Taleban Efûyeke Giştî Derxist

Digel serdestiya rêxistinê Talebanê re rêveberiya rêxistinê ji bo hemû xebatkar û rayedarên hukûmetê Efûyeke Giştî derxist.

Taleban di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bila xelkê Efxanistanê netirsin terka mal, milk û karxaneyên xwe nekin jiyana xwe ya asayî bidomînin.

Tê zanîn ku piştî desthilatdariya Talebanê bi sed hezarên Efxanistanî ji ber metirsiya rejîma nû û kirinên wê ketibûn rêyên koçber û zor û zehmet.

Taleban ji bo kesên mihacir jî bang kir ku bila vegerin welatê xwe da ku efûyeke giştî hatiye derxistin.

Bernamegeh

Lê Binêre

QANATÊ KURDO

ZANYARÊ KURD: QANATÊ KURDO / ESKERÊ BOYIK

Qanatê Kurdo sala 1909 an li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayika xwe bûye. Sala …