Konê Reş / Ji Evîna Rojên Kevin (Tirsa Civakê û Emniyetê)

Konê Reş / Ji Evîna Rojên Kevin (Tirsa Civakê û Emniyetê)

Tirsa Civakê:

Nifşê min ji kurdên Sûriyê, bi taybetî yên Beriya Mêrdînê, em di jiyana xwe de toşî gelek qonaxên tirsê bûne.. Erê,hem ji ber cehalet û nezaniya civaka me û hem ji ber zulma rêjîmî.. Di encam de karim bibêjim ku, em di çend qonaxên tirsê re derbas bûne. Tirsa pêşî: Di destpêka zaroktiya min û nifşên min de bû. Di wî heyamî de, dê û bavê me, em bi gelek tiştan ditirsandin; em bi cin û pîrebokan ditirsandin.. bi Reşkêşevê ditirsandin.. bi tebayên çolê ditirsandin.. bi diz û keleşan ditirsandin.. Bi şev me newêrîbû ji mal derkevin.. ji me re digotin; wê Reşkêşevê bê we, an wê diz we bidizin, an wê tebayên çolê we bixwin.. Bi me de dixeyidîn û nedihiştin ku em şevder bimînin.. Ji ber ku gundê me sînorî bû, gelek caran jî em bi guleyên tivingên cendirmeyên tirko û mayînên sînor ditirsandin.. ji me re digotin; nêzîkî her dû şivên hesin nebin, wê cendirmeyên tirko tivinga berdin we û we bikujin an wê mayinên sînor bi we de biteqin.. Hin caran jî ji me re digotin; bi zarokên filankes re nelîzin, bi zarokên bêvankes re bilîzin.. Herwiha em bi gotina filan tişt (Eyb û Aar e) dihatin girêdan.. Erê, bi van şîretên wan re jî dihatin tirsandin û qeydkirin û tirsa wan di hinavê me de dihat çandin..

Di pey vê qonaxa destpêkê re, qonaxa tirsa misilmantiyê destpê dikir.. Ji encamên sîretên melayê gund, dê û bavên me, em bi gunehê nelinêjkirin û rojîgirtinê ditirsandin.. em bi ezabê qebrê ditirsandin.. wek ku mela ji wan re digot, wan jî ji me re digot.. Ji me re digotin; ku hûn nimêj û rojiyê negirin, hûn nikarin di ser pira Selatê re derbasî cinetê bibin û hûn ê herim cehenemê.. Û digotin; pira selatê ji devê şûr tûjtir e, yê ku nimêj û rojiyê negre nikare di ser re derbasî cinetê bibe û yê ku bigire, çavgirtî di ser re derbasî cinetê dibe.. Melayê gund digot; ya star..! Ya sitar ji agirê cehenimê..! Wiha jî, em toşî tirsa misilmantiyê dibûn.

Carekê yekî gundî ji mela pirsî; mela! Ma cinet ji misilmana tenê re ye? Fileh û Êzidî jî hene, ma ew jî narin cinetê? Mela got; bi tenê deriyê cinetê ji misilmanan re vekiriye.. Ew di hukmê gawiran de ne.. ji mişrikan têne hesibandin.. Yekî din lê vegerand; ma çi gunehê zarokên wan heye..? Mela lê vegerand: dibe ku zarokên wan li cinetê xulamên zarokên misilmana bin!! Ji ber ku mela di ilmê xwe de hovik bû, gundî jî nexwenda û nezan bûn, mela çi bigota jê bawer bikirin.. Di encamê van gotinan de em jî, bi agirê cehenemê dihatin tirsandin.

Ji rexekî din ve, tirsa çûna dibistanê û xwendina bi zimanê erebî jî li me hebû.. Dema ku ez sala pêşî çûm dibistana gund, kesekî ji me şagirtan bi zimanê erebî nizanîbû, mamoste jî bi zimanê kurdî nizanîbû.. Bi ser vî halî de, axaftina bi zimanê kurdî di dibistanê de qedexe bû.. Mamosteyê ereb, yek ji me kiribû çavnêr (Reqîb), li ser me, yê ku ji me bi kurdî biaxifiya divîbû 5 qirûşanbide mamoste.. Yê ku çavnêrî dikir, diya wî mêrdinlî bû, baş bi zimanê erebî zanîbû… Di encam de, ji ber tirsa mamoste û zimanê erebî, gelek zarok nediçûn dibistanê û gelek jî, di her du-sê mehên pêşî de ji dibistanê direviyan, xwendina xwe temam nedikirin..

Tirsa Emniyetê:

Belê qonaxa herî bi tirs ya ku ez tê re derbas bûm, ew dema ku hisiyam kurd im, welatê min Kurdistan e û zimanê min Kurdî ye.. Bi taybetî piştî kumin dest bi nivîsandina zimanê kurdî kir.. Erê,  min siyaset nekiriye, lê ji mêj ve min hez zimanê dayika xwe kiriye.. tevî ku di destpêkê de, min hin caran bi zimanê erebî his û hastên xwe davêtin ser kaxetê.. Lê piştî ku min dengê şoreşa Barzanî bihîst û çav bi nivîskarên kurd wek:(Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hişyar û Rewşen Bedirxan), ketim û ji nîzîk ve, ew nas kirin, eşqa zimanê kurdî bi min re gurtir bû.. Nexasim piştî ku minkovara (Hawarê, Ronahî, Roja Nû û Stêr),peyda kirin û xwendin.. Hingî jî, min jiyana xwediyên wan (Mîr Celadet Bedirxan û Dr. Kamîran Bedirxan),ji nêzîk ve nas kir.. Di encam de, bê plan, ketim meydana ziman û nivîsandina bi zimanê kurdî de.. Di sala 1982an de, bi hatina (Prof. Celîlê Celîl)û yên di pey re ji Ermenistanê, ez ji wan fêrî danheva zargotina kurdî bûm.Bi guhdariya stranên (Şivan Perwer) re û kernefala guhestina termê Seydayê Cegerxwîn sala 1984an, di hewşa mala wî de,bêtir asoyê hezkirinaziman û rewşenbîriya kurdî bi min mezin bû..Di encam de min û hevalê xwe(Abdulbaqî Huseyinî),yê wek min evîndarê ziman bû, me kovara (Gurzek Gul), di serê sala 1989an deweşand.. Ev kar ûçalakiyên min li hawayê emniyetên rêjîmê yên pir nedihatin.. Hingî dor 10 beşên emniyetên dewletê li Qamişlo hebûn. Ji wan beşan yên ku çavsorî li kurdan dikirin; emniyeta Eskerî,Siyasî û Dewletê bûn.. Van her sê beşan gelek caran ez bi vexwendinên xwe, birin û anînan ditirsandim.. Tirsandinên wan bi du rengan bû; yek: Çima te navê xwe bi navê(Konê Reş) guhertiye.. jibo ku em tenas nekin ne?? Çima tu bi zimanê erebî nanivîse û tu bi kurdî dinivîse..?An tu ji zimanê erebî ne razî ye?!Ya din zilamên xwe li min dielimandin ku qerf û henekên xwe bi nivîsandinên min î kurdî û naznavê min (Konê Reş)bikin..

Di vê derbarê de, bi min xweş eku wek nimûne,hin çîrokên xwe, bi hin serokêbeşên emniyetê re bêjim:

Di serê sala 1992an de, endamên emniyeta Siyasiyê,hatin mala min, ez birim cem serokê xwe (General Feysel) û jê re gotin; Ev e yê ku navê xwe kiriye Konê Reş.. Serokê wan li min mêze kir û ji min re got danişte.. Piştî rûniştim,jimin pirsî; tu Selmanê Osmanê Abdo ye..?Te naznavê xwe kiriye Konê Reş? Min got belê ez ew im.. Berdewam kir û got; tubi zimanê tirkî dinivîse? Ez ecêbmayîm mam -ji ber ku ez nizanim bi zimanê tirkî-Min got na.. ez nizanim bi tirkî.. Dema min wilo lêvegerand, dîn bû û ji min re got; derewa neke.. mane te niha got ez Konê Reş im? Min lêvegerand; belê ez ew im, lê ez nizanim bi tirkî.. Bêtir hêç bû.. dengê xwebilind kir û bi ser min ve hilbûû got; heywan ji min re nebêje ez nizanim bi tirkî.. û rojnameyek ji dirca maseya xwe derxist.. vekir, bir ser helbestekê ku tê de hatibû weşandin, bi xetek sor nîşankirî bû, şanî min kir û got; ev ne ya te ye? Dema ez çav bi rojnameyê ketim ku rojnameya (Welat) e û ew helbesta dor xêzkirî yamin e,berî çend mehan min ji Banyas, ji Apê Musa Anter re şandibû kudi rojnameya (Welat) de belav bike..Kêfa min hat û min lê vegerand; belê ya min e. Got; ê, çilo tu dibêjî ez nizanim bi tirkî?! Min got ev rojname ne bi tirkî ye, bi kurdî ye.. Got; tu rast dibêjî kurdî ye?! Min got belêrast dibêjim.. ne bi tirkî ye, bi kurdî ye.. Ji nû baweriya wî hat ku ez nizanim bi tirkî..Hingî, min gelek cara name û berhemên xwe ji Banyasê, li ser edrêsa Rewşen Xanim Bedirxan dişandin ji kovar û rojnameyên kurdî re wek: kovara (Hêvî) li Parîsê, rojnameya (Armanc)li Stockholmê, kovara (Rewşen) li Bonnê û kovara (Sirew) li Urmiyê..

Dawî li kaxetekê mêze kir, xwend û berê xwe da min û got; te çi di vê helbestê de gotiye..? Te em kirine dagîrker.. -Xuya bû yê ku jê re wergerandibû zimanê erebî, raportek jî bi şirovekirina helbestê nivîsandibû..lê negotibû rojname bi kurdî ye, wî jî famkiribû kurojname bi tirkî ye-Min lê vegerand helbestek zaroka ye, min ji devê dayika xwe girtiye û nivîsandiye.. Dawî ji min re got; here.. ez serêşandinê naxwazim.. Ev e deqa wê helbesta min:

Bizna Pîrê

Hebû pîrek du diran

Por gijik û bi xeftan

Sîtila şîr bi destan

 

Diçû berya bizna kol

Geh pêxwas û geh bi sol

Şîr vediwar bol bi bol

 

Rojkê bizin çû çerê

L, wê navça dor dêrê

Berfê lêda nedî rê

 

Vêca bizin şevder ma

Şîrê pîrê jî nema

Belengazê ket xema

 

Rojek, du roj, sê roj çûn

Pîrê kir qal û pevçûn

Bizna winda nehat çûn

 

Tev wê sermê pîr derket

L, biznê gerya xet bi xet

Ji deh gava, gavkê ket

 

Ji sira bê û sermê

Û dûrketina germê

Bêvil lêbû wek xurmê

 

Talî poşman hate mal

Deste vala bi mital

Bizin ma l, kort û newal

 

Nû gundiya xwe kir kar

Şivan hat û kir hawar

Bizna pîrê gura xwar

 

Pîrê giraya kir halan

Jin û pîr li dor civyan

Nav di xort û keça dan

 

Tev bûn yek çûn gurê har

Hin bi das û hin bi dar

Gur kirin perçe û par

 

Heyfa pîrê hilanîn

Diranê gur deranîn

Li kumê zarokan danîn.

Ev bû çîroka min î yekê bi emniyeta Dewletê re.

 

Çîroka din;Vê carêgeneral Alî Mexlûf,serokê emniyeta siyasiyê li Qamişlo sand pey min..Ewmirovekî zalim û dijkurd bû.. Berî ku ew min bixwaze cem xwe, çend carekî endamên wî ez bersiv didam; nav û nişnên min distandin.. Navê birayên min, apên min, xalên min eşîra min..!Lê vê carê serokê wan xwest min bibîne.. Ez çûm.. ez derbasî odeya wî kirim.. wî ji min re got rûne.. Di wê kêlîkê de yekî din di pey min re derbas bû, nizanim ji kû derket û çilo derbas bû..! Ew jî beramberî min rûnişt.. Hema mindît Alî Mexlûf berê xwe dayê û dest bi siqêf û xeberan jê re kir.. darek ji pişt maseya xwe kişand û pê ket.. Ew zilam ji ber reviya.. dawî bi rûniştina li ser kursiyê xwe re ji min re got; kuçik in, ajanên tirkiyê ne.. û ji min re got were ser vî kursiyê rûne.. Ew kursiyê ku ew zilam li ser rûniştibû.. Ez li ser wî kursiyî rûneniştim, li ser kursiyekî dûrî wî rûniştim.. Min dî ji min re got kûçik! Min ji te re got li ser vî kursiyî rûne, ne ew kursî.. û dest bi xeberan kir.. Bi xeberdanên wî re, rabûm ser xwe, bi rabûna min re, dar li serê min ketin.. û nema min xwe dît. ji huş xwe ve çûm.. Tiştê bi xwe hisiyam ku ez şil bûme û yekî bi herdu destên min girtiye,wek termekî min bi dûv xwe de dikişkişîne û bi kurmancî ji min re got; xemnake.. xemnake.. xeber ji min re jî dan û li min jî xist.. Min ji re got tu kurmanc e? Got; erê û ez birim odeyekê.. çixareyek ji min re vêxist, da min û got bêhna xwe fireh bike.. Nexeme.. nexeme.. va ez ê herim ji serok re bêjim ku bihêle tu here malê.. Tirsiya bûn ku tiştek bi min hatiye.. Cû û hat û ji min re got; serok got; bela here lê sibe saet 11 vegere, ez wî bibînim.. Û wiha mehekê, her sibe saet 11 û her êvar saet 7 divîbû ez herim xwe şanî wan bidim..

Carekê jî serokê emniyeta Dewletê (General Xidir), sand pey min.. ji min pirsî; tu çi dinivîse? Min got; ez çîrok û çîvanokên folklorî û hin caran helbestan bi kurdî dinivîsim.. Got; çima tu bi erebî nanivîse..? Te bi erebî xwendiye û dibistanên kurdî nînin..?! Min got; tevî ku min bi erebî xwendiye, lê ez bi zimanê dayika xwe, bêtir karim his û hestê xwe derînim.. Got; tu hevalê kîjan partiyê ye? Min got; ez pîş bi siyasetê nakim û qet neketime partiyan de.. Got; istaz Selman! Nivîsandina te bi kurdî siyaset e..nebêje ez ne siyasî me û siyasetê nakim.. helbet tu hevalê hina ye.. Min got; qet ez neketime partiyan de.. Got; ma tu ne kurd e?Nabe ku tu ne hevalê hina be? Min lê vegerand; eger helbet be, ez li ser navê Barzanî mezin bûme. Biçekî bêdeng ma û got; rehma Xwedê lê be..

Nizanim kîjan sal bû dema ku endamên emniyeta eskerî hatin pey min û gotin; serokê me general Mihemed Mensûra te dixwaze.. Di wî heyamî de Mihemed Mensûra sê parêzgeh di bin destên wî debûn; Hesekê û Reqa û Dêra Zorê.. Hêza wî di ser tev hêzên emniyetê yên din re bû.. Bi vê vexwendina wî re ez tirsiyam.. û min di dilê xwe de got; ya rebî ev çi dozê li min dikin..! Ez birim.. berî ku min derbasî odeya wî bikin, ji min re gotin, hin mêvanên wî hene, li vê odeyê bimîne, çayekê vexwe ta ku serok vala bibe.. Min wek wan kir.. Çayê anîn.. û her bîstekê yekî ji wan derî li min vedikir û ji min re digot; tu Konê Reş e..tu nivîskar e û dikeniya.. Dawî ez birim odeya wî.. Ew ji pişt maseya xwe rabû û hat pêşiya min û got; ya ehlen wesehlen bi nivîskarê me.. Ez hembêz kirim.. wek yekî ku ji deh salan ve hevalê xwe nedîtibe û ji nişka ve wî bibîne.. Ez mam ecêbmayî.. Qehwe ji min re anîn û got; “Ez hez nivîskar û torevan dikim.. Welleh ya exî navê te xweş e.. Konê Reş..! Te evnav ji kû aniye?”.Di wê bîstikê de, mêvanên wî hatin.. wek ku pêşwaziya min kir, wiha ew jî pêşwaz kirin.. û nema guh li min kir.. Yekî ji endamên wî, devê xwe kir guhên wî de û jê re got: Ebû Casim! Mêvanê te Konê Reş.. Nû li min zîvirî û got; Istaz Selman! Wellah bes min divîbû te bibînim.. Û berê xwe da wan mêvanên xwe, ji şêxên ereban û ji wan re got; “Ev Konê Reş e.. Navê xwe kiriye (Konê Reş) û nivîskar e..”. Şêxên ereban bi çavekî ecêbmayî li min nerîn.. Dawî Ebû Casim ji min re got; tu dikare here.. bes min divîbû ten nas bikim..

Li gor van zext û zorên ku emniyeta rêjîmê em bi wan ditirsandin, ez ji desthilanîn nediketim.. Min bi vîn û deyaxek mezin li berxwe dida.. Min girtin û zindan dabûn ber cavên xwe û bibawerî min karê xwe dikir..Gelek caran min ji xwe re digot; eger ez bême girtin jî, ji min û malbata min re şeref e.. girtina di ber zimanê kurdî de şeref û rûmet e..Eger ezbême girtin jî, ne di ber xerabiyeke civakê an diziyekê de ye.. Bi rastî bira û mirovên min jî, pişta min digirtin, nav di min de didan û digotin; ji karê xwe venegere; “Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne”. Wiha min bi bawerî tirsa emniyetê dişkenand û karê xwe berdewam dikir.. Di encam de dikarim bibêjim; di çi karî de be, hezkirin û mêranî pêwîst in û wek ku kurdan gotiye: “Desthilanîn fereca xêrê ye”. Di vê mijarê de ez nêzîkî wî nifşê xwe yê kurd ku, dibûn Komunist an Baasî nabim..

Werhasil, nifşê min –çend sal kêm, çend sal zêde- ji bilî tirsên civakî û tirsên nijadperestî ji rex dewletê ve, em di gelek kesim û rengên tirsêyên din re jî derbas bûne.. Wek feqîrtiyê, pêkanîna nanê zarokan, tomarkirina navê zarokên xwe bi kurdî û peydakirina kar di saziyên dewletê de.. Dawî, bi min xweş e ku ez bêjim; çixareya herî xweş ku min vexwariye, ew çixareya piştî ku ez ji cem emniyetê derdiketim.

 

Lê Binêre

BEDİRHAN BEY İSYANI

HER YÖNÜYLE BEDİRHAN BEY İSYANI

Cabir DOĞAN/ BEDİRHAN BEY İSYANI Tanzimat’ın Diyarbakır ve Çevresinde Uygulanmasına Karşı Bir Tepki Hareketi ÖZET …