Şemsedînê Şehrezûrî

Jiyana Şemsedînê Şehrezûrî

Şemsedînê Şehrezûrî (z. ? – m. 1288’î şûnde ?), metafizîkvan, dîrokzan, bijîşk û fîlozofê misilman yê kurd bû. Ew li ser felsefeya Şîhabedîn Suhrewerdî xebitiye û fikrê Îşraqîtiyê berdewam kiriye.[1][2]

Jiyana Şemsedînê Şehrezûrî

Şemsedînê Şehrezûrî yan jî Şemsedîn Mihemed bin Mehmûd eş-Şehrezûrî di sala 1250î de li Başûrê Kurdistanê li bakurê Şehrîzûrê hatiye dinyayê. Wî li ser metafizîk, dîrok û felsefeya Îslamê gellek pirtûk nivîsandine, lê tenê pênc pirtûkên wî gihane roja me. Gelek fîlozof di bin bandora wî de mane.[3]

Tê texmînkirin ku Şehmsedîn ji sala 1288an çend sal şûnda wefat kiriye.

Pirtûkên wî

Pênc pirtûkên wî yên ku gihane roja me ev in;

  • Resailû şeceret ûl îlahiyye fî ulmîl heqayiqî rabbaniye (Ev pirtûk li ser mentiq û metafizîkê ye).
  • Kîtab ûl Rûmûz
  • Rawzat ûl efrah we nuzhetul ervah (Ev pirtûk bi pirranî li ser jiyana pêxember û fîlozofan e).
  • Şerh ûl hîkmet
  • Et Tenkîhat fî şerhî telwîhat

Çavkanî

  1.  Michael Privot, « Some Notes on the Typology of the Works of al-Shahrazûrî al-Ishrâqî », Journal of Islamic Studies 12/3, 2001, p. 312-321.
  2.  http://www.ithacapress.co.uk/creator/ibn-al-salah-al-shahrazuri
  3.  Yrd. Doç. Dr. Burhan Köroğlu Philosophy of Shahrazuri and Its Place within Islamic Philosophy

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …

Bir Cevap Yazın