Ekrem İmamoğlu: Em amade ne ku her cure piştgiriyê bidin şewata Xozatê

Şewata daristanê ya ku li navçeya Hozatê ya Dêrsimê derketibû, ev 12 roj in nayê vemirandin. Derbarê şewata daristana Dêrsimê de, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem İmamoğlu got, “Geliyê Munzur û daristanên me yên li vê herêmê ji aliyê dewlemendiya biyolojîk a welatê me ve pir hêja ne. Wekî Şaredariya Mezin, em amade ne ku her cure piştgiriyê bidin. “

Şewata daristanê ya ku bi operasyona leşkerî ya di 17’ê Tebaxê de li gundên Danzî, Kurukaymak û Gundê Koçerî yên navçeya Hozatê ya Dersimê destpê kiribû, duh li gundê Uzunçeşme belav bûbû, ev 12 roj in nehatiye vemirandin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem İmamoğlu li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê şewata daristanê ya li Dêrsimê de daxuyaniyek da û got, “Pir xemgîn e ku şewata daristanê ya li Dersimê hîn jî nehatiye kontrolkirin. Geliyê Munzur û daristanên me yên li vê herêmê ji hêla dewlemendiya biyolojîk a welatê me ve pir dewlemend in. Wekî Şaredariya Bajarê Mezin, em amade ne ku her cure piştgiriyê bidin. Daxwaza me ya herî mezin ev e ku agir zûtirîn were vemirandin.

Lê Binêre

Alîşêr Efendî û Çend Helbestên Wî

Alîşêr Efendî û Çend Helbestên Wî / Doxan Yildirim

Alîşer, wek ku tê zanîn, di nav berxwedana Qoçgirî û Dersimê de şexsiyeteke mezin bû. …