Keyhan Mihemedînîjad-Dildarê Helbestvan, Welathezî

Keyhan Mihemedînîjad / Dildarê Helbestvan, Welathezî û Niştimanperweriya wî

Ey reqîb maye qewmê Kurd ziman, naşikê û danayê bi topê zeman. Helbestek ku ji aliyê “Yûnis Reûf” naskirî bi “Dildar” ve hate afirandin bû bi sirûda netewî ya netewa Kurd. Bajarê Koye ku ser bi Başûrê Kurdistanê ye, nêzî 20 helbestvanên navdar têde hilkevtine. Ev bajarê Hacî Qadir Koyî û Melay Gewre û Dildar e. “Yûnis Reûf” naskirî bi “Dildar” helbestvanê welathez û nîştimanperwer di bajarê Koyê de, li
sala 1918`an hatiye dinê. “Yûnis Reûf” an jî mamoste “Dildar”, li sala 1927an diçe dibistanê û dest bi dersxwandinê dike. Sala 1941an di warê yasayî de bo zanîngeha Bexdayê derdiçe. Sala 1945an xwendina xwe ya zanîngehê dawî pê tîne. Piştî sê salan û li rêketa 11`ê Kanûna Yekem a sala 1948an li Hewlêrê canê xwe ji dest dide. Belkî di gotarek wiha de mirov nekare bi başî Dildarê helbestvan binirxîne, lê emê hin bandorên wî li ser netewa Kurd û jiyana wî bi we xwenerên hêja re bas bikin.

Dildar xet û nivîseke ciwan hebûye, bilî zimanê Kurdî, zimanê Erebî, Tirkî, Farsî û Îngilîsî bi başî zaniye û heta qasekê jî zimanê Feranseyî jî zaniye. Ew di nivîsîna latînî de jî gelek şarezar bûye.
Wî gelek hez li stranên folklorî kiriye û nemaze lawik û heyran gelek pê xweş bûye. Mamoste
Dildar ne tenê bi hest û sozeke nazik yan jî bi helbest, xeyalên xwe yên pir hêvî û nalebar
pirsgirêkên Kurdan çareser dikirin, belkî wekî gelek xortên xebatkar hate nav meydana
têkoşîna pir metirsî ya siyasî. Pêka pertûka mamoste “Ebdullxaliq Elaedîn” a bi navê “Dildar
Şaîrî Şereşgerê Kurd”: Mamoste Dildar di sala 1938an de tevlî Partiya “Hîva” bûye û her bi
sedema jêhatî û bi şiyanbûna wî, ew di heyameke kin de bû bi sekreterê vê Partiyê. Wî
hewil û zehmeteke zêde di pêxema pêşxistin û bihêzkirina wê Rêkxistinê de da.

Piştî hin arîşeryan ku di sala 1944an de Partiya Hîva ji nav diçe, lê Dildar roj bi roj hestên wî
bihêztir dibûn û her ew bûne sedem ku Dildar rêbazeke din a siyasî bigire berahîka xwe û li
sala 1946an de tevlî Partiya “Teheror” wate “Partiya Rizgarî” bû û ew di wê Partiyê de yek ji
endamê bikêrhatî û xwedan hizir bû. Ew di nav xelkê xwe de stêrkek ronahî bû. Ew
hemû çalakiyên siyasî yên ku Dildar têde dijiya, bû bi sedemê vê ku bîr û hizra netewî li cem wî
helbestvanê zêdetir geşe bike û roj li pey rojê hesta wî bo ax û nîştimanê zêdetir bin. Dildarê
helbestvan li derheq bîreveriyên xwe û xwepêgihandina xwe li warê dîroka Kurdayetî
de wiha nivîsiye: Min bi hesteke hemasî ve di pirtûkxaneya birayê xwe Seidî de dest bi xwendinê kir, û min li pêş hemû tiştekê de dîroka Feranse û Yûnan bi zimanê Tirkî xwand, piştre min her sê cildên pirtûka Îstîqbal a Celal Nûrî xwand û dîroka Kurd û Kurdistan a Emîn Zekî Beg û dîroka Baban û Soran û Mokriyanî ya Seyîd Husên Suznî bi Kurdî xwend. Wan pirtûkan siloganên derbasbûyî anîne ber çavên min û min digel xwe beravird dikir. Êdî min got ez hêdî hêdî mêjiyê xwe vekim û nirxandina dîrokê bikim”. Dildarê helbestvan pêş vê ku biçe nav dinyaya helbestnivîsînê, bi xwe di vê derheqê de wiha nivîsiye: “Min dîwana Nalî gelek bi hûrî dixwand û helbestên ciwan ên Nalî digel helbestên bi soz yên Hacî Qadir di nav mêjiyê min de li ser serweriyawêjeyê şer dikirin.

Di vê şerê de tiştek bi min re hate bexşîn, gelek xeyalên wisa di mêjiyê min de hebûn ku min hez dikir di nav xelkê de bînime ziman, min xwe ceriband ku ez dikarim helbestan vehûnînim. Ez şevekê heta direngê şevê nerazam û min karî qesîdeyeke 15 beytî bivehûnînim, min di nav helbesta xwe de li ser dayîkekê nivîsîbû ku bo xortê xwe yê hatî kuştin çawa digiriya! Eva yekem helbest bû ku min vehûnandiye, ma min his nebû?
Yan jî genc nebûm? Belê min hem his hebû û hem jî ez genc bûm. Lê dema ku Nalî ez bo dildariyê
radikêşandim û wê demê Hacî Qadir jî ez bo nîştmanperweriyê radikêşandim, wan du
helbestvanan bi awayên cuda bandora xwe li ser dilê min hebûn. Lê xwendina dîrok û dilê min ê bi
soz û his û xizmetkirina min, bo aliyê Hacî Qadir ve dibir. Her ku min dixwest xezeleke dildarî bêjim,
dengê pîroz ê Hacî Qadir bi ser min de dihate qîrandin û digot: “Basî zolfî dirêj û çavî bexew Nebirawe bûwe trrî xesrewe” Êdî ez neçar dibûm û min destê xwe yê pênûs têde şil dikir û hizra xwe diguherî”. Mamoste Dildar gelek hêvî bi paşeroja netewa xwe hebû. Ew hertimî hêvîxwazê bexteweriya gel û azadiya nîştimana xwe bûye.

Dildar helbestvanekî hilkevtî yê bilind û bi behre bû. Tiştek sereke û bingehîn ku bandordar bû li ser helbestên Dildar, dîmenên xweşik û xemlîn yên Kurdistanê ku bi radeyekê hest, soz û bîr di xeyalên wî de afirand, û wekî dildarekê germiya ciwaniya wî hejandiye ku ew jî di wê helbesta wî de bi ciwanî derdikeve.
Kurdistan xoş nîştîmanî ciwan
Tu qîblegahî min î bê guman
Çavim pişkevtûy şaxekanit e
Fêrî jiyanî baxekanit e
Dengî şimşalî şivanekanit
Qaspey kewanî qed kêwekant
Xorî avekey nişîvekant
Emane hemûy goya kirdimewe
Hêvînî şî`irî diliyan girtimewe.
An jî Dildarê helbestvan bi afirandina helbesta xwe ya bi navê “Ey Kurd”, basa bê dewletiya Kurd û
paremayiya Kurdistanê dike û tê de gotiye hemû welat gihan bi serbixweyiya xwe lê her tenê tu
mayî. Helbesta Dildar a bi navê “Ey Reqîb” mînaka herî bilind a helbestên siyasî yên Dildarê helbestvan e. Dildarê helbestvan herçiqas 30 sal jiya, Lê wî karî cihê tiliyên xwe li ser tevgera dîroka helbestên
hevçerx yên Kurdî bi cih bêhle û zêdetir bi helbestvanekî şoreşvanê Kurd bê nasîn. “Ey Rqîb”
ku wekî sirûda netewî di nav netewa Kurd de bi nav û bang e, bûye sembola netewî û ev hindeyê
din Dildarê helbestvan mezintir kiriye.

Sirûda netewayetiya “Ey Reqîb” li serdemê Komara Kurdistanê de bû sirûda neteweyî û heta niha jî Ey Reqîb di her çar parçên Kurdistanê de sirûda neteweyî û nîştimaniya Kurd e. Ew sirûda, bas ji bûna Kurd dike, ji ber vê yekê bûye sirûda neteweyî. Dildar di pileya yekem a jiyana xwe de serkevt, lê di pileya duyem de ecelê pêsêra wî girt û nehêla di pileya duyem a jiyana xwe de serkevtî be. Wî gelek hêvî digel xwe birin li jêr axê û wekî Hacî Qadir Koyî gotî: “Merg û jîn mîslî sêber û taw e – Evey baqî bimênê her nav e”. Belê ya ku niha maye, nav û huner û welatparêziya navdarê Kurd mamoste Dildar e.

Çavkanî: Pirtûka mamoste “Ebdullxaliq Elaedîn” a bi navê “Dildar Şaîrî Şoreşgerê Kurd”

Lê Binêre

Omer Avnî Efendî yê Xarpûtî

Nivîskarê Kavaid-i Lisan-ı Kurdî (Qavaîdê Lîsânê Kurdî): Omer Avnî Efendî yê Xarpûtî (1865-1932)

Seîd Veroj Omer Avnî Efendî, ji bajarê dîrokî yê Xarpûtê ye ku îro bi navê …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !