Mervan Serhildan / Dawiya Dawîn

Çarenûsa kes û komên xwerû, dişibe serencama dar û berên siruşteke xwezayî; dişibe xwezayeke mişt dar û ber û şênkayî. Di serî de her tişt, her geşedan asayî ye, ji rêzê ye, li ser dirûv û herka diyalektîka gerdûnî ye. Her tişt wekî çireke şîr pak û paqij û spî ye; her tişt wek hubra pênûsekê ji liv û tevgera aqilekî daweriviye; her tişt bicihkirî ye, xwedî lebateke jixwe ye, nişmî ye, her tişt li cihê xwe rûniştiye, her tevger xwedî kûrahî ye, cî bi cî sêwiriye; her tişt bi hemdê xwe ye, dilsozê teqla xwe ye, haydarê hedê xwe ye…

Heta roja ku kes, kom, xweza tevli teyr û tebayên hawirê tûşî destwerdanekê dibin; heta roja ku heqîqeta kesî, komî, siruştî û civakî li bextreşiyan diqewimin; heta roja ku ew derb û zerpa dawiya dawîn dixwin. Hingê her tişt, hemû liv û tevgerên xwezayî û gerdûnî, hemû herk û geşedanên civakî, nema wekî berê diteqilin; hemû zindewarên ku tên zanîn nema wekî berê dimeşin; êdî qeyd û bendên hevgirtinê diqetin. Êdî teyr û tilûr wekî berê nafirin, êdî çem cuhê diguherin, êdî qilawiz şopê tevlihev dikin, êdî şênî û niştecî ber û bergiyê nabînin, dihewimin. Ezbenî êdî hemû rastiyên li ser piyan dirûvê diguherin, cewherê diguherin, çawaniyê diguherin; êdî av radibin, erdhej rûdidin, tofan diqewimin… Bi destwerdana li daristanan çawa ku ji nişka ve zinar û latên şûtîrût di qulên çavê mirovan radibin, lomeyan li gundî û maliyên hawirê dikin, bi biryardariyeke req serî radikin û natewin; bi destwerdana li çiyayan çawa lawir, sewal, teyr û tebayên şaşwaz lan û hêlînên xwe dihêlin û ji tecawizkaran direvin, dest bi rêwitiyên nesêwirî dikin; gel û neteweyên ku derb û zerpa dawiya dawîn dixwin jî, bi heman sergêjaniyê bi ber asoyên nesêwirî û bişaftker ve berbelav dibin; wekî noka ku li kevir bikeve, ji cih û warên xwe dipekin, diteqilin, digindirin, tûşî çarenûseke şolî, tarî û xeternak dibin; ezbenî gel û neteweyên ku derb û zerpa dawiya dawîn dixwin, heta ser devê hezaza ‘erê û na’yê, heta ber deriyê bûn û nebûnê, heta çirka man û nemanê piloz dibin, dipengizin.

Gidîno her tişt eşkere ye, divê ji hemû aliyan ve bê dîtin ku bi êrîşên dirinde ev civaka rengîn, ev gelê qedîm û ev welatê şêrîn û hingivîn, tûşî derb û zerpên dawiya dawîn bûne. Ji bo wan, êdî tu tişt ne wekî berê ye; êdî tu liv û tevgerên kevn, ne wekî nîrê xwezayî ne; êdî jiber û ezberên berê li wiyalî cuhê dimîne. Kes û komên ku vê rastiyê şolî dikin û nahêlin ku heqîqet kifş bibe, ji hiş û aqil bêrî ne… Her kî dibe bila bibe, ew kesê ku riya têgihiştina serdema nû li mij û moranê diqewimîne; mirovên xwe, civaka xwe û gelê xwe bi ser riyên xwîner, şerkar û xapîner ve dişîne; ew kesê ku riya têgihiştina serdema nû li mij û moranê diqewimîne, di yedeka dagirker û metingeran de dimîne; ew kesê ku riya têgihiştina serdema nû li mij û moranê diqewimîne, bi hiş û mejiyê dewleta qirker tevdigere; ew kesê ku riya têgihiştina serdema nû li mij û moranê diqewimîne çete ye, sîxur e, şolîker e. Ew kesê ku riya têgihiştina serdema nû li mij û moranê diqewimîne, agir bi dahatûya gelê xwe dixe, pûk û pêzûn û lehiyan li nirxên qewmê xwe radike; ew kesê ku riya têgihiştina serdema nû li mij û moranê diqewimîne, tofana dawiya dawîn vedixwîne welatê xwe, delaliya karesatên nesêwirî dike, simsariya gosirmetên nebihîstî û nenivîsî dike…

Tu dibêjî, “xwişk û birayên ezîz, rêveberiyên herêmî ne derfeteke ji rêzê ye, tavilê bi feraseta gelê kurd kirdariyê bikin, avadaniya sazî û baniyên azad pêk bînin, hevgirtina neteweyî biceribînin. Kolektîf û kooperatîfan esas bigirin, bi hişmendiya komî û komunî tevbigerin, demokrasiyê ji binî de avabikin; bi çar mutehîd û taşeronan re nexebitin, bi kolektîfa wan a giştî re bixebitin. Xwişk û birayên ezîz, bi hişmendiya dagirkeran nemeşin, vêya nekin, hûn ê gel wenda bikin. Bi hişmendiya dagirkeran nemeşin, di nav pûş û pelaxa welat de kevirên heste li bin guhên hevdu nexin, hûn ê daristanên qedîm, çiyayên dilvîn, welatê mişt êş û birîn bişewitînîn. Bi hişmendiya dagirkeran nemeşin, hûn ê rê û dirbên ku bi keda çend hezar salan vebûne bixetimînin; bi hişmendiya dagirkeran nemeşin, hûn ê gel ji ber hev de bixin, hûn ê ew mekan û mewziyan wenda bikin û qirker û mêtingeran li ser serê me ‘sur’ bikin, bikişkişînin. Bi hişmendiya dagirkeran nemeşin, wê kes û komên kurd derb û zerpên dawîn bixwin; wê xwezaya kurd tevli teyr û tebayên hawirê tûşî destwerdaneke dawîn bibin; wê welat, taliya dawîn ji nû ve bê dagirkirin…”

Lê ji perdeyeke gelekî bilind li te dinihêrin, bi kujê lêvan bi te dikenin û dibêjin, “li ber xwe binihêre gêjiko, tu kî yî ku derbarê kar û barên me de raporan binivîsî, tu kî yî ku çaroxa nigê xwe di nav solên camêran de datînî, tu kî yî ku hewl didî aqil bidî me û me beralî bikî? Gêjokê wî çiyayî, tu nikarî me rexne bikî, lewra tu hîn me nasnakî; em kî û kî ne, ma tu dizanî; em Dîcle û Firat in, xwedî xet in, bi nav û deng in, nûnerên gel in, ma tu nizanî? Kes, tu kes nikare me ji van mekan û mewziyan bavêje, herwiha vêya jî zanibe, ji dagirkeriyê zêde ye ku mekan û mewziyên me xesp bike; ji dagirkeriyê jî zêde ye ku agir bi welatê me bixe. Lewra em ê welat rakin ser piyan, em ê dinyayê bi ser serê dagirkeran de bînin xwar, em ê tofanê rakin li esl û feslê wan ku şaş û metal li me binêrên bi belengaziyeke jar û stûxwar. Em Dîcle û Firat in, bi nav û deng in; em ê wekî tasek av bi wan bidin qebûlkirin, em nifşê dawîn in ku muzakereyê bikin, an na em ê dinyayê li wan bikin dojeh û jiyanê li wan bikin jahr; here kuro, tu bi riya xwe de here, xwediyê çaroxa gemar!..”

Adina rojê qeyûm tê ser me û wan; adina rojê kifş dibe ku ew jî qeyûmên sosretên qewmê me ne, dêran e li min dêran. Adina rojê diyar dibe ku di kirdariya rêveberiyên herêmî ya bîst salan de hew mînakek jî nîn e ku manîfestoya şoreşa kurd bi serkeftin sepandiye. Adina rojê gel dihêlin li ser devê kûreyan û welîwenda dibin ji ber çavan. Adina rojê bi tenê dimînin li ser dika têkçûyiyan; adina rojê li dû xwe jî nanihêrin û bi kiştîneke bêferman direvin berwelatan… Adina rojê ji nû ve payeya nûnertiya gel werdigirin li Ewropa û cuda parzemînan; bêyî xwerexne, bêyî etîk û bêyî wijdan. Adina rojê hemû derb û zerpên dawîn ku wek xençerekê bi noqa me de diçin xwar, mikur tên li şûn û şopên tilî û pêçiyên bêkêr û nebesan. Ey welat, modernîte çerxeke rûreş e; hemû qewm pê dizanin, tênê kurd vê heqîqetê nizanin; ev çend sedsal e ku xwelî û arî li me dibarin… Ey dîrok, şênî derdê me fêhm nakin; gundî birîna me nasnakin; bajarî li me guhdarî nakin; rêxistin çavên xwe venakin. Balê tu binihêre li ev bextê perîşan, balê tu were ziman li ser navê sêwî û belengazên Kurdistan. Balê tu heqîqeta kurd ragihîne li herdu cîhanan; balê tu du gotinan bike, bo rûsar û xemsaran. Balê tu hişyariyekê, bangewaziyekê bide, belkî zingîniyek bê ji guhên hinek bêhiş û bêîdraqan, belkî dawiya dawîn kurd jî li xwe hayê bibin, îradeya xwe biparêzin, welatê xwe bihefidînin li hemberî derb û zerpên qirker û dagirkeran!..

21.08.2021

Mervan Serhildan

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …