Sıraç Oğuz / Mêrxas û Neteweperwerê Kurd Seyda Mele Selîm

Mele Selîm, bi eslê xwe ji bajarê Ҫepaxҫûrê ye. Di sala 1849da li gundê Şînê lê ser navҫeya Darahênê hatîyê dinya yê.
Di nav gelê kurd û li herêmê Kurdistanê da, wek bi navê Şêx Selîm, Xelîfe Selîm, Mele Selîmê Dimilî û Mele Selîmê Zaza hatîye naskirin.
Di derbarê jîyana Mele Selim û li ser mêrxasîya wî gelek bûyerên bêhempa hatine nivîsandin.
Mele Selîm qasî ulimdarîya xwe, ewqas jî şerwanek dilpola û hêja ye. Di dema xwe da ji bo serwerî û serxwebûna Kurdistanek azad, xebatek hêja kirîye.
Mele Selîm ji bo azadîya Kurdan, li tevayî Bakûr û bi taybetî jî li li bajar û navҫeyên herêma Serhedê gerîya ye. Bi giregirên civaka Kurd û bi êrmenîyan ra hevdîtên pêkanîye û ji bo ҫareserîya pirsgirêkan bi wan ra nîqaş kirîye. Ji bo pirsgirêkên neteweyî û ҫareserîya wan di nav danûstandinan da cîh girtîye û ji kesên welatpêrêz alîkarîya xwestîye
Di sala 1905an da dema ku Jon Tirk li ser rêvebirîya Dewleta Osmanî dibin xwedî bandor, li Kurdan exaretê dikin û dikujin, dike. Mele Selîm li dijberî zordarîya Jon Tirkan, li Bidlîsê, dikeve nav tevgerê û hazirîya şerê ҫekdarîyê dike. Di salên 1913an da Bidlîsê û gelek navҫe û gundên li der û dora Bidlîsê azad dikin.
Piştî Jon Tirkan, îqtîdara Îttihat û Terrakî dest pê dike. Kurdên Sereke jî zu bi plan û fêlbazîya Îttihat û Terrakîyê hayîdar dibin û di navbera xwe da civînên taybet lidardixin.
Mele selîm di wan civînan da pêşnîyar dike û dibêje; “divê em, Ermenîyan jî agahdar bikin û alîkarîyê ji wan jî bixwezin. Jiber ku îro ji bo qirkirina Miletê Kurd ferman hatîye dayîn, lê ewê sibe jî jibo Ermenîyan fermanek bidin.”
Sedem vê yekê Mele Selîm û hevalên wî, demek şûnda li Bidlîsê bi Patrîk û giregirên Ermenîyan ra dikevin nav tekîlî û danûstandinê.
Di bin serokatîya Mele Selîm da rayedarên Kurda û Ermenî tên ba hev û li Bidlîsê civînên bi taybet lidardixin.
Mele Selim, di derbarê nîyet û armancên tevgera Îttîhat û Terrakîyê da civaka Ermenîyan jî bi zimanek zelal agahdar dike û ji wan ra dibêje nîyeta Îttîhat û Terrakîyê ew e, ku dema me kurda xilas bikin, ewê vegerin ser we û dest bi komkujîyê bikin. Îro hedef em in, dê sibe jî dor were we. Planek tevgera Îttîhat û Terrakîyê jî ew e, ku bi awayekî di navbera Kurd û Ermenîya da derxistina şer e.”
Mixabin, Ermenî guh nadin gotinên Mele Selîm û bawerîya xwe bi wî û hevalên wî naynin.
Rayedarên Civaka Ermenîyan hemû li dijî gotinên Mele Selim derdikevin û pêşnîyarên wan qebûl nakin.
Bîlakîs Civaka Ermenîyan di civînê da ji bo piştgirîya Îttîhat û Terakîyê, biryar digre.
Ermenî sedemê piştgirîya xwe jî wiha nîşan didin û dibêjin; “Ji ber ku ittîhat Terrakî dixwaze sîstemek laîk ava bike, ku ji ber wê yekê jî emê bi wan ra bixebitin û alîkarîya wan bikin.”
Kurd li Bidlîsê bi Serokatîya Mele Selîm, li dijî dewleta Osmanî û tevgera Îttîhat û Terrakîyê serî hildidin, di encama şer da bi ser dikevin û gelek navҫe û gundan azad dikin.
Salek şûnda bi daxwaza rêvebirên Îttîhat û Terrakîyê, bi hezaran leşker, ji Erzirom û bajarên din berê xwe didin Bidlîsê û li dijberî Miletê Kurd dest bi zilm û komkujîyan dikin.
Dema ku Kurd li dijî, tevgera Îttîhat û Terrakîyê şer dikin, Ermenî alîkarîya şerwanên Kurd nekin jî, Kurd tu car zirarek nadin Ermenîyan.
Di dema şer da, Mele Selîm telîmat dide şerwanan û dibêje, “Bila tu kes zirarê nede gelê Ermenî. Dema ku hûn di nav bajar û gundan ra derbas dibin, tu tiştekî bêberanber ji Ermenîyan negrin. Li herderê bihurmet tevbigerin. Ew kesên li yekî exaret bike, ewê bi cezayê giran werin dadgehkirin.”
Di sala 1913an da dema Îttihat û Terrakî, di şerê li dijî kurdan da bi ser dikeve, Mele Selîm û hevalên wî teslîm nabin û xwe radestî Konsolxaneya Ûris dikin.
Demeke dirêj di konsolxaneya Ûris da dimînin. Di sala 1914an da, di despêka şerê cîhanê yê yekemîn da, di navbera Dewleta Ûris û Osmanîyan da şer dest pê dike.
Artêşa Osmanî, li Bidlîsê davêje ser Konsolxaneya Ûris û Mele Selîm û hevalên wî êsîr digrin. Di heman demê da Mele Selîm û hevalên wî, li peşîya Konsolxaneya Ûris darda dikin.
Kurd ji hêz û quwet da dikevin, wek gotina Mele Selîm îjar dor tê Ermenîyan û komkujîyan wan dest pê dike.
Di destpêka sala 1915an da rêvebirên Îttihat û Terrakîyê, li Bidlîsê bi lez û bez fermana qirkirina Ermenîyan dide û komkujîya Ermenîyan dest pê dike.
Îro ew kesên ku dibêjin Kurd di komkujîya Ermenîyan da cîh girtine, bila li jîyana mêrxas û neteweperwerê Kurd, Seyda Mele Selîm binêrin û bixwînin.

Çavkanî:
1. 1914 Bitlis İsyanı, Prof.Celile Celil.
2. ‘American Philanthropy and Women’s Education Exported, Andre Walton.
siracoguz@web.de

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …