Balafirên Tirk li navenda Şingalê otomobîlek bombebaran kir

Balafirên şer ên Tirkiyê, îro Duşemê danê nîvro li navenda navçeya Şingalê otomobîlek bombebaran kir.

Hat zanîn ku balafirên şer ên Tirkiyê li dor demjimêr 12:00 li navenda bajarê Şingalê li nava Sûka Kevin otomobîlek bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên dawî 5 kesên di wê otomobîlê de bûn ku 3 endamên PKKê hatine kuştin û 2 endamên din ên PKKê jî birîndar bûne û hêzên ewlehiya Iraqê çûne cihê bûyerê. Herwiha li gorî zanyariyên ji herêmê yek ji kuştiyan, fermandarekî bilind ê PKKê ye û birînên birîndaran jî giran in.

Derbarê wê bombardimanê de ti daxuyaniyeke fermi nehatiye belavkirin û ziyanên êrîşê jî nehatine ragihandin.

Rûpela Nû

Lê Binêre

QANATÊ KURDO

ZANYARÊ KURD: QANATÊ KURDO / ESKERÊ BOYIK

Qanatê Kurdo sala 1909 an li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayika xwe bûye. Sala …