Celadet Bedirxan

Ji Evîna Rojên Kevin: Ez û 3ê Bîranînên Bedirxaniyan / Konê Reş

Çima milet navdarên xwe bibîr tînin?! Gelo,wê jiyanê li wan vegerînin?! Bêguman na.. belê da ku reseniya xwe pêk bînin û nifşên xwe yên nûhatî serwextî ked û xebata wanbikin û zarokên xweli ser şopa wan mezin bikin..

Di destpêka sala 1989an de, dema ku min û hevalê xwe (Abdulbaqî Huseynî), kovara (Gurzek Gul) diweşand, ez ji berê bêtiragahdarî kar û xebatên Bedirxaniyan bûm; min naskir ku Mîr Miqdad Bedirxan yekemîn rojnameya kurdî bi navê(KURDISTAN)di roja 22ê Nîsana 1898an de li Qahîra weşandiye, Mîr Celadet Bedirxankovara(HAWAR)bi tîpên latînî di roja 15ê Gulana 1932an de li Şamê weşandiye û Dr. Kamîran Bedirxan rojnameya (ROJA NÛ) bi tîpên latînî,di roja 3ê Gulana 1943an de li Beyrûtê weşandiye.Bi weşana Hawarê re yekemîn care di dîroka kurdan de ku alfabeya Kurdî Latînî bikar hatiyeÛ wiha min da ser şopa Bedirxaniyan bi tevayî û Mîr Celadet Bedirxan bi taybetî.. Ta ku min di rêka Apo Osman Sebrî re naskir ku(Rewşen xanim) kebaniya Mîr Celadet Bedirxansax e û jiyana xwe li bajarê Banyas derbas dike..

Di nav rojan re, min xwe pê ve gîhand û her meh carekê diçûm serdana wê..Di wan serdanan de, min gelek pirs li dor Bedirxaniyan û Mîr Celadet Bedirxan jê dikirin..min divîbû pirtûkekê li dor jiyan û xebata Mîr Celadet û kovara wî Hawarê berhev bikim..Wê jî,texsîr nedikir ji min re digot û dibiland..Di nav re jî gazin û lome ji kurdan dikir.. û pesnê du hevalên Mîr yên xiristyan dida, yek (Yûsif Melek) û yê din (Mensûr Şalîta). Û digot van her du camêran du carî bi min re bîranîna koçkirina Mîr Celadet vejandin.. Piştî ku ez serwextî her du pirtûkên bîranînaMîr Celadet bûm, min ji xwe re got; çima em jî bîranîna koçkirina Mîr Celadet a 40 salî kunîzîk dibedi roja 15ê tirmeha 1991êde ye,bibîr nayînin..? Û min jibo vê yekê kar kir;di destpêkê de min du hevalên xwe yên nêzîk; helbestvan Xelîl Sasonî ji malbata Eliyê Ûnis û helbestvan Hadî Behlewî serwextî vê rojê kirin, camêran piştevaniya xwe bi xurtî ji min re diyar kirin ûdi encam de me bîranîna 40 saliya koçkirina Mîr Celadet pêk anî:

Di roja(15/7/1991) de,me li taxa Xerbî, di hewşa mala (Mecîd Şêxo) birayê Mihemed Şêxo de,dest bi programê xwe kir. Di destpêkê de avokatê helbestvan Xelîl Sasonî bi çend gotinên Mîr Celadet Bedirxan yên bijartî li dor giringî û şêraniya zimanê kurdî destpê kir.. Di pey re, min bi kurtbûn naveroka pirtûka ku min li dor jiyan û ramanên Mîr Celadet Bedirxan berhev kiribû, ji amadeyan re şirove kir.. Di pey min re helbestvan Hadî Behlewî (Nûhat), helbestek delal avêt serked û karê Mîr Celadet, Nivîskar Dilawer Zengî jî, di gotina xwe de ronahî berda ser dîroka malbata Bedirxaniyan.. Seydayê Tîrêj jî helbestekli dorçûna Beyrûtê ûserdana Mîr Kamîran Bedirxan xwend..

Salihê Heydo helbestek xwend, Diya Ciwan ku ji Şamê hatibû wê jî helbestek li dor Mîr got.. Keça Kurd jî helbesteke xwe xwend, Dildarê Mîdî jî helbesteke xwe xwend.. Dawî mamoste Xalîl Sasonî gotina ku Mîrzade Rewşen Bedirxan ji me re şandibû xwend.. werhasil, 12 kesan gotin û helbest xwendin. Ji kesên ku amade bibûn; hinji tevgera kurdî, gelek rewşenbîr û nivîskar, helbestvan Bavê Narîn ji Şamê, kebaniya Seydayê Cegerxwîn Kehla û du keçên xwe (Gulperî û Rojîn) û gelek zimanhez û welatparêz..Vejandina me ji vê rojê re, sêyemîn car bû ku Mîr Celadet tê bibîr anîn û yekemîn care ku li Qamişlo di nav kurdan de tê bibîr aînin..Wiha ji wê rojê ve bîranîna welatparêzan di nav me li Cizîrê û Efrînê destpê kir..

Roj, meh û sal derbas dibûn..100 saliya rojbûna Mîr Celadet jî nêzîk dibû.. Di dilê min de hebû ku em wê rojê, bi beşdariya kebaniya wî(Rewşen Xanim), bibîr bînin..Wek her carê çûm serdana wê, min jê re got û soz jê stand ku bi me re di rojbûna Mîr Celadet de li Qamişlo amade û beşdariyê bibe.. Ji min re got; “baş e kurê min.. berî wê rojê, ez ê bême Helebê, şevekê bibime mêvana (Ferîde xanim), kebaniya Dr. Nûrî Dersimî û ya dinî rojê, bi balefire ez ê bême Qamişlo..” Me wilo li hev kir.. Û careke din min tev hevalên xwe ji helbestvan û nivîskar agahdarî wê rojê kirin.. Herwiha min cihê mêvandariya wê di vêla dostekî xwe de digel otomobîla wî ku di xizmeta wê de be tekûz kir.. Lê sed mixabin, di roja 1ê hizêrana 1992an de Rewşen Xanim koça dawî kir, ew projeyê ku bi me re beşdariyê di 100 saliya rojbûna Mîr Celadet Bedirxan de bike neçû serî û çavên wê bi dîtina Qamişlo kil nebûn û ne cavên rewşenbîran bi dîtina wê li Qamişlo xweş bû.

Berbanga 1ê hizêrana 1992an, zingilê telefona min lê da.. bi rahiştina bihîstokê re,keça wê Usmeya bi dengekî kelogirî ji min re got; “Konê Reş! Diya min zeea bû..(Anku Mir), ji min re gotibû ji Konê Reş re bêje.. Saet 11 em ê wê bibin Şamê li kêleka Mir Bedirxan û yabû Mîr Celadet veşêrin.. eger tu hazir bibî..?”.

Wê sibehê, balafira ku ji Qamişlo diçû Şamê bi dest min neket, dîrekt min berê xwe da Helebê û ji Helebê çûm Şamê.. Bi rê de min ev çend gotin nivîsîn û di eynê rojê de, gîham ser gora wê û min ev gotina ku min bi rê de nivîsandibû got:

Erê Mîro! felek çerx û dewran e

Rewşen Xanim îro li te mêvan e

Bigerîne civateke Botanî

Digel Rewşen û Celadet û Xanî!

Rewşen Xanim wê bide te mizgînî

Îro şer e li Herekolê banî

Li Cizîra Bavê Têlî, li Şernax

Gelê Kurd mil dane hev bi yek rex

Şiyarbûne êdî nemaye ew xew

Bexwedan û serxwebûne û hew..

Jibo bîranîna 40 rojiya Rewşen xanim jî, careke din min tev hevalên xwe ji nivîskar û helbesvanên wê demê agahdarî 40 rojiya wê kirin, lê ji ber tirsa ji emniyetê,ez û (Useyma Xanim) keça Rewşen Xanim tifiqîn, ku ezafîşa 40 rojiya diya wê Rewşen bi navê malbata Bedirxaniyan çêbikim û têde bêjim ku wê bîranîna wê li mala wê,bajarê Banyasê be, tevî ku mala wê li Banyasê nema bû.. (Hingê keça wê Sînem xanim li Kerkûkê û Bexdayê bû û a kurê wê Dr. Cemşîd li Almanya bû). Wiha min çend afîşên biwêneyê wê, di hin kolanên Qamişlo de, bi dîwaran vekirin..Di roja 11/7/1992an de, li Qamişlo, taxa Qenat Swês, hewşa mala welatparêzekîkurd bi navê(Ehmed Gero)ji dostên helbestvan Dildarê Mîdî,me 40 rojiya Rewşen Xanim bibîr anî..

Birêveberên bîranînê helbestvan Dildarê Mîdî û rewşenbîra kurd Xanim bûn..Di destpêkê de, min bi kurtbûn serboriya Rewşen xanim û hin ji çavpêketinên xwe pê re gotin.. hem jî, min ronahî berda ser Mîr Celadet û kovara wî HAWARê.. Bi rastî gelek gotin û helbest di wê rojê de ji rex helbestvanan ve hatin xwendin.. Her yekî/ê ji helbestvan û nivîskaran dewla xwe di ava bîra Rewşen xanim de dakirin.. Tevan xweş kir, belê helbesta Seydayê Tîrêj zor xweş bû. Lêborînê ji kesên ku min navê wan neanîbe ziman, dixwazim.. Ji ber ku nav tev nayê bîr min..

Piştî koçkirina Rewşen xanim bi çend mehan, anku di havîna 1992an de, pirtûka min bi navê (Mîr Celadet Bedirxan: Jiyan û Ramanên Wî), bi zimanê Erebî di rêka Dr. Mihemed Abdo Necarî de, li Şamê hat çapkirin.. Di sala 1997an de careke din eynî pirtûkê bi zimanê Kurdî li Stokholmê, di nav weşanên (Jîna Nû) de hat çapkirin. Hingê ji nû xelkên me li Qamişlo Mîr Celadet Bedirxan û kovara wî HAWARê bêtir naskirin.

Sebaretî vejandina me ji 100 saliya rojbûna Mîr Celadet Bedirxan re roja 26ê Nîsana 1993an, dikarim bi dengekî bilind bibêjim ku, ez bûm yê ku kar û xebat ji vejandina wê sedsaliyê kir.. Belê bi alîkariya hin dostên xwe yên nêzîk ku li pişt min sekinîn: Helbestvan û parêzer Xelîl Sasonî, helbestvan Hadî Behlewî, Kamîranê Haco ûhelbestvan Dildarê Mîdî.. digel van hunermendên delal: Hizniyê Selîm, kurê wî Adilê Hiznî, Behaa Şêxo, Hisênê Tewfo û hunermendê fotografê Ekremê Derwêş.. Erê,min tev agahdarî vê rojê kirin û giringiya wê ji wan re got.. tevan jî bi erênî û kêfxweşî pejirand.. Me xwest em wê bîranînê li (Sikrê Mizgeftê) pêk bînin, hem ku cihê seyrana ye, hem ku em rêka xwe bi (Lata Mîr) xînin.Ew lata ku Mîr Celadet Bedirxan di sala 1930î de dema ku ji bo serhildana Araratê li gundê Mizgeftê,di mêvandariya mala Haco debû.. diçûnêçîrê û gelek caran li ber wê latê rûdinişt.. ji wê hingê ve xelkên herêmê navê(Lata Mîr) lê kirin..Hem jî ku em nêzîkê konê rehmetiyêMecîdê Haco bin, yê ku Mîr Celadet dîtibû û ew baş nasdikir,da ku ji me re hin serboriyên xwe bi Mîr re bêje..

Dawî, wek ku min dixwest; sedsaliya rojbûna Mîr Celadet Bedirxan bi gotin û xwendina helbestên di pesnê Mîr Celadet Bedirxan de bi dawî bû û me rojek bi kêf û şahî derbas kir.. Bi rastî rojekedîrokî bû..Ji dil û can spasiya tev beşdar û amadebûyên ku, di her sê bîranîna de texsîr nekirin,dikim.. Ji wê hingê ve, ez bi berdewamî li dor Bedirxaniyan dixepêrim, dinivîsim û wan bibîr tînim.. herwiha ku ji min bê, ez ê li dor tev navdarên me binivîsim û wan bibîr bînim.. Ezbenî! Ku ez û te bi wiha bîranîn û çalakî ranebin, wê kî pê rabe..? Berpirsyariya min û te ye.

Qamişlo 2/5/2021

Lê Binêre

Êzidî li Îraq û Kurdistanê

Êzidî li Îraq û Kurdistanê / Eydû Baba Şêx

Êzidiyatî Olekî baweriyê bi Xwedê û Milyaketên wî tîne, û rêzê li hemû Pêxember, Welî …