enfal

Bûbê Eser / Zîndana Diyarbekirê û Enfal

Li gor min di jiyana gelê me de du nokteyên reş, du nokteyên herî bi êş, du nokteyên herî hov û du nokteyên ku mînakên wan li vê cîhanê rû dabe tune ye.

Ji wan yek zîndana Diyarbekirê ye ku ez bi xwe jî nêzî sê salan tê de jiyam (2-1-1980—19-05-1982)

Ya din jî enfala ku li başûrê Kurdistanê pêk hatibû ye. (Min nêzîkî salekê li başûrê Kurdistanê li ser vê jî kar û xebat kirî ye û heta niha sê berhemên wan weşandiye û yek jî li ber çapê ye) Min xwest van herdu bûyer û kiryarên qirêj binim ba hev da ku em bikaribin fêm bikin bê çima ez dibêjim zîndan û enfal???

Min xwest hinekî rewşa wê zîndanê di vê nivîsê de vekim û sedema herdu bûyeran bînim ba hev û bi kurtasî vê şirove bikim.

Dema Ciwanên kurd piştî derbaya leşkerî ya di 12 îlona 1980 li tirkiyê û bakurê kurdistanê pêk hatibû, hatin girtin û ketin zîndanê. Armanc û hedefa dagirkeran jî ew bû;  ji bona keç û xortên kurdan hemiyan li gel malbatên wan di wê zîndanê de û yên li derveyê wê zivêr ango aciz bikin ku yên di zîndanê de bûn bibim tirkê baş û malbatên wan jî dev ji doza kurd û Kurdistanê berdin.

Lewra jî di wê zîndanê de hema çi şikil û metodên êşkencayan bêne bîra we û me, ew hemî di wê zîndanê de li me û li wan ciwanên girtiyên di virde ceribandin.

Bi saya wan êşkenceyan gelek kes di wê zîndanê de kuştin, gelek dîn û şêt kirin, piraniya wan seqet hiştin û yên mirov digot qey saxlem in, ew jî piştî demekê her yek ji wan bi nexweşiyekê ketin û ji nava me çûn. Hin hê jî dijîn di warê nefsî de ne zêde baş in.

Ev ne bes bû, bi sedan kesan di wê zîndanê de xadim kirin. Ji ber ku wan bi xwe digot: ”Piştî zîndanê heger tu zewicî be, êdî tê nikaribe here ba jina xwe, heger tu azib e,  êdî tê nikaribe bizewice”. Weha jî kirin.

Wan digotin: ”Piştî ku tu ji vê zîndanê derket, divê tu êdî zimanê xwe bi kar neyne, ji ber ku di virde me ew perwerdayî daye te. Hûn bixwazin jî hûnê êdî nikaribin bi zimanê xwe qise bikin, bixwînin û binivîsînin. Weha jî bû.

Wan digotin: ”Em ê li malbatên we, dê, bav, xuşk û brayên we weha bikin ku ew ji ber vê eziyeta ku em ê li wan bikin wê êdî ji doza hûn ji bona wê ketine vê zîndanê berdin. Weha jî bû.

Pir tişt hene ku divê mirov binivîsîne lê ez ê di vê nivîsê de weha nakim. Kin dibêjim û hêvîdarim hûnê tê bigihêjin ku sedema vê nivîsê çi ye…

Tiştên min nivîsîn an ew gotin, helbet ne sedî sed e. Lê li gor min bi piranî dagirker û karbidestên wê zîndanê bi serketin.

Enfalê çi anî û bir?

Dema enfalê destpê kir, armanc û hedefa Seddam ew bû ku dema mêr nemînin wê jinên wan nikaribin zarokên bi çûk mezin bikin, ji bona jiyaneke nû berxwe bidin.

Çi digot Seddam? Wî her digot: ”Yên bûna bela serê me Barzanî ne, heger ez jinên wan bê mêr bihêlim, êdî ev doz jî têk dihare û ez ê bi serkevim”. Lê weha nebû.

Wî digot; ”Heger ez zilaman nehêlim wê êdî zorak çê nebin, piştê demeke dûr û dirêj çê jî bibin ewên bi min û terbiya ku ez ê bidim wan dê mezin bibin”. Lê weha nebû

Seddam digot: ”Heger ez malên wan bi ser serê wan de xerab bikim, wê perîşan bibin, bê nan û av bimînin. Wê ji bona pariyek nan xwe bavêjin bextê min da ku ez wan efû bikim, nan û avê bidim wan da ku ew jî dev ji doza xwe berdin”.. Lê weha nebû.

Heger çiqasî girtiyên zîndana Diyarbekirê di wir de rastî lêdan, êşkence û kiryarên hovane hatin jî, çi tiştên xerab hatin serê me, hema bêjin ne kêmî wê diaînin serê zîyaretçiyên me jî. Armanca wan ji vê ev bû, me û malbatên me ji doza kurdistanê dûr bixin.

Loma ez dibêjim dagirkerên me, bi saya zilamên xwe yên berpirsiyarê wê zîndanê heger ne bi temamî jî be, bi serketin.

Ji ber ku piraniya kesên ji wê zîndanê derketin, wan bi xwe kurdî li xwe û li zarokên xwe û li malbatên xwe qedexe kirin. Bi tirkî xwendin û nivîsandin. Dema jiyan bû bi tirkî li gor wê jî mejî şikil digire û ew mejiyê ji bona kurdistaneke serbixwe ketibû wê zîndanê, dema derket ew doz û ew zîndan ji bîr kir.

Lê dema li başûrê kurdistanê enfalê ji Barzaniyan de destpêkir (31-07-1983)  Heta jin û zarokên bi çûk, mabûn ku piştî demekê hatin ser hêşê xwe weke Seddam dixwest nekirin. Eksê wê  wan iinên qehreman zarokên xwe bi ruhiyeta neteweyî weke pêşmêrge mezin kirin.

Her keç û xortekî temenî wî/ê bi ser 15-17 diket, dibûn pêşmêrge û direviyan nava pêşmêrgeyên li serê çiyan bûn.

Wan bi şer û tekoşîna xwe, bi hêz û qawetên xwe, bi îmkanên hema hema bêjin tune, berxwe dan, bi azadiya başûrê kurdistanê tola bav, ap, xal, xaltîk, û dêyên xwe bi ragihandin azadiya başûr kurdistanê hilanîn..

Lê yên ji wê zîndanên derketin li gel malbatên xwe çi kirin?

Dev ji zimanê xwe berdan, ew zimanê şêrîn wan bi dest û helwestên xwe kuştin. Ew kuştin lê zimanê tirkan xurt kirin.Berhemên xwe û siyaseta xwe êdî bi wî zimanê qirêj domandin û nivîsandin.

Ji ber vê ye, kesên ji wê zîndanê derketin, hema bêjin piraniya wan dixwazin wê ji bîr bikin. Loma em nikarin komîteyekê demazrînin ku doza wê zîndanê di qada navneteweyî de biparêzin û dagirkeran bidin mahkemên navneteweyî…

Ji ber ku dagirker baş dizanin; dema ziman nema gel jî namîne, doza kurdistaneke azad û serbixwe jî namîne. Lê…

Zîndana Diyarbekirê û enfala li başûrê Kurdistanê pêk hatibû dê tu caran neyê ji bîr kirin. Loma divê em kar û xebatê bikin da ku dagirkeran di qada navneteweyî de bixin mahkeman û wan herduyan  bi vî sucî bidin cezakirinê.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …