"Enter"a basıp içeriğe geçin

Têmûrê Xelîl / Bêjera kurd a ji destpêka weşanên Radyoya Kurdî: Eznîva Reşîd

Kerem bikin fikirên  Kemal Burkay, Rohat Alakom, Nura Şane, Zerduşt Öztürk, Mehmed Salih Bedirxan û Husên Hebeş:

 

Kemal Burkay

Radyoya Rewanê û Eznîva Reşît

Wek duh îro jî, di dilê min da ji bo Kurdên Sowyêt şa û hezkirinek heye. Ev şa û hezkirin ji xortanîya min tê, ji radyoya Rewanê dest pê dike. Me radyoyek kirîbû û kêfxweşîya herî mezin ji bo me guhdarîya radyoya Rewanê bû. Gundî cara pêşîn ku pê hesîyan radyoyek jî bi zmanê wan qise dike û kilaman dibêje, him ecêb man, him jî gelek kêfa wan hat. Klamên radyoyê dilê Kurdan disot. Dema diçûn bajêr û ji xwe ra radyoyek dikirîn, ji dikandar ra digotin “radyoyeke usan ku, bila radyoya Rewanê bikişîne!”

Dengê spîkera radyoyê ji bîra min naçe. Yeke jin bû. Bi dengê xwe yê nerm û şîrîn xeberên rojê û şirove dixwendin. Bi axaftina wê ya zelal em tê gihîştin ku bi zmanê Kurdî jî meriv dikare xweş qise bike, merama xwe bêje, pirsan şirove bike… Navê xwe Eznîva Reşît bû. Dîya hevalê me ê delal, Têmurê Xelîl e, ku me bi salan şunda naskir. Ji tiştên xweşik yên ji berhemên radyoya Rewanê yek jî berhemên folklorî, destan û çîrokên Kurdî bûn. Yek ji bîra min naçe: Çîroka “Memê û Eyşê”. Mêrê Eznîva Reşît, Xelîlê Çaçan ew çîrok bi zmanê şiêr wek destan careke din nivîsandibû, ango kiribû menzûm. Piştra hînbûm ku ew berhemê delal jî ya Xelîlê Çaçan Muradov e, mêre Eznîva Reşît, bavê Têmur, ku ew destan kiribû pîês. Xelîlê Çaçan nivîskar bû û bi salan jî serkarê Radyoya Rewanê bû. Xuya ye malbateke welatparêz, hunermend, jîr û jêhatî…

Rohat Alakom

Eznîva Reşîd berî 58 salan bi kurdî nivîsîye…

Nivîseke Eznîva Reşîd ku di roja 8/3 1962an de di rojnameya Rya teze de hatiye weşandin ji çend aliyan ve balkêş e. Eznîva Reşîd (1924-2000) 27 salan wek bêjer (spîker) di Radîyoya Rewanê de kar kiriye. Di salên xwe yên dawîn de di fîlma“Kilamek ji bo Beko” (1992) de jî cîh girtiye. Li ser koçkirina Eznîva Reşîd re îsal bîst sal derbas dibin. Ew, jina Xelîlê Çaçan Mûradov û dayîka rojnamevan Têmûrê Xelîl e. Ev nivîsa ku berî 58 salan hatiye weşandin wek mesajek, peyamekê jî dikare bê hesibîn. Nivîs di warê dîroka pîrozkirina Roja Jinan ya Navneteweyî de dokumenteke balkêş e. Ez qet têkilî zimanê vê nivîsê nebûm, li jêr latînîya tekstê wek xwe diweşînim.

Dotêd k’urda derheqa roja xweye îroyîne bextewarda distrên

Eznîva R’eşîd

(Dîktora xeberdanêd r’adîoêye p’ara k’urdî)

Çiqas r’oje p’êlêd r’adîoê ser deşt û zozanar’a, gelî û gebozar’a, ç’ya û banîyar’a bi hezara kîlomêtra r’ê dibir’in û dengê dîktor û dengbêjêd me dighînine welatêd dûr û nêzîk, r’adîoguhdarêd me.

Nava dengê wan dengbêja da nin usa jî dengê qîz û k’ulfetêd k’urd, kulfeta k’urd, ya ku berî qeydê sovetîê nava belangazîê û zelûlîêda bû û îro welatê sovêtîêda bûye uzva mexluqetîêye t’am, xweya r’isqet û îzna xwe.

Ji guhdarvanêd me k’ê Sûsîka Simo, Belga Qado, K’ubara Xudo, Zadîna Şekir, Asa Avdel, Naza Kokil, Seyrana Musa û gelekêd mayîn nas nake, yêd ku bûne h’izkirîê guhdarvana. Çiqas h’eftêye ji r’adîoguhdara bi deha name têne stendinê, wekî dengbêjêd qîz wanar’a k’lama bistrên.

Ewana k’lamêd derheqa Lenînê mezin, Partîa Komunîstîeye azadar, derheqa emrê xweyî îroyînî bextewar, derheqa xebatêda, merivêd xebatkarda, qeydê kolxozîêda distrên û usa jî k’lamêd bengîtîê, govenda, mêranîê dibêjin.

Gelo ji r’adîoguhdarêd me k’ê k’lama “Kolxozêd me kanîne” nebîhistiye, ya ku koma qîza distrê. Vira qîzêd k’urd derheqa e’mrê xweyî t’êr û t’ijîda, derheqa emrê kolxozîêda distrên û dibêjin, wekî kolxozêd wan kanîne, li deşt û zozana danîne, kîlerê wan t’ijîne, xebatçîêd wan jî cindîne.

Îro r’oja 8-ê martê em çawa h’emû jinar’a, usa jî omidêd xweye dengbêjr’a açixîêd xebatê dixwazin û dibêjin: derheqa emrê meyî bextewarda dha kubar û blind bistrên dotêd k’urd… Bra dengê we çar qulbê dinê belabe û her yek bizanbe, wekî cimae’ta sovêtîê çawa dixebite, dijî û ax’riya merivayêye nûr-komunîzmê çêdike

(Ji tîpên kirilî: R. Alakom)

Nûra Şane ser Eznîva Reşîd

Wexta di mekteba seretayî da bûm ji min ra wisa dihat hemû dayîk kinik, qelew, laçik spî û rûgeş in, hemû bav jî zeîf, dirêj, mehd tehl û pircaran jî tilî di pozê da wek ku li xezîneya Nebî Silêman digerîyan bûn. Û ne Dê ne jî Bav ticar mekteban naxwînin…

Min berî çendekê nivîsek gelek xweş xwend behsa xanimek bedew û kurdewar dikir ku ne carek, lê 27 salan her ro di radyoyê da: “Yerevan xeber dide… Guhdarên ezîz! Pey deng û behsan ra hûnê şirovekirinê bibihisîn, dû ra jî em ê çend kilamên cimaeta kurda ji dengê Şeroyê Biro, Efoyê Esed û Zadîna Şekir bidin…”. Wexta min vê nivîsê xwend bêhemdê xwe min herdû rewşa da berhev, ew bîranîya min berî 15-17salan bû ku ez ewqas heyîrî dimam; wexta dê û bavê keseke xwendî bûna… û ew xanim di sala 1926an ji dayîk bûye û di wê zemanê da zanistgeh xelas kirîye.Çiqas heyf ku bi bihorîna dem û demsalan va rewşa meya perwerdehîye her û her paşva çûye.
Ew xanim Eznîva Reşîd e, sala 2000î çûye dilovanîya xwedê, wexta duh nivîs xwend min dît ku rojbûna wê 18.05.1926 bi vê riyê rojbûna wê li me hemûyan pîroz be, ji ber ku hişyarkirina miletekî da rolek wisa sereke da bi serfirazî cîh girtîye… înşela ji vir pê da di nav gelê kurd da hêjmara jinên wisa wêrek û xebatkar zêde bin ku ew rewşa mina berî 16 salan cardin li ser tu zarokek kurd dubare nebe!

Zerdüşt ÖZTÜRK

Ezîza ber dilê guhdaran: Eznîva Reşîd

“Yêrêvan xeber dide… Guhdarên ezîz, niha deng û behsên teze bibihên… ”

Dengek nerm, zelal, dengê dost û hevalan, dengê xwedîyan, xwûşk û birayan, bi zimanê Kurmancan… hêvî ev nebe, çîye?

“Guhdarên ezîz, dengê Radyoya Rewanê kilamên cimaeta Kurda pêşkeşî we dike…. ”

Di sala 1955an de, gava wê radyo vebe, ji bo bêjerîyê (spîkêr) ji nav civakê, ji mêra û ji jina namzet tên xwestin. Gelek kes serîyan lêdixe. Ji wan yek jî Eznîva Reşîd e. Wî çaxî bîst û neh, sî salî bûye. Ji ber ku Kurdî baş zanibûye û baş bikar aniye, dengê wê nerm, zelal û xweş bûye, di nav gelek namzetan de tenê ew tê jibartin.

Eznîva Reşîd, her wiha dibe bêjera yekemîn ya radyoya fermî ya dewletê û heta salên 1982an, bi qasî 27 salan, dengê xwe digîhîne guhdarên xwe yên ezîz. Îro kesên ku emrê wan ji çil salî zêdetir be, hema bêje herkesê ji wan, qet nebe carek bûye guhdarê Eznîva Reşîd û bi anonsên wê gelek dengbêj nas kirine û ji wan hez kirine.

Radyo, du sala weşana test dike. Di wan herd salan de xebatkarên radyoyê tenê Eznîva Reşîd û Casîmê Celîl bûne. Piştî du salê radyoyê temam dibe, Hikumeta Ermenîstanê û Yekitîya Sovyetê, di sala 1957an de ji bo rêvebirîya radyoyê komîsyonek ava dikin û serkarîya radyoyê didin Xelîlê Çaçan (Xelîl Muradov). Xelîlê Çaçan evî karî heta sala 1981an bi rê ve dibe. Her çiqas Dewleta Sovyetê hinek şert û astengîya derxistine pêş wan jî, radyo bi serkarîya serketî ya Xelîlê Çaçan ve, folklora Kurdî bi hemû taybetîyèn xwe ve gîhandiye miletê xwe.

Her wiha Xelîlê Çaçan bîst û çar sal kar û barê radyoyê dike, ne hêsan e. Di sala 1981an de jî diçe ser dilovanîya xwe. Wek tê zanîn Xelîlê Çaçan mêrê Eznîva Reşîd e. Herdu bi qasî nîv sedsalek bi hev re xebitîne, bi gorî çavkanîyan, dora 1800 kilam berhev kirine, di radyoyê de qeyd kirine û xistine milkê miletê xwe. Her wiha ev herd kesê qedirbilind, kar, ked û qencîyên gelek biqîmet gîhandine radyoyê.

Eznîva Reşîd, di 18ê Gulana sala 1926an de li Camûşvanê ya Ermenîstanê hatîye dinyayê. Navê bavê wê Reşîdê Ecem e. Reşîdê Ecem, di dema şoreşa Ûris de, wek Erebê Şemo ku em bi saya romanên wî nas dikin, Bolşevîkek bi dilê we bûye. Xêncî Eznîvê, sê kurên wî hebûne û ji hezkirina Lenîn, navê wan wek Vîladîmîr, Îlîç û Ûlyan ku nav, paşnavê Lenîn û navê bavê Lenîn in, li wan kirîye.

Kurmanca gotîye, “Mêr hene mêrok in, jin hene wêrek in.” Eznîva Reşîd, yek ji wan jinan e ku ketîye dil û deftera Kurdan.

Mehmed Salih Bedirxan

Bi mîlyonan kurd bi dengê wê şîyar bûn 

Me hemûyan navê Eznîva Reşîd, yekem spîkera Radyoya Rewanê û mêrê wê Xelîlê Çaçanê Serokê Radyoya Rewanê bihîstiye.  Em ji hin lêkolînên derbarê Radyoya Rewanê têdigihên ku nifşên kurdan ê salên 1960 – 1970yî beriya her stranê, her piyes û her bernameya Radyoya Rewanê banga Eznîva Reşîd a ”Guhdarên Ezîz! Yêrêvan xeber dide…! „ bihîstîne û li ber meqama dengê wê kesereke kur kişandine.

Beriya bi çend rojan Doç. Dr. Yekta Uzunoglu (Yekta Geylanî) di malpera Riataza de bi sernava  ”Milyaketên parêzkar ên muzîka kurdî” bîranîneke xwe ya ligel xanima kedkar Eznîva Reşîd û mêrê wê Xelîlê Çeçan nivîsandibû.  Bi xwendina wê bîranîna Uzunoglu re haya me ji gelek tiştên nû derbarê Radyoya Rewanê û keda Eznîva Reşîd û Xelîlê Çeçan de çêdibe.

Di nezera me de hêja Uzunoglu divê wan bîranînên xwe bidomîne û zanyariyên nû derbarê malbata Çaçan de bi rayagiştî ya kurdan re parve bike.

Helbesteke dr. Husên Hebeş bi kurdî û almanî ser Eznîva Reşîd

Helbest bi du zimanan – bi kurdî û almanî – di pirtûka Huseyn Hebeş a bi sernavê “Ronahiyê birîn meke” (bi almanî: “Verletze das Licht nicht”) da , di rûpelên 42 û 43 an da çap bûye.

Mêze bikin, kurdekî ji Efrîna Kurdistana Rojava bûye mêvanê bêjera radyoya kurdî a Rewanê, behsa girara destê bêjerê-dayîkê dike, dibêje ku ewê bi dengê xwe “ewir zîndanî dikir” û hezkirina xwe ya di hindava dayîkê da bi van xetan va bi dawî tîne: ”Gava Eznîva dê em bicarekê li şûna xwe hêştin, kevir û kuçikên Kurdistanê jî melûl bûn û şîn girêdan”.

 

Husên Hebeş

Eznîva Reşîd : Rojnamevana kurde rehmetî

Porê Yêrêvanê bi tava tebaxî qijilî bû

ew gêj bûbû xwe davêt bextê hunikiyê

dengê ji zû de bi zimanê me li Kurdistanê

mizgîn û stiran lûs dikirin di dema ewir jî zîndanî dikirin

eger guh li awazên kurdî bigirtana û di ber re hilperyana

bi min re dipeyivî vê carê wek dê

girar ji min ra datanî û nanê sêlê li ser sifrê rêz dikir

ez kedî dikirim bi dilovaiya dayîktîyê

gava Eznîva dê em bicarekê li şûna xwe hêştin

kevir û kuçikên Kurdistanê jî melûl bûn û şîn girêdan.

¤¤¤

Ezê çend gotinan ser wê yekê bêjim, ku çawa hinek kes – bi zanebûn an bê zanebûn  – hewil didin karê Radyoya Kurdî a Rewanê reş bikin, keda wan kesan pûç bikin, ku bi saya wan weke du hezaran kilamên kurdî û ji 40î zêdetir pîês-şanoyên kurdî bûne milkê gelê me.

Nimûneyek: li Stembolê ji alîyê weşanxaneya Weqfa Îsmaîl Bêşikçî da pirtûka Zerî Înançê çap bûye bi sernivîsa ”DI RADYOYA ÊRÎVANÊ DE DENGÊ KURDΔ. Înformatorê vê pirtûkê Celîlê Celîl e.

Texmîn bikin, ku me ewqas behsa Eznîva Reşîd kir, lê li vê pirtûkê behsa wê nayê kirinê, heta navê wê jî tune.

Ez nikarim bêjim ku di vê pirtûkê da şaşî hene, lê dikarim bêjim ku tê da rastî tune. C. Celîl bêy ku rojekê jî di Radyoyê da kar bike, bi zanebûn tevaya karê Radyoya Kurdî a Rewanê bi navê bavê xwe Casimê Celîl û neferên mala xwe va daye girêdan. Lê a rast ew e, ku ji wê malbetê ew bi xwe, diya wî û xûşkeke wî Zînê tu rojekê jî li wir kar nekirine, heta belkî riya Radyoyê jî nizanibûne. Bavê wî û xûşka wî – Cemîla Celîl çend salan ber destê serok û berpirsyarê radyoyê Xelîlê Çaçan wek bersivdarê beşa mûzîkê kar kirine, ew jî ne bo wê yekê, ku ji mûzîkê fêm kirine, lê bo dengbêjan peyda bikin, wana bi sazbendan ra bînine cem hev, studyoya bo qeydkirina kilaman kirê bikin û h.w.d.

Radyoya Rewanê çi ye? Stiran û pîês-miqam-şanoyên wê ne. Û ew hemû jî di dema serokatîya 24 salan ya Xelîlê Çaçan, bi redaktorîya wî, bi biryara wî û bi cesareta wî hatine qeydkirin, belavkirin û bûne milkê gelê kurd. Piştî mirina wî tu kilamek û pîêsek nehatîye qeydkirin. Û di wê pirtûkê da behsa Xelîlê Çaçan jî nayê kirinê. Ango, jin û mêr zêdeyî nîv qurneyî ew karê pîroz meşandine û navê wan di pirtûka ser dîroka Radyoya Êrîvanê da tune. Ez bi xwe jî 3 salan, piştî mirina bavê xwe bûme redaktorê beşê yê wê radyoyê û, hilbet, navê min jî tune.

Ew pirtûk bi reng, ciddî çap bûye. Xwendevan jî lê dinêrin, ku pirtûk bi bergê bedew e, nivîskar keseke navdar e, weşanxane ser navê kesekî binavûdeng e, înformator kesekî naskirî ye û yekser dikirin. Pirtûkfiroş jî kêf dikin, ku zêde difiroşin, bêy ku ew û xwendevan bizanibin ew pirtûk mînanî dermanekî ye, ku ji navê wî xuya dibe, ku her nexweşîyan qenc dike, bêy ku haya wan hebe, ku di hundurê wê jehr e û dikare her kesî bikuje.

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ