zeynelabidin zinar

Zeynelabidin Zinar / Navên Cureyên Segan

Bi rastî giringiya ku Kurd didin segan, ji ya hespa ne kêmtir e.
Bêguman diyar e ku seg, heywana herî rast û dirust e ji bo mirovan. Ji ber hindê seg di Çanda Kurdan de pir girîng in. Bêguman sedemên giringiyê jî wê ev bin: Berê piraniya Kurda pez xwedî dikirin. Beşeke mezin ji xwezaya Kurdistanê jî çiya ne. Di herêmên çiyayî de jî ajalên dirinde pir hene. Ji bo ku Kurd sewalên xwe ji wan biparêzin, seg xwedî dikirin. Heta min dîtiye ku hin malên xwedîpez, hêkerûn çêdikirin û didan segên xwe. Herweha min dîtiye ku du gundên cîranên hev, li ser segan şer jî kirine û bi salan dijminatîya wan berdewam bûye.
Li Kurdistanê tê gotin ku pênc cûreyên cuda yên segan hene.
Cûreya herî navdar bi navê SEGÊ PIŞDERê ye. Ji ber dirustî zîrektiya vê cûreyê, li piyasa dinyayê jî bi diravekî zêde tê firotin.

Li gor hin zanyariyan, ev seg 3 hezar sal berî zayînê ji aliyê Kurdan ve hatiye kedîkirin û wêneyê wî di hin tabloyên mêjûyî de jî hatiye dîtin.
Şûfandineke zêde di navbera segê PÊDER, yê QENGAL û yê HEVŞARê de heye. Ji ber hindê tê gotin ku ev hersê cûn seg, ji eynî famîleyê ne. Rengê pirça wan cûda cuda ye wek sipî, zerik, reşik, qehweyî û gewr.
Sega Pişderê, di salê de du car têjik tîne û dema avisbûna wê jî 60-70 roj in. Eger rin xwedî bûbin, di carekê de heta 15-18 têjik jî tînin.

Tê gotin ji 12 heta 15 hezar sal berê ve ye ku seg hatine kedîkirin û niha jî li dora 400î, cûnên wan li dinyayê hene. Bihn û dîtîna segan, pir zêde xurt e.
Dema tiştekî his dikinin, herdu guhên xwe bel dikin û li wî alî dinerin. Ji ber hindê ji wan re GOBEL/ KOBEL û KOPEK jî hatiye gotin. Rûsî jî jê re KOBEL dibêjin. Ev ” köpek”a tirkî jî ji van navan hatiye wergirtin.
Li dinyayê Misir û Kurdistanê, zêde girinhî dane segan.
Seg pir car ji bo alîkariya seqetan, ji bo lêkolîn û lêgerîna tiştên wenda jî têne bikaranîn.
Li Kurdistanê Segên Gurêx, pir navdar û giranbiha ne. Ev cûn, zêdetir ji bo parastina pez ji dirindeyan têne xwedîkirin.
Ji bo nêçîrê jî cûnek bi navê TAJÎ heye ku tê xwedîkirin.
Navê wan bi giştî SEG e û navê ya mê DÊLIK e. Ji bo segên bêxwedî, KÛÇIK û TÛLE têne gotin.
Di nava Kurdan de dema yek ji yekî zêvir dibe, dibêje DE WÊDE HERE KÛÇIKÊ HERAM.
Li gor Ola Bisilmantiyê Seg û Beraz heram in. Dema ku bi şilayî li meriv bikevin, divê heft car bi ava çîlo ya bi xweliya sor bête şûştin.

Dema dêlik tê fehl, jê re BIBA/hatiye ba tê gotin.
Dema dêlik têjik tîne, jê re TELIQÎ tê gotin.
Dema nû dêlik diteliqe, ji yên nûhatî re TÊJIK tê gotin.
Piştî çend heftiyan, ji wan re CEWRIK tê gotin.
Dema cewrik hinek mezin dibin, ji wan re KUDIK tê gotin.
Dema kurdik yeksalî dibin, ji yên nêr re CEWR tê gotin.
Hin Gotinên Pêşiyan li ser seg û kûçikan ev in li jêrêr:
. Ba pê ket, seg li pey ket.
. Bila kuçikê gunda bim, ne piçukê bira bim.
. Bila kuçikê sa bim, ne piçukê bira bim.
. Dêl bi ba ye, kuçik tê ji Bexda ye.
. Got: “Ez ji segê xwe hinê merantiye bûm.”
. Hingivê dobê ye, li eyare segê ye.
. Ji tirsa kuçikan, newêre here diziyê.
. Kûçik ji kur bitirse, bi wê ve direyî.
. Segê me ye, li ber derê xelkê ye.

Li Kurdistanê çewa ku Kurd nav li hesp, bizin, mih, dewarên stûr û wekî din sewalên xwe datînin, her wisa nav li segên xwe jî datînin. Hin navên segan ku hatine peyitandin, ev 46 in li jêrê:
Bêlan
Belek
Belekreş
Beleksor
Beşo
Bigir
Boçî
Çavreş
Çolo
Çomer
Çûmer
Dûman
Ewkî
Gembol
Sipe
Goleseg
Gurcê
Gurdo
Gurêx
Gurzo
Hirço
Qenxal
Qerso
Kumiş
Mînik
Qafreş
Qero
Qerûş
Qolo
Qumir
Pêşa
Seboz
Hewşar
Şepal
Şêro
Şerro
Şerûd
Şewlo
Sûrik
Tajî
Teyro
Tirkeş
Toltajî
Zalim
Zar
Zexel
Bi hêviya ku lêkolîn li ser navê hemû cûre sewal û ajalan bête kirin.

Lê Binêre

BEDİRHAN BEY İSYANI

HER YÖNÜYLE BEDİRHAN BEY İSYANI

Cabir DOĞAN/ BEDİRHAN BEY İSYANI Tanzimat’ın Diyarbakır ve Çevresinde Uygulanmasına Karşı Bir Tepki Hareketi ÖZET …