixistin, hepsa wî jî di bin da bû. Xwarin hat, pişt ra sinî kişiyan. “Kuro-go(Taharxan)- ewî paşxanê bidine wî mêrikî û ewî hafiz, bira ew bixwin.” Nizane Evdal e. De Evdal jî dengbêjê Surmelî Memed Paşa bû, ne yê paşxana ye  heyran! Wexta ku dane pêşîyê, go, ez naxwim. “Kuro-go- ew hevalê ti çima naxwe? “Ê-go- walle, hêca me li gundê hanê nan xwariye, madê wî naçe.” Evdal kor e, lê zane, paşxanê didinê. Sinî kişîyan, cimaetê destê xwe şûştin, Taharxan go;” Kuro- gazî Şêx Silê bikin, bira warê gula me veke”.

Şandine pey Şêx Silê hat. De dengbêjên berê li ser piya distiran, rûnediniştin, na. Yê wî axayî pişta xwe dida wî dîwarî, yê vî dida vî dîwarî. Waxta ku efendim hinekî Şêx Silê stira, Evdal jî diricife mîna şiva li nava avê, şair e, aşiq e. Taharxan go;”Rêwiyê min, kurkê mêvanê delal, ew hafiz çima ûsa dike?”. Go;”Walle Xan, tu îzîn bidî, bira ewinga jî kilamekê bêje.” “Kurê min -go- dengbêj ba dengbêjê nastirên, devê bavê ti dengbêjan neketiye li cem Şêx Silê bistirên.” Ê-go- axa, xan, ez xulamê te me, em devdelçî nînin, nakevine qoşê, dilê wî dixwaze, bira ew jî yekê bibêje. Waxta ku ûsa go, Evdal rabû ser xwe, ê jê ra yekî bibêje, cika çi diêje(…)Şêx Silê go;”Taharxan Beg, eva kî ye?” Go;” Walle nizanim, hafizek e hatiye vira, hêçika nan danê, nan jî nexwar.” Xulam dibêje ku ew Evdalê Zeynikê ye. Taharxan dibêje;” Peyî, ew dengbêjê Surmelî Memed Paşa ye, hatiye dîtine min. Zûkin jê ra pezekî serjêkin!” Evdal dibêje; ”Xan, heta ez û dengbêjê te têr nevêjin berhev ez tiştekî naxwim.” Ûsa destpê kirine kilam avitine ser hev…”

Çawa kilama Evdal û Şêx Silê di nava gel da belav biye, kilama Xozandaxê jî ew qas belav bûyî û naskirî ye. Di sala 1865an artêşa Osmanîyan ya di bin fermandarîya Surmelî Mehmed Paşa tevger û êrîşê dibine ser Kozanoğullarî yên li herêma Edenê. Ji ber ku Evdal hozanê dîwana paşê ye ew jî li gel artêşê tevlî seferê dibe. Ev şer  dibe dawîya desthilatdarîya Kozanoğullarî yên Tirkmen. Ji ber ku ev şerekî gelekî xedare tesirek mezin di dîroka êlên tirk yên li herêmê dike. Li ser wî şerî hozanê ji eşîra Avşarên Tirkmen Dadaloğlu gelek helbestên bi nav û deng ristine. Ji ber ku Evdêl jî şer bi çavên xwe dîtîye ewî jî mîna Dadaloğlu kilameka gelek zelûlî ristîye. Evdal di vê kilama bi navê Xozandaxê da vê trajedîyê radixe ber çavan. Ev kilam hê jî li ser zar û zimanê dengbêjên Serhedê bi awayekî zindî dijî. Evdal di kilama Xozandaxê da wiha dibêje;

“Hazer mêri nebe li Xozandaxê winda neke

Perdê bûka li dar ve neke

Me li welatê Serhedê rûreş neke.”[8]

Him di vî şerî da û him jî ji ber ku di dema vegera wan da bayê samê li wan radibe, ji koma Sürmeli Memed Paşa gelek kes dimirin. Dema ku ew li ser riya xwe li cihekî diêwirin Mehmet Paşa bi xwe jî di encama êrîşa ziyakî da tê kuştin. Di pirtûkên bi navê Sicil-i Osmani û Tarih-i Cevdet da jî qala van bûyeran tê kirin. Ji ber bayê samê çavên Evdal kor dibin.

Piştî ku ew vedigerin Elaşgirê bûyereka din a girîng diqewime. Osmaniyan ji bona şikandina bandora malbata Sürmeli Memed Paşa li herêma Elaşgirê qaymeqamek bi navê Çerkez Omer bi cih kiribûn. Piştî mirina Memed Paşa, Çerkez Omer êrîşê dibe ser kurên paşê û gelekî zirarê didin wê malbatê. Ahmedê Mirazî di kitêba[9] xwe da di derheqê bûyerê da wiha dinivîse; “Kurê xwe re bêjim, di Toprakqalê da Çerkez hebûn. Digotin wextekî padîşahê Ûris ew sirgûn kirine. Hukumeta Topraqelê di destê wan da bûye. Surmelî Mehmet Paşa roj nedida serê Çerkeza. Wexta ku Çerkez caba mirina Mehmet Paşa dibhên, Omer Çerkez, mezine Çerkeza, qaymeqamê Topraqalê ji inyata ra dişîne def û zurne tîne û di hewşa xwe da lêdixe….”

Bi hilweşandina mîrektiyên kurdan ra dema dengbêjan li qesrê mayînê jî dawî dibe. Gelek dengbêjên li Serhedê êdî alîkarên hunera xwe winda dikin. Yên wisa bê xwedî mexdûr dimînin  yek ji wan jî Evdalê Zeynikê ye. Dema serdestîya hunera dengbêjiyê jî êdî bi dawî dibe. Ji ber ku kes alikarîya wan nake û kesên  xwedî derfet ku wan biparêzin jî namînin. Evdalê bi herdu çavan jî kor bibû, bi qulingekî baskşkestî ku zarokan ew li bestê dîtibûn mijûliya xwe dikir. Wî  di kilamên xwe yê nû da ji kurê xwe Temo daxwaz dikir ku ew jî bo qenc kirina çavên wî û cebirandina baskên quling wan bibe ser li hekîman bigerîne.

Zargotina me kurdan da sê tiştên girîng her dem derdikevin pêşîya me. Welat, gel û ziman. Dawîya dawî da ez dixwazim bibêjim welatê me yî şîrin, gelê me yî qedirgiran û zimanê me yî qedîm. Divê em wan nola ronahîya çavên xwe biparêzin. Dengbêjên mîna Evdal û Kerem zêdetir nasbikin. Ez dixwazim nivîsa xwe bi kilama Lê yeman, lê yeman[10] biqedînim. Ev kilam ji alîyê zargotinzan Prof.Dr. Celîlê Celîl va hatiye tomarkirin. Di adara sala 1970yî li gundê Kuçuk Vedî ya li ser nehîya Araratê Ermenistanê ji ber zar zimanê Fatîyêv Hamîd hatiye girtin.

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, zemano, tu xiravî

Evdalê Zeynê gotê Şêx Silê;

– Şam ji Helebê berjêrtire, goveka vê dinyayê

Wezê diqîrim, dengê min ketîye, sewta min dernayê,

Wezê bişînim ji torina mala Şero

Dermanekî bînin, bixum, biqîrim,

Dengê mine here qîz û bûkê xelîfê vê Bexdayê.

 

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, zemano, tuyî xiravî

 

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, zemano, tu xiravî

 

Şêx Silê gotê Evdalê lawê Zeynê go;

– Raste, gilîye teye, Şam ji Helebê berjêrtire, goveka vê dinê

Zozanê Tahar-xan Eleganê hêşîn dikin, xal ketinê,

 

Go, gelî cimetê ji boy navê Xudê, hûn şahad vin, Evdalî lawî Zeynê kalekî herfifîye, ji Antavê heta vira hatye, ruzîyê xwe naxwaze ji Xudê, dixwaze ji mala Şero dengbêjê torinê.

 

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, zemano, tuyî xiravî

 

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, zemano, tu xiravî

 

Evdalê Zeynê gote Şêx Sîlê go;

– Bejna min ne kine, ne dirêje

Ta rihana devê gelîya, wextê xweda wê şîn dike, şax avêje

Go, ezê yekê binime serê Şêx Silê heta kurê kura rave, bêje

 

Şex Silê gote Evdalê lawê Zeynê, go;

Raste, gilîyê teye, bejna te ne kine, ne dirêje

Ta rihana devê gelîya, wextê xweda şîn dike, şax avêje

Go, g elî cimetê, ji boy navê Xudê, hûn şahad vin, Evdalî lawê Zeynê

Kalekî herifiye, ji Antavê heya vira hatîye, ew heye ne dengbêje

Ewa yek ber devê jina rûnî, qewlik bêje.

 

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, zemano, tuyî xiravî

 

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, zemano, tu xiravî

 

Evdê digote Şêx Silê,

Digo;- Dîdeme, xweş Dîdeme,

Çeman û kanîan tên ser meda xuşe-xuşe, ne welle, leme-leme

Alîkî me yek Rome, yek Îrise, yek Eceme

Go, dengê min qewale, zar êmin qeleme

Yêk çoka xwe kutaye çoka Evdalê lawê Zeynê, ew heye Aşiq Kereme

Dimîne li welatê eceme.

 

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, zemano, tuyî xiravî

 

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, zemano, tu xiravî

 

Şêx Silê gote Evdalê lawê Zeynê go;

– Zozanê me heye wê Elegane

Fzêda rê û dirbin, binîda kalûskê ecemane

Gelî cimetê, ji boy navê Xudê, hûn şahad vin,

Evdalê lawê Zeynê kalekî herifîye

Ji Antavê heta vira hatye

Ezê îro yekê bînime serê Evdalê lawê Zeynê, bira neyê serê gurê çîyane.

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, zemano, tuyî xiravî

 

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, zemano, tu xiravî

 

Evdêl gote Şêx Silo, go;

– Gelî cimetê! Ez neyi kalim, zozanê me hene Elegane

Fêzêda rê û dirbin, binîda kalûskê ecemane

Par vî çaxî, li gundê me dewat bû,

Ezê ji Hesepêda ketibûm

Ji pêşîya devê min firîya bûn cot dirane

loma

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, lê yeman, lê yeman

Lê yeman, zemano, tuyî xiravî

 

Çavkanî

* Mehmet Gültekin, Zargotina Kurdên Serhedê, Weşanxana Avesta,

* Ahmed Mirazî, Bîranînêd Min rûpel Weşanxana Deng rûpel 63-64

* Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl- Zargotina Kurda 3, rûpel 441-442-443-444

* Ahmet Aras Evdalê Zeynikê Şairê Kurda yê Efsanewî rûpel 16, Weşanxana Nûbihar

* Ehmed Cengîz Çamlibel, Evdalê Zeynîkê, rûpel 6-7, Weşanên Deng

* Arşiv amin 27.06.2010 100 Yıl Sonra Ez Evdalım- Rojnama Yeniözgürpolitika

* https://www.bernamegeh.org/2019/06/19/belgefilme-evdale-zeynike-temase-bike-kurtce-belgesel-izle/

[1] Mehmet Gültekin, Zargotina Kurdên Serhedê, Weşanxana Avesta, rûpel 20

[2] Mehmet Gültekin, Zargotina Kurdên Serhedê, Weşanxana Avesta, rûpel 30

[3] Ahmet Aras Evdalê Zeynikê Şairê Kurda yê Efsanewî rûpel 16, Weşanxana Nûbihar

[4] 2009 Bazîd. https://www.bernamegeh.org/2019/06/19/belgefilme-evdale-zeynike-temase-bike-kurtce-belgesel-izle/

[5] Ehmed Cengîz Çamlibel, Evdalê Zeynîkê, rûpel 6-7, Weşanên Deng

[6] 27.06.2010 100 Yıl Sonra Ez Evdalım- Rojnama Yeniözgürpolitika

[7]Mehmet Gültekin, Zargotina Kurdên Serhedê, Weşanxana Avesta, rûpel 26

[8] Mehmet Gültekin, Zargotina Kurdên Serhedê, Weşanxana Avesta, rûpel 19

[9] Ahmed Mirazî, Bîranînêd Min rûpel Weşanxana Deng rûpel 63-64

[10] Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl- Zargotina Kurda 3, rûpel 441-442-443-444

NIVÎSÊN BALKÊŞ