muhsîn ozdemîr

Soran Hemereş / Kurdgal Namek

 Soran Hemereş (سۆران حەمەڕەش)

Kurdgal Namek, pirtûkeke dîrokî ya kêmpeyda li ser kurd û Beluç e yan belgenameyeke saxte- çêkirî?

Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr

Hê nû min pirtûka “Kurd Kê ye?” nivîsandibû. Rojekê hevalekî birêz , pêvendî bi min re danîn û got; pirtûkeke gellekî kêmpeyda heye li ser dîroka kurdan, divê tu bibînî û wî bi xwe zehmetî kişand û ji Birîtanyayê bi postê ji min re şand. Wexta min pirtûk vekir û hinekî raçav kir, di destpêkê de hest bi min re çêbû ku min gewherekî giring ne girtiye dest û ser re derbaz bûme li ser dîroka kurdan. Min lome ji xwe kirin ku berî nivîsandina pirtûka xwe diviyabû min ew pirtûka gewherîn bixwendaya. Ev nêrîna min destpêkê û ya wê gavê bû. Piştre min hê bi hûrgilîtir lê nihêrî û dahoran. Di gelek wan pirtûkên dîrokî de ku wexta wan dixwînim, çi kevnar û çi nû , hewl didim bizanim bê kê nivîsandiye û çima nivîsandiye û bi ser kîjan neteweyî ye. Ji bilî vê heke ew pirtûk hinekî kevin be, hewl didim bizanim bê çawa kopiya wê hatiye parastin û bidest ketiye û heta çi radeyî rastiya wê heye.

Ev pirtûk dilxwede nêzîkî çar sed sal berî niha ji aliyê Axwend Miḧemed Saleḧ Zengene Beluç ve hatiye nivîsandin ku kesekî Beluç bûye. Îca dema lê hûrbûm û piştre li şopa destnivîsê geriyam, ketim nav gumanan. Li gorî pirtûkê , dema di sala 1943yan de dîroknûsê Beluç, mamoste Esîrxan Ehmed Zeyî, li deverekî li Beluçistanê destninivîs li cem Qazî Ebdulhemdîd ku yekemîn care dîtiye, Mîr Nesîrxan daxwaza destninivîsê jê dike, lêbelê bê sûde û nadiyê. Ji ber nebûna amêra kopîyê, ji naçarî ew kopiyekî din ji ber dinivîse.

Ango, pirtûk her çiqasî dilxwede nêzîkî çar sed salî kevin e, lêbelê bi sedema wê pirsgirêkê destnivîs wenda bûye û nû ye. Ev, bi zelalî derdixîne holê ku ew destnivîsnû ye û di sedeya bîstemîn de hatiye nivîsandin. Hetanî vê derê jî serbarê gumanê ye lêbelê dike ku tiştê wisa rû bidin û rû jî dane. Piştre ku min bi hurgilî zanyarî xwendin, yekser zelal bûye ku pirtûk di sedeya bîstemîn de ji aliyê kesekî ve hatiye nivîsandin ku hay ji dîrok hebûye lêbelê ne dîroknûsekî baş bûye, ji ber ku çewtiyê wî pir beloq û berçav in. Nivîskarî pirtûkê di destpêkê de behsa koka xwe dike û piştî nivîsandina sedan tiştên binemala xwe, vêca dibeğe:

“Ji hoza kurd a Zengene me ku tîreyekî(bavikek) hoza kurdê “Bud” e û ji aliyê nijadî ve jî ji Kurd e û nêzî Biraxoyîyan e. Bapîrê mezin yê van du tîreyan(bavikan) “Bud” e û hoza “Budî” jî yek ji heft hozên Med e. ”

Piştretir berdewam dike û dibêje:

“Di destpêkê de pêvendîyên kurdan berî desthilatiya Keyqubad û damezrîna dewlata Mad, bi desthilatdariya “Şumîr”, Akad”, “Kilde”, “Aşur” û “‘Îlam” û piştre bi “Pîşdadî”yan ve pêvenddar bûye”

Yê ku hinekî haya wî ji dîroknûsînê hebedizane ew gotinên li jorê ne yê çar sed sal berî niha nin. Di serî de dîroknûsek çar sed sal berî niha le hemû rojhelê de nebûye ku behsa Medan bi hûrhilî kiribe, bi taybetî kes nebûye behsa tîreya(bavikê) Medî kiribe. Heke em dev ji vê jî berdin û dike ku kesek çavkaniyên wî yê taybetî hebûne, vaye yekdîroknûsek jî tuneye di hemû cîhanê de hetanî nêzîkî sedeya nozdehemîn û bîstemîn behsa Sumerîyan kiribe. Ji ber ku ew şarstanî bi rêya dîtina şûnewarên wan ve hatine peydakirin, di yek belgenameya tomarkirirî ya dîrokî de, berî dîtina şûnewarên wan, nehatibûn naskirin.

Di vir de, di vê gotarê her ewqas tê gotin lêbelê bi zelalî diyare ew belgename di sedeya bîstemîn de ji aliyê kesekî ve hatiye nivîsandin kuhevnasîna wî bi tomarên dîroknûsînîya sedeya bîstemîn hebûye û herweha haya wî dîroka serdemên Farsan hebûye û her du jî têkel û pêkel kirine. Lêbelê ji bo kesekî ku hay ji dîrokê hebe, ne giran e ku were zanîn ew belgenamesaxteye(çêkirî ye) û berhema sedeya bîstemîn e neku ya çar sed sal berî niha .

Pirs ev e, çima Beluçiyan ew pirtûk çêkirine?

Beluçî neteweyekî dabeşkirî ne, beşeke wan di nav Îranê de ye, beşek jê di nav Pakistanê û beşek jî di nav Efxanistanê de ye. Ew jî weke kurd çimkî bê dewlet in û welatê wan hatiye dabeşkirin, dîroka wan li gor daxwaza xelkê û amatorî hatiye nivîsandin û tiştêkî wan yê nivîskî yê wisa tuneye. Ew ketine bin bandora xebat û şert û mercên kurdan û kurdan jî wek modêlekî şoreşgerî ji xwe re dibînin û hin hozên kurd jî di dîrokê de ketine Beluçistanê ku ev diçe derveyî vê mijarê. Ango dîroknûsekî sedeya bîstemîn ê Beluç xwestiye ku belgenameyekî ji bo Beluçan li hev bîne daku karibe dîrokekî ron ji bo neteweya xwe çêke-binivîse û bi şêweyekî girêdaye bi Med û Kurd ve.

Di belavkirina vê belgenameyê de em lomeyan ji kê bikin?

Gellekî giring e ku di pêvajoya fêmkirina me ya dîroka Kurd de em bala xwe bidin ser çavkaniyên rast û durist. Çavkanîyênnerast her çiqasî çeng û baskê kurdan bilind bike jî, lêbelê hevkariya me nake ku pê têbigihêjin. Mebesta min a serekî jî di vê hewldanê de ye. Îca bi nêrîna min wergêr kek Hîwa Mihemed Zendî wek wergêr karê xwe pêk aniye û karê wî ziman bûye . Wî, ew pirtûk giring dîtiye ku li ser kurdan hatiye nivîsandin, xwestiye wê belgenameyê wergerîne ser zimanê kurdî daku sûd jê were wergirtin. Herweha şandiye ji Doktor Cemal Nebez ku rewanşad dîroknûs û navdar bûye . Doktor Cemal pêşgotinek li ser nivîsiye û di beşekî de dibêje :

“Îca heke Şerefname wekçavkanîyekî gellekî girîng a dîrokî hatibe naskirin jî, bêguman giringîya Kurdgal Namek ji ya Şerefnameyê ne kêmtir e.”

Ango Doktor Cemal ew pirtûk di asta şerefnameyê de daniye ku binêrîna min gewherêkî mezin ê dîroka kurde. Ji ber vê ku ew rastî ji bo min zelal bûye, bi sedema ku hin têkilî û nameguherînên me bi Doktor Cemal re hebû, wî camêrî gellek caran dîtinên xwe li ser mijarên min dinivîsand û min nivîsên wî dixwendin. Ji ber wê min peyamek jê re şand û haydar kir ku ev nêrîna mine û ew pirtûk saxteye(çêkirî ye). Min jê xwest, wek kesekî ku pêşgotin ji bo wê pirtûkê nivîsîbû, bersiva wî bizanim. Mamoste Cemal, bersiva wî nebû, piştre careke din me peyam jêre şand lê bervîs nebû. Vêca min babeteke din jê re şand, demildest bersiv da. Hingê têgihiştim ku Doktor Cemal naxwaze behsa wê meseleyê bike. Min jî wek rêzgirtin ji bo temen û hewl û dilsozî, di wê derê de min dawî bi meseleyê anî. Her ji ber heman sedemê bû hetanî mamoste dijiya min ev zanyarî belav nekir. Ji bo kurdiya wê pirtûkê, diviyabû Doktor Cemal bêyî xwendinekî hûrgilî pêşgotin ji bo wê pirtûkê nenivîsandibûya . Wergêr erka xwe bicih aniye û şandiye ji Doktor Cemal re ku dîroknûs bûye, ji ber wê lome dikeve ser Doktor Cemal Nebez ku wî jî jê dilrihet im ji dilsozî û bi mebestekî baş ew kiriye.

Raxistina vê rastiyê bi mebesta rêgirtina li belgenameyekî saxte ku bikeve nav pirtûkxaneya kurdî û zêdetir bibe sedema jihevkirina dîroka Kurd û Kurdistanê. Ji ber ku bikaranîna van belgenameyan wek çavkanî ziyanekîgellekî mezin dide proseya me ya têgehiştina dîroka kurd. Îca ev pirtûkdi nav xelkî de belav bûye û hin nivîskarên kurd vê wekçavkanîyekî giring dihesibînin, ji ber wê dema wê hatiye ku ev rastî were zanîn ku ev pirtûk belgenameyekî saxteye(çêkirî) û divê wisa jî nêzîkatî lê were kirin û bi tu awayî nabe wek çavkanîyekî dîrokî were dîtin. Di heman demê de divê dîroknûs ku pêşgotinekî ji bo pirtûkekê binivîsin, divê hê bi hûrgilî bin û bingehê wê pirtûka ku li ber destê wan e vekolin. Ji ber ku erka serekî ya şîroveya wan pirtûkan dikeve ser milê dîroknûsan, neku wergêr.

 

Têbînî:

– Tevî ku nêrîna min li ser xebatên Mamoste Cemal Nebez heye jî, lêbelê gellekî rêza min ji bo rewanşad û hewldanên wî yên di biwarê ziman û dîrokê de heye. Ev babet jî tu carê rêzgirtina min a ji mamoste re kêm nake û her ji bo xatirê mamoste ku heta di jiyanê de bû, min belav nekir.

-Wextekî pirtûka Sînohe li kurdistanê li ser rûberga wê hatibû nivîsandin “çîroka rasteqîn”. Dilxwede ew pirtûke çar hezar sal berî niha Doktorêkî Misrî nivîsiye. Bi peydakirina çavkanîyan, di gotarekê de min zelal kir ku ew pirtûk çîrokekî xeyalî ye û dûre ji rastîyê û ew romanadîrokîye. Ew kesê ku ew çewtî kiribû bi hêrsî bersiva min da û gotinên min qebûl nedikir. Di çapên dinde êdî nenivîsand “çîroka rasteqîn” û kir çîroka dîrokî (romanî dîrokî). Ev pirtûk jî divê li ser rûberga wê were nivîsandin di sedeya bîstemîn de aliyê kesekî ve hatiye nivîsandin, ji ber dibewek çavkanîyaji bo lêkolînên dîrokî, divê wek xwe were naskirin neku bi çewtî.

– Bi nêrîna min wergêrê vê pirtûke karê xwe bi dilsozî pêk aniye û arasteyî dîroknûsekî navdar û kurd kiriye û di wir de erka wergêr temam bûye. Ez bawer dikim ku bi vî karî re gellekî westiyaye bêyî ku tiştek lê bihesile ji bilî westandinê. Ji bo wê ev gotar rêz li hewldana wî birêzî digire û mijar jî pêvendîya bi wî birêzî re tuneye ku zimannasî ye û zêdetir aliyê dîrokî ye di warê mamosta Cemal Nebez ê rewanşad de bûye.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …