Mela Xelîlê Mişextî

Jiyana Mela Xelîlê Mişextî

Navê wî yê eslî Xelîl Silêman Xabûr e, li gundê Belawatê ji dayîk bûye. Her çiqas di heqê sala ku tê de hatiye dinyê de gengeşî hebe jî a rast, sala 1892 ye. Malbata wî hejar bûye û jiyana xwe bi temamî bi hejarî derbas kirîye. Bavê wî di heşt salîya wî de wefat kirîye. Ew dimîne bi tenê û dest bi şivantîyê dike. Lê wexta ku êvara vedigere malê, jibo xwendinê diçe cem Mela Ebdilqadirê Akreyî. Ji ber xizanî û tenêtîya diya wî, nikare feqîtîyê bike. Lê piştî dayika wî diçe ber dilovanîya Xweda, derfeta wî berfiretir dibe, xwendina xwe dewam dike. Diçe devera Zaxo û Akrê û gelek derên dinê ên Kurdistanê jibo xwendina xwe berdewam bike. Ew hêvîya xwe ya zaroktîyê tîne cîh. Kesek qasî wî li gundan negerîyaye. Dema bûye Mela, li deverên Soran û Behdînan tev gerîyaye û hemî jiyana xwe di xizmeta gelê xwe da derbas kirîye. Piştî sala 1975an Mela Xelîl koçberî Îranê dibe. Ji ber zarokên wî biçûk bûne, dema çûye Îranê, li ser goristana Qur’an xwendîye û pê debara xwe kirîye. Ji destpêka zaroktîya xwe hetanî dawîya jîyana xwe, gellek derd û kul dîtine. Di dawîya jiyana xwe de li komelgeha Çirê jîyaye û li wê derê di sala 2007an de çûye ber dilovanîya Xwedê.

Mele Xelîl helbestên xwe betir li xurbetê, li Îranê vehandine. Helbestên wî di diwana wî de hatine berhevkirin û di sala 2012an de li Duhokê hatiye çapkirin. Dîvana wî ji du beşan pêk hatîye. Beşa yekemîn bi navê “Dîwana Sivê” tê nasîn û tê da 108 helbest hene. Beşa duyemîn jî bi navê Dîwana Bihêvî tê naskirin û di vê dîwanê de jî nêzîkî 168 helbest hene. Mişextî di helbestên xwe de bêtir li ser rewşa civakê ya sîyasî û aborî sekinîye. Feqîrî û xizanîya ku tê da bû jî bûye mijara helbestên wî û kul û derdên xwe bi rêka helbestên xwe anîye ziman. Helbestên xwe bêtir bi zimanê Kurdî nivîsîye, kêm bin jî bi zimanê Erebî jî helbest nivîsandîye. Zimanê wî yê helbestan ne girane û peyama ku dixwaze bide xwendevanan, bi awakî zelal dide ber çava. Ji ber ku ji bîst salan zêdetir li Îranê maye, di bin bandora edebîyata Farisî de jî maye, ev yek ji alîyê edebî ve di helbestên wî de xuya dibe.

Mela Xelîlê Mişextî di serdema xwe de li herêma Kurdistana Başûr alimekî mezine. Di heman demê de ew hozanek giring û naskirîye. Wî jiyana xwe ji serî heta binî bi hejarî û xizanî derbas kirîye; lê belê ev yek ji bo wî nebûye asteng û ji bo xizmeta gelê xwe bi şev û roj xebat kirîye. Hem di qonaxa feqîtîyê hem jî di qonaxa meletîyê de ji gelek alimê herêma xwe ders girtîye û ji alîyê zanistî ve gelek pêşve çûye. Mişextî ne tenê alîmeke, di heman demê de di wan demê zor û zehmet de barê gelê xwe daye ser milê xwe û di warê sîyaseta gelê xwe de jî digel hevalên xwe xebat kirîye. Wî li xurbetê jî ticarî dev jî nivîsê bernedaye û temamê derd û kulê xwe di helbestên xwe de anîye ziman.

Mişextî ji her alî zana bû, lewra em vê yekê ji helbestên wî yên derbarê mijarên cûrbecûr de nivîsandine fêm dikin. Hakimê ziman û edebîyata Farisîye jî. Ev yek ji gellek helbestên wî tên fêmkirin. Di warê zimanê Erebî de jî gellek pêşde bû, lewra di nav berhêmên wî de yên ku bi zimanê Erebî hatine nivîsandin jî hene. Ji ber ku li Başûr jiyaye, berhemên xwe bi elfabeya ‘Erebî nivîsandîye, bawerîya me ev e ku ji bo bêtir bê naskirin, lazim e ku berhemên wî latînîze bibin. Û lazime ku berhemên wî yên ku nehatibin çapkirin jî, bêne çapkirin û ji wan berheman jî bêne îstîfadekirin. Mişextî bi vê kesayata xwe ya dewlemend ji nifşên piştî xwe re gelek mînakek girînge û lazim e ku em ji jiyan û berhemên wî bêtir sûd verdigrin.

Berhem: 

Kitêbên Mela Xelîlê Mişextî gelek in, lê pir kêm ji wan hatine çapkirin. Mexlesa “Mişextî” bi kar aniye.

  • Dîwan, cilda yekem bi navê Dîwana Mela Xelîlê Mişextî çap bûye. Ber. Newzad Mela Xelîl Mişextî û Kameran Îbrahîm Mişextî, Dihok, Spîrêz. Tê de helbestên wî hene, lê çendîn cildên wê winda bûne.
  • Ferhenga Merg û Jî, Dezgay Çap u Biławkirdinewey Aras, Hewlêr, 2006.
  • Ferhenga Şikeftan, Ev ferheng di salên 60an de hatiye berhevkirin.
  • Çarînên Xeyam ji farisî wergerandiye kurdî û hatiye çapkirin.
  • Çarînên Faîzê Deştistanî ji farisî wergerandiye kurdî, hêj nehatiye çapkirin.
  • Çarînên Baba Tahirê Hemedanî veguhastin ji zaravaya lorî bo zarava kurmancî.
  • Bihara Dila, ji nav weşanên Dezgeha Spîrêzê li Dihokê hatiye çapkirin.
  • Beis el `Ebes, `Ebes el Beis, helbest, nehatiye çapkirin.
  • Tefsîra Quranê, nehatiye çapkirin.
  • Fiqhê Mihemedî, werger ji zimanê farisî, nehatiye çapkirin.
  • El `Ewamil el Menzûme, nehatiye çapkirin (bi zimanê Erebî ye)
  • Rîsalet el Nîfaq an Çaplusname, nehatiye çapkirin.
  • Mewlûdname, Metn û Lêkolîn: Xoşnaw, Hêmin Omar, destnûsxaneya Zankoya Soran, 2018.
  • Mentiq el Teyr, werger ji farisî, (Amadekirin: Xoşnaw, Hêmin Omar, destnûsxaneya Zankoya Soran, 2018.Temamê kitêbê tercume nekiriye, wek puxte hin qismên jê tercume kiriye.
  • Erebname, nehatiye çapkirin.

Çavkani:

kelhaamed.com, ku.wikipedia.org.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …