Roja Wêje û Dengbêjiyê

Sultan Yaray / Roja Wêje û Dengbêjiyê

Wêje, ya ku ziman bi pêş dixe, teşeyê dide civakê û hiş û bîra civakê qewîn dike wêje bi xwe ye. Ji aliyê bîrdozî, ramanî, hêstiyarî û têgihîştina civak û neteweyan ve girîng û pêwîst e. Dîroka nivîsandina zilamê kurd zêdeyî hezar salan e, lê ya jina kurd ji ber ku ji nivîsê bêpar hatine hiştin, ji bo heman dîrokê meriv nikare behsa nivîsa jinan bike. Jinên kurd bêtir di wêjeya kurdî ya devkî de cih girtine. Jina ku ewqas di nav jiyanê de di têr û tijebûna serpêhatiyan de bûye, ne mumkun e ku nikaribe berhemên nivîskî biafirîne. Lê mixabin ji ber bêparbûna xwendin û nivîsê berhemên nivîskî ya jina kurd a dîrokê tune ye.

Wêjeya devkî di wêjeya kurdî de xwedî cihekî taybet e. Dixwazim li ser wêjeya devkî çend gotinan bi we re parve bikim. Tevî ku meriv nikare tam bibêje ku dengbejiyê kengî dest pê kiriye, li ku derê, ji aliyê kê ve û bi çi awayî cara yekemîn hatiye gotin, bi çi sedemî derketiye jî diyar e ku xwedî dîrokeke gelekî kevnar e. Peyva dengbêjiyê peyvekê hevdûdanî ye, ji deng û bêjeyê pêk tê. Her wiha wêjeya devkî gelekî beriya wêjeya nivîskî hebûye. Dengbejî tenê ne stranbêjî ye. Dengbêj, ew kesên ku serpêhatî, destan, çîrok, çîrçîrok, şer, êş, evîn, mesele, gotinên pêşiyan û buyerên dîrokî bi awayekî zindî gihandine nivşên nû ne.

Di dîwanxaneyan de, li odeyên mîr û began dengbêj xwedî cihekî taybet bûne. Yên ku zimanê kurdî zindî hiştine û parastine jî dengbêj bi xwe ne. Dengbêjî axîn û nalîna dilê dayikan, kela dilê mirovan e. Ew, kevneşopî û şerdên civaka xwe baş dizanin û binbîra wan gelekî xwirt e. Di ferhenga civaknasiyê de gotineke wisa heye. ”Peyv difire, nivîs dimîne”, lê belê kurdan bi saya dengbêjan, ev gotin vala derxistine. Lewra tiştên ku di dîrokê de qewimîne bi saya dengbêjan heta roja me ya îro hatine.

Di dengbêjiyê de rengê jinê çi ye?

Armanca min ne ew e ku wêjeyê bi nasnameya zayendî nîqaş bikim. Lê her çiqasî ku jin ji wêjeya nivîskî bêpar hatibin hiştin jî di wêjeya devkî de gelekî pêşketî bûne û di nav bîra dengbêjiya kurdan de cihê dengbêjên jin girîng e. Tevî ku mêr û sîstemê xwestine dengê jinê bibirin û bitepisînin jî bi ser neketine. Jinan bi awayekî çalak stran gotine û afirandine. Her wiha êşên xwe, kêfxweşî, kul û xemgîniyên xwe, bi dengê xwe anine ziman.

Di govendan de li dîwanxaneyan li ber dergûşa zarokên xwe, li ser paleyiyê û di ber gelek kar û xebatên xwe re stran, dûrik, zêmar, lorîk, çîrok û mesele gotine.

Ji ew jinên hunermend yek jê jî Elmas Xanê ye. Li gorî lêkolîner Zeynep Yaş, yekem jina kurd a ku dengê xwe li ser qawanê tomar dike Elmas Xan e(Elmas Mihemed). Elmas Mihemed di sala 1894’an de li gundê Xargulê bi ser navçeya Qilebanê ya girêdayî Şirnexê ji dayik bûye. Bi navê xwe yê hunerî jî wek Elmas Kurdî tê nasîn.

Elmas Mihemed dotmama dengbeja navdar Meryem Xan e. Ew wekî malbat ji aliyê zargotin, huner û wêjeyê de têr û tije bûne.  Elmas Xan û malbata xwe di sala 1915’an de ji ber fermanên Osmaniyan derbasî Zaxoyê bûne. Dema diçin Zaxoyê têkiliya wan û bi gelek kesên ku ji bakurê Kurdistanê diçin başûrê Kurdistanê re çêdibe. Li Zaxoyê gelek rewşenbîr û dengbêjan nas dikin. Elmas Xanê ji zarokatiya  xwe de ji gotina stranan hez dikir. Elmas Xan tênê ne bi dengê xwe, bi zanebûn û jîrbûna xwe jî jineke kêrhatî bûye. Ew jineke hunermend, rewşenbîr, pêşketî û dildara stranên kurdî bûye. Nêzî bîst û sê çar salan di radyoya Bexdayê de bi zaravayê kurmancî stran gotine û xebitiye. Di arşîva muzîka kurdî de çar qawanên ku dengê xwe lê tomar kirine hene. Herwiha keda wê li ser dotmama wê Meryem Xan jî heye.

Bi kurtasî be jî dixazim behsa jineke din ya dengbêj bikim ku gelek ji me bi navê wê nehesiyane. Belê her çiqasî heta niha me dengê wê nebîhistibe jî, diya nemir Mihemed Arifê Cizrawî, Edlayê jî li herema Cizîra Botan dengbêjeke navdar bûye.

Ji ber ku dengê jinê wek eyb û guneh hatiye dîtin, gelek dengên ku me nebihîstine û nehatıne tomarkirin hene. Edlayê jî yek ji wan jinan e ku ji ber dengê wê nehatiye tomarkirin, me guhdariya wê nekiriye. Cizra Botan, warê alim, zana, hunermend û dengbêjiyê ye. Yek ji wan kesên hunermend û dengbêj jî dayika Mihemed Arif Cizîrî, Edlayê bûye. Dayîîka Edlayê li Cizra Botan bi starn, çîrok û qesîdeyan, bi dengê xwe yê xweş nav û deng bû.

Mihemed Arif Cizirî, gelek stran ji dayika xwe hîn bûye, li her aliyê Kurdistanê tê nasîn, lê wek me li jor jî anî ziman ji ber ku dengê dayika Edlayê nehatiye tomarkirin di nav civaka me de nehatiye naskirin. Hîn jî gelek jinên dengbêj hene ku civaka me wan nas nake. Ger lêkolîneke berfireh çêbîbe ew ê navê gelek jinên dengbêj, helbestvan û hunermendin dekeve ser dikê. Ger heta kurdan îro li himberî ewqas dagirkerî, talan û tunehesibandinê jî karibûne xwe biparêzin, ev bi saya wêjeyê ye. Çi nivîskî, çi jî devkî.

03.01.2021

Sultan Yaray

 

 

Lê Binêre

Kurtedîroka Sînemaya Kurdî

Kurtedîroka Sînemaya Kurdî / Biradostê Mîtanî

Sînemaya Kurdî jî weke beşek ji çanda kurdî ya ku kesayeta kurdî ava dike ketîye …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !