Rewşenbîr Nadir Nadirov Jiyana Xwe Ji Dest Da

Prof. Dr. Nadir Nadirov ev mehekê bû ji ber acizî û nexweşiyê li nexweşxaneyê dihate dermankirin îro li paytexta Qezakistanê Nur-Sultan wefat kir.

Nadir Nadirov di sala 6ê Çileya 1932yan de li herêma Nexçîvanê ya Azerbeycanê welidiye.

Di sala 1933yan de ew û malbata xwe ji bo Qezakistanê tên sirgûnkirin. Nadirov roportajekê de dibêje ku ” Me tucarî fêm nekiribû çima bi çi sedemî em hatibûn sirgûnkirin.”

Nadirov Serokê Komela Kurd ya Berbangê ya li Qezakistanê û Cîgirê Yekem ê Akademiya Endezyariya Qezakistanê bû.

Nadirov di sala 2010an de bû Şêwirmendê Serokomarê Qezakistanê. Ew wekî Rêvebirê Navenda Zanistî ya Petrolê wezîfedar bû. Nadirov ku sernavê profesor wergirtiye, li Qezakistanê wek Mareşalê Gaz û Neftê dihate naskirin.

Lê Binêre

Lev Trotskî

Lev Trotskî Kî Ye

Lev (an jî Leon) Davîdovîç Trotskî (jdb. 7ê çiriya paşîn a 1879an li Yanowka, Ûkrayna / m. 21ê tebaxa 1940an  li Coyoacán, Meksîk) siyasetmedar, fîlozof, şoreşger û yek ji pêşengên Şoreşa Cotmehê ye. Bi navê Lev Davîdovîç …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !