"Enter"a basıp içeriğe geçin

Nihat Gültekin / Berxwedana Gilîdaxê û du kilamên li ser Gelîyê Zîlan

Di salên ji 1926’an heta 1932’ya li Serhedê navbera hêzên kurd û dewleta tirka di çîyayên Gilîdaxê gelek bûyerên mezin pêk hat. Piştî tekçûna serhildana Şêx Seîd  dewletê qirar girtî bû ku gelek axa, beg û serokeşîrên kurd ji erdên bav û kalên wan bişîne sirgunîye. Di bajarên wek Amed, Merdîn, Wan, Muş, Bitlîs û yên mayîn gelek kes bi minesebata tevlêbûna serhildanê bi tev zar- zêçên xwe di nava zivistanê de şandin bajarên Tirakya û Anadolîyê sirgunîye. Gelek kes di rêyên sirgunîyê de, di sar-sermayê de, di bin berf-baranê de jîyana xwe wenda kirin ketin bin axa sar. Gelek kes jî hatin girtin, Di nav wan de hîn kes hebûn eleqa wan tevlêbûna serhildana Şêx Seîd çênebûn.

Li Bazîdê jî dixwestin gelek axa, beg û serokêşîran ber bi bajarên Tirka, rojaavayê Tirkîyeyê sirgun bikin. Di nav wan kesan de Biroyê Heskî Tellî jî hebû. Îbrahim axa jî yek ji wan serokeşîrên kurd e ku di dema serhildana Şêx Seîd de, li Serhedê tev serhildana nebûye. Bixwe ew çax Serhadê bêdengîyek hebûye, haya kesî bûyera Şêx Seîd nînbûye. Di berîya wan qirarê sirgunkirinê, Biro û hevalên wî li dijî artêşa rûs şer dikin. Alîkarîyê dewletê re dikin. Mala Biro hem li gund hebûyê, hem jî li bajarê Bazîdê. Li bajar bi karên dikana xwe re mijûl bûye. Lê dewletê dîsa jî dev ji Biro bernedaye. Biro hemberî qirara dewletê nerazîbûna xwe tîne ziman û teslîm nabe. Berê xwe dide çiyayên Gilîdaxê û hemberî dewletê agirê berxwedanê vedixe û îsyan dike.

Gelek kes der dorên Bazîdê, taybetî jî pismamên Biroyê Heskî Tellî tevlê berxwedanê dibin. Paşê êşîrên Celalî, Heyderan û Zîlan û yên mayîn  serokên wan jî tev li serhildanê dibûn. Li aliyê İranê jî gelek kes û êşîr heta dawîye piştgirîyê didine berxwedana Gilîdaxê. Her diçe hemû deran zêdetir tevlebûn çêdibe. Hîn kesên berîya serhildana Gilîdaxê dewletê re şer kirine, neketine dest dewletê, ewana jî rêyekê dibînin û digihêjin çiyayê Gilîdaxê. Di demeke kurt de gelek şêx, axa û serokêşîr û pêşengên Kurdan ên ku hatibûn sirgunkirin jî vedigerin wê derê û piştgirîya berxwedanê dikin.

Sala 1927an di dîroka kurdan de bûyerek gelek girîng, Rêxistina Xoybûnê tê damezirandin. Gelek kes bi İhsan Nurî Paşa ve tevlî berxwedana Gilîdaxê dibe. İhsan Nurî pêşengtîya berxwedanê hildide ser milê xwe. Di warê siyasî û leşkerî de gelek guhertin pêk tê. Bi navê Hikûmata Agirî konseyek ava dibe, gor şert û mercên konseyê her diçe meydana şer fireh dibe. Her desteyek, cihên cûda cûda kar û barên şer hildidin ser milê xwe. Ronakbîr û pêşêngên berxwedanê rojnameyekê bi navê Agirî derdixin. Di dema sala 1928- 1929an de êdî li heremên Serhedê, li bajarên Wan, Qers, Erzurum, Bingol, Agirî, Bitlîs, Muşê bûyerên berxwedanê tên bihîstinê. Şer di nava kurdan û dewleta tirk de her diçe zêde dibe. Di wan bajaran de şervanên Gilîdaxê şûbeyên rêxistina Xoybûne vedikin.

Propaganda şere Gilîdaxê û Rêxistina Xoybûnê dikin. Paşê bi wan salan çiyayê Tendurek dibe qerargaha duyêmîn. Êdî heremên nêzikî çîyayê Tendurekê wek Erdîş, Gelîyê Zîlan, Panos, Bazîdaxa, Begirî, û navçên din û gundan ji vir aliyê revebirên qerargeha Tendurekê  tê birêvebirin. Berxwederên çiyayê Gilîdaxê li gelek alîyan û geleh cîhan erîş dibirin li ser qereqolên dewletê. Dewlet di wan dema dixwest wê mesele bi vir derawan encam bike. Ji bona wan hêvîyên xwe dixwest rêvebirên berxwedanê re bê cem hev. Çend cara Pira Belek tên cem hev, hev dû re nameyan dişînin. Di dawîyê de dewlet aliyê hiqûqî û sîyasî tu encam nagire. Piştî wan hewldanên dewletê şer her diçe fireh dibe. Dewlet, ji bo ku bikaribe di demeka kin de serhildana Gilîdaxê bifetisîne, zêdetir li ser diplomasîyê disekine. Dewletên İngilizan, Sovyetê û Îranê gelek piştgirî digire. Di wan dema de dewlet Gilîdaxa biçûk hildide di nav sînorên xwe, alîyê Wanê jî hin erdê xwe dide dewleta Îranê. Bi deh hezaran leşker, bi dehan top, mitralyoz û balafirên xwe va xwe dispêre Çiyayê Gilîdaxê. Li Erdişê jî cîhê balafirgehe tê avakirinê.

Gelîyê Zîlan nêzî çiyayên Eledaxê û Tendurekê ye. Gelek zozanên wê yên xweşik hene. Mirov dikare bibêje bihûşta zozana ye. Di wan zozanan gelek êşîr cî û war dibin. Sê çîqên Gelîyê Zîlan jî li ser navên eşîran hatine binavkirin. Îhsan Nûrî Paşa û endamên berxwedana Çîyayê Gilîdaxê ji bo ku li herêma Zîlan jî şer dest pê bike, Mihemed Beg, Nadir Beg û Seyît Resûl dişînin heremê. Bernameya ji bo destpikirina şer şer amade dikin. Li herêma Zîlan, li Çaldiran, Melazgirt, Adilcewaz, Erçîş û Patnosê, ji bo destpêkirina şer biryar digirin. Dewlet jî plansazîyekê komkujiyê di herema Gelîyê Zîlan de dixwaze pêk bîne. Dixwaze çavên şervanan û milet kurd bitirsîne. Dewletê bi pêşengtîya Dewrêş Beg û milîsên heremê hazirana sala 1930a de giranîya erîşên xwe didin herêma Gelîyê Zîlan. Di pûşpera sala 1930’yî de İhsan Nurî Paşa hêzên Gelîyê Zîlanê re fermanekê fermî dişîne. Di fermanê de jî şervanan dixwaze ku di çarê Tîrmehê de şer dest pê bike û wiha pê de diçe;”Me ji her tiştî agahdar bikin[1]”

Lê mixabin, berî fermana İhsan Nurî Paşa 15 rojan bi pêş de bê wext şer dest pê dike. Encamê de armancên li Zîlanê hatin danîn bi dest nekeve. A girîngtir di vê heyama şer de Komîteya Berxwedêr a Gilîdaxê ji tu tiştî agahdar nabe. Li herêma Gelîyê Zîlan 80 gund tê werankirin û şewitandin. Li wê deverê kevir li ser kevira namîne. Ev rûdan wekî tê zanîn bi navê Komkujiya Gelîyê Zîlan derbasî dîrokê bûye. Şahidên ew komkujî dîtine dibêjin ku çemên li herêma Gelîyê Zîlan tev xwîn diherikîn. Xwîna hemû çeman tevî Behra Wanê dibû û gol sorgevez kiribû. Pêrtax, Newala Kuştîyan, Hesenevdal, Adaxeybê, Milk, Newala Fedê, Newala Bebo, Çakirbeg ev nav tev navên gelî û newalên cîhê komkujîya Gelîyê Zîlan in. Li gorî salixdayîna dewletê herî kêm 15 hezar meriv hatine qetilkirin, bi sedan xanî û gund hatine şewitandin. Di wê serdemê de rojnameya dewletê a nîv fermî, rojnameya Cumhuriyetê, hejmara 16’ê Tîrmeha sala 1930’î yî derbarê komkujîyê de wiha dinivîsî; 2” Gundên ku tevî eşqîyayên Agirîyê bûbûn tev hatin şewitandin û niştecîyên gundan ji bo bicîkirinê şandin Erdîşê. Di tevgera leşkerî de hejmara eşqîyayên hatine îmhakirin jî 15 hezaran zêdetir e. li Gelîyê Zîlan şer pir çetin derbas bûye û gelî bi cinazeyan xitimîye.”

Piştî komkujîyê gund tên valakirin, şewitandin û rûxandin. Qanûna niştecîyan ku di pêncê Gulana 1932’yan de dikeve merîyetê, ji Zîlanîyan re dibe xebera sirgunkirinê. Bi vê qanûnê herêma Zîlan qedexe dibe û hetanî 20 salan ketina van gundan tê qedexekirin. Bi vê qedexeyê ew herêm dibe cîyê di bin qontrola dewletê de. Bi vê qanûnê malbatên naskirî ên eşîrên herema Zîlanê tev tên sirgûnkirin. Di sala 1980’yî de biryara Kenan Evren li gundekî herêma Gelîyê Zîlan Qirgiz tên bicîkirin. Ew gund a niha wekî gundê Ulupamîr tê nasîn.

Kesên jî komkujîya Gelîyê Zîlan filitîn sirgunî herêmên Derya Spî, Ege, Trakya û Rojavayê Anatolîyayê kirin. Ji du hezarî zêdetir Kurd sirgunî Edeneyê kirin û di Dadgehên Îstîklalê de hatin darizandin. Rojnameya Cumhurîyetê a hejmara 28’ê Mijdara 1931’ê wiha dinivîsand; ”Ji şakîyan Agirîyê, darizandina 700 kesî wê vê hefteyê li Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê dest pê bike. Hetanî niha 192 kes hatine bajêr. Darizandina şakîyên Agirîyê wê di nav vê hefteyê de dest pê bike”. Bi sedan kesên din jî di zindanên Edeneyê de bi nexweşiya tayê mirin. Ên din jî hetanî sala 1948’an di zîndanên Edene, Sînop û Manîsayê de man. Piranîya wan jî birçûbûnê û bi sipîyan mirin. Çend kesên ku ji zîndanê sax derketin jî zêde nejîyan û mirin.

Dîroka kurdan da dengbêjan roleka giran hildayê ser milên xwe. Mirov dikare pênase bike ku dengbêj bîra civata me ne. Dengbêjan bi hunera xwe va derheqa berxwedana Glidaxê gelek agahîyên dîrokî anîne roja îro em tê da dijîn. Em niha jî du kilamên derheqê şerê Gilîdaxê û Gelîyê Zîlan nivîsara xwe dawî bikin…

Gelîyê Zîlan 3

Li minê hayê, li minê hayê

Lê lê Henîfe rebenê, bihar e, şerek li me

qewimiye li zozanê Sûtê

Li bereka Avcewazê, li Norşîna Seydo, li warê

Husêyn Paşa, li rûbarê xelatê

Agirê kulê bikeve mala dewrêş Begê, li pey da

zol anî mala Şero, digerîne îzê û teqîbatê

Memo bi Nado va mane li Îranê, kes tune here

Qeysera wêran birawo ser mîratê.

 

Eva şerê par havînê li Bilanixê kê û kê kir

Şêx Taho mixbûriya mala Şero kir

Mihemedê Hecî Elî bi destê xwe kir

Qadilê Bilê, Hesenê Bilê xelqê Bazîdê

ji keska, li tanga Gurdê pêçiya Paşê bona

gustîleka zêr berda jêkir.

 

Li warê Horzemirê, li dîhara

Hela galê galê şiberek şiwetkiyê qûmandara

Îro gulle dibarin ji teyara

Cinaza dikevin bi hezara

Hespê me wan e ji wê da tênê, zengiyê wanî

xwîn e, zînê wanî vala

Rûyê min nagire, kanê malxwê li ber mala

Hera herine Gelîyê Zîlan guhê xwe bidine

sewta birîndara

Gelle cinaze mane li kokê dara

Jinê mala Şero stûyê xwe xar kirine,

Birango, mane li ber dîwara.

 

Li minê lê wayê, korê nemayê

Mala Dewrêş begê ji nava mala dayê

Bi singûya ketiye nava hêsîrê Gelîyê Zîlan,

ji nav dernayê

Ez bi çavê hêsir, dilê şkestî çûme kokê dara,

ez bala xwe didimê nalê- nalê bûkê Hemoya

li Gelîyê Zîlan xewa min nayê

Ez pey mêrkê camêr ra gelo nemînim li dunyayê.

 

Gelîyê Zîlan 4

Dayê dayê dayê…

Hacê digo Huco Fêrîdê lawo sibe ye qalek çêbiye li ser eşîra Geliyê Zîla

Warê Salih Begê, Zozanê Sûtê5, Kaniya Dîradê, Delavê Hêrîyoyê6

wey la reben im lawo îro nizanim sebeb kî bû, kê bi kê kir

kula Xwedê bi kul be lawo têkeve mala doquzincî alayê

firqa walîyê Bazîdê Dewrêş Beg7 pêra

Mihemedê Hesê Hecî Elî li kaviliya Sarisûyê8

Şêx Tahir dayê rûniştin di heqê Geliyê Zîla da fesadî kir

heyfa mi nayê li qira Gelîyê Zîla

kuştina tazoxlanê Mala Şero Bavê Mizefer

Dewrêş Begê ûrt û ocaxê xwe li dunyayê qelandî lawo

derbek li tazoxlanê mala Şero daye Efê delalî

ji bona xelekek zêr e eza hêsîr im tiliya Ûsiv Begê delal di ber da jê kir…

 

Hacê digo Huco Fêrîdê lawo sibe ye qalek çêbiye li ser eşîra Geliyê Zîla

Warê Salih Begê, Zozanê Sûtê, Kaniya Dîradê, Delavê Hêrîyoyê

reben ez im lawo qewimîye li orta herdu rêyan e

heyfa mi nayê li qira Gelîyê Zîla

kula Xwedê bi kul be lawo têkeve mala doquzincî alayê

firqa walîyê Bazîdê Dewrêş Beg pê ra

Mihemedê Hupê Hecî Elî li kaviliya Sarisûyê

Şêx Tahir danê pêşîyê ji êvar da ez hêsîr im lawo

devê topan û tometîkan û mawzerya li hêsîrê Geliyê Zîla girêdane

heyfa mi nayê li qira Gelîyê Zîla, kuştina tazoxlanê Mala Şero

heyfa mi nayê li wê heyfê zarê di serê sungûya da şûrê di qirika jina da

heyfa mi tê ki wê heyfê tê li wê

dewrêş Begê ûrt û ocaxê ji dunyayê qelandiye

hezar û pêncsed nifûsê Gelîyê Zîlan tov kiriye ji êvar da

biriye li orta Kindûk9 û Milkê10 di nav da kirin qesabxane.

 

Hacê digo Huco Fêrîdê lawo ez nemînim ji kê ra

nizanim bigirîm ji halê kîjan eşîrê ra

ez nemînim ji hêsîrê Geliyê Zîla ra

sêsid qîz û bûkê Gelîyê Zîla kirin makine şandin nav duwala

le hela felek mala te mîrat biye kê ji te ra digo

Hacê Huco Fêrîdê her sê xweyînga sax bihêl di binê cendeka da

bira bimîne ji derdê dunyayê ra lawo

ezê îro ji xelkê Gelîyê Zîla ra bêjim hêsîrê hêsîrê hêsîrê

lawo bi şevê royê ez hêsira tazoxlanê Mala Şero Bavê Mizefer

gula xorta û Efê delalî ez bixwe me felek hey wêl wêl..

Şahidê Gelîyê Zîlan li gundê Pertaxê Gulizer jî dema bûyerekê kal dikir, çawa gule berdabûne zikê bavê Silhedinê Evdî, hema hûr û rûviyên wî rijiyabûn erdê wiha kilam digot;

Wêrana Pêrtaxê li kelehokê,

Gulekê berdanê Ahmedê Silo birangê min qijikê

Terziya vekiriya xala ber bişkoşkê,

Heyfa min nayê bire min qijikê

Heyfa min tê li bavê Silhedîn

Durçik bikevine saqa vê sapokê.

 

[1] Ağrı İsyanı, İhsan Nuri Paşa, Weşanxaneya Med, 1992

2 Şahidekî Komkujîya Gelîyê Zîlan Tahir Nas, Nihat Gültekin, Weşanxaneya Lîs 2020

3 Zargotina Kurdên Serhedê, Mehmet Gültekin-   Weşanxaneya Avesta

4 Antolojiya Dengbêjan 1, Ömer Güneş- İbrahim Şahin- Weşanxaneya Nûbihar 2018

5 Zozanekî li etegê Sîpanê ye.

6 Devereke di navbera navçeya Panos û Erdîşê de ye.

7 Dewrêş Beg; Fermandarekî dewleta Tirkan e.

8 Navê herêmeke li Panosê, nêzîkê çiyayê Sîpanê ye.

9 Kindûk; Gundekî li ser navçeya Erdîşê ye.

10 Milk; Gundekî li ser navçeya Erdîşê ye.

NIVÎSÊN BALKÊŞ