Ev Du Roj in Daristanên Xozatê Dişewitin

Piştî operasyonên eskerî şewata daristanên li gundê Kurukaymak yê mezraya Koçerî ku girêdayî Xozata Dersimê ye ev du roj in berdewam in. Heya niha ji bo temirandina şewatê tu midaxale û xebat nehatine kirin.

Heyeta ku tê de serokê şaredariya dersimê Fatih Mehmet Maçoğlu, Serokê Giştî yê Federasyona Komeleya Dersimê Ali Haydar Ben hebûn, bi tevî qerebalixeke mezin xwestin ku şewatê bitemirînin ji aliyê polêsan ve di ketina navçeya Xozatê de hatin sekinandin.

Federasyona Komeleyên Dersimê ji hesabên xwe yên medyaya civakî diyar kir ku bila li Xozatê şewata daristanan bê vemirandin.

Gelê Xozatê li bendê ne ku şewata daristanan ji aliyê rayedaran ve demildest bê temirandin.

Bernamegeh

Lê Binêre

BEDİRHAN BEY İSYANI

HER YÖNÜYLE BEDİRHAN BEY İSYANI

Cabir DOĞAN/ BEDİRHAN BEY İSYANI Tanzimat’ın Diyarbakır ve Çevresinde Uygulanmasına Karşı Bir Tepki Hareketi ÖZET …