yilmaz guney

Abdullah Îmam / YILMAZ GUNEYÎ 23 SAL PIŞTÎ KOÇBERBÛNA WÎ YA DAWÎN

Piştî bîst û sê salan ji koçberbûnê, nave navdarê kurd  Yilmaz GUNEYÎ  hîn li ser  zimanan e, û stêra wî di asimanê Kurdistanê û Cîhanê de hîn şewqa xwe dide rêya nifşên ayîndeyî. Di  vê gotara kurt de min xwezt Yilmaz Guneyî   bînime   bîra  xwendevanên  hêja , çimkî   koçberbûna  wî   dikeve   vê   meha Îlonê berî 23 salan .Yilmaz ji dayika xwe bû di yekemîn roj de ji meha Nîsanê , sala 1937 z . di malbateke xizan de ,  li  Bakurê  Kurdistanê ,  devera Edenê ,  gundê  Yenicê ,  û bavê  wî yê ku karkerekî çandinîyê bû , ji eşîra Zazan a ku li  devera  Mûşê  cih  digire . Malbata wî ji Mûşê  hatibû  bidûrxistin piştî şerê desaleta Turkiyê li dijî kurdan , di dema seroketiya Mustefa Kemalê Ataturk de.

Piştî ku temenê wî bû 16 sal , Yilmazî dest bi naskirina rewşa milletê xwe kir, û hêdî – hêdî têgihêjtina wî ya polîtîkî bilindtir bû , dema ku dest bi nivîsandinê û xwendina giştî kir û bala xwe kişande Sînemayê.

   Piştî sala nozdemîn ji temenê wî , Yilmazî navê xwe kir « Guneyî » li şûna «Boton » , û ev navê nû yê ku bi zimanê kurdî bi wateya belengazî dihe, nîşana jiyana wî ya xerab û bêşahî bû. Sala 1960 î , xwendina zankoyê bi dawî kir û bekeloryosa zanyariya aborî û polîtikî hilgirt , paşê jî lîse ji kulîja mafan hilgirt .

   Girtin  û  zindan  bûne  beşekî  di jiyana Guneyî de ji sala 1961ê de ,  û wî  nivîsandina  xwe  berdewamkir  di  hundirê  girtîgeh   û   zindanan  de ..  di wan salan de bû ciwanê yekemîn di perdeya sînemaya turk de ,   ji  ber piraniya  wênegirtin  û  leyiztikvaniya wî di fîlmên sînemayî de . Û di sala 1965 ê  de  dev  ji  sînemaya  bazirganî  berda ,  û  berê  xwe  da  sînemaya ciddî.

   Sala 1968 ê , dest bi derhênana sînemayî kir , û di sala 1970 de jî hate girtin û çar salan di zindanê de ma , û bi neamadebûna wî bihtirî  sed  sal  zindan jê re hate pejirandin ji dadgehê de .  Û di sala 1981 ê de ji zindana « Sparta » yê reviya û  derkete  derveyî  Turkiyê . Û li  Parîsê ( paytexta Fransayê )  karekî giring kir , ew jî damezrandina instutiya kurdî. Di gel çend hevalên din.

   Di sala 1983 de , deselata Fransayê daxwaza Turkiyê erênekir, û bi vî rengî Yulmaz li Fransayê ma û nehate spartin bo deselata Turkiyê. Koçberbûna wî ya dawîn di nehê meha Êlûnê Sebtemberê sala 1984 ê de bû , li nexweşxaneyeke Parîsê , û hate binaxkirin di goristana ( Gewreyan – Mezinan ) de , çimkî hukûmeta Franşî lê niherî wek lehengekî şoreşa Cîhanê û wek xebatkarekî ji bo azadîyê û li dijî sitemê.

   Guneyî lehengê bihtirî şêst filmî bû di navbêna salên 1959 – 1973 , û beşdarbû di nivîsandina sînaryo û derhênanê û leyiztikvaniyê di bihtirî pênce filmî de .. û wî 18 xelatên cîhanî hilgirtin di leyiztikavaniyê û derhênanê û sînaryoyê de. Bi mirina Yilmaz Guneyî gelê Kurd , û gelên Cîhanê bi tevayî , mirovekî mezin û xebatkarekî dilsoz biderdan. Loma navê wî kete lîsteya nemiran , û cihê wî bû ferehtirîn buhişt.

Welatê Me.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …