Mehwî

Senger Zirarî / Mehwî Di Dîwana Sultanê Osmanî de

Gelek caran di dema xwendina berhemên nivîskar û şaîrên berê de, ewên ku ne hevçaxê me ne, yek ji rewşên ku di zihnê xwîner de derbas dibe ew e ku xwîner heta radeyekê van nivîskar û kesayetiyan wek kesayetiyên nimûneyî û bê şaşî û çewtî dihesibîne. Nexasim eger piraniya berhemên wan kesayetiyan berhemên hêja û bedew bin an jî agahî û zanyarî li ser jiyana wan kêm bin.

Yek ji wan kesayetiyên ku pir caran bi vî awayî lê tê temaşekirin, helbestvanê Kurd yê mezin û naskirî seydayê Mehwî ye. Sedema vê jî ew e ku zanyariyên kêm li ser jiyana wî hene û bêtir bi riya şiîr û helbestên wî kesayetiya wî jî tê nirxandin û xwendin.

Di pirtûka “Çend Aliyên Jiyana Mehwî di Belgenameyên Osmanî de” * çend aliyên mirovî yên Mehwî hatine nîşandan ku berê nedihatin zanîn. Diyar e ev lêkolîn duyem lêkolîna Dr. Hêmin Umer Xoşnaw li ser helbestvanên Kurd ên klasîk e, piştî ku lêkolêna xwe ya yekem li ser helbestvanê navdar “Nalî” belav kir û gelek zanyariyên nenaskirî têde eşkere kiribûn.

Li gor van dokument û belgeyan, eşkere dibe ku Mehwî ne kesekî tenêperest û ne jî pîremêrekî xilwetkêş di nav xaneqayê de bû wek di helbestên wî de derdikeve, lê kesek bû navbera wî û xelkê û şêxên din ên terîqeyê û tew karbidestên bilind ên Dewleta Osmanî jî xweş bû.

Wek mînak yek ji belgeyên ku di vê pirtûkê de hatine weşandin, daxwaziyeke xaneqaya Mehwî ye ku ji ber pirbûna mêvanan û herwiha pirbûna kesên li wê xaneqayê dimînin, xwarin û zadê xaneqayê êdî têr nake û kêm e. Lewma xaneqaya Mehwî ji Bab Alî (baregeha serokwezîr di Dewleta Osmanî de) daxwaz dike ku zekata gundê Surga yê ser bi nahiyeya Serçinar ve jê re bê dabînkirin. Bab Alî jî wiha bersiva vê daxwaza xaneqa Mehwî dide: “Mihemed Mehwî Efendî ji şêxên terîqeya payebilind a Neqşbendî yê Silêmaniyê, ji bo qût û zad û zexîreya xaneqaya wî ji gencîneya padîşahiyê 400 qirûş hatibûn terxankirin, îcar îfade hatiye dan ku ev tibaba pereyan têra xaneqayê nake û kêşe û desttengiyê çêdike. Mihemed Mehwî Efendî zatekî oldar e û ji kesên qenc û xêrxwaz e û ji wan kesan e ku hêjayî rêzgirtinê ye da bibe sedema duakirinê ji bo padîşah, lewma divê ji dahata Ewqafa Eyaleta Mûsilê tibabeke kêrhatî jê re bê veqetandin…r. 34.”

Wek em dibînin di vê nameyê de çawa pesinê kesayetiya Mehwî hatiye dan, diyar e hinek kes bawer dikin ku ev lekeyek an xaleke reş e li ser seydayê Mehwî çimkî wî daxwaz ji dîwana sultên kiriye alîkariya wî bike. Lê bi nerîna min û bi nihêrîna li wê serdema ku Mehwî têde jiyaye, Mehwî ev kar kir çimkî ji aliyekî ve wî ev kar wek erkê hikûmetê didît û navbera wî û piraniya desthilatdarên wê çaxê yên Dewleta Osmanî xweş bû û ji ber statû û meqamê wî gelekan ji wan rêza wî digirt. Ji aliyekî din ve jî, dewleta wê demê ya Osmanî ji bo vê mebestê ne tenê alîkariya Mehwî kiriye, lê dibe wek berê Dr. Marif Xeznedar nivîsiye: “Ne tenê xizmeta Mehwî hatiye kirin, lê xizmeta wan hemû mela û şêxan hatiye kirin ku piştî Şêx Marifê Nodê û Şêx Xalidê Şarezûriyê Neqşbendî, bi nave terîqeya Qadirî û Neqşbendî rêxistinên derwêşan çêkirin, desthilat û hêza û şiyan û dewlemendiya wan şêx û melan bi saya Dewleta Osmanî bû…(Dîroka Edeba Kurdî, Xeznedar, r. 210)”

Mehwî nedixwest pesinê xelîfeyê Osmanî bide

Pêkan e belgeyeke din ku di vê pirtûkê de hatiye weşandin, heta radeyekê teqez bike ku Mehwî nedixwest pesinê xelîfe û desthilatdarên Osmanî bide. Dema şer di navbera Dewleta Osmanî û Dewleta Yewnanî de çêdibe, Osmanî ji seydayê Mehwî daxwaz dikin ku ew jî yek be ji wan kesên ku duaname (diyar e wê çaxê ev cureya duanameyan belav bû) ji bo Dewleta Osmanî binivîse. Mehwî duanameyê dinivîse, lê piştî gihîştina nameya Mehwî, alîkarê Bab Alî bi vî awayî bersiva Mehwî dide û dibêje: “Nameyeke te (yanî Mehwî) gihîşte destê min bi armanca ku ez vê nameyê pêşkêşî meqam û nasnameya bilind a cenabê xelîfe bikim. Lê di dema xwendina duaya serkeftinê (Hizb el Nesr) de ku di teksta telegrafê de hatibû behskirin, adab û şîretên pêwist û derbirrînên wê bi awayekî rohn û rewan nehatin xwendin. Eşkere ye jî ku ew telegraf bi pileyeke têr û tijî nehatiye nivîsandin (yanî ziman û şêwaz û merem û armanca wê bi temamî nayên fêmkirin), ji ber vê name pêşkêşî sultan nehat kirin û jê re nehate xwendin. Lewma ez bendewar im ku bi şêweya adab û islûbê telegraf û derbirîn û frazên ku divê rojane bêne xwendin, çend caran û di çi demekê de bên xwendin? Bi awayekî rohn û eşkere bila lê bê zêdekirin….r. 55.”

Ne mumkin e kesekî nola Mehwî bi vê hemû belaxet û zimanpakiyê, bi vê hemû şarezatiyê di karûbarên olê de, nameyekê binivîse ku ne rohn û rewan be. Lewma bi nerîna min Mehwî xwestiye bi vê nameya nerêk û nezelal, xwe ji mijara duanameyê vedize û bi beloqî pesinê bejn û bala xelîfe nede. Lê nabe em ji bîr bikin ku Mehwî di helbesteke xwe de piştevaniya Artêşa Osmanî li dijî Artêşa Yewnanî kiriye, li ser vê jî rastî gelek rexneyan hat, wek mînak mamoste Mihemed Mela Kerîm di pêşgotina dîwana wî de diyar dike ku baweriyeke zêde ya Mehwî bi Dewleta Osmanî hebû û dibêje: “Eger ne wiha bûya û ev hemû baweriya wî bi rastî û dirustî û paqijiya wan nebûya, pesinê hêz û êginiya Sultan Ebdilhemîd nedida ku zora gelê xebatkar yê Yewnanê biribû.. Dîwanî Mehwî,  r. 27.”

Lê dîsa bi baweriya min divê ev helbesta Mehwî di çarçoveya dem û serdema wê de bê xwendin. Li hêlekê Dewleta Osmanî dewleta wî bû û li hêleke din Artêşa Yewnanî (bi dîtina wî wek kesayetiyeke mezin a oldarî) artêşeke gawir û bêbawer bû û şer ligel welatê wî yê Îslamî dikir. Mehwî li gor vê yekê helbest ji bo artêş û sultanê welatê xwe nivîsî, lê ne li ser asta şexsî û ji bo desthilatdar wek takekesekî, belê bi wê xisleta ku xelîfeyê artêşeke misilman e.

Mehwî yan Mela Mihemed kurê Osmanê Balixî (1836-1906) mamosteyê olî û yek ji diyartirîn şaîrên Kurd bû. Di temenekî zû de dest bi xwendinê kir û demekê li ba bavê xwe xwend. Ji bo xwendinê çû Sine û Sablaxê û li ba Mela Ebdullahê Pîrebab xwend. Paşê vegeriya Silêmaniyê û li ba melayên navdar ên wê navçeyê xwend, îcar çû Bexdayê û bû feqiyê zanayê Kurd ê bi navûdeng “Muftî Zehawî” û îcazeya melatiyê li ba wî wergirt. Paşê bû melayê “Mizgefta Îmamê Ezem” li Bexdayê. Sala 1862an Mehwî terka Bexdayê kir û vegeriya Silêmaniyê û bû endamê dadgehê. Piştî vê bi 6 salan anku di sala 1868an de ji ber mirina bavê xwe dest ji karê mîrî berda û bû mela û dest bi dersgotinê kir. Mehwî sala 1883an çû hecê û ji wir jî çû Stenbolê û bi riya maqûlên Kurd li Stenbolê, çavê wî bi Sultanê Osmanî Ebdilhemîd ket. Sultan rêzeke zêde lê digire û ferman dide li Silêmaniyê xaneqayek jê re bê çêkirin ku niha wek “Xaneqaya Mehwî” navdar e, dûre Mehwî vedigere Silêmaniyê û di sala 1906an de li wir koça dawî dike û tê veşartin.

Berhevkirin û komkirina van belgeyan li ser dîrok û kesayetiyên Kurd, karekî pir hêja û girîng e, wek Dr. Hêmin di vê lêkolînê de li ser Mehwî diyar dike ku gelek belge li ser Kurdan û kesayetiyên wan hene divê bên eşkerekirin û zanyariyên nû di wan de bên berçavkirin, ew dibêje: “Derbarê Kurd û Kurdistanê, çend milyon belge hene û hêdî hêdî dîtina wan belgeyan û piştrastkirina wan û vekolandina wan, beşekê ji dîroka tarî ya Kurd û Kursdistanê ronîdar dikin…r.6.” Diyar e dewleta Tirkiyê girîngiyeke zêde dide van belgeyan û budce û fermanberên pêwist jê re dabîn dike. Lê heyf û mixabin li Kurdistanê, ji bilî hin hewldanên takekesî û taybet, ti hewldanele din nehatiye kirin.

* “Çend Aliyên Jiyana Mehwî di Belgenameyên Osmanî de”, Hêmin Umer Xoşnaw, Destnivîsxaneya Zanîngeha Soran a Parastin û Piştrastkirina Destnivîsan, Çapa Yekem, 2018.

Sûd ji van çavkaniyan jî hatiye wergirtin:

1. Dîwana Mehwî – Ravekirin û Lêkolîna: Mela Ebdilkerîm Muderis û Mihemed Mela Kerîm, Weşanên Kurdistan (Intîşarat Kurdistan), Çapa Pêncan, 1387. (2008)

2. Dîroka Edeba Kurdî, Cildê Çaran, Dr. Marif Xeznedar, Dezgeha Aras a Çap û Belavkirinê, Çapa Duyem, 2010.

Rûdaw.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …