Ehmedê Xasî

Occo Mahabad / Jiyan û Berhemên Ehmedê Xasî

Di edebiyata Zazakî de cihê mewlûdan bi berhema Mela Ehmedê Xasî ya bi navê Mewlûda Nebî (Mewlidê Kirdî) dest pê dike. Ev berhem di sala 1892yan de bi tîpên Erebî tê nivîsandin û di sala 1899an de li çapxaneya Litografyayê tê çapkirin. Mewlûda wî ji 14 beşan û 366 beytan pêk hatine.

Ehmedê Xasî di sala 1867an de li gundê Xasê yê nehiya Hezanê ku girêdayî Licêya Amedê ye tê dinyayê. Navê bavê wî Hesen yê diya wî Medîne ye. Kalikê wî Osman di dema meletiya xwe de li Hezanê bi cih dibe. Bi navê Mistefa û Mihemed Emîn du birayên Xasî hene. Perwerdeya xwe ya pêşî li cem bavê xwe Hesen hildide.   Piştî bavê xwe ilm û îrfana xwe di gundê Pêçar de li ba mele û alimê wê demê bi Mustafa Hatib re didomîne. Piştî Pêçarê perwerdeya xwe di Medreseya Mesûdiyê de ku girêdayî mizgefta Mezin ya Diyarbekirê ye temam dike û îcazeta xwe ji miftî Hecî Îbrahîm distîne.

Xasî di saziyên dewleta Osmanî de erk û wezîfeyên curecur dike. Di sala 1909an de ji ber fikr û ramanên xwe yên ayînî bi fermana Îttihatparêzan sirgûnî girava Rodosê tê kirin. Heta damezrandina Komara Tirkiyê li navenda Diyarbekir û Hezanê  dersdariyê û li Liceyê miftîtiyê dike. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê dest ji karê xwe berdide û nawxaze di bin banê hikûmeta Kemalîstan de bixebite.

Ehmedê Xasî heta mirina xwe li Hezanê dijî, sê caran dizewice û ji jina xwe ya dawî xwedî qîzekê ye. Ehmedê Xasî zimanên Erebî, Tirkî û her du zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Zazakî baş dizane. Di 18ê sibata 1951ê de li Hezanê jiyana xwe ji dest dide. Gora wî li Savatê ye.

Mewlûda Nebî tam pênc caran tê amadekirin û Latînîzekirin. Transkrîpsiyon û latînîzekirina herî pêşî di sala 1985an de ji aliyê Malmisanij ve tê kirin û di kovara Hêvî de tê weşandin. Latînîzekirina duyemîn di sala 1994an de bi destê Mihanî tê kirin û ji weşanxaneya Firatê tê çapkirin. Latînîzekirina sêyemîn di sala 2005an de ji aliyê Mele Mihemedê Kavarî ve tê kirin. Latînîzekirina çaremîn bi destê W.K.Merdımin di sala 2008an de tê kirin û transkrîpsiyona herî dawî ji aliyê Roşan Lezgîn ve 2008an de tê amadekirin.

Kesên ku latînîze kirine di wergerê de navê berhemê ji hev cudatir bi nav kirine. Malmisanij wek Mewlidê Nebî, Mihanî bi Mewlûdê Nebî, Melle Mihemedê Kavarî Mevludî Zazakî, W.K.Merdimin wek Mewlîd û ya dawî Roşan Lezgin bi navê Mewlidê Kirdî sernavê berhemê senifandine.

Berhema Ehmedê Xasî ji aliyê nivîskî ve wekî mewlûda Melayê Batê cihekî girîng û taybet digire. Bi vê mewlûdê rêyek vedibe û mewlûdên cihê cihê yên zazakî tên nivîsandin.

https://www.bernamegeh.org/2021/08/25/occo-mahabad-diroka-mewluden-zazaki/

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …