Nivîskar Abdurrahman Onen Koça Dawî Kir

Nivîskar Abdurrahman Onen îro ji ber nexweşiya penceşêrê di 65 saliya xwe de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da.

Abdurrahman Onen ev salekê bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin îro serê sibê li Nexweşxaneya Istinye ya bajarê Stenbolê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî xwestek û wesiyeta Onen termê wî ji bo lêkolînên tibî ji nexweşxaneyê re bê dayîn da ku mirovahî feydeyek bibîne.

Malbata Onen ji Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ne.

Du pirtûkên Abdurrahman Onen hebûn. Berhemên wî di derbarê Erdnîgariya Agirî û Wanê yên Kurdistana Bakur de bûn.

Pirtûkên wî ji aliyê Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ve hatine çapkirin û weşandin.

Navê berhemên wî wiha ne: “Erdnîgarîya Kurdistanê I: Agirî” û “Erdnîgarîya Kurdistanê – II: WAN”

Abdurrahman Onen di sala 2008an de pirtûkek bi navê Ferhenga Erdnîgariyê belav kiribû.

Her dîsan pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çap û weşanê amade bûn.

Abdurrahman Onen kî ye?

Onen di sala 24.02.1956an de hatiye dinê.

Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Dibistana seretayî û navendî li Dêrikê diqedîne, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê temam dike, zanîngehê li Stenbolê, di Zanîngeha Stenbolê ya Fakulteya Wêjeyî ya Beşa Erdnigariyê de dixwîne. Jii sala 1976an heta 1980yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re domandine.

Piştî xwendina xwe ya dibistana amadeyiyê nêzîkî sê salan li navçeya Dêrikê karê cotkariyê kiriye.

Di sala 1976an de koçî bajarê Stenbolê dike. Di sala 1980yî de, li navçeya Midyadê ya Mêrdînê dest bi mamostetiya erdnîgariyê dike. Piştî deh mehan, ji ber zext û sedemên siyasî dev ji mamostetiyê berdaye.

Di sala 1984an de, cardin vedigere ser karê mamostetiyê.

Onen heta sala 2008an li Stenbolê di gelek dibistanan de mamostetiya erdnîgariyê dike û di sala 2008an de teqawid bûye.

Çend salan mamostetiya dersa Kurmancî û dersa komputerê jî dide.

Biryar dide ku ji bo erdnîgarîya Kurdistanê bixebite da ku wek mamosteyekî Kurd hewl bide û bikaribe dersa erdnîgarîyê ya bi Kurdî bide.

Piştî wan hewldanan di sala 2008an de pirtûka xwe ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê diweşîne.

Onen heta mirina xwe xebatên xwe yên erdnigariyê didomandin.

Berhem:

-Erdnîgarîya Kurdistanê I: Agirî

-Erdnîgarîya Kurdistanê II: WAN

-Ferhenga Erdnigariyê, 2008.

Lê Binêre

BEDİRHAN BEY İSYANI

HER YÖNÜYLE BEDİRHAN BEY İSYANI

Cabir DOĞAN/ BEDİRHAN BEY İSYANI Tanzimat’ın Diyarbakır ve Çevresinde Uygulanmasına Karşı Bir Tepki Hareketi ÖZET …