erebe şemo

Ferdi Sarmış / Hêmanên Folklorê Di Pîyesa “Koçekê Derewîn” De

Kurte

Erebê Şemo nivîskarekî êwra edebîyata kurdî ya Kafkasyayê ye. Romannivîsîya wî ya kurdî bi pirtûka wî ya bi navê Şivanê Kurmanca dest pê dike. Romanên wî piranî otobiyokrafik û îdeolojîk in.Di sala 1931an de pîyesa Erebê Şemo ya “Koçekê Derewîn” tê weşandin. Li gorî Rênas Jîyan ku ew di pêşgotina pirtûkê de dibêje: “Koçekê Derewîn di Kurdî de duyem şanoya bi Kurdî ye; ji ber vê yekê ev şano qels be jî, teqlît be jî, teksteke girîng e; di vê şanoyê de şînhatina pênûsa Erebê Şemo û pêkhatina pexşana Kurdî tê şopandin.”

Mijara şanoyê xapandina kesên nexwende û nezan bi çavekî girtî bawerkirina hin kesên wekî mela, şêxa began û herwiha pesindayîna îdolojîya sosyalîst radixe li pêş çavan. Weke ku di dîrokê de jî tê dîtin ku heyanî dema niha hin axa, began, û mela bi çi awayî gel xapandine û heyanî niha xwîna gel çawa mêja ne? Em di şanoya Erebê Şemo ya bi navê Koçekê Derewîn de dibînin. Erebê Şemo jî xwestîye ku vê rastîyê bi peyamekî di şanoya xwe de vê mijarê raxe li pêş çavan û herwiha pesindayî ya îdolojîya xwe a sosyalîs jî di şano ya xwe de derxe li pêş. Erebê Şemo di şano ya xwe de hêmanên folklorîk bi şêweyeka vekirî derdixe pêş.

Çi tekilîya şano û folklorê bi hev re heye? Çawa bandor li hev kirine?Hêmanên folklorê di Koçekê Derewîn de çawa hatine bikaranîn? Di vê xebatê de em li ser bersivên van pirsan bisekinîn û hêmanên folklorê yên di pîyesê de li gorî cureyên wan bisenifînin û binirxînin.

Peyvên Sereke: Koçekê Derewîn, Erebê Şemo, Folklor, Şano, Hêmanên Folklorê

Destpêk

Vegera li nav gel, an jî bi raveka ku pir tê zanîn “îdealîzekirina rabirdûyê” ya ku bi bizava romantîzma ku di sedsala 19an de li ewropayê encam daye, qet bê guman li Kurdistanê, di edebîyata me de jî rewacek bi dest xistîye. Lewre Ehmedê Xanî, Mem û Alan ji Mem û Zîna xwe re kirîye bingeh. Dîsa ji dewra klasîk, avabûna “Leyla û Mecnûn” a Xarisî Bitlîsî ya ji çanda devkî û beyta Feqîyê Teyran “Şêxê Sen’an” ku ji “Dota Gurca” an jî “Şerê Sîsebanê” wergirtibû, mînakên bandora folklorê ne li ser edebiyata nivîskî, ku Vladimir Propp wê dişibîne malzaroka edebîyatê. (Propp, 1998:26) Ne tenê di nav wêjeya me ya klasîk de, di nav wêjeya me ya modern de jî ew tesîr berdewam e ku niha jî bandora folklorê berdewam e, ji ber vê bandorê ye ku weke Mem û Zîna Xanî, heman destana Memê Alan ji bo pîyesa yekem a Kurdî, “Memê Alan”E. Rehmî Hekarî jî bûye çavkanîyeke îlhamê.

Piştî pîyesa Koçekê Derewîn bi dehan salan şûnde, mirov ji nivîsandina romana Dimdimê ya Erebê Şemo ku Destana Xanoyê Çengzêrîn jê re bûye heman çavkanîya îlhamê dikare bigihije encama girîngdîtina folklorê ya wêjevanên Kurdî. Ev girîngdîtina folklorê ya nivîskarîya Erebê Şemo, ji konjukturên dema wî, polîtîkayên Sovyetê û bizava realîzma sosyalîst ne bêrî ne, ku tê zanîn ji ber îdealîzekirina gel û karkeran, sovyetê girîngîyeke mezin dida folklorê û hin caran jî ji bo berjewendîyên xwe ew wekî amrazekî bikardianîn.

Herwiha Maksîm Gorkîyê ku yek ji pêşengên realîzma sosyalîst tê zanîn, di axaftina xwe ya Kongreya Nivîskarên Sovyetê ya yekemîn ya di sala 1934an de, pesnê dengbêj Suleymen Stalskîyê Daxistinî dide wiha dibêje; “Divê hûn kesên wek dengbêj Suleyman biparêzin, lewre ew nûnerên hunera helbesta gelerî ne, destpêka hunera helbestê di folklorê de ye. Folklora xwe berhev bikin, bi wê hîn bibin û li ser wê mijûl bibin. Folklor bo we ye, bo me helbestkar û nivîskaran keresteyan dabîn dike. Em çiqas bikaribin rabûrdîya xwe hîn bibin em dê wateya vê demê jî ew qas kur û bextewar têbigihin.” (Propp, 1998:26) Dibe ku Erebê Şemo jî tevlî vê kongreyê bibûye.Wekî Eskerê Boyîk vediguhêze, Gorkî hatibûye Ermenîstanê li bajarê Yerîvanê Erebê Şemo destnivîsara “Şivanê Kurd” di dest de rastî gorgî tê. Gorkî destnivîsarê hildide, bi dilxweşî lê dinêre û dibêje: “Gelê Kurd bi zimanê nivîskarê xwe Erebê Şamîlov qise dike.” (Boyîk, 2004:31) Rasterast amejeyê bi bandora folklorê ya li ser pîyesnivîsîya Kurdî neke jî, ligel ku di vê şanoyê de li şûna “îdelazîkirina rabirdûyê” dijberîyeka tûj tê de hebe jî, ji ber lêgera ku wêjeya Erebê Şemo û heta astekê wêjeya Kurdî ya Kafkasyayê di bin bandora folklorê de, girîngî pê hatiye dayîn ku di vê pîyesê de bi hecimîya xwe zirav e lê ji ber ewilîya xwe girîng e ku hêmanên folklorê yên tê de bên destnîşankirin û senifandin.

Kurteya Pîyesê

Pîyes ji du perdeyan, bi gotina nivîskar; ji du “fesl”an pêk tê. Di perdeya pêşîn de 7 û di ya duyem de 6 dik hene. Ji bo dikê peyva “sifet”ê û ji bo dekorê jî peyva “derece”yê hatîye emilandin. Bi tevahî 4 karakter tê de cih digirin: Koçek Îsmaîlê derdora 50î salî ye (Koçekê Derewîn), Mhoyê 60 salî ye(gundyê orteye, xoedê nas malxê malê), Cndoyê 22 salî ye(kurê Mho, yê komsomol) komunîst û Hesoyê 45 salî ye(cînarê Mho ye). Di her du perdeyan de, em bi tevahî 5 caran rastî teknîka monologê(xwe bi xwe peyîvîn) tên.

Şano li dor sê karekteran ( Koçek Îsmaîl, Mho û Cndo ) dizivire. Bûyer li mala Mho, bi dîyaloga wî ya bi Cndo re dest pê dike. Cndo dibihîze ku Koçekê derewîn(Îsmaîl) hatîye mala wan bi şêweyeke ku bavê Cndo, yanê Mho xapandî ye, xwe wekî Koçekê pîroz daye nasîn û li mala wî bi cih bûye. Cndo hay ji bûyerê heye ku, Koçek derewan dike, ne kesekî pîroz e ji bo wê jî li gel bavê xwe re şer dike ku Koçekî li mala xwe biqewirîne. Bavê wî jî ji kurê xwe bawer nake ku ew Koçek, Koçekê Derewîn e. Cndo derdikeve û diçe, di dawîyê de Cndo dikeve qefla jinekî, derdikeve pêş Koçekî. Ji Koçekî daxwaz dike ku bextekî jê re veke ji bo ku bizewice. Koçek jî ji bî bûna wê(Cndo) îstîfade dike ku ji xwe re bixwaze. Cndo cilên jina li ser xwe davêje û Koçekî digire. Di wê navberê de bavê Cndoyê Mho dibîne ku ev Koçek, Koçekê derewîn e. Cndo û bavê wî yanê Mho her du bi hev ra Koçekî digirin û girê didin. Cndo ji bavê xwe re dibêje ku min, tu hişyarkiribûy ev Koçek, Koçekê Derewîn e. Ne ez Komsomol im, em Komsomol hemû tiştî dizanin bavê wî Mho jî dibêje tu mafdar î ez jî xwe binivîsînim Komsomolê. Heso cînara wan bi girî tê mala Mho pirsa Koçekê Derewîn ji wan dike, dibêje; wî kure min daye kuştin, ew ka Cndo û Mho bi hev re dibêjin me ew girtîye û girêdaye. Her sê ber bi tewlexaneya ku Koçek li wir girêdabûn ve diçin û pîyes diqede.

 

Hêmanên Folklorê

Em dê di vê beşê de behsa hêmanên folklorê di Koçekê Derewîn de bikin û bibînin bê ka herî zêde kîjan hêmanên folklorê di vê berhemê de hatine bikaranîn û wan ev pîyes çawa dewlemend kirîye.

Çîrokên Gelêrî

Kilam

Kilam cureyekî helbesta gelêrî ye ku zêdetir weke berhemên dengbêjan û edebîyeta dengbêjîyê tê qebûlkirin. (Yavuz, 2020:92) Kilam ew şêweye ku bûyerên wekî; mêranî, mêrxasî, şer, eşq, evîn, pevçûn û hwd di nav xwe de dihewîne. Kilam di çanda Kurdî de berbelave, lewre ye ku em di pîyesa Koçekê Derewîn de jî rastî du kilaman tên. Herdu kilamên di şanoya Koçekê Derewîn de li ser evînê hatine honandin.

Dema mirov bala xwe dide vê pîyesê tê dîtîn ku ji bo pîyesê xurttir bike nivîskar serî li kilaman daye. Ev kilam, rayîşa şanoyê nateisînin û wê herikbartir dikin. Ji ber ku em ji lêkolînên xwe negihiştin varyantên van herdu kilaman,em gihiştin vê encamê ku ew ji alîyê nivîskar bi xwe ve hatine nivîsîn. Lewre ye ku gotinên kilaman li gor mijara pîyesê hatîne rêztin.Klama yekem ev e:

“Eman… eman… eman… eman…

Qemerê gelî gundê

Lê lê lê me rihanê

Van rihanê…

Tale bextê min tera

Îsal j pêra lê lê lê

Kulîl dane

Eman bavo derê

Van qimera…”

 

Ev kilam dema ku Cndo di qeflê jinan de ye ji Koçekê daxwaz dike ku jê ra kilamekê bibêje û Koçek vê kilamê ji Cndo re dibêje.

Klama duyem jî ev e:

“Jina bîyê lê jina bîyê

Derdê dila lê mereglîê

Sûret sora min gestîe

Jina bîê lê jina bîê

Derdê dila lê mereqlîê

Sûret bîe lê jina bîê

Mraz kira lê gerîê

Derdê dila mereqlîê

Sûret sora min gestîê”

 

Ev kilam jî dema ku Cndo daxwaz ji Koçekê re dike ku kilamekê dîsa jê ra bistirê, Koçek vê kilamê jê ra distirê.

Gotinên Qalibî

Biwêj:

Biwêj, ew cure peyv in ku bi derbasbûna demê re, ketine teşe, liv û qalibên xusûsî û li her ciyî, bi heman awayî tên gotin. Biwêj, ji wan tecrûbe, ceribandin û darazên bi sedsalan yên jîrtiya hest û ramanên dê û bavan derketine. (Yıldız, 2017:220)Biwêj bi wateya mecazî (metafor) tên bikaranîn û ji bo vegotinê zexm bikin hêmanên girîng ên folklorê ne. Ango biwêj di hundirê xwe da weteyên veşartî dihewînin. Nivîskardi şanoya Koçekê Derewîn de cih daye sê biwêjan;

Kewekî tera negîjin.(r. 26)

Ev biwêj di wê wateyê da tê bikaranîn ku kesek ji tiştekî bireve û yên li pey wî weke kewekî bi lez bin jî nikarin pê re bigihîjin. Ango ev biwêj li ser reva tirsê tê gotin. Di şanoyê da jî Cndo, ji bo Koçek vê biwêjê bikar tîne û dixwaze wî bide tirsê.

Hûkî dikine mûkî.(r. 28)

Ev biwêj gelemperî li ser mijarên hatine fîşal kirin(hatine çirçirandin) tê bikar anîn. Di Koçeke Derewîn de jî Mho ji kurê xwe Cndo re vê biwêjê dibêje ku dixwaze bide zanîn, cîranên wan hin tiştan zêde diçirînin û mezin dikin.

Ga radikin golkê pey dixin.(r. 28)

Ev biwêj jî tê wê wateyê ku, kesek di bûyerekî de li pey berpirsyarê bûyerê nagere, wisa ku li pey kesekî bêguneh digere. Di şanoyê da dîsa Mho ji kurê xwe yî Cndo re vê biwêjê di derheqa cînaran da bikar tîne û dixwaze bide zanîn ku cînarên wan di bûyerekî de li pey bêgunehan dikevin.

Dia     

Di Pîyesa Şemo ya Koçekê Derewîn de, bikaranîna diayan gelekî dewlemend e kudia cihekî girîng di nav gel de digire. Qasî ku Yavuzî neqil kirîye “dia, ew gotinên qalibî ne ku ji bo qencî û başîya mirovan tên gotin û di forma daxwazkirinê de ne ku ev daxwazî bi piranî ji xwedê û carnan jî ji pêxember, ewlîyayan jî ji qencên xwedê tên kirin.” (Yavuz, 2020:108) di pîyesê de jî em dibînin ku daxwaz piranî ji Xwedê û ewlîyayan heye. Me li jêrê cih daye wan diayên ku di Şanoya Şemo de derbas bûne.

Ya nûra şems, tu gunê min ‘evdî, min gunekarî bibexşînî, ez hêsirê teme. (r. 19)

Dema Koçek, dengê lingan dibihîze vê diayê dike. Bi vê diayê Koçek dixwaze ku Mho hinekî din jî bawerîya wî ya bi Koçekê Derewîn xurtir bibe. Di vê diayê de em têdigihîjin diayên kutê kirin diayê Êzdîyan e. Ji ber ku Şems bi xwe tav e û Êzdî dema dia dikin xwe dispêrin tavê.

            Yarebî bê gunekarî be(r. 19)

Mho, ji Koçekî daxwaz dike ku here ji xwere hinekî bigere û Koçek jî daxwaza desmala wî dike ji bo çavên wî bi jinan nekeve û vê diayê dike. Bi vê diayê Koçek dixwaze, Mho bide qanihkirin ku nêrîna li jinan guneheke mezine.

Xêra te, xêra Alê Gelî[1] be xoeda xêra te qebûl bike. (r. 19)

Mho dezmalê dide Koçek û Koçek derdikeve diçe vê diayê Ji Mho re dike.

Xoedê bide yab xêr. (r. 21)

Heso xewnek dibîne û vê xewna xwe ji Mho re dibêje Mho vê diayê dike.

            Ya bînaya çava ez gunekarim li ber dergayê te. (r. 23)

Koçek derva tê dikeve hundurê malê û vê diayê xwe bi xwe dike.

Xoedê bide ya b xêr. (r. 23)

Koçek ji Heso daxwaz dike ku xewna xwe bibêje vê diayê dike û ji ber xwe de dikene.

Xoedê me ber nifûsa texe.(r. 24)

Koçek xewna Heso şîrove dike û Heso vê diayê ji Koçek re dike.

Ya rebê ‘elemê, ya Bedil Hesen Cebil Hesen, ya Melek Şîxîsin, ya Sixrî Cin mîrê Cina. (r. 31)

Koçek berxwe de vê diayê dike û dikeve hundur. Di bawerîya Êzdîyan da ev kesên ku di vê diayê de navên wan derbaz dibin şêx û melekên pîroz in û wisa tên qebûl kirin.

            Xoedê komeka terave, qapyê terave, dewleta terave. (r. 31)

Mho dibêje ez ê herim ji te re xwarin bidime çêkirinê, Koçek vê diayê dike.

Ya xoedê, ya mêrê dîwan cina, kullî xlaîq I Ella…(r, 33)

Dema Cndo bi qefla jinan de tê li gel Koçek û jêra dibêje ez bîme Koçek vê diayê ji wê ra dike.

Yarebî tu min gunekar hesav nekî. (r. 16)

Di vir de Koçek dixwaze Mho re behs bike ka çawa bûye Koçek û pê ra jî vê diayê dike.

Ya bînaya çava teva ‘eyane tu xişinya mûrî gudarî tu mira tu guna nebînî. (r. 16)

Ji ber heman şêwayî vê diayê dike.(çawa bûye Koçek)

Yarebî tu vê xurcê nekî destê ‘eîsanê ser reş. (r. 17)

Koçek ji bo ku tu kes destên xwe nedine xurcê wî vê diayê dike.

Xoedê me ber nifûsa texe Koçek qencê xoedê.(r. 17)

Koçek dixwaze bide dîyarkirin ku di dinyayê de kesên qenc nemane û pê ra jî vê diayê dike.

Ya mêrê minî dîwana kes nedî, ya milyaketê min. (r. 15)

Koçek ji derve tê ji bo ku zêdetir bala Mho bikêşe li ser xwe vê diayê li cem wî dike.

Ez şkestîme, ez şikirdarim j xoedê xoe.(r. 15)

Koçek ji ber berpirsîyarîyên xwe vê diayê dike.

Ya bînaya çava tu me gunekara bibeşînî (r. 17)

Koçek li ser gilîyên Mho wek bersiv dîsa vê diayê dike.

Nifir

Nifir jî her wekî diayan gotinên qalibî ne ku berovajî diayan ji bo ku nebaşî û xirabî were serê hin mirovan tên gotin ku di nav wan de jî daxwaz dîsa ji xwedê, pêxember û ewliyayan tê kirin. (Yavuz, 2020:108) Me diyar kir ku mirov dia û nifiran her duyan jî bi kar tînin. Mirov dema di rewşeke xirab de bibin nifiran, rewşeke baş de bibin jî diayan dikin. Lê divê bête zanîn ku hêvîya dia û nifiran herr xwedê ye. Em li vir cih bidin nifirên ku di Koçeka Derewîn da hatine bikaranîn:

Gele derewînno îzna xoedê zarê we zikê weda here.(r. 31)

Mho Koçek dibîne û dikeve hundur vê nifirê dike. Ji ber ku cînar, ji pişt Koçek diaxin dibêjin ku Koçek derewkar e.

Destê teye bikişin, mala te wê xerab biba. (r. 17)

Koçek ji bo ku Mho destên xwe nede xurcika wî vê nifirê dike.

            Malê wan serê wan buyxe. (r. 14)

Di virde ji bo çavtengîya cînaran Mho vê nifirê dike.

Dia û nifirên di pîyesê de, pîyesê xurtir û geştir dikin. Ji ber ku bikaranînên bawerîyên olî, pîyesê ber bi gengeşîyekêve dibe û xwîneran li hemberî Koçekî sor dike. Em bi vê fikir û armancanivîskartê digihêjin ku bi van bawerîyên olî,  îdolojîya xwe û daxwazên xwe derdixe pêş. Dema mirov gelemperî bala xwe dide li ser dia û nifirên di şanoyê da, tê digihîje ku dia û nifir li dor koçek dizivire. Yê ku zêdetir dia dike jî, yê ku zêdetir nifir dike jî Koçek bixwe ye. Her wiha ji bo domdarîya şanoyê û ji bo karekterê sereke dia û nifir gelek hatine bikaranîn.

Dijûn:

“Di jîyana rojene de çi ji ber bêhntengîya ji mirovan çi jî ji ber sedemên curbecur mirov hindek gotinên qalibî yên mistehcen bi kar tînin ku ji wan re bi Kurdî, dijûn, sixêf û çêr tê gotin. Dijûn yek ji cureyên edebiyata gelêrî tê hesab kirin” (Keskin, 2019:314) û ji ber çendîn sedeman tên bikaranîn. Her ku mirov hêrs bibin bikartînin an jî carinan bê hemdê xwe dijûn, ji devê însên derdikevin.  Her çiqas dijûn di civakan da weke cihê şermezarîyê tê qebûlkirin jî di wêjeyê da cihê dijûnê bêguman heye.

Derewîne dizek min zûda zanibû tu derewa dikî(r. 36)

Dema Cndo derewên wî derdixe holê bi şiklê jinan derdikeve û Koçek re vê dijûnê dike. Di vê hevokê da mirov dikare “dizek” wek dijûn qebûl bike.

Ez mêrim, ne jinim kopekê virekî derewîn (r. 37)

Cndo him Koçek dixe him jî vê dijûnê lê dike.

Kerve kopekê derewîn, tu hînbûyî me bixapînî (r. 37)

Koçek lawayî ji Mho û Cndo dike. Lê herdu bi hevre vê dijûnê Koçek dikin û lê dixin.

Ev dijûn pîyesê sortir û geştir dikin. Ji ber ku derewên Koçekî derdikevin meydanê. Xwîner li vir dikeve nav kelacanekê.

Navnûçik:

Her civak li gora çanda xwe û taybetmendiyên zimanê xwe navên mirovan kurt dikin an jî li gor taybetmendiyên mirovan yên ruhî û bedenî nav lê tên kirin ku ji vê yekê re navnûçik, leqeb tê gotin. Di Kurdî de jî aweyê çêkirina navnûçikan bi awayê kurtkirina navan li gor taybetmendîyên kesan yên ruhî û bedenî tê çêkirin. (Yavuz, 2020:110) Navnûçik, dema ku kêfa yekî ji yekî re neyê an jî ew kesên kuderewan dikin navnûçûk li wan kesan tên kirin. Em di Şanoya Erebê Şemo ya bi navê Koçekê Derewîn de rastî çend navnûçikan tên ku buyerê di şanoyê de geştir û xurtir dike. Jixwe di navê şanoyê da jî nûçik heye ku li karakterê sereke hatîye kirin. Karakterê sereke yê şanoyê Koçek e. Lê nûçikê “derewîn” pê ve hatîye danîn.

Çima niha ez wî Koçekê derewîn nizanim çi merye? (r. 13)

Cndo haj ji derewên Koçek heye û ji ber vê bêzar dibe vê navnûçikê “derewîn” li navê wî zêde dike.

            Ez notla ‘elsanê ser reş nînim. (r. 15)

Mho ji Koçek re dibêje were rûnê tu westîyayî, Koçek dibêje; ez Koçekim mîlyaketan ji minre wisa gotine ez ne wekî mirovên ser reşim. Di vir da koçek xwe pîroz dibîne û kesên din jî asayî dibîne ku ji wan kesan re jî nûçika “mirovên ser reş” dibêje.

            J vir derkeve bê binyat(r. 14)

Cndo derewên Koçekî ji bavê xwe Mho re dibêje; Koçek diçe li ser kanîyê têkilî qîzên û bûkên xelqê dibe bavê wî vê navnûçikê Cndo re dike. Di vir de nûçik “bê binyat” bixwe ye.

Hêmanên Çanda Civakî

Mîmarî:

Em dibînin ku Erebê Şemo di pîyes/şano ya xwe de cih daye xan û manên Kurmancî yên wekî; xanmanê kurmancan di nava şanoyê de derbas kirîye. Erebê Şemo zêde li ser xan û manên kurmancan nesekinîye bi tenê wisa gotîye û derbas bûye. Tenê peyvên wek “xanmanê kurmancî û kulav” derbaz kirîye. Lê dîsa jî bi wan gotinan em têdigihêjin ku taybetêyîn xanmanê kurmancî û kulavên tên bikaranîn ji civakên din cudatir in.

Xwarin:

Di pîyesa Erebê Şemo ya Koçekê Derewîn de, em dibînin ku Erebê Şemo xwarinên gelerî jî ji bîr nekirîne û cih daye xwarineke gelêrî. Ku ev jîqelî bixwe ye.Qelî di mitfaxa Kurdî de xwarineke qedîm e û di şanoyê da du cihan da hatîye bikaranîn. Li gor ku Rîchard Dorson vediguhêze qelî, xurc, xanmanê kurmancî û kulav dikevin di bin banê çanda maddî. (Zêra, 2019:20)

Bawerî:

Tişta ku bingeha pîyesê xurt dike, bawerî ne. Ji ber ku di destpêka pîyesê û heya dawî ya pîyesê, bawerîyên olî xwe didine der. Ji ber wê ye ku daxwaz, armanc û encam xwe bi van bawerîyan dide der. Di pîyesa/şanoya Koçekê Derewîn de bawerîyên gelêrî bi şêweyekî serkeftî hatine bikaranîn.

Me çêtir; di bawerîya gelêrî de navlêkirina Cina ye.(r. 16)

Kalekî rû spy; di bawerîya gelêrî de motîfa navlêkirinê ye. (r. 16)

Morya batîn; bawerîyekî wekî ji asîmana cihekî ye. (r. 16)

Sêv, jin, behr; ev hersê amûran jî nîşaneye bawerî ye bihuştê ye. (r. 24)

Mewujê zyaretê;  di bawerîya gelêrî de xwarinek pîroz e (r. 16)

Xurçik; (heqîb)ji ber ku aksesûarke derwêşane ku gel pê bawerî tîne

Encam

Çawa ku hemû zanist û hunerên mirovî bi hev re di têkilîyê de ne pêwendîya xwezayî ya di navbera folklor û edebîyatê de jî xwe bi awayekî xurt nîşan dide. Erebê Şemo di berhema xwe de ev pêwendî bi hunerî û serkeftî bikaranîye. Ji ber wê ye, bi bikaranîa hêmanên folklorîk yên wekî dia, nifir û bawerîyên gelêrî pîyesa xweber bi alîyê armanc, daxwaz û îdolojîya xwe ve birîye. Di pîyesê de hêmanên folklorîk yên herî zêde xwe didine der dia, nifir û bawerîne. Hem bi mijara pîyesê hem jî bi van hêmanên folklorîk ku di berhemê de hatine bikaranîn, meriv dikare analîza civakî jî bike.Armanc û peyama nivîskar her çi be jî, divê îmaj û motîfên li gor wê li berhema xwe zêde bike. Tê dîtin ku Erebê Şemo jî di nav vê çarçoveyê de maye û bi motîfên folklorîk berhemaxwe dewlemendtir kirîye. Bi têgihiştina “huner bo gel” pîyesa xwe honandîye,bi zimanê gel, bi çanda gel berhemeke ji bo gel afirandîye.

Çavkanî

BOYÎK, Dr. Eskerê (2004), Nûra Elegezê; Çend Dîdem Ji Edebîyata Kurdên Ermenistanê, Dengê Êzîdîya, Oldenburg, Çapa Dîjîtal

KESKİN, Necat (2019), Folklor û Edebîyata Gelerî, Avesta, Stenbol

PROPP, Vladimir (1998) Folklor: Teori ve Tarih, werger: Necdet Hasgül, Tolga Tanyel, Avesta, Stenbol

YAVUZ, Yahya (2020), Di Romanên Mehmed Uzun De Hêmanên Folklorê, Zanîngeha Van Yüzüncü Yilê Enstîtuya Zimanên Zindî Şaxa Makezanista Ziman Û Çanda Kurdî, Teza Lîsansa Bilind

YILDIZ, Ayhan (2017), Hunera Vegotina Bedew A Devkî û Nivîskî 1, Lorya, Stenbol

ZÊRA, Zêrka (2019), Cureyên Edebîyata Gelerî Ji Derdora Mêrdînê, Avesta, Stenbol

 

Spasdarî: Engin Ölmez, Tubanur Dumanlı, Xelîl Akgul [1] Şêxekî Êzdîyan e.

Lê Binêre

BEDİRHAN BEY İSYANI

HER YÖNÜYLE BEDİRHAN BEY İSYANI

Cabir DOĞAN/ BEDİRHAN BEY İSYANI Tanzimat’ın Diyarbakır ve Çevresinde Uygulanmasına Karşı Bir Tepki Hareketi ÖZET …