Helîm Yûsiv

Helîm Yûsiv / Çavdêriyên rojnamevanekî

Çîrok: Hevdîtina ku jiyana min guherand / Çavdêriyên rojnamevanekî

Dem piştî 2011 an bû. Sûriyê di nav hêz û komên çekdar de belav bibû. Ji artêşa rêjîmê bigre hetanî bi biçûktirîn koma çekdar, her aliyek ji hêla hin dewletan ve dihat desteserkirin. Dewletên ku rasterast destên wan dirêjî wir bibûn, Rûsya, Emerîka, Îran, Turkiyê, Qeter û hin dewletên din di bin navên hevbendiyê de bûn, hemû bi awayekî ji awayan li wir bûn. Wê gavê çav hemû li ser derûdora Helebê bûn. Bajarê ku ez çar salan ji bo xwendina „wêjeya erebî“ li zanîngeha wê, lê jiyabûm. Lê bîranînên min ên wekî çil salî lê jiyabim lê hebûn. Di van salên dawiyê de, di nav gelemşeya şer û pevçûnan de gelek kar û bar li ber lingan çûn, yek ji wan karan jî karê min ê mamostetiyê bû. Ji bilî rojnamevaniyê û karê televizonê kêfa min ji ti karê din re nedihat, ji ber vê min hemû dema xwe dabû vî karî, da ku ji nav qirêjiya şer û cengê, ez karibim li gor derfet rê bide, wêneyê rast yê bûyeran ragihînim. Baca vê yekê jî pir giran bû û carinan dibû jiyana mirov bixwe. Gelek rojnamevanan jiyana xwe di vê rêyê de dan.

Ji bo min hêza hezkirina ragihandina rastiyê ji tirsa ji mirinê xurttir bû. Ji lew re min bi kelecan karê xwe berdewam dikir. Niha jî berê me li nav kom û komikên çekdar bû, yên bibûn mîna artêşan û dest danîbûn ser gelek deveran. Çav hemû li ser derûdora Helebê bûn û hewildanên kontrolkirina navenda bajêr. Di nav serekên wan komên çekdar yên ku dest danîbûn ser wê derûdorê û hetanî beşekî ji bajêr jî, Ebûseyyaf Elhamwî bû. Ne kesekî wêneyê wî dîtibû û ne jî rojekê ji rojan derketibû ser ekranên televizyonekê, lê navdartirîn serekmucahidên wê herêmê bû. Bi mehan bû em li pey ragihandina rewşê bûn û me doza hevdîtinê ji hemû rêveber û serekmucahidan re şand. Ne yên biçûk û ne yên mezin ti kesekî bersiveke erênî neda me.

Hinekan ji wan berdestk û hinekên din jî ji ber sedemên ewlehiyê, li gor ku digotin, çekdarên xwe dişandin ji bo hevdîtina me. Lê gava erêkirina Ebûseyyafê navdar, yê ku bi navê „qesabê seriyan“ jî hatibû naskirin, gihişt destê min, ne ez tenê, lê ez û hemû kesên li derûdora min şaş man. Wî jî ne dem û ne jî cih nedabû destnîşankirin, lê erêkirina xwe ji bo ez hevdîtinê pê re bikim, diyar kiribû. Hayê min jê hebû ku gelek nûçegihanên televizyonan ji her aliyê cîhanê, yên Ewrupayê jî di nav de, dixwestin xwe bigihînin wî û gelekan ji wan ji bo hevdîtinên bi vî rengî perene mezin veqetandibûn, lê kesekî ji wan ti bersiveke erênî ji Ebûseyyaf wernegirtibû. Ya rast ez bêjim, gava ev bersiva erênî gihişte min û kirinên wî û çekdarên wî yên ku xwe wekî artêşa pêxember didan naskirin hatin bîramin, di çend kêlîkan de, tirseke mezin kete dilê min. Mirin û laşên serjêkirî yên ku li her devera ku diçinê hatin bîra min û ez hinekî ponijîm:

  • Evî ne bi nêta kuştinê xwestibe min bikişîne ber bi xwe ve?

Wekî ku ji xewnekê şiyar bibim, mejiyê min ê şiyar diket dewrê û min ji xwe dipirsî:

  • Di nav van rojnamevanan hemuyan de, ewê çima ji bo kuştinê min hilbijêre?. Na, na, divê ez bi temamî van sawêrên reş ji serê xwe bavêjim û vê derfeta zêrîn ji dest xwe nerevînim û herim hevdîtinê.

Gava min ev agahdarî ya ne ji bo belavkirinê da berpirsiyarê beşê nûçeyan yê televizyona min pêre kar dikir, gelekî kêfa wî hat. Wî ji min re piştrastkir ku ev erêkirin têkiliya wê bi navûdengê televizyonê bi xwe heye û teqez divê ez di zûtirîn dem de hevdîtina bi Ebûseyyaf re pêk bê û ew ji bo hemû cureyên alîkariyê amade ne. Vê yekê hinekî sawêrên mirinê û tirsa ku ev ji bo min xefkek be ji Ebûseyyaf, ji serê min dûrxist. Lê dîsa jî dilê min ne rehet bû û wekî ku deh kes di guhê min de bibêjin :

  • Tiştek bi dû biryara erênî ya vê hevdîtinê de heye. Razeke veşartî heye, lê ew çiye min dikir û nedikir, min nikarîbû nasbikim.

Sedemeke din jî hebû, dibe ku ew li pey vê biryara Ebûseyyaf be. Dibe wî xwestibe hin aliyên veşartî ji rewşa devera xistine bin destê xwe de ji bo çapemeniyê eşkere bike û ji ber vê bersiveke erênî şandibû. Lê gelek televizyonên ji vê televizyona min tê de kar dikir mezintir hebûn, wisa jî gelek nûçegihanên biyanî ji çaraliyên cîhanê, ewî çima ez hilbijartim?.

Ez her û her li derûdora vê pirsa bê bersiv dizîvirîm. Agahdariya ku divabû em ber bi Helebê ve birêkevin ez ji nav hemû xeyal û gumanan derxistim. Min xwe sipart sê çekdarên wê min derbasî herêma berfireh ya di bin destê Ebûseyyaf de bikin û wê min vegerînin. Ji min xwestin ku kamîramanê xwe li wir bihêlim û ez tenê tev li alavên xwe yên tomarkirinê bi wan re herim. Min xatir ji ekîpa xwe xwest û bi kelecaneke mezin ketim rê. Rê ya ku di dema xwendinê de sê çar demjimêran bi tirênê yan bi tirmpêlê dirêj bû û derdora sêsed kîlometrî bû, vê carê bi ser duwazde demjimêran ketibû. Wê şevê  ez li maleke bêxwedî ku di destên çekdaran de bû de razam. Ji saeta destê min û telefona mina destan bigre, hetanî bi hemû alavên min ên rojnamevaniyê ji min sitendibûn û soz dabûn, ewê roja din hemuyan li min vegerînin. Adinî rojê serê sibehê zû hatin. Hersê çekdarên bi rih bûn. Yekî ji wan çayê çêkir, yê din mast û nan amade kir û yê dîtir bi sivikayiyeke berbiçav hêk qelandin. Wisa xuya bû ku demeke dirêje bi hev re ne, herwisa gelek caran li vî xaniyê mêvanan, wekî nav lê dikirin, mane. Me taştê bi lez û bez xwar û ji bilî peyva „Bira“ bi min re bikarnetanîn. Bi henekî li ber guhê min dixistin:

  • Şêx wesiyeta te li me kiriye.

Wisa xuya bû ku di nav hev de Ebûseyyaf ne wekî serok, lê wekî Şêx  binavdikirin. Vê gotina wan, her çendî ji bo dilê min di cih xînin de bû, lê dîsa jî gumanên xerab bi min re çêkirin:

  • Çima wê „Şêx“ wesiyeta min bi xwe li mucahidên xwe bike?

Li gor çavdêriyên min, ne Ebûseyyaf, ne jî hêzên çekdar ên din ne ewqasî li jiyana rojnamevanan miqate bûn. Lê dibe cudayiya Ebûseyyaf û serkeftinên mezin yên hêzên wî ji wê yekê tê, ku ew berevajî komên din ên çekdar bi zanebûn tevdigere. Yekî ji çekdaran, bi rêzgirtineke mezin destûr ji min xwest, da ku çavên min bi paçikekî reş girêbidin. Hem ji bo cihê serekmucahidê mezin Ebûseyyaf neyê naskirin, hem jî ew neçarin ku fermanên mezinên xwe cihbicihbikin. Min têgihiştina xwe ji bo vê yekê nîşan da û min bi xwe alîkariya wî kir, da ku herdu çavên min bi paçikekî reş bêne girêdan. Piştî rêwîtiyeke kin em daketin. Yekî bi destê min girtibû û em meşiyan. Her gav ez li benda wê yekê bûm ku ji min re bêjin:

  • Em gihiştin.

Pê re jî paçikê reş ji ser çavên min hilînin. Min dizanîbû ez di gelek deriyan re derbas bûm, lê min nizanîbû ev kolane yan korîdore, gunde yan jî bajare. Wekî ku ewên çekdar ji min bêhtir westiya bin, çavê min vekirin û mizgîniya gihiştina cihê ku berê me lê bû dan min. Min li dora xwe nerî, berevajî texmînên min, cihê ez lê ne şikeft bû û ne jî ewqas asê bû. Li gor ez têgihiştim ew ne devereke weha bû ku Şêx lê dimîne, lê ew hemû êdî li benda hatina wî bûn. Weha xuya ye, ewê hevdîtinê bi min re li vir çêke û wê dû re here cihekî din. Diyar bû ku hetanî bi çekdarên wî nizanin êdî cihê wî li kuye. Ji min re hat gotin, ku Şêx naxwaze rûyê wî li ber kamîreyan bê naskirin. Wan amadekariyên hevpeyvîneke weha kirine ku wê pişta Şêx Ebûseyyaf li kamîrê be. Ez hatim agahdarkirin ku oda li kêleka min ji bo hevpeyvînê amade ye û wê pisporên karên teknîkî bernamê wekî tê xwestin bikşînin û dawî bidin min. Wisa her tişt hatibû amadekirin, wekî ku mirov biçe dezgeheke ragihandinê û wê hevpeyvîn bi serokwezîrê wî welatî re bibe.

Her kes di amadebaşiyê de bû û tenê yek tişt kêm mabû, ew jî hatina serekerkanê artêşa cîhadiyên ku seranserê wê herêmê xistibûn bin destên xwe. Libendemanê gelekî dirêj nekir.  Kêlîkên ku ev çend hefte li bendê bûm hatin. Yê ku wê ez derbasî cem Şêxê xwe yê mezin kiribama, ji min re got ku ewê piştî qedandina kar bên û wê min vegerînin cihê ku jê hatime. Da pêşiya min, derî vekir, ez derbasî odê kirim, derî li min girt û çû. Pişta Şêx li min bû û jipiya rawestiya bû. Gava zîvirî û desmala reş ji derdora serê xwe da alî, ez çi bibînim?.

Ez rû bi rû li hember Mahmud, hevalê xwe yê zanîngehê, bûm. Dengekî mîna ku yek ji veciniqandinê rih bide ji min derket û min û wî me ziq li çavên hev nerî:

  • Mahmud, ev tuyî?

Min nema dizanî bû ez çi bikim. Divabû ez wî hemêz bikim, lê di navbera min û wî de bi sedên laşên serjêkirî yên ku çekdarên Ebûseyyaf li pey xwe hiştibûn hebûn. Di nav min û Mahmud de Ebûseyyafê qesabê serê mirovan, bi şûrê xwe yê bixwîn rawestiya bû. Dirêjbûna riha Mahmud diruvên wî neguherandibûn û di pişt wê riha dirêj de heman rû, rûyê Mahmud ê li zanîngehê di nav derdorên me de bi henekî wekî komunîstê„Ixwan muslimîn“ dihat binavkirin. Balkêş bû, ku Mahmud heta wê gavê jî paşnavê xwe neguhertibû û her mabû Alhamwî. Lê, eger min bi çavên xwe nedîtiba ti caran minê bawer nekiriba, ku ev Ebûseyyaf Alhamwî, ew bixwe hevalê min ê mulayim, yê bêhnfireh û mervan Mahmud Alhamwî yê dema zanîngehê ye. Di wê kêlîkê de ez têgihiştim bê çima Ebûseyyaf, şêxê mucahidan yê navdar, tenê daxwaza mina hevdîtina pêre pejirandibû.

Xeyala min ez vegerandim berî serdema tofana 2011 an.

Di sala ku ez ji bo xwendina zanîngehê de ji Qamişlo çûm Helebê, Mahmud jî ji Hemayê hatibû ji bo heman fakulteyê bixwîne. Me ji roja yekem de hev naskir, lê hevaltiya min vê dawiyê pêre xurt bû. Piştî min xwe û wî dît ku em di yek derdoreke çepgir û siyasî de diçin û tên. Wisa jî ez û wî salekê bi hev re li taxeke Helebê bi navê„Şêx maqsûd“ ketin xaniyekî bi kirê. Mahmud xortekî jîr, serwext, cansivik û dilvekirî bû. Ji wan kesan bû, ewên di hevdîtina yekem de, tu pê dihisiya ku bi salane tu wî nas dikî. Di dema bihevremana di xaniyê „Şêx Maqsûd“ de, ku wekî taxeke kurdan li Helebê dihat naskirin, bi henekî ji min re digot:

  • Mala min li „Şêx maqsûd“ e, hevalên min hemû kurd in. Tenê ew kêm maye ku ez paşnavê xwe ji Alhamwi bikim Alkurdi û wê mesele temam bibe. Jixwe va ez fêrî kurdî jî dibim.

Di bûyerên Hemayê de 1982, yên rêjîmê li dijî Ixwanulmuslimîn tevkujiyên berfireh pêk anîn, malbata wî, dê û bavê wî jî bibûn qurbanî, bêyî ku têkiliya wan bi tiştekî hebe. Wî wisa behsa bûyera kuştina dê û bavê xwe dikir:

  • Sûcê wan ew bû ku cîranekî wan „Ixwan Muslimîn“ bû.

Ji ber ku wê çaxê qenas û bombebara leşkerên rêjîmê bajar hemû dabûn ber xwe û dest bi qirkirin û jiholêrakirinê kiribûn, diya wî û bavê wî jî li ber wê pêla mirina bêserûber çûbûn:

  • Avahiya ku gulle jê derketiba bi temamî bi ser serê kesên ku tê de dihat hilweşandin. Wisa xuyaye gulle ji mala cîranê me derketibû, wan avahî bi ser serê dê û bavê min de hilweşandin. Tenê tesadufa ku ez wê kêlîkê ne li malbûm ez ji mirinê xelaskirim.

Nasnavê wî yê „komunîstê ixwançî“ ji vir hatibû. Lê ew bixwe ne komunîstekî wisa rasterast ku endamê partiyan be û ne jî „Ixwan“ bû weku malbat. Xortekî vekirî, xwedî ramanên çepgir û humanîst û nerm bû. Yan jî min ew wisa nasdikir. Ji xwendinê pir hez dikir. Balkêş bû ku li oda wî wêneyê Kal Marks dalqandîbû, lê di nav pirtûkxana wî ya malê de bi dehan pirtûkên olî hebûn. Tê bîra min, carekê hevalekî me wêneyekî wî yê wisa girtibû; di bin wêneyê Marks de pirtûka „Riyadulsalihîn“ ku hemû hedîsên pêxember in, dixwend. Ji her kesî re tiştekî ne asayî bû, lê ji Mahmud re tiştekî gelekî asayî û normal bû. Dîtina xwe bi van çend gotinan rêzdikir:

  • Xwendina hedîsên pêxember jî û xwendina Marks jî dikeve çarçova gera li rastiyê.

Dîtina wêneyê „Binladen“ ê aniha li oda wî dalqandî bû ew wêneyê Marks yê li odeya wî ya Helebê ya demê xwendina li zanîngehê anîbû bîra min. Riha Karl Marks bi riha Osama Bin Laden hatibû guherandin. Rîtma dengê wî yê qebe ez ji nav xeyal û bîranînan derxistim û ez ji cem Mahmud anîm cem serekmucahidê navdar Ebûseyyaf Alhamwî. Ji seqaya du hevalên xort ên xwendekar derketim û ketim nav rastiya du mirovên navsere, ku bi ser pêncî salî ketine. Yek jê rojnamevane û yek jî serekhêzeke çekdare û armanca hevdîtinê axavtina li ser rewşa welatekî birîndare û di nav hêz û aliyên çekdar de perçekirî ye. Bi dengekî qebe û bi kêfxweşî pêşwaziya min kir. Ji bo hatina min kêfxweşiya xwe eşkere kir, destê xwe da min, lê ew jî ji bo hemêzkirin û jihevnêzîkbûneke mîna du hevalan ne amade bû. Em li hember hev rûniştin. Dizanîbû ez veciniqîme û ji bo rewşê asayî bike li halê min pirsî û wekî ku her tişt asayî be tevgeriya. Mahmud zêde nehatibû guhertin. Hin tayên sipî di nav porê wî û riha wî de xuyadikirin, lê li ser xwe bû û bi baweriyeke mezin tevdigeriya. Berî em dest bi axavtina ji kamîreyê re bikin, wekî ku ew bîranîn hemû li ba wî jî zindî bin, got:

  • Belkî ji bo te hinekî rewşa mina niha xerîb xuyanî bike, lê ji bo min tiştekî dine. Ez bawer dikim te jibîr nekiriye, ku ez niha şer bi qatilên dê û bavê xwe re dikim, ew dê û bavê bê sûc û bê sebeb di mala xwe de hatin kuştin.

Mahmud ew hêza xwe ya qanihkirinê windanekiribû. Karê xwe bi bawerî dikir û karîzmayeke wî ya xurt ya birêxistin û birêvebirina mirovan hebû. Li paş kamîrayê Mahmud wekî hevalekî kevin hem li min guhdarî dikir û hem jî wekî serekhêzeke çekdar li ber kamîrayê bersivên têrtije dan hemû pirsên min. Piştî qedandina hevdîtinê Mahmud bilez bû û wisa xuya bû ku divê birêbikeve.  Di kêlîkên xatirxwestinê de hinekî çavên wî şilbûn. Ew nîşanek bû ku di hundir kinc û çekên Ebûseyyaf de ew Mahmud ê ciwan bi temamî neqediya bû. Nizanim wan kêlîkên hestiyar yên xatirxwestinê ew di çi de difikirî, lê hindik mabû ku hêsir têkevin çavên min jî û ez xwe bavêjim hemêza wî hevalê xwe yê kevin û em têr bi ser hev de bigrîn. Lê berî hestên min ên keliyayî bifûrin, wî rahişte xwe û derket, bi dehan çekdarên ku ew diparaztin pê ve hatin û bi lez çû. Bi çûna wî re pirseke weha vekirî li holê ma:

  • Xweda, em ji ku….. hatin ku…..?

Lê ne wî tiştê di dilê xwe de got û ne jî min. Êdî dereng bû. Dem ne dema axavtin û gotina gilî û gazinan bû. Dem dema kuştin û mirinê bû û divabû her kes ya xwe di dilê xwe de bihêle û ti armancên din, ji bilî mana li jiyanê, li pêşiya mirovên wî welatî nemabû. Her sê çekdarên ku li benda min bûn, hatin. Em ketin rê ya vegerê. Her sê çekdaran ez gihandim wî cihê ku em jê birêketibûn. Min sipasiya wan kir û çûm cihê karê xwe. Yekser berpirsiyarê televizyonê li hevdîtinê pirsî û pêşwaziya min bi vê pirsê kir:

  • Çawa derbas bû?
  • Hevdîtineke wisa bû, ku jiyana min berî wê û piştî wê, wê ne wekî hev be. Hevdîtineke wisa bû, ku jiyana min guherand.

Şer hevalê min Mahmud qulipandibû, ew kiribû Ebûseyyaf, qesabê serê mirovan. Wisa jî hevdîtina Mahmud ez qulipandim, ez kirim tiştekî din. Ew tişt çibû, min jî nizanîbû çi navî lê bikim.

Lê Binêre

Serhildana Agirî: Bext û Bêbextî / Sıraç Oğuz

Serhildana Agirî: Bext û Bêbextî / Sıraç Oğuz

Serhildana  Agirî di  sala 1926  da dest pê kir û di sala  1932’an da bi …