Tembûra Mûsayê Kinê û Rewanbêjiya Evdilo Bavê Hesenê

Lewend Dalînî / Tembûra Mûsayê Kinê û Rewanbêjiya Evdilo Bavê Hesenê

Di dîroka kevnetûr û Mûsîka Kurdî a klasîk de, gelek Şehsiwar û stûnên saz û dengbêjiyê hebûn… Lê mixabin hetanî niha jî gelek ji wan nehatine naskirin û nav û dengên wan weke bejna wan a bilind di parastina beşek yan jî rengek ji ên kevnetora Mûsîka Kurdî kû bingehîn bû di berdewamîya hebûna saz, awaz, ziman û kevnetora resen di nav tevahîya miletê me de kû mafê kar û keda wanî granbûha, negihiştiye wan.

Ji wan kesan, Evdilê Dengbêj û Mûsayê Kinê, kû herdû gor buhiştiyan bi deng û saza xwe civata gund û bajarên me li geleke herêma, ji Dêrika Hemko tanî Serê Kanîyê û devarên din jî xemilandibûn. Ji gundê Sîha, Xizna, Himara û xirbedîb, Tenûrî, Şorik tanî Enterî û Hilêlîyê gera wan di salên 50î hetanî 80î jî berdewam bû…

Di jiyaneke bi zehmetî kêm pêdivîyên jiyanî,  herduwan bi hevre, Mûsa bi Tembûra xwe û Bavê Hesenê bi dengê xwe şevê gundiyan bi rewanbêjîyê zindî di kirin…Ger li ser dikeya oda gundekî di şeveke havînî civata xwe li dar bixista, wê êvarê li ser text ê razanê û banê xanîyan, rewaha Tembûra Mûsa û deng Evdilo ê zelal li guhê heryekî, mezin piçûk, xort keç, teyr û tilûran jî xweş dihat….

Tembûra Mûsa xemleke bûkanî dida dengbêjiya B. Hesenê û bi hevre di harmonîyeke bi rewan, reweha stranê li asteke bilind bi cî dikir (di sekinand).
Telîyên Mûsa bi ser hawayekî te li deşt û çiyayê Kurdistanê di gerand û ramnên te bi livîna tilîyên wî re hem şad di bûn û hem jî xemgîn dibûn….Û ji nişkê ve B. Hesenê bi wî dengê zelal û şêrîn di çû strana Looo Îskano a kû bi şewatî ji dilê dayika Îskên hatibû der….Bi rengekî Evdilo di hişte dilê te ji cih derkevê!?…

Bêje lo Îskano lo Îskano lo Îskano
Pêşkêşo kêm xeberdano
Bi şevê şevgêro, bi rojê nijdevao
Fêriso pêlewano
Delalê Diya xwe bû, li te boxo li te berano……

Dengê Evdilo û saza Mûsayê Kinê, daneke xwedayî bû…Ewan  li tu dibistana yan jî zanîngehan fêrî Mûsik û dengbêjîyê nebû bûn..Û her kû dem derbas dibû, behreya wan a hûnerîyê zêdetir û zengîntir dibû…
Evdilo mirovekî bi xwe bawer bû û carekê nemir Seîd Gabarî got: Evdilo dengbêjekî timî li stranê sware?.
Û Mûsa jî bi demê re hostaya wî zêdetir dibû hem jî telîyên wî tê de kevnar di bûn..

Ji alîyekî din ve jî Evdilo kurdperewerekî dil soz bû, kû bi jîrî stranê netewî weke, Cemîlê Seyda, Fermana Ala Qemşê digot…uhd..
Çend caran hate girtin jî.. Lê ji pey bawerîyên xwey netewî venegerîya.

Her çiqasî B. Hesen ê di dengbêjîya xwe de serdest û şareza bû, lê Tembûra Mûsayê Kinê rewanek û rewaheke bilind di da derhênerî ya strana wî….
Mûsa ne tenê Tembûrvan bû, lê belê endezyarê lê dana hemû alavên Mûsîkê bû… Keman û Kemançe di hişte kû bilîlînin û carna jî dengê wan bi kartanî, kû te ne dîba tê bi gota qey zirne ye?  Hewqasî bi zanebûn û hostayî jî bi kar tanîn.

Dengê Evdilo du beş bûn yek a bilind û zelal û yek jî qalind û melûl…Dengê wî weke ên Qulinga bû çiqasî bilind dibû heqasî jî zelal û nêzîk dihate guhê mirov.

Bavê Hesenê û Mûsayê Kinê bi hevre bi sedan destanên qehremanîy ê, Lawikên evîndarîyê û payîzok, gotinbûn weke:

Elo û Ftimê, Cemîlê Seyda, Slêmanê Mistê, Şah Mihemed Begê, Fatima Salih Axa, Şerê Elîk û hepsa Nisêbînê û Ferma Ala Qemşê …..

Welatême.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …