Umîd Demîrhan

Umîd Demîrhan / Awirek li dîroka welatên Mela Mehmûdê Bazîdî û Lev Tolstoyî

Rewşa giştî ya bajarên Bazîd û Tûlayê I

-Awirek li dîroka welatên Mela Mehmûdê Bazîdî û Lev Tolstoyî-

Pêşek

Ji bo naskirina du kesayetên serdemekê, divê rewşa welat û bajarên ku li wan jiyane jî baş bê naskirin. Ji ber ku beriya berawirdkirina taybetmendiyên wan ên kesane divê derbarê welat û bajarên wan de çarçoveyeke giştî hebe ku berawirdkirineke rast û durist bê pêşkêşkirin. Lewre di vê xebatê de em ê ji bo naskirina serdema Mela Mehmûdê Bazîdî û Lev Tolstoyî dîroka her du bajarên Bazîd û Tûlayê berawird bikin; derbarê geşedanên cîhanî û herêmî de jî hinek zanyariyan bidin ku dîmena giştî ya serdemê baş xuya bike. Divê bê gotin ku ev nivîs beşa yekem a projeya rêzenivîsekê ye û nirxandina giştî ya serdema her du kesayetan dê bimîne beşên din re.

  1. Bi kurtî Kurdistan û Rûsyaya sedsala 19an

Li cîhana sedsala 19an, ji ber du bûyerên girîng (Şoreşa Fransayê û Şoreşa Pîşesaziyê) Ewropa ber bi geşedaneke dîrokî ve diçe; ev bûyer bandorê li ser cînarên wê yên Rûsya û Dewleta Osmanî jî dikin; her wiha siya wan dikeve ser Îran, Hindistan, Japonya û Misirê jî. Ber bi dawiya sedsalê Misir dikeve destê xanedana kurd a Mihemed Elî Paşa û kurdên babanî yên li Rewanduzê jî gelekî xurt dibin.

Kurdistana sedsala 19an di navbera dewletên Osmanî, Îran û Rûsyayê de dabeşkirî ye; aloziya di navbera îranî û osmaniyan zêde dibe û deverên kurdistanî yên wekî Zohab û Silêmaniyê dibin xalên bingehîn ên vê aloziyê. Ji aliyê kurdan ve, pêşkeftina hera girîng a sedsalê raperîneke giştî ya li Kurdistanê ye ku di encamê de kesayetên siyasî-civakî yên wekî Bedirxan Begê Cizîrî, Seîd Beg, Îsmayîl Beg û Mihemedê Rewanduzî gihiştin hêzeke girîng. Derdora sala 1843an, mîrê Cizîrê Bedirxan Beg û mîrê Colemêrgê Nurullah Begî serî hildan; lê belê ev serhildan ji aliyê osmaniyan ve hatin tepeserkirin û serokên têkçûyî hatin sirgûnkirin. Ber bi dawiya sedsalê ve, kesayetên wekî Şêx Ubeydullahê Nehrî, Ceifer Axayê Şikakî û Şêx Mehmûdê Berzencî jî derdikevine qada neteweperweriyê. Pêşkeftineke girîng a din jî, di bin banê artêşên Rûsya û Osmaniyê de avakirina du artêşên kurd e ku Alayên Hemîdiyeyê berhema vê sedsalê ye.

Rûsyaya sedsala 19an bi qeyser Aleksanderê Yekem dest pê dike û bi kuştina qeyser Aleksanderê Sêyem ve diqede.  Ji heyama qeyser Aleksanderê Yekem pê ve hêza Rûsyayê digihêje Kafkasya û Asyaya Navîn; dewleta navendî ji nû ve tê sazkirin, kolejên ku Piyotrê Mezin vekiribûn vedigerin wezaretan, bi zêdebûne serjimariya welêt re ji bo milkiyeta erdê û pêşxistina pîşesaziyê reformên girîng tên sepandin. Her wiha di nava civaka rûsî de tevgerên siyasî yên wekî Populîst (Narodnîkî), Anarşîst û Marksîstan derdikevin holê. Di vê sedsalê de Rûsya bi Ewropa, Osmanî û Îranî re dikeve şerên hêzdariyê; li dijî osmaniyan serkeftinên girîng bi dest dixîne, di Deryaya Reş de artêşa xwe ya deryayî xurt dike, dibe endamê Kombenda Sê Împaratoriyan (Rûsya, Almanya, Awistirya-Macaristan).

  1. Bazîd û Tûla: nasname û dîrok
  2. a. Bazîd[1]

Li ser navê bajêr

Keleh û bajarê ku kurdên herêmê wê bi navê “Bazîd”ê destnîşan dikin, di çavkaniyên  heyama Romayê yên berî zayînê de wekî Basenia û Basean dihate nasîn; her wiha di hin nexşeyan de navê “Batazia”ê jî derbas dibe. Erdnîgarê ereb Şerîf El-Idrisî di sedsala 12an de navê “Badjasis”ê, qasidê qiralê Îspanyayê Clavio di sala 1403an de peyva “Vazît”ê û gerokê Brîtanî Sir Thomas Herbert jî di seyahatnameya xwe ya sala 1627an de navê “Baezd”ê bi kar tînin. Zanayê navdar Mela Mehmûdê Bazîdî jî di nîveka sedsala 19an de bajêr wekî “Bazîd” bi nav dike û wekî sancaqekê jî qala navê “Bayazîd”ê dike. Ji aliyekî din ve, hema hema hemû nimûneyên zargotina herêmê û tevahiya gelê Serhedê jî navê bajêr wekî “Bazîd” bi lêv dikin.

Dîroka bajêr:

Ji wêneyên şkeftan û kelefeyên hin avahiyan eşkere dibe ku dîroka kevneşopî ya herêma Bazîdê digihêje hezaran salên beriya zayînê. Li gelek cî û warên wekî Teperiz, Kêrtekela, Şorik, Arzep, Ziyaret, Kelareşk, Kelasor û yên mayîn hê hê jî şopên avahî û kelehên ku beriya 2-3 hezar salan hatine avakirin diyar in.

Gelek çavkanî destnîşanî dikin ku dîroka kurdên herêma Bazîdê û koka kevneşopiya çanda wan digihêje heyamên kevnare yên serdema Medan. Li gorî nivîsên Strabonî, niştecihên  doraliya çiyayên Araratê “Kardû” ne. Li gorî Moses von Choren jî, piştî hilweşandina dewleta Medan û kuştina qiral Ejdeha (Astyages), jina wî û bêtirî 10 hezar xizmên wî li derdorên Araratê li deverên wekî Dambat, Nexşewan û aliyê Basean/Bazîdê hatine bicihkirin. Kurdnasê navdar Mînorskî jî van bûyerên dîrokî piştrast dike û kurdan wekî bineliyên devera herêma Araratê bi nav dike. Li gorî lêkolîneke Max Büdinger a derbarê dîroka Împaratoriya Romayê de herêma Bazîdê ji sedsala 1em a piştî zayinê pê ve warê kurdan bûye. Serbazê romayî yê bi navê Corbulo dema ku bi artêşekê êriş biriye ser mîrê ermenî yê bi navê Tiridates û gihîştiye nêzikî Elaşgirê, riya xwe guhertiye; bi ser Milazgirê re çûye aliyê Îranê û nexwestiye rastî kurdên Bazîdê were.

Di heyama belavbûna îslamê ya sedsala 7an de artêşên ereban gihîştine devera Araratê, li wir rastî kurdan (El-Ekrad) hatine. Her wisa gelek çavkanî radigihînin ku di serdema navîn de jî bineliyên Bazîd û tevahiya Serhedê bi nifûseke berfireh kurd bûne, di bin desthilatdariya bav û kalên Silheddîn Eyûbî yên Şedadî de serwerên xaka xwe bûne.

Ji sala 1054an pê ve komên selçûkî hatine herêmê; di sala 1071an de wan bi hevkariya  kurdên şedadî û mîrên mayîn ên Serhedê bandora bîzansiyan şikandine û heta destpêka sedsala 10an li tevahiya herêmê serwerî kirine. Herêma Bazîdê jî wekî piraniya Kurdistanê û Anatoliyayê di nîvê duyem ê sedsala 14an de rastî êrişên Tîmûrê Leng hatiye; di salên 1386 û 1395an de du caran ji aliyê artêşa moxolî ve hatiye dagirkirin. Qasidê Qiralê Îspanyayê Clavio yê ku di sala 1403an de hatibûye Bazîdê, di bîranên xwe de agehiyên gelekî balkêş û kêrhatî dide. Ev keleha kevnare ya ku di heyama Ûrartûyan de hatibûye jenandin û li gorî çavkaniyan gelekî xurt-parastî bûye, piştî mirina Tîmûrî di meha gulanê ya sala 1421an de ji aliyê artêşa moxolî ya bi bin fermandariya Şahrûh de hatiye dagirkirin.

Zanyarê almanî Moritz Wagner di sala 1844an de derheqa vê kelehê de dibêje ku “avahiyeke bêqisûr e û tenê teyr û baz diwêrin li ser vî zinarî hêlîna xwe ava bikin”. Cara pêşîn arkeologê Fransî Charles Texier di sala 1836an de du destnîgareyên gelekî balkêş ên vê kelehê amade kirine: di yekê de keleh, bircên wê, çend mal û avahiyên bajêr xuya dibin; di ya din de jî du mirov li ber deriyê tirbekê ne, ji wan yek dua dike, yê din jî gopalek di dêst de ye û bizinek jî li ser dêrî xuya dibe.

Di şerên navbera osmanî û sefewiyan de

Herêma Bazîdê ji sala 1467an pê ve pir caran ketiye bin serweriya qereqoyunlî, aq-qoyunlî û sefewiyan; lê ji sala 1502an şun de tevahiya Kurdistanê ji aliyê sefewiyan ve hatiye dagirkirin,   di encamê de şerek di navbera artêşên osmanî-sefewî de derketiye û beşeke mîrên kurd alîkariya osmaniyan kiriye. Piştî şerê osmanî-sefewiyan, Sultan Selîmî çend malbatên serwer ên bazîdî di gel şerkarên wan birine û wekî serwerên Gurgumê/Mereşê bi cih kirine.

Piştî şerê Çaldiranê yê di navbera Qanûnî Sultan Suleyman û Şah Îsmayîl de, Dewleta Osmanî bi mîrên kurdan re peymanekê girêdide ku li ser wê bingehê her mîrektiyek wekî herêmeke xweser girêdayî dewletê bibe û bi vê peymana ku di Qanunnameya Humayûnê de jî cih girtibû, Bazîd dibe herêmeke xweser a bi destnîşana sancaqa “yurtluk ve ocaklik” (ango war û ocaxa bav-kalên niştecihan).

Ansîklopediyeke almanî vê statûya Bazîd û mîrektiyên wekî wê yên di bin banê Dewleta Osmanî de wiha şîrove dike: “Li Kurdistanê sancaqên wekî Bazîd, Mûş, Wan, Colemêrg, Amêdî, Silêmanî, Qereçolan û Zaxoyê hene. Dewleta navendî ji van tenê serwerê Wanê tayîn dike. Pêkhateya her sancaqekê gelek eşîrên ji vê neteweyê ye û ji aliyê mîrekî ji wan ve tê birêvebirin. Ev sancaq tenê di dema şeran de alîkariya dewleta navendî dikin; lê di dema aştiyê de jiyana xwe ya tam serbixwe didomînin.”

Serdema serweriya mîrên silîvî

Hinek çavkaniyên osmanî û bi taybetî jî Şerefname neqil dikin ku piştî sala 1578an eşîra Zîlanê, binemalên Besyan û Bociyan ber bi Bazîdê ve tên, keleha wê zeft dikin û Şehsiwar Beg dibe mîrê herêmê; ji wê demê pê ve malbata vî mîrî heta nîvê duyem ê sedsala 19an li Bazîd û sancaqên wê serweriya herêmê meşandiye.

Gulvedana wêjeya kurdî li Bazîdê

Ji gelek berhemên edebî û nivîsên dîrokî diyar dibe ku Bazîd ji sedsala 17an pê ve bûye navendeke girîng a zanist û wêjeyê. Di medreseya ku şair û fîlozofê navdar Ehmedê Xanî (1651-1707) dabû avakirin de bi zimanê kurdî gelek beşên zanistî dihatin xwendin. Ev kevneşopî ji aliyê şair û dersdarên wekî Îsmayîlê Bazîdî, Muradxan Bazîdî, Mele Mehmûdê Bazîdî û yên piştre jî hatiye berdewamkirin. Dema Ehmedê Xanî di dawiya Mem û Zînê de bi rêzika “Botî, Mehmûdî û Silîvî” qala devokên kurmancî dike, mebesta wî ji “Silîvî” devoka herêma Bazîdê ye; wekî ku berê jî hate gotin, mîrên herêmê û eşîrên herêmê yên wekî Zîlan û Besyanê ji Silîvanê hatibûn û li vir cîwar bûbûn. Xanî di berhemên xwe de behsa du mîrên ji herêma Bazîdê dike. Yek ji wan Mîr Mihemedê Pirbela ye ku Xanî li ser mirina wî di sala 1681an de helbesteke bi sernivîsa “Medhiye û Mersiye”yê nivîsiye; her wiha di beşa çarem a “Mem û Zîn”ê de pesna mîrekî herêmî û hin taybetmendiyên wî daye ku navê wî Mîrza ye.

Ji fermaneke sala 1720î diyar e ku mîrê Bazîdê Mehmûd Paşa ye; ji xwe di çavkaniyên tirkî yên wekî “Sefernameya Rewanê” ya Mustafa Kemanî û “Dîroka Asim Efendî” de jî navê Mehmûd Paşayî gelek caran derbas dibe. Ji aliyekî din ve, Carsten Niebuhr ê danîmarkî di bîranînên xwe yên sala 1763an de li ser rewşa statûya Bazîdê ya heyama Mehmûd Paşayî wiha dinivîse: “Devereke din jî Bazîd e ku nêzîkî Wanê ye û ji aliyê paşayekî kurd ve bi baviksalarî (serweriya ku ji bavan digihêje kuran) tê birêvebirin. Rewşa Colemêrg û Bedlîsê çawa be, statûya Bazîdê jî bi heman şêweyî ye û ev xanedana kurd ji berê ve li vê deverê desthilatdar e.”

Piştî mirina Mehmûd Paşayî ya sala 1767an, kurê wî yê bi navê Evdilfetah dewsa wî digire ku berê mîrê Elaşgirê bûye û di heman demê de Evdilah Paşa jî dibe mîrê Elaşgirê. Piştî Evdilfetah jî birayê wî Îshaq Paşa di sala 1771an da dibe serwerê deverê.

Bazîd di dema şerên Rûsya, Osmanî û Îranê de

Di destpêka sedsala 19an de artêşên Rûsyayê daketin başûrê Kafkasyayê û di demeke kurt de li pey hev Gurcistan, Ermenistan û mîrektiyên li Azerbaycanê zeft kirin. Heta van salan nifûseke giran û hêzdar a kurdan li başûrê Kafkasyayê akincih bû. Niştecihên bajarên wekî Rewan û yên mayîn bi piranî ji kurd, ermenî û tataran pêk dihatin. Wekî mînak: dema ku artêşa rûsî dorhêla Rewanê girt, 4000 şerkarên kurd li dijî dagirkirina Rewanê derketin; ev çalakiya Rûsyayê û berxwedana kurdan bû sedem ku dewletên Îran û Osmanî jî leşkerên xwe ber bi van herêman ve bişînin.

Di van salan de rûsan li gorî stratejiyeke dualî hem kurdên akincih ji başûrê Kafkasyayê koçberî aliyê Îran û Osmaniyan dikirin hem jî ermeniyên ji Îranê û herêmên Qers, Erzerom û Bazîdê dibirin û li dewsa wan bi cih dikirin ku bi wî awayî di nava çend salan de demografyaya van herêman guhartin.

Dema rûsan li başûrê Kafkasyayê desthilatdariya xwe xurt kir, osmaniyan jî dest bi bicihanîna Tanzîmatê kir ku li gorî bendên vê rêziknameyê diviyabû desthilatdariyên bav û kalan ên kurdan bihatana hilweşandin û êdî bi awayekî navendî bi destî walî û leşgeran bihatana rêvebirin.

Li gorî çavkaniyên osmanî û bi piranî jî gernameyên gerokên ewropî, piraniya nifûsa sancaqa Bazîdê ji kurdên misilman, pareke êzîdiyan û her wiha ji sê paran pareke ermeniyên file pêk dihat. Hatin û cîwarbûna hin komên tatarî, karapapakî û çerkezî li herêmên wekî Avkevir (Taşliçay) û Elaşgirê jî di nîvê duyem ê sedsala 19an de dest pê kiriye ku cîguhartina wan ji başûrê Kafkasyayê bi destê dewletê hatibû pêkanîn.

Derbarê eşîrên herêmê de Mehmet Hurşit Paşa (1848), Mela Mehmûdê Bazîdî (1857) û Dr. Oskar Blau (1858) lêkolînên berfireh amade kirine. Li gorî van xebatan ligel gelek êl-eşîrên mayîn eşîrên herî mezin ên herêmê Celalî, Zîlan, Heyderî û Sîpikî bûn. Ji ber ku serweriya herêmê êdî ji destê malbata qedîm derketibû û ketibû bin destê dewletê, êdî qaymeqaman bajar bi rê ve dibir; lê dîsa jî dewlet di pêvajoya sepandina sîstema xwe de bi dehan salan rastî gelek dijwariyan hat, ji ber ku gel pir caran ji serwerên dewletê re îteat nedikir û hema salê carekê ew qaymeqam dihatin guhartin. Dema ku Alayên Hemîdiyê di salên 1890î de hatin damezirandin, hema hema tevahiya eşîrên wekî Heyderî, Sîpikî, pareke zîlanî û celaliyan tê de beşdar bûn.

  1. b. Tûla[2]

Navê bajêr

Di bareya reh-rîşeyên navê bajarê “Tûla”yê de çend şîrove hene. Di ferhenga Vladîmîr Dahl de wateya “tûla”“cihekî veşartî û destpêneketî; paşperde; warê parastin, êwirîn û zindankirinê” ye. Di zimanê tirkî yê kevn de bêjeya “tûla”yê tê wateya “hildan, bi zorê girtin”ê; her wiha di heyama tatarên Konê Zêrîn (Altûn Orda) de jî bajarê Tûlayê aydî Taydûleya jina xanê tatarî Canîbegî bûye û dibe ku navê wê li bajêr hatibe kirin.

Dîroka kevnare ya Tûlayê

Ev dever berê di destê eşîreke slavî ya bi navê Vyatîçî de bûye ku di dawiya sedsala 10an de ketiye bin serweriya mîrekên Kiyevê; ji sala 1054an pê ve bûye pareke bakurê rojhilata mîrektiya Çernîgovê. Di dawiya sedsala 11an û destpêka 12an de mîrên Ryazanê di navbera çemên Tûlîtsa  û Ûpayê de keleheke xurt ava kiriye; bi riya vê keleha leşkerî ya li nava daristanê ji niştecihên Vyatîçî bac berhev kiriye û di sedsala 13an de jî dever ji destê mîrektiya Çernîgovê derxistiye. Di heyama êrişên tatarî de devera Tûlayê mertalekî xwezayî yê li ser riya Moskovayê bûye; lewre mîrên Moskovayê hertim xwestine xaka wê bi dest bixînin û ji ber vê yekê şerekî dirêj ê bi navê Şerê Kûlîkovoyê (1380) qewimiye.  Di sala 1382an de devera Tûlayê ketiye ber pêla êrişên Toktamîş Xanê tatarî; di heman salê de Dmîtry Donskoy û Mîrê Ryazanê Olegî li hev kiriye ku devera Tûlayê ya wêrane bi Mîrektiya Moskovayê ve were girêdan, bi vî awayî devera ku tu carî nebûbû mîrektiyeke serbixwe ji destê ryazaniyan derbasî moskoviyan bû û wekî keleheke parastina tixûbên başûrî yên Mîrektiya Moskovayê kar kir.

Di navbera sedsalên 16 – 18an de

Sala 1509an Vasîlîyê Sêyem ji bo xurtkirina tixûbê deverê keleheke darîn a nû li rexê çepê yê çemê Ûpayê da avakirin; lê vê kelehê nikaribû êrişên tatarî rawestîne. Lewre di navbera şeş salan de (1514-1520) keleheke kevirîn hate jenîn û artêşa tatarî êdî nekarî bikeve nava kûrahiya mîrektiya Moskovayê. Bi vî awayî bajarekî xurt di nava dîwarên kelehê de pêk hat; malên fermandar û keşîşan, kargehên pîşekaran, dêr, navenda rêveberiyê tê de cih digirt. Her wiha tevahiya nifûsa deverê jî dikaribû xwe bispêre vê kelehê, xwe ji dorpêçkirin û êrişan biparêze.

Di vê navberê de kolan û qadên bazirganiyê hatin avakirin; li ser van kolan û qadan dikanên bazirganiyê, dezgehên pîşesaziyê, embar û kozik hatin bicihkirin. Di vê serdemê de xanê tatarî yê Kirimê Dewlet Gîrey bi artêşeke 30 hezar şervanî êrişî bajarê Tûlayê kir; lê heta ku artêşa qeyser Îvanê Xedar gihişte hawariyê, şêniyên bajêr berxwedaneke xurt nîşan da, hêza tatariyan şikand û sala din ji bo vê serfiraziyê Dêra Pêşeng hate jenîn.

Tûla di seranserî sedsala 16an de her gav rastî êrişan hat û gelek caran ji hêla artêşên Konê Zêrîn û tatarên Kirimê ve hate rûxandin. Di bûyernameyekê (kronîkekê) de rûdanên sala 1596an wiha tên vegotin: “Şervan şikiyan, gelek bajarok û gund hatin şewitandin; eşîr û rêveberên bajêr di gel jin û zarokên xwe dîl hatin girtin, zindan û bendîxane bi gundiyên ortodoks tijî bûn; min bi vî temenê dirêj û gelek bûyer dîtine, lê bi qasî vî şerê qirêj rastî bûyereke kirêt nehatime.” Di nîvê duyemîn ê sedsala 16an de, Dewlet Gîrey pênc caran bajar dorpêç kir û Tûlayê bi taybetî di sala 1552an de gelek êş kişandin. Li gorî efsaneyekê talankerekî bi navê Kûdeyar di sala 1571an de xanê Kirimê yê li Tûlayê dîl girtiye û ew revandiye Moskovayê.

Ji nîveka sedsala 16an pê ve, Mîrekiya Moskovayê dixwest çareseriyekê ji gef û êrişên tatarî re bibîne; lewre di vê çarçoveyê de dest bi çêkirina xeteke xurtkirî ya parastinê kir, hinek astengên xwezayî yên wekî xendeq û dîwaran danîn,  li hin deveran jî kelehên darîn ên biçûk hatin dan avakirin û tê de leşker bi cih kirin.

Di sedsala 17an de xetek ji başûr ber bi bakur ve, ango ji Kalûgayê heta devera Ryazanê hate dirêjkirin; bi vê xeta xurtkirî ya parastinê devereke parastî hate sazkirin, êdî Tûlayê bi rêzekelehên li dora xwe ve vegeriya cihekî navendî, ewlehiya tixûbê xwe yê başûrî pêk anî û ji derbên sereke yên êrişan rizgar bû. Heman sedsalê di nava bajarê parastî yê Tûlayê de gelek dêrên darîn hatin jenîn;  di sala 1595an de sih hesinkar li rexên çep û rastê yên çemê Ûpayê bi cih bûn û mafê devereke pîşesazîyê ya xweser bi dest xist. Di destpêkê de, ji ber vê rewşa tirs û sehmê piraniya niştecihên vê deverê leşker bûn, hejmara dikandar û bazirganan kêm bû; lê dîsa jî bajar hêdî hêdî vegeriya navendeke berbiçav a hilberînên hesinî, piraniya kanên hesinî yên li derdora Tûlayê hate dîtin, bi vê yekê re aboriya bajêr geş bû û êdî li ser çemên Oka û Volgayê keştiyên veguhestinê jî hatin çêkirin.


Di sedsala 17an de, li Tûlayê çend bûyerên siyasî qewimîn; di navbera leşkerên fermî û hêzên xwebexş ên herêmî de şer û pevçûnan dest pê kir. Di navbera salên 1605-1607an sê serhildanan rûda û her wiha sê caran jî ev serhildan rastî tepeserkirinê hatin; ji aliyekî din ve êrişên talankerên tatarî jî ranewestiyan. Fermandarê artêşa Mîrekiya Moskovayê Vasîlî Şûskî ji bo şikandina berxwedana dagirkeran serî li çareseriyeke awarte da; çemê Ûpayê berda ser bajarê Tûlayê û bi lehiyê bajar hilweşand. Di vê navberê de bajar bi Mîrekiya Moskovayê ve hate girêdan û vegeriya xeteke parastinê; her wiha ji ber ku biyargehe leşkerî li vê herêmê hate avakirin, rewşa bazirganî û pîşesaziyê ya bajêr bi pêş ket. Pîşesaziya hesinkariyê gelekî geş bû, dîsa avahiyên xurt û çend dêrên mezin li bajêr hatin jenîn û di navbera dîwarên bajarê parastî de rengekî bazirganiyê yê geş hate dîtin. Di 1632an de karsazê holendî Viniyus destûr ji Qeyser Mîxayîl Fedorovîç stand ku yekem fabrîkaya çekan li Tûlayê ava bike; li pey wî, hevalên wî Peter Marselius û Philemon Akema jî li nêzikî Tûla fabrîkayên xwe saz kirin, hem keresteyên leşkerî hem jî pêwistiyên malan hilberandin.

Sedsala 18an di dîroka Tûlayê de gelekî girîng e; ji ber ku qeyserê rûsî cara pêşîn destûr daye pîşesazekî herêmî ku kargeha xwe ya çekan veke û dest bi hilberandina tivingan bike Di sala 1712an de fabrîkayeke çekan a rûsî jî hate vekirin; piştî wê Bataşev, Mosolov û pîşesazên din jî fabrîkayên xwe yên çeksaziyê ava kirin. Bi destpêkirina şerê swêdî-rûsî re, Qeyserîya Rûsyayê biryar da ku hilberîna çekên rûsî xurt bike; lê belê çeksazên li fabrîkayan  mehaneyên hindik distandin, ji ber vê yekê wan bi neçarî dest bi hilberandina pêdivî û amûrên malê yên metalî kir ku bi firotana van berheman aborîya xwe dabîn bikin. Piştî demekê, Qeyserîya Rûsyayê biryar da ku bi riya çêm Moskovayê bigihîne Deryaya Azov; li gorî vê biryarê heke çemên Oka, Ûpa û Şat bigihîştana Gola Îvan û çemê Donê vê yekê dê çarenûsa Tûlayê biguherta û ew bikira bajarê herî girîng ê li ser vê riya çêm. Her çiqas di sala 1707an de karwanê keştiyan ê yekem ji Tûlayê derbasî deryayê bûbû jî, berjewendiya hêvîkirî jê nehat bidestxistin û proje hate pişguhkirin.

Di vê navberê de, li ser li qeraxên çemê Ûpayê avahiyên aydî çeksazên zengîn xuya kir; bi bexşîşên vê çîna zengîn dêrên wekî Voznesenskî û Nîkola Zaretskî hatin jenîn, kelehên kevn ên darîn hatin hilweşandin, li şûna wan kelehên kevirîn hatin çêkirin û di dawiya sedsala 18an de Tûla wekî navendeke mezin a pîşesaziyê navdar bû. Her wiha Tûla wekî bajarê sereke yê eyaleta nû hate damezirandin û pîrozbahiyek ji bo vê bûyerê hate li darxistin. Piştî bidawîbûna pîrozbahiyan sazî gelemperî yên dewletê û avahiyên wan hatin çêkirin û di 30 salên paşîn de bajêr bi rengekî berbiçav dîmena xwe guhert. Ji aliyekî din ve, serjimariya bajêr a ku di 1777an nêzîkê 9 hezarî bû, di nava sedsalekê de gihîştibû 57 hezarî.

Tûla di navbera sedsalên 19 û 20an de

Di destpêka sedsala 19an de, pêla şerên bi Napolyonî re bilind dibe û girîngiya Tûlayê wekî navendeke pîşesaziyê ya hilberandina keresteyên pêwist û çekan zêdetir dibe. Bi vî awayî ev bajar dibe navenda sereke ya dabînkirina çekên artêşa Rûsyayê û çeksaz di seranserî şerên 1812an de bi xîret dixebitin; ji aliyekî din ve, kapasîteya çeksaziyê ya bajêr tê bilindkirin, kargehên taybet ên din jî tên vekirin, navendên perwerdehiya leşkeran tên vekirin. Di vê maweyê de hilberandina semaver û amûrên muzîkê jî pêş ketiye û ev berhem li seranserî Rûsyayê navdar bûne; lê belê li gel pêşketina pîşesazî û bazirganiyê, asta çandî û civakî ya bajêr gelekî nizm bûye. Lewre di sala 1830an de gelek saziyên perwerdehiyê li Tûlayê hatine avakirin; semînerên ayînî hatine lidarxistin, dibistaneke serbaziyê û pirtûkxaneyeke giştî hatine vekirin. Her wiha rojnameya parêzgehê ya bi navê “Guberskî Vedomostî” di sala 1838an de dest bi weşanê kiriye; di navbera salên 1870-1873an de gelek fabrîkayên tivingan hatine vekirin û kalîteya hilberandinê hatiye bilindkirin, atolyeyên semaveran bi lez cureyên xwe zêde kirine, têkiliyên aborî yên bajêr ji berê kûrtir û dirêjtir bûne. Di dawiya sedsala 19an de, ne tenê saziyên perwerdehiyê yên asayî, lê her wiha pispor û dibistanên kevneşopî jî li Tûlayê kar dikir; xwendingehên pîşekarîyê yên cebilxaneyan, peymangehên perwerdekirina çawîşên pispor, dibistanên li ser bikaranîna hesinî jî hebûn. Ji heyama sala 1856an heta sala 1897an serjimariya Tûlayê ji 114 hezar kesî derkete du qatî wê; ji bo sererastkirina rewşa darayî û aborî ya bajêr, bankên yekem derketin holê. Her wiha bi beşdariya fînansorên darayî yên ewropayî fabrîkayên berhemên hesinî, fabrîkayên metalan û santralên elektrîkê hatin avakirin.

Not:

[1] Tevahiya van agahiyan ji lêkolîneke kurdî ya dîroknasê bazîdî Mehmet Gültekin hatiye wergirtin ku demekê bi sernavê “Dîroka Bazîdê” li ser malpera Şaredariya Bazîdê hatibû û ji wê demê ve nusxeyeke wê ya parastî li ba min maye.

[2]     Ji bo zanyariyên bêhtir bnr.: https://historicus.ru/485/; dema gihiştinê: 28.01.2021; 15:30.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …