"Enter"a basıp içeriğe geçin

Sıraç Oğuz / Îdrîsê Bidlîsî

Li ser Îdrîsê Bidlîsî, gelek lêkolîn û nivîs hene. Kurd bi pirranî ji wan lêkolîn û nivîsan bêhayîdar in. Lê Kurd, bi taybetî Kurdên çepgir bi çavkorî li Îdrîsê Bidlîsî dinêrin. Bêguman Îdrîsê Bidlîsî jî ji rexneyên çê û xerab azad nîne. Lê Kurd di derbarê wî da rexneyên xwe bi neyartî tînin ziman. Hemû kirin û kiryarên wî şaş dibînin. Halbûkî yên ku Îdrîsê Bidlîsî rexne dikin ne ji dîroka wî ne jî ji kirinên wî hayîdarin. Divê ew dîroka Îdrisê Bidlîsî baş bê zanîn. Ji ber ku kirin û jiyana wî herdem Kurda eleqeder dike. Di dema xwe da kêm an jî zêde, ji bo Kurda gelek xebat kiriyê. Bi padişahê Osmanî ra li ser rêvebirîyeke xweserî û ziman peymanên bi du alî çêkiriye.

Esil navê wî Îdrîs e û ji Bidlîsê ye. Ji bo wê wek Îdrîsê Bidlîsî hatîye binavkirin. Di gelek çavkanîyan da bi navê bavê wî û bi navê bêşekariya (kariyer) wî tê binav kirin. Di hinek çavkanîyan da tê gotin navê wî Mewlâna Hekîmeddîn Îdrîs, Mewlâna Hûsameddin Elî-ûl Bidlîsî bûye. Di hinek çavkanîyan da jî, Mewlâna Hekîmeddîn Îdrîs an Mewlâna Hûsameddîn bîn Îdrîs El-Hekîmeddin hatîye binavkirin. Bûyîna Îdrîsê Bidlîsî sedî sed nayê zanîn. Lê di gelek çavkanîyan cîh digre ku, di sala 1452 ya jî 1457 da li Bitlîsê ji dayîk bûye. Di dema deshilatîya Akkoyunîyan da wek katibê diwanê dest bi kar kiriye. Cara yekem bi navê Rîsalê-î Hazâniyye berhemek nivîsandiye. Paşê bûye Lelê yê zarokên paşa û sultanan. Dû ra wek mûdderîsek zana û pîroz di nav gelda tê naskirin. Cara ewil bi navê heştî bêşt, li pey wê jî bi navên cûda û bi Kurdî, Farsî û Erebî bîst û pênç berhemin wî bi xwe nivîsandiye, hene. Di dema Padişah Yavuz Selim de hûrmetek mezin dibîne. Di sala 1514 da li dijî Şah Îsmail dikeve nav şerê Çaldiranê. Piştî şer sedem alîkari û zanyarîya Îdrîsê Bidlîsî, Yavuz Selim wî dike şewirmendê xwe. Dema Tebrêz dikeve destê Osmanîyan, Bidlîsî li Tebrizê di mizgeftan da weez dide û li ser hêzê çavdêrî dibe Fermandar û rêveberê bajarê Tebrîzê. Bidlîsî piştî serkeftina Şerê Çildiranê, vedigere Kurdistanê û bîstûpênç Mîr û Begê Kurdistanê tîne bahev. Di navbera wan û Yavuz Selim da peymanê çêdike û xweserî ji bo kurdan dide ragihandin.

Yavuz Sultan Selim, di sala 1516dan da navenda Amedê radestî Bitlîsî dike. Bi nîşana Osmanî ya herî bilind a bi navê Kazaskerlik dide xelat kirin. Bi mûnasebeta vî xelatî hemû îdara wîlayetên Kurdistanê dikeve destê Îdrîsê Bidlîsî. Divê dîroknas û lêkolînerên Kurd, bûyerên dema Îdrîs ê Bidlîsî bûne, bi zelalî bînin ziman. Gelek kirinên wî pir bi rûmet in. Jibo vê yeke divê Kurd Bidlîsî baş nas bikin, li ser kirinên wî nîqaş bikin û bi çavên neyarên xwe, li dîroka xwe nenêrin. Ji ber kû, milletek dîroka xwe nizanibe û neşopîne nikare xwe biparêze. Gelek Kurd bi zanayî ya jî bi nezanî, dibêjin, Bidlîsî di dema xweda ji Osmanîyan ra xebatên serkeftî, li Kurdan jî îxanetekî mezin kiriye. Ji ber ku firsendên mezin ketine desten wî, lê wî ew firsend ji bo milletê xwe bi kar ne aniye. Û wê demê dewletek ji bo Kurda ava nekiriye. Hê jî gelek sîyasetvanên Kurd, nivîskar û rewşenbîr fikren xwe yên salan bere didomînin. Ew kesên ku destkeftinên Bidlîsî hê wek îxanet bin av dikin, ew di mercên îro da jî ji bo Kurdan otonomîyê dixwezin, ku daxwazên wan ji destkeftinên pêncsed sal berê jî şundanin.

Mînak, li Bakûrê Kurdîstanê, partiyên ji bo Kurdan ferederasyon, otonomî û xweserîyê dixwazin, gelo ferqa wan û Îdrîsê Bidlîsî çi ye? Heta evên belengaz hê jî nikarin bi zimanê xwe bipeyvin û siyaset bikin. Lê Bidlîsî wê demê bi zimanê xwe tevgeriya ye û siyaset kirîye. Qasî Kurdî Erebî û Farsî jî di qadekî bilind da bi kar anîye. Wekî din bi Padişahî Osmanî ra ji bo Milletê Kurd xweserî û mafê ziman bi dest xistiyê. Lê ew belengazên îro jî Bidlîsî xayîn binav dikin, hê zimanê xwe jî nizanin. Pir an jî hindik, ew zimanê xweşik û delal, îro Kurd pê dipeyvin xêr û keda Bidlîsî tê da gelek e.

Têbinî: Min ji salan bere xwest ku rojek tirba Îdrîsê Bidlîsî bibînim û li ser tirba wî çend vêne bikişînim Sala 2017an da roja 20ê Tîrmehê li Stenbolê bûm. Kek Nimettulah Atal navnîşana Tirb Îdrîsê Bidlîsî di malpera xwe da parve kiribû, (İdris Köşkü Cad. Kerim Ağa Sokak- Fatih), ez û Kek Nevzat Yeşilbagdan em çûn ser tirba Bidlîsî û me jê ra dua kir û çend wêne kişand.

NIVÎSÊN BALKÊŞ