Helbestvanê Kurd Hadî Behlewî Jiyana Xwe Ji Dest Da

Hadî Behlewî, îro di saet 9ê sibehê de, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di 73 saliya xwe de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Helbestvan Hadî Behlewî, di 16ê Gulana 1948an de, li gundê Girzîn li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê welidiye.

Xwendina xwe û salên ciwaniyê li nava kuçe û kolanên Qamişloyê derbas dike. Heta mirina xwe, her li bajarê Qamişlo dimîne.

Behlewî di sala 1967an de, li Zanîngeha Helebê koleja zimanê Erebî temam kir û pişt re bû mamosteyê zimanê Erebî li dibistanên Qamişloyê ders dan. Di sala 2010an de bi nexweşiya şekir ket û bînahiya her du çavên wê temirîn, ew aşiqê edebiyat û helbestên Kurdî bû.

Ji 1965’ê ve dest avêtiye pênûsê, bi zimanên Kurdî û Erebî helbest nivîsandine.

Bi dehan ji helbestên Hadî Behlewî bûne stran û hunermendên wekî: Se’îd Gabarî, Buha Şêxo, Adil Hiznî, Hisên Bavê Azad û Selah Resûl helbestên wî bi awaz kirin û strandin.

Helbestvan Hadî Behlewî di geşta nivîskariya xwe de, “Xelata Mele Ehmedê Palo” di salvegera wî ya duyemîn de wergirtiye.

Çend dîwanên Behlewî yên helbestan hene: “Wê Sibe Bê- (2002)”, “Ji Dil (2017)”, Îsal (2021) û heri dawî dîwana wî ya bi navê “Ristek Janên Hûnayî” hat weşandin û belav kirin.

HELBESTEKE WÎ;

Cejna Evȋnȇ

Xwedȇyo ka çi hȇja ye ko rȇkim?

Eva cejna evȋnȇ tȇ bi rȇ de

Ez ȇ çavan jȇ re bikim diyarȋ

Mixabin xwȋn ȗ zox rijiyana pȇ de

Ji dȇla hȇstiran xwȋn va dibarȋ

Gelo hȇja ne esta Cana tȇ de?

Ez ȇ gulȇn ji bȇhn jȇ ‘r bișȋnim

Ji gulzar ȗ kulȋlkȇn l’ vȇ dinȇ de

Bi destȇ xanima hatin guvaștin

Li Parȋzȇ ȗ li London,  yan li vȇ de

Yeqȋn nakim ko hȇja bin diyarȋ

Tevlȋ market bi navdar bȋ bi zȇde

Ez ȇ helbestekȇ jȇ re bihonim

Ji hestȇ xwe di germbȗna kelȇ de

Bi aza kim elȋf ȗ bȇya ȗ nȗn

Jiyana xweș ko vȋn serbest bȋ tȇ de

Bera razȇ evȋn tȇ de bixwȋnȋ

Heya mexrib ji berbanga sibȇ de

Bi gomanȇ ko ev jȋ,  jȇ re nabin

Ji ber helbest bi xwe ‘v Cana girȇda

Ez ȇ tilyȇ xwe vȇxim rengȇ mȗma

bikȋ ronȋ,  li dȗ reșya șevȇ de

Meger razȋ nebȗ Cana ji vana….

Rewan ȗ can didim,  bȇ nerx ȗ fȇde.

Bernamegeh

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …