Umîd Demîrhan - Sazûmana Dewletê

Umîd Demîrhan / Kurd û Xîmê Çarçikilî yê Sazûmana Dewletê

  -Lêkolîneke kurt li ser bingehê zimanî-çandî yê ramana dewletê di nava kurdan de-

            Pêşek

Berî ku endazyarek xîmê avahiyekî biavêje û li ser wî xîmî avahiyekî bijene, di destpêkê de li gorî hinek pîvanan rûkalê erdê wê tesele dike û biryarekê dide bê ka ev zevîn ji bo avahiya armanckirî digunce yan na? Gava bibîne ku zevîn guncan û minasib e, dîsa li hinek şert û mercên din dinêre; heke kevirên avahiyê ji cihekî dûr werin, hostayên dîwarjen tunebin û mezaxtinên din giran bin, dibe ku dev ji jenîna wî avahiyî li wê derê berde yan jî bi mesrefeke zêde projeya xwe pêk bîne. Îcar ji bo zimanzanekî xebata li ser berhevkirin û avakirina termînolojiyekê jî wisan e; gava di zimanekî peyvên mijarekê kêm bin, zimanzan mecbûr dimîne ku ji rayekên peyvên heyî hinek têgihên din darêje yan jî ji zimanên din deyn bike. Ev kurtelêkolîn hewldaneke fîzîbîlîteyê ye ku zevînê zimanî-çandî yê kurdan kontrol dike û di nava zimanê kurdî de li sihvedana ramana dewletê digere; her wiha hem li termînolojiya navneteweyî dinêre hem jî di nava gotinên pêşiyên kurdan de li berginda munasib a wê termînolojiyê pêşkêş dike. Bêguman tu xebateke destpêkî ji kêmasiyan vala nabe û em hêvîdar in ku zimannasên kurd bi xebatên ji vê têkûztir hem rêya dariştina peyvan nîşanî nifşa nû bikin hem jî bi rexneyên avaker kêmasiyên me dagirin.

 

  1. Kurd û têgeha dewletê

            1.1. Têgeha dewletê li gorî zanistên siyasetê:

Dewlet devereke serbixwe û bi sînoran diyarkirî ye ku komeke niştecihan tê de dijî û serweriya wê ji hêla desthilatdariyekê ve tê temsîlkirin; bi gotineke berfirehtir, komeke mirovan li deverekê dijî, sînorên jîngeha vê komê diyarkirî ne, her wiha endamên komê meşandina kar û barên xwe yên gelemperî sipartiye desteyeke rêvebir, ev desteya rewa li ser navê civakê û welêt kar û barên giştî dimeşîne, di çarçoveya lihevkirinekê de berjewendî û serweriya welat û hemwelatên xwe diparêze. Wisan e, xîmê sazûmana dewletekê li ser çar çikilan hatiye avêtin:

  1. Qad (devera sînorkirî)
  2. Niştecih (gelheya deverê)
  3. Desthilatdarî (desteya rêvebir, nûnerên civakê)
  4. Serwerî (serxwebûna gel û welêt).

 

            1.2. Têgeha dewletê di ziman û çanda kurdî de

Bêguman kurdan ji mêj ve qala “dewlet” û “dewletmendî”yê; di nava ziman û çanda gelêrî ya kurdan de çi bi erênî, çi bi neyînî, çi bi wateya zengîniyê û çi jî bi wateya saziya gelemperî gelek nimûne hene ku çarçoveyeke giştî radixine ber çavên mirovî. Wekî mînak, gava pêşiyên kurdan gotiye “dewlemendî lêhatin e”, “dewlemendî ne ji xurtiyê ye”, “dewlet di bin gurzê giyayî de ye”, “dewlet sê caran tê ber derê merivan” amaje bi “zengînî” û “sermayedarî”yê kiriye; lê gava wan gotiye “dewlet birêse, ga golikê dialêse” bandora hêza sazûmanê rave kiriye û gava gotiye “dewlet gûz e, dê bê şikênandin” bandora hêza derveyîn ji bo têkbirina sazûmana civakekê nîşanî me daye.

Her çiqas kurdan derbarê dewletê de ramanên xwe vegotibin jî, peyva “dewlet”ê ne bi kurdî ye û her du peyvên xaskurdî “dûgel” û “mezr” hema hema ji gotinên pêşiyan derketine. Di hinek nifiran de “dom û dûgela wan hilweşe” an jî “gom û dûkela wan tep bibe” tê gotin û wisan dixuye ku kurdan pêwendiyek daniye navbera “dom” û “gom”ê, “dûgel” û “dûkel”ê; wan berdewamiya jiyanê (dom) bi hebûn û sexbêriya ajelan (gom) ve girêdaye, hebûna sazûmanekê (dûgel) şibihandiye aşxaneya ku hertim agir lê vêdikeve û dû jê quloz dibe (dûkel), wan rûxîna avahiyan bi du awayan şayese kiriye ku “hilweşîn” ast bi ast e pêk tê û “tepbûn” jî ji ber hin egeran ji nişkê ve û bi carekê de diqewime. Her çi ku peyva “mezr”ê ye, tekane ji bo dewleta kevneşopî ya navdar “Mezra Botan” hatiye bikaranîn. Bi rastî bêjeya “mezr”ê ji “dûgel” û “dûkel”ê resentir û berfireftir e, tam jî tê wateya “sazûmana rêxistî ya civakê”; ji ber ku bêjeya “damezrandin”ê ya pêkhatî ji rayeka “mezr”ê hatiye dariştin û wateyên “jenandin, avakirin, lêkirin, sazkirin, li ser hev keyskirin”ê li vê lêkerê hatine barkirin. Jixwe têgeha “Mezra Botan” hertim bi wateya “dewlet, saziya gelemperî ya rêveberiya civakê, rêxistina fermî” hatiye vegotin ku ji aliyê Hoza Botî yan jî konfederasyona hozên hevalbend bi Xanedana Botî ve hatiye damezrandin. Lewre em ê di vê tekstê de hertim bêjeya “mezr”ê ya xaskurdî û siyasî bi wateya bêjeya erebî ya “dewlet”ê bi kar bînin.

Mixabin hinek kurdên kurdînezan peyva “mezr”ê şibihandiye “mezre’e”ya erebî ku tê wateya “erdê çandinê/çandingeh”ê; di bin bandora vê şaşiyê de amadekarên sernavê “Mezra Botan” li ser malperê Wîkîferheng û Wîkîpediyayê şaşiya heyî dubare kiriye ku Wîkîferhengê wiha gotiye: “Mezra Botan (Mezopotamya) deverên li navbera çemê Dicle û Feratê.”[1] Wîkîpediyayê jî gotiye: “Mezra Botan (Mezopotamya): Navê welatê li nava çemên Ferat û Dicleyê ye. Mezopotamya bi zimanê yewnanî tê wateya “li nava du çeman”. Navê Mezopotamyayê bi zimanê farsî “Miyanrudan” û bi zimanê aramî (suryanî) “Bethnahrîn” e. Kurdistan jî di bakurê Mezopotamyayê de tê dîtin. Di dîrokê de li Mezopotamyaya kevn împaratoriyên Sumer, Akad, Babîl, Asûr û Îranê hebûne. Mezopotamya çavkaniya olên herî mezin di cîhanê de ye. Îro Mezopotamya di nav sînorên dewletên Tirkiye, Sûriya û Îraqê de ye.”[2] Gava mirov li dîroka botiyan û tevgera wan a sedsalên 18, 19 û 20an dinêre, derdikeve holê ku ev hoz an jî ev konfederasyona hozan tu carî tevr-bêr û das-kêlindî nedaye destê xwe, bi çandinê re mijûl nebûye û serweriya xaka xwe radestî zordestan nekiriye; belê rast e, wan erdê xwe çandiye, berhem jê hildane, lê bi destî pale-karkeran zevî mêrgên xwe ajotine, çandine û dirûtine. Li gel vî karê xwe, Botiyan hertim pêşengî li kurdan kiriye ku serweriya xwe ya neteweyî ji dest nedin. Bedirxaniyan bi qasî çend sedsalan hema hema li tevahiya erdnîgariya kurdan a yekparçeyî û li derveyî Kurdistanê şerê azadiyê meşandiye, zimanê kurdî wekî pêngava yekem a mezra kurdan hesibandiye ku rojnameya Kurdistanê, dibistana kurdî ya li Xoyê, kovarên Hawar, Ronahî û Stêrkê, Enstîtuya Kurdî ya li Parîsê berate û bermayeyên vê malbatê ne.

 

  1. Kurd û sînor

            2.1. Qada welêt (sînorên mezrê) li gorî zanistên siyasetê

Qada welêt (sînorên mezrê) devereke sînorkirî ye ku erdnigariya wê di çarçoveya lihevkirinekê de ji deverên cîran veqetiyaye. Sînorên mezrê ji van cih û waran pêk tê:

  1. a) Xak: Erdnîgariya bejahiyê ya ku niştecih li serê dijîn, beşa sereke ya qada fermî ya welatekî ye.
  2. b) Perav: Heke qada welêt bi deryayekê hatibe dorpêç kirin an jî qeraxeke wê bigihêje qada deryayî ya vekirî, wê hingê perên avê yên li doraliya bejahiya mezrê di çarçoveya lihevkirinekê de ji qada fermî ya welatekî tên hesibandin.
  3. c) Binperav: Beşa deryayî ya li binê peravên welatekî ji qada wî ya fermî tê hesibandin.
  4. d) Binerd: Heta ku bigihêje navenda cîhanê hemû tiştên li kûrahiya rûkalê erdê welatekî ji qada wî ya fermî tê hesibandin.
  5. e) Qada esmanî: Qada esmanî ya ku li ser erd û avên welatekî bilind dibe û heta bilindahiyeke nediyar diçe ji qada fermî ya welatekî tê hesibandin.

 

            2.2. Kurd wekî neteweyeke sînornas

Kurd jî hertim li ser sînor û bêsînoriyê hizirîne; wekî mînak, bîrkarên kurd li ser sînorên jimareyan û bêsînoriya stêrnasiyê gelek berhem dane. Ji bîrkarên serdema navîn Evdilhelîmê Teymiyeyê Heranî (1230-1284) mafnasê mezheba henbelî ye; di şaxên cihêreng ên zanistê de berhem dane, li ser mafnasiya mîrateyê, bîrkarî û stêrnasiyê pispor bûye. Dîsa Evdilahê Pîrebabê Mehabadî (… – 1899) heye ku bi salan di Medreseya Ebas Axayî de mamostetî kiriye û ev berhemên wî pisporiya wî ya li ser bîrkarî û geometriyê nîşan didin: “Tehqîq’ul-Berahîn’il-Hendesiyye”, “Şerh’ul-Cewadi fî’l-Hisabi we’l-Mesaheti we’l-Cebr”, “Şerh’ul-Usturlab”.[3] Îcar di hişmendiya sofîyên kurd de jî “cendek sînorê ruhê candaran e”; dema ku Xaniyî gotiye: “Insaf e bikî tu canî bedrûd/Derwazeyê ten bigêrî mesdûd” bi kurdiya îroyîn wiha gotiye: “Ma ji însafê ye ku giyanî piştguh bikî/Dergehê cendêk kilît bikî û venekî?” Ji aliyê civakî ve jî kurdên şareza “mala mirovî” wekî “xaneya hera biçûk a civakê” destnîşan kiriye, piştre “tax” wekî pêkhateya çend malan, “bajar” wekî pêkhateya tax û gundan û “mezr (dewlet)” jî wekî sîwana bajaran nas kiriye. Gava mirov li guhertoyên Destana Memê Alan dinêre, wisan dixuye ku kurdan sînorên sazûmana civakî gelekî baş nas kiriye, carinan bajar bi wateya mezrê bi kar aniye û li gorî zanyariyên bîrkariyê senifandiye:

            “Bajarê Mixribê bajarekî ezîm î pir giran e,

            Li ser heft çiyan e,

            Li ser sêsed û şêst û şeş deriyan e,

            Her deriyek li ser sêsed û şêst û şeş wilayetan e,

            Her wilayetek li ser sêsed ù şest û şeş midiriyetan e,

            Temam di destê Elî Begê, Emer Begê, Elmas Begê de ye, sê bira ne.

            Xwediyê tewlê nijdan, boşê deveyan, xarê miyan e,

            Miftê devê sindoqê zêran barê çil û pênc bergîran e,

            Xwediyê xezîne û defînê giran e,

            Xwediyê sûk û çarşiyan e.”[4]        

Wekî ku hate gotin, di pêvajoya dîrokî de kurdan hertim sînor nas kirine, ji mezrên xwe re sînor danîne û deverên xwe parastine; ji heyama Medistanê heta êrişa yûnaniyan a li ser kardoxiyan (Meşa Dehhezaran/Anabasîs), ji wir bigire heta bûyerên van salên dawîn kurdan hertim sînorên xwe nas kirine û parastine.

 

  1. Kurd û serjimarî

            3.1. Têgiha gelheyê li gorî zanistên siyasetê:

Tevahiya mirovên ku di çarçoveya xaka mezrekê de bi rengekî mayînde dijîn, gelheya welatekî (serjimariya niştecihên mezrê) pêk tînin. Divê bê zanîn ku têkiliyek di navbera qada mezrê û serjimariya wê de tuneye; dibe ku li ser qada mezrê gelheyeke hindik jî hebe û berovajî vê yekê, dibe ku gelheyeke zêde jî li ser heman qadê bijî.

Du komên sereke yên gelheya mezrê hene:

  1. Niştecihên hemwelat: Şert û mercên hemwelatiyê bi biryarên qanûnî yên mezrê tên destnîşankirin; ev qanûn li gel maf û azadiyan hinek peywirên aborî, bedenî û exlaqî yên wekî bacdayîn, xizmeta mecbûrî ya leşkerî û dilsoziya mezrê ji hemwelatan daxwaz dikin.
  2. Niştecihên biyanî: Hemwelatên mezrên din dikarin ji bo mebestên taybet û heta demeke diyarkirî di çarçoveya destûra fermî de li welatekî din bijîn. Bêguman ev jiyana wan carinan demkî û carinan jî dayîmî ye ku bi qanûnên mezrê yên ji bo biyaniyan hatine sînorkirin; di vê çaroveyê de biyanî bi mebesta kar û barên dîplomatîk ên welatê xwe, xebatên xwe yên zanistî, betlaneyan û serdana xizman ji welatên xwe diçine welatekî din. Niştecihên biyanî beşdarî xizmetên leşkerî û mafên hilbijartinê nabin; her wiha di warên perwerdehî û tenduristiyê de jî nikarin mafên hemwelatên mezrekê bi kar bînin.
  3. Hemwelatên dualî: Di hinek rewşên awarte de hemwelatê mezrekê dikare bibe hemwelatê mezreke din jî; wê hingê hem maf û xizmetên her du welatan bi kar tîne hem jî li pêşberî qanûnên her du welatan peywir û berpirsiyariyên xwe bi cih tîne.

 

            3.2. Taybetmendiyên gelheya Kurdistanê

Ji mêj ve Kurdistan ne tenê warê kurdan bûye; li gel kurdan civakên cihêreng jî hebûne, lê piraniya gund û bajarên Kurdistanê ji kurdan pêk hatiye yan jî ji aliyê kurdan ve hatiye rêvebirin. Ji nivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî diyar dibe ku niştecihên Kurdistanê yên sedsala 19an ne tenê kurd bûne; di nava wan de civakên fileh hebûne, her wiha kurd bi xwe jî ne tenê li ser ayînekê bûne: “Mey vexwarin berî niha bi tu awayî li Kurdistanê tunebû; lê belê van demên dawîn ciwanên kurd pêwendiyê bi romiyan re datînin. Ji ber ku vexwarina meyê di nava kubarên romiyan de zêde berbelav e, ciwanên kurd jî bi mebesta hevalbendiyê carinan bi wan re meyê vedixwin; lê dîsa jî meyxurên kurdan gelekî kêm in, ji hezarî yek derdikeve û berê filehên Kurdistanê jî mey venedixwarin…” (r. 35) “Li Kurdistanê civaka êzidî jî heye ku ne misilman in; ayîn, rê û resmên wan cihê ne…” (r. 51)

Mele Mehmûd eşkere dike ku kurd li ser koka xwe şîn dibin, xwedî li bingeha xwe derdikevin û gava ji hev dûr dikevin jî bi rêya pêwendiyên eqrebatiyê rewşa hev dipirsin: “Piraniya kurdan heta heft bavan navên bav û kalên xwe dizanin, xizm û eqrabatiyê winda nakin. Mesela: xizm û pismamê yekî li Şamê û Misrê hebe, bav wî xizmî û wî pismamî ji bo kurê xwe wesiyet dike ku li filan welatî û filan gundî ji filan hoz û tîreyê bi filan navî kesekî me heye; pêwist bike ew kesê li Şam û Misrê jî heman wesiyetê li zarokên xwe dike…” (r. 2)

Bazîdî jiyana gundewaran gelekî baş şayese dike; taybetmendiyên koçeran û yekîtiya wan bi hûrgilî û termînolojiya wê vedibêje: “Biharan wekî bîstê Adarê kurd derdikevin konan; lê heta ku pezê wan zayînê xilas dike li nêzîkî germiyanan, li warkozê datînin û paşê ji wî warî bar dikin. Warên biharê û payîzan newal û cihên talde û deşt dibin; lê warên havînê zozan û çiya dibin. Ji bo her deh, bîst, sî û çil malan warek heye; kesek li warê kesî naêwire û lê nabe xweyî. Ji bo birek malên ku di gel hev diêwêrin, zome dibêjin; axayê wî birê û rûspiyê wê cimaetê kî be navê wî li zomeyê dikin… Heke tirsek hebe, îcar ew hoz hemû li çiya yan jî deştekê berhev dibin, li ba hev û yek nêzikî yekî konan vedigirin, hêşiyên konan wekî çeperên artêşê bi hev ve girêdidin. Ji bo vê berhevbûna konan re ‘abir’ dibêjin; heke tirsa wan ji kenarekî de hebe, ji çar kenaran riya saetekê çend siwaran wekî qerewil datînin û bi xwe jî şev ranazin. Hespên wan amade û gemkirî, bi xwe jî çekgirêdayî guhdariyê dikin…” (r. 3-4)

Gava mirov dest bi xwendina Destana Memê Alan dike, fêm dike ku tevahiya tekstê li ser jiyana bajarvaniyê ye; şaristanî, hişmendiya mirovê bajarî, taybetmendiyên giregirekên Mezra Botan û gelek mijarên din tê de hatine şîrovekirin. Bêguman teksta vê destanê ji bo nirxandina aliyên zimanî-çandî yên mezra kurdan, niştecihên bajaran, têkiliyên rojane yên çînên civakê gelekî zengîn e; her wiha ji bo peyvsazî û hevoksaziya zimanê kurdî jî gencîneyeke bêhevta ye.

 

  1. Kurd û desthilatdarî

            4.1. Desthilatdarî û pergala rêveberiyê li gorî zanistên siyasetê

Ji bo ku niştecihên welatekî bikaribin kar û barên xwe bi serê xwe bi rê ve bibin û bigihêjin jiyaneke rêxistî, pêwistî bi desthilatdariyekê heye; ev desthilatdarî li ser navê gelheya mezrê dibe berpirsiyara sazûmana civakê û bi pergaleke serweriyê kar û barên cemawerî dimeşîne. Mirov dikare bibêje ku her pergaleke rêveberiyê taybetmendiyên cihêreng dihewîne û pergal li ser du paran leva dibin: 1. Pergala rêveberiya demokratîk 2. Rejîma dîktatorî.

  1. Pergala gelserweriyê (rêveberiya demokratîk): Di vê cureyê rêveberiyê de gel serdestê desthilatdariyê ye; lewre jê re “gelserwerî” jî tê gotin ku niştecihên welatekî bi rêya hilbijartinên rewa nûnerên xwe hildibijêrin. Civak ji bo her serdemeke diyarkirî hilbijartinan li dar dixe; partiyên rewa beşdarî vê pêvajoyê dibin, di navbera xwe de dikevin pêşbirkekê û serkeftiyên vê pêvajoyê wekî nûnerên gel di meclisekê de cih digirin. Ev pergala rêveberiyê li ser bingehê maf û azadiyên hemwelatan hatiye avakirin; azadiya derbirîna ramanan, azadiya xebatê, azadiya tevgerê, azadiya geşt û gerê û gelek azadiyên din ji aliyê vê pergala rêveberiyê ve wekî mafên parastî hatine pejirandin.
  2. Pergala zordestiyê (rejîma dîktatorî): Di vê pergalê de hêz di destê serwerek an jî komeke desthilatdar de ye; rêbaza hilbijartina serwerê welêt bi hilbijartinan an jî bi zora çekan pêk tê. Tenê partiyeke rewa li ser dika siyasetê heye; ew jî partiya desthilatdar e û hebûna partiyên hevrik hema hema qedexekirî ye. Serdestên vê pergalê awayê jiyana welatiyan diyar dikin, cureyekî xebat û tevgerê li ser hemwelatên xwe ferz dikin, nahêlin ku civak nerînên xwe eşkere bike û kesên ku desthilatdariyê rexne dikin, rastî sezayên giran tên.

 

            4.2. Mîrateya pergalên rêveberiyê yên kurdan

Li gorî Kurdgalnamekê pergalên civakî û leşkerî yên kurdên Medistanê mîna hev bûne; cudahiya di navbera her duyan de tenê ew bûye ku pergala leşkerî ji bo parastina welêt û pergala civakî jî ji bo rêvebirina kar û barên civakê bûye: “Pergala civakî ya kurdan li ser bingehê biratiya hozan hatiye avakirin. ‘Hoz’ ji tîreyan, ‘tîre’ ji çend berekan û ‘berek’ jî ji çend malbatan pêk hatiye. Ji hozan re ‘tumen’ an jî ‘bulik’, ji tîreyan re ‘cuk’, ji berekan re ‘parîn’ hatiye gotin. Her parînek jî ji çend ‘şalwar’ an jî ‘helek’an pêk hatiye. Di pergala civakî de hoz di bin desthilatdariya serekekî mezin de bûye ku kurdan jê re ‘mîremîran’ gotiye. Her hoz, tîre, berek û şalwar jî xwediyê serekê xwe yê taybet bûye ku kurdan jê re gotine ‘mîran’, ‘sergul’, ‘kimaş’ û ‘wace’…” (r. 109-110)[5]

Ji vê zanyariyê xuya ye ku nirxandina civaka kurd li ser bingehê hoz û tîreyan di çarenivîsa dîroka kurd de gelekî girîng e. Sazûmana hozî hêj ji destpêkê ve bi dîroka kurdan re hevrê bûye û bi awayekî rasterast bandora wê li ser tevahiya civakê çêbûye; herwiha di hemî warên jiyanê de bandora wê li ser hizra civakî ya kurdan jî çêbûye. Bi gotineke kurt sazûmana hozî di jiyana aborî, sazûmana desthilatdariyê, pêkhateya hozan de xwe daye ferzkirin. Wisan e, hemî qonaxên bihurî yên xebata siyasî û xebata di rêya desthilatdariya Kurdistanê de li ser hizrên hozî bûye; her yek ji malbat û xanedanên serweriyê çavkaniya desthilatdariya xwe spartiye hozeke mezin an jî yekîtiya çendîn hozan.

Divê bê gotin ku ji sedsala 7an heta sedsala 20an mezr û mîrgehên kurdan li gorî rêbazên ayîna îslamê teşe girtine (ji bilî çend awarteyên wekî Mîrgeha Dasniyan a êzidî, mîrgehên kurdên durzî yên li Lubnanê); lê belê avakirina mezr û mîrgehan nirxê hozê û hêza wê kêm nekiriye, berovajî vê yekê her yek ji wan bi navê hoz û xanedanekê hatiye naskirin (Eyûbî, Botî, Rewadî, Hesenweyhî, Buweyhî, Zendî, Dostikî…) Dîroknivîsê mezin ê sedsala 16an Şeref Xanê Bedlîsî (1543-1603/4) gava berhema xwe ya bi navê “Şerefname”yê dinivîse jî girîngiyeke taybet dide hozên Kurdistanê; nivîskar hê di destpêka wê pirtûkê de behsa pêkhatina hozên kurd, dab û nêrîtên wan dike. Ji bo Şeref Xanê Bedlîsiyî, neteweya kurd bi sazûmana hozî rabûye ser piyan, hoz nîşane û wêneyên hêzdariya serbazî ya gelê kurd bûne; her wisan di nava serwerên Kurdistanê de pêşengên ku pişta xwe bi hoz û tîreyên hêzdar û aboriya xurt ve girêdane, navên hozên xwe li desthilatdariya xwe danîne: wekî Mîrekiya Hekariyê, Soranê, Babanê û Erdelanê. Ew desthilatdariyên ku xwediyê keleh an jî bajarên dîrokî bûne, bi navê wan cihan hatine nasîn. Ji aliyekî din ve 14 beşên Şerefnameyê ji bo hozên mezin ên Kurdistanê hatine amadekirin: Hoza yekgirtî ya Kelhûr, Biradost, Dunbulî, Mukrî, Mehmûdî, Silêmanî, Siwêdî, Zirqî, Mîrdasî, Pazûkî, Zengene, Şêx Mensûr, Zerzayî û Astûnî.[6]

Li vê derê, divê mirov qala pergaleke kurdî ya devkî û kevneşopî ya êzidiyan jî bike ku civakeke kastan e. “Pergala kastan” hiyerarşiyeke pileyan a pîramîdî ye ku ji serdemên kevnare maye; li lûtkeya pîramîdê rêveberê giştî yê bi navê “mîr” rûdine ku ev mîrîtî ji bavan derbasê lawan dibe. Di pileya duyem de kesekî bi navê “şêx” heye ku wekî serokê ruhanî ye û alîkarê mîr e; ji ber ku hejmara şêxan zêde ye, serokekî wan heye ku navê wî “babê şêx” e, ji aliyê mîr ve tê peywirdarkirin, li gel hin peywirên xwe yên din li warên pîroz xwedî derdikeve, şahî û dêlindêzên ayînî yên civakê dide amadekirin. Di pileya sêyem de “pîr” hene, wekî alîkarên kar û barên şêxan dixebitin; ji serokê wan re “babê çawîş” tê gotin, ji parastina Lalişê berpirsiyar in, ji wan re zewac qedexe ye, piranî bi rêvebirina civakê re mijûl dibin û di demên xwe yên mayîn de jî ibadetê dikin. “Qewal” desteyeke mêrên oldar û rûspî ne; piranî ji malbatên Başika û Bahzaniyan tên hilbijartin, li Lalişê beyt û qewlên êzidiyan dibêjin û li gundan sembola Tawisî digerînin. Her çi ku “çîna feqîran” e, xirqeyekî reş li xwe dikin û şaşikeke reş li serê xwe girêdidin; piranî bi dua, ibadet û şîretan pirsgirêkên civakî çareser dikin. Feqîrî ji bavan derbasî lawan dibe; her feqîrê ku xirqeyê reş li xwe dike, heta mirinê ji xwe naxîne. “Çîna koçekan” derwêşên oldar in, ji çar aliyên Kurdistanê hatine û li Lalişê niştecih bûne; razên ayînî dizanin û bi şîretan civaka êzidî perwerde dikin. Koçek tirba Şêx Adî diparêzin, li gel qewalan sembola Tawisî Melek a çarmil û tûncîn li nava gel digerînin; bi vî awayî gel li dora baweriya êzidîtiyê dicivînin, her cure pêdiviyên Lalişê dabîn dikin. “Çîna xilmetkaran”, ango xizmetkarên perestgehê, bi paqijî û spîkirina qubeyê radibin; donê ayînî yê pîroz amade dikin, piranî ji gundên Başîk û Bahzanê tên û vê xizmetê dikin. Çîna hera balkêş “feqra” ne; ji jinên oldar pêk tê û wan jî şûkirin li xwe qedexe kiriye, li Lalişê dijîn, li perestgehê qendîlan vêdixin û pêdiviyên qendîlan çêdikin. Ji feqrayan re “Dayê Kebanî” yan jî tenê “Dadê” tê gotin. “Micêwir” parêzvanên goristanên gundên êzidiyan û Lalişê ne. Di civaka êzdiyan de “çîna mirîdan” çîna herî rajêrîn e; bawermendên ayîna xwe ne û bi kar û barên xwe re mijûl in, piştgiriya sazûmana ayînî û çîna serdest dikin. Divê neyê jibîrkirin ku civaka êzidî ya kevnare rê û resmên xwe yên ayînî bi rêya vê pergala pileyan parastiye û zindî hiştiye.[7]

Hêjayî gotinê ye ku lêkolînerê hewramanî Adil Mihemedpûr qala pergaleke kurdan a kevnare dike ku dişibihe pergala parlamenterî ya îroyîn: Li gorî vegotinên devkî û her wiha nivîsên ku vê dawiyê li kêlekên pirtûkan hatine nivîsandin, li Hewramanê 99 pîr (pawer, pater, pader) hebûne; bêguman mirov nikare li ser hejmara wan a rastîn tekez bike ku 99 pîr bûne. Dibe ku ev bi awayekî sembolîk be; her wiha nîşaneyeke pirbûna kesên xwendî, jîr û zana be ku li Hewramanê xwedî pêgeh û resentîyekê bûne. Ji bilî rola xwe ya pêşxistina exlaqî û bavtiya giyanî ji bo mirovan, pîrên Hewramanê karên dermansaziya kevneşopî, giyanasî, stêrknasî û hwd jî dikirin; beşdarî xebatên civakî dibûn û “hencûmen”eke (encumen, civat) wan a bi navê «jêrla» hebû ku rasterast ji hêla mirovan ve bi hilbijartinên îroyîn dihatin hilbijartin. Şûna Jêrlayê devereke bi navê Merî bûye ku serokê vê hencûmenê xwediyê payeyeke bi navê «pîr» an jî «pawer» bûye û hemû kar û barên civatê di bin çavdêriya wî da dihatin meşandin. Ji aliyê erkê ve, «pîr» (pawer) û rola wî bi nêzikatiyeke taybet dişibihe rê û resmên ayîna Mîhrê; ev ayîn bi ser Asyaya Biçûk re derbasî Ewropayê bûye û têgihên wekî «patros», «patir» û «father» ên yûnanî ji wê hatine wergirtin. Di ayîna Mîtrayê de jî «pawer», «patros» û «patir» pileya hera jorîn e û wekî nûnerê Mîtra yê li ser rûyê cîhanê ye; ji ber vê yekê jî cil û bergên wî dişibihin kincên Mîtra bi xwe. Her wiha di hiyerarşiya desthilatdariyê ya ayîna Mihrî de jî pileya hera jorîn di destê Pîr (patir) de ye; di warê stêrknasîyê de xwediyê otorîteyeke tam e û ev hêzdariya wî ne tiştekî sosret e. Ji ber ku em dibînin ku tevahiya ayîna Mihrî bi feleknasîyê dagirtî ye û nimûneya danîna heft pileyên, heft helwestên rêwîtiyê û paqijiya giyanî di bin parastina heft stêrkan de ye; lê belê naveroka têgîna «pîrîtî»yê ya ku niha li Hewramanê heye, bi pêwendiyeke xurt digihêje têgîna olî-îrfanî ya ayîna îslamê (qutb) û ne ku dişibihe tiştekî derveyî wê. Her çend alav, amadekarî û derfetên hilbijartinên Jêrlayê seretayî bûne jî, lê belê wisan dixuye ku di wateya xwe ya nûjen de şêwazeke azad û demokratîk nîşan dide ku em îro jî rêç û şopa wê dibînin. Pîrî dema hilbijartinê bi mercên diyarkirî radigihand; her kesê ku xwe şayanî berbijêriyê didît, navê xwe tomar dikir û di roja diyarkirî de derdiket pêşberî civata Merîyê. Ji bo lidarxistina hilbijartineke azad, «pawerî» –bi şêwazê peymaneke ji mêj ve amadekirî- mêweyek destnîşan dikir û her kesek di bin navê wê mêweyê de beşdarî pêşbaziyê dibû. Mêweyên pêşbaziyê bi piranî gûz, tû, berû, kezwan, behîv û hejîrên hişkkirî bûn. Di heman rojê de du zinarên bi navê Merd Azima (azmûnkerê mirovan) dihatin amadekirin; giraniya her du zinaran cuda bû: ji bo jin û keçan zinarekî sivik û ji bo mêr û lawan jî yekî giran dihat diyarkirin. Ji bo nirxandina nûgihan û ciwanên keç û kur ev azmûn pêwist bû; her kesê ku dikaribû zinarê xwe bilind bike, mafê beşdariyê bi dest dixist ku bikeve hilbijartinên şêwra Jêrlayê. Gel û berbijêr di roja diyarkirî de (destpêka biharê, newroz) bi bangewaziyeke pêştir dihatin û li qada Meriyê amade dibûn; her kesî mêweya xwe ya taybet dianî û bi wê dihate naskirin. Gava dengdanê dest pê dikir, xelkê ku bi qasî şiyan û têgihiştina xwe zana bûn, mêweya pesendkirî di gel navê berbijêran dadianîne nava kîsekî bi navê «helawe», piştre ew deng dihatin jimartin û di encamê de endamê şêwrê ji bo heyama çar salan dihatin hilbijartin. Li vir hêjayî gotinê ye ku navê Hewramanê bi vê pêwendiyê digihêje şaristaniyên kevnare û dêrîn; lewre em dikarin bibêjin Hewraman ji mêj ve bûye landika şaristanî û bajarvaniyê. Ji bilî belge û nîşaneyên dîrokî, îro jî li Hewramanê bêjeyên wekî «pawer», «pîr», «merî», «jêrla» û «jêrlî» zindî ne ku bi hebûneke bênavbir vê mijarê îsbat dikin.”[8]

 

  1. Kurd û serwerî

            5.1. Serwerî (serxwebûna gel û welêt) li gorî zanistên siyasetê

Serwerî tê wateya serxwebûna gel û welatekî; mezra serwer dewleteke bi gelê xwe ve serbixwe ye. Bi gotineke din, gelê mezrekê yê serwer di nava sînorên xwe yên diyarkirî de xwediyê desthilatdariyê ye, kar û barên xwe yên hundirîn û derveyîn bi awayekî serbixwe dimeşîne.

  1. a) Serweriya mezrê ya di kar û barên navxweyî de: Rêveberiya kar û barên navxweyî yên hemwelatên deverekê bi qanûnan tê meşandin; îcar tenê saziyên zagonsaz ên mezrekê dikarin destûra bingehîn amade bikin, zagonan derxin, rêjeyên bacan diyar bikin, peymanên navneteweyî bipejirînin an na… Wisan e, saziyên zagonsaz ên mezra serwer qanûnên gelemperî destnîşan dikin û hêza wan qanûnên rewa heye ku kar û barên navxweyî yên hemwelatên deverekê bimeşîne.
  2. b) Di kar û barên derveyîn de serweriya mezrê: Her mezra serwer li gorî berjewendiyên xwe cureyên pêwendiyan destnîşan dike û li ser bingehên xurt bi mezrên din re pêwendiyan girêdide. Dîsa li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî pêwendiyên navberê qut dike (şerê sar) an jî li dijî welatekî dîtir zimanê zorê bi kar tîne (şerê germ) radigihîne.

Ji vê kurteşîroveyê diyar e ku serwerî desthilatdariya serbixwe ya sazûmana mezrekê ye; wisan e, sazûmana mezrê ya serbixwe divê serweriya neteweyekê jî nîşan bide, kar û barên hemwelatan hem li hundirê niştimanê hem jî li derveyî sînorên navneteweyî bi awayekî serbixwe bimeşîne, rêya serdestiyê nede sazûmaneke din ku hemwelatên wê bike bindest.

 

            5.2. Awireke kurt li dîroka serweriya gelê kurd û welatê wan Kurdistanê

Kurdgalnamekê damezrandina Dewleta Madê wiha tomar kiriye: “Di sedsala 9an a BZ de dema ku paşayê dawîn ê Xanedana Pîşdadî Girşespê kurê Ûştabê kurê Tehmespê kurê Manîçehrê kurê Îrecê kurê Ferîdûnê kurê Epteyanê kurê Cemşîd miriye paşayên Asûriyan êriş anîne ser xaka Mad û Parsê. Lewre kurdên Mad neçar mane ku dewleteke serbixwe damezirînin û xwe ji êrişên asûriyan biparêzin. Ji bo vê mebestê serek û serdarên Mada Mezin û Mada Biçûk, kurdên Pars, Gîl, Dewlem û Hezerê li hev civiyane û şêwirîne; di dawiyê de serekekî kurdên Mad ê bi navê Keyqubadê Kurd ku di warê erdnîgarî, zanist, dadperwerî û karzaniyê de bêhevta bûye wekî fermanrewa hatiye hilbijartin.”(r. 43) Çavkanîyên dîrokî destnîşan dikin ku di heyama serweriya medoparsiyan a Axameniyan (705-330 BZ) de kurd gihiştine sînorên xwe yên herî berfireh; ji bilî xaka Kurdistanê ya yekpare serdemekê li Turkistan, Hindistan, bakurê Kafkasyayê, Şam, Misir, Balkan û Ewropayê desthilatdar bûne.[9]

Ansîklopediya Brillê gava peyva “kurtoi” şîrove dike, zanyariyên xwe dispêre dîroknasên yûnanî yên berê û rasterast wiha dibêje: (Κύρτιοι; Kýrtioi, Lat. Cyrtii): koçerên li bakurê Medya û Persiyayê bûn (Str. 11,523; 727); di cenga li dijî Antiochus III (223–187 BZ) de leşkerên yedek ên parêzgarê medî yê bi navê Molon (mirin: 220 BZ) bûn (Pol. 5,52,5);  di şerê Magnesiayê (BZ 190) de dijberên romiyan bûn (Liv. 37,40,9); di bin fermandariya Callinicus (171 BZ) de leşkerên peretî yên romî bûn (Liv. 42,58,13). Ji ber navê xwe, kurtoi wekî bav û kalên kurdan tên dîtin.[10] Ev zanyariyên yûnanî yên kevnare nîşan didin ku kurd piştî Medistanê jî li Aranê (Gurcistan, Ermenistan, Azerbaycan) niştecih bûne, li Şamê desthilatdar bûne, li peravên Deryaya Romayê (Ege) şoreşger bûne û demekê li Şamê leşkerên artêşa romî bûne. Wisan e, kurdan di navbera 50 salên wê serdemê de (220-170 BZ) geh li welatê xwe serwerên erdê xwe bûne, geh şoreş li dar xistine, geh leşkerên artêşên Medistanê bûne û geh jî di bin serweriya kolonyalîstên romî de mane. Îro em bi zanyariyên xwe yên berdest dikarin fêm bikin ku çawa kurd li welatê medan hebûne û di bin fermandariya med û romiyan de şer kirine. Li vir tiştê balkêş şoreşa kurdan a li Manîsayê ye; lê em êdî wê yekê jî fêm dikin, ji ber ku hevalekî Pêxemberê Îslamê yê bi navê Caban Es-Sardî El-Kurdî heye ku xelqê Sardê ye û niha ev bajarê kevnare (Sardes) bi Manîsayê ve hatiye girêdan. Bêguman dîroka serweriya kurdan û têkoşîna wan a li dijî biyaniyên dagirker ji van serdeman dest pê nake; ji ber ku gelek hoz û xanedanên kurdan ên ku navê “kurd” li ser wan tunebûye jî serwerî li xaka xwe û welatên din kiriye. Wisan e, divê dîroka serweriya kurdan, serdemên qelsbûn-têkçûnên wan û sedemên ketin-rabûnên wan ji aliyê zanistî ve bên nirxandin û bêjinkirin.

Piştî belavbûna îslamê û di serdema navîn da jî du zanyarîyên şikbar hene ku divê di demeke dirêj da baş bêne vekolîn: yek çûyîna kurdê mûsilî Zeryab (789-857) ber bi Endelûsê (Spanya) ve ye û ya din jî Împaratorîya Nîkeayê (Îznîk) ye. Gelo kurd li wir hebûn ku Zeryab bi alîkariya wan çû wê derê? Ev pirs ji bo hemî bûyerên serdema navîn divê bê kirin; ji ber ku piraniya kesayetên wê serdemê yên navdar bi ser dost û nasên xwe yên eşîrî ra digeriyan û li deverinan bi cih dibûn. Ji aliyekî din ve, çavkaniyên bîzansî behsa xanedana Leşkerî dikin[11] ku damezrînerê xanedaniyê Teodorê Leşkerî demekê bûye împaratorê Bîzansê yê Stenbolê; piştre ji ber êrişên xaçperestan derbasî aliyê Anatolyayê dibe û li deverên Ege û Marmarayê Împaratorîya Nîkeayê (1204-1261) bi rê ve dibe. Dibe ku malbata Leşkerî ya selanîkî kurdên file bin; lewre çavkaniyên farsî xwedî lê dernakevin û yûnanî jî bi çavekî kêm lê dinêrin. Bi rastî ev mijar hêjayî lêkolîneke xurt e; ji ber ku lêkolîneke dîroknasê kurd Murad Ciwanî nîşan dide ku sala 1361an (ango piştî sed salî ji Împaratorîya Nîkeayê) mîrgehên kurdan ên serbixwe li devera Amasya û Aydinê hebûne[12] ku beriya dewleta osmanî niştecihên eslî yên wê erdnîgariyê bûne.[13]

Divê bê gotin ku malpera Wîkîpediyayê lîsteyeke dewlet û mîrgehên kurdan weşandiye ku divê dîroknasên kurd li ser rastiya van zanyariyan baş bixebitin; her wiha piştî rastdêrandinê divê zanyariyên berfirehtir berhev bikin:

Xanedan, mîritî û dûgelên kurdan ên berî îslamê:

Keyaniya Kurtî li Sumerê (2154-2112 BZ)

Keyaniya Loloyan (2400-650 BZ)

Keyaniya Mîtanî (1500-1300 BZ)

Keyaksariya Medan (728-549 BZ)

Keyekseriya Pehlewiyan (247-224 BZ)

Keyaniya Kardoxê (189-90 BZ)

Keyaniya Komaganeyê (163 BZ – 72 PZ)

Keyaniya Manan (10 BZ – 7 PZ)

Mîrgeha Kardoxan (189-90 BZ)

Mîrgeha Zawdexan (? – 363 PZ)

Mîrgeha Moxan (198-363 PZ; di navbera sedsalên 8-18an de wekî Mîrgeha Miksê)

Keyaniya Hezewan (Adiabene, 15-649 PZ)

Keyaniya Kawisiyan (226-380 PZ)

Keyaniya Mardpetakan (227-327 PZ)

 

            Xanedan, mîritî û dûgelên kurdan ên berî îslamê:

Dûgela Şedadiyan (951-1199)

Dûgela Rewadiyan (955-1221)

Dûgela Hesnewiyan (959-1095)

Dûgela Merwaniyan (983-1096)

Dûgela Eyubbiyan (1171-1341)

Dûgela Germiyanê (1299-1428)

Dûgela Sefewiyan (1501-1736)

Xanedana Eysaniyan (912-961)

Xanedana Enaziyan (991-1117)

Xanedana Kakûyî (1008-1274)

Xanedana Xurşîdiyan (1184-1597)

Xanedana Mehmûdiyan (1409-1839)

Xanedana Serabê (1747-1822)

Xanedana Xoy (1747-1813)

Xanedana Zendan (1750-1794)

Xanedana Zirkan (1335-1835)

Mîrgeha Sedeqiyan (770-828)

Mîrgeha Ancewasî (780-860)

Mîrgeha Hecbanian (906-1080)

Mîrgeha Deysemiyan (938-953)

Mîrgeha Bazê Dostikî (960-991)

Mîrgeha Şiwankaran (1058-1363)

Mîrgeha Hezo (1058-1598)

Mîrgeha Gêlê (1049-1864, Amed)

Mîrgeha Hekariyê (1133-1849)

Mîrgeha Hezarhespiyan (1148-1424)

Mîrgeha Zexeriyan (1161-1360)

Mîrgeha Erdelaniyan (1169 – 1867)

Mîrgeha Kilîsê (1171-1264)

Mîrgeha Bedlîsê (1182-1847)

Mîrgeha Dunbuliyan (1210-1799)

Mîrgeha Çewligê (1231-1864)

Mîrgeha Melik Kurd (1245-1389)[14]

Mîrgeha Heskîfê (1249-1524)

Mîrgeha Şîrwanê (1264-1845)

Mîrgeha Paloyê (1271-1845)

Mîrgeha Botanê (1330-1855)

Mîrgeha Bedînanê (1376-1843)

Mîrgeha Soranê (1399-1835)

Mîrgeha Mukriyanê (1400-1834)

Mîrgeha Erzenê (1402-1880)

Mîrgeha Pazûkiyan (1499-1587)

Mîrgeha Mensûrî (1543-1596)

Mîrgeha Pinyanişî (1548-1823)

Mîrgeha Biradost (1609-1720)

Mîrgeha Babanê (1649-1851)

Mîrgeha Xanên Tewrêzê (1747-1802)

Mîrgeha Hesenxanî ya Piştkuhê (1795-1820)

Mîrgeha Qûçanê (sedsala 17an-1905)

Mîrgeha Eywaz Xanê Celalî li Pîrozeyê (1890-1902)

Mîrgeha Çinaran (? – 1832)

Eyaleta Kurdistanê (1847-1867)

 

Dewlet û herêmên xweser ên sedsala 20an:

Dewleta Kurdan (1918-1919)

Keyaniya Kurdistanê (1921-1924 û 1925)

Kurdistana Sor (xweseriyeke Sovyetê, 1923-1929)

Kurdistan Okrug (xweseriyeke Sovyetê, 1930)

Komara Agiriyê (1927-1931)

Komara Mehabadê (1946-1947)

Komara Kurdan a Laçînê (1991-1992)[15] [16]

 

Dewlet û herêmên xweser ên sedsala 20an:

            Hikumeta Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê 1992-…)

Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê, 2012 -)

 

Bêguman ji aliyê kurdan ve bi kurdî nivîsandina dîroka kurdan û Kurdistanê xebateke gelekî dijwar e; ji ber ku dîroka kurdan hertim di nava çavkaniyên curecureyî de veşartî maye ku piraniya wan ne ji bo kurdan, ne li ser kurdan, ne jî bi kurdî hatine nivîsandin. Lewre divê zanyariyên derheqê kurdan de ji nava van çavkaniyên belawela bên berhevkirin û ji nû ve bên nirxandin ku encameka nêzîkî rastiyê derkeve holê. Ji aliyekî din ve sererastkirina şaşiyên dîrokî yên li ser kurdan dijwartir e; ji ber ku dîroka Rojhilata Navîn -ji bilî hin awarteyan- hertim ji aliyê serdestan ve hatiye nivîsandin û di van demên dawîn de jî ji aliyê neteweyên desthilatdar ve hatiye dariştin. Mixabin ji 800 salî zêdetir e ku kurdan serdestî û desthilatdariya neteweyî ya ku tevahiya kurdan li bin sîwanekê berhev dike bi dest nexistîye; her çiqas di nava sedsala 20an de çend dewletên kurdan ên serbixwe û herêmî damezirîbin jî (Keyanîya Kurdistanê: Silêmanî, Komara Agirîyê: Agirî, Komara Mehavayê: Mehava) temendirêjê wan ji sê salan nebihuriye. Lewra dûrbûna kurdan a ji serdestî û desthilatdariya serbixwe derfet daye serdest û neteweyên din ku dîroka xwe ya desthûnayî ferz bikin, zanyariyên kurdan paşguh û winda bikin, bi piştgiriya dezgehên navneteweyî fezlekeyên xwe yên derewîn bidin pejirandin.

Ji bo venivîsandina dîroka kurdan, hemû hewildanên pêşeng dê pirsiyaran derxin holê û gengeşiyan çêkin; ev lêkolîn çiqasî xurt û kûr bin jî, zanyariyên ku ji mêj ve hatine veşartin û paşguhkirin dê bi hêsanî neyên pejirandin. Ne tenê ji aliyê dorhêlên pispor ve, di nava dîrokhez û heweskarên dîroka kurdan de jî lec û nîqaş dê derkevin; lê belê ev encama teqez pêwistiyeke neteweyî û zanistî ye ku divê çîka pêşîn a lêkolînê vêxin, ji bo xebatên berfirehtir û piştrastkirî rêyekê vekin, rêbazeke lêgerînê darêjin.

Bêguman di warê dîroknivîsîna kurdî de wergera Şerefnameyê ya bi kurdî (Tewarîxê Qedîmê Kurdistanê, 1859) berhema yekem a kurdî ye ku ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatîye amadekirin; lê di van demên dawîn de gelek berhemên lêkolînî -çi kurmancî çi jî soranî- hatine weşandin û mirov dikare bibêje ku pêşveçûneke berbiçav di vî warî de heye. Ji aliyekî din ve “Kurdgalnamek”a Mihemed Salih Zengene Belûç çavkaniyeke pir hêja ye ku beşeke girîng a dîroka kevnare ya kurdan ronî kiriye. Li vê derê divê bê gotin ku ji bo nivîsandina dîroka kurdan a giştî xebata Mîhrdad Izadî ya li ser kurdan jî pêngaveke zanistî ya hevçerx e (Mehrdad Izady, Kurds A Concise Handbook, 1992, Taylor & Francis) û divê li ser zanyariyên wê lêkolînên kûrtir û berfirehtir bên amadekirin. Îcar dimîne ku kurd lêkolînên xwe yên zanistî bi çend ezmûnan re derbas bikin; wan wergerînin zimanên biyanî yên cîhanî û encamên xebatên xwe bidin nîqaşkirin. Her wiha pêwist e beşên dîrokê yên zanîngehên kurdan li ser pûçkirina zanyariyên şaş bixebitin, rastiyê derxin hola zanistî û şaşiyan daxînin asta îftirayên dîrokî; wihareng e divê kurdên pispor û berpirsiyar bi ser navê sazî, pirtûkxane û mûzeyên neteweyî doza berhemên xwe yên li biyanistanan jî bikin, wan vegerînin welatê xwe.

 

Encam

            Her wekî berê jî hate gotin, ev kurtelêkolîn hewldaneke fîzîbîlîteyê ye ku zevînê zimanî-çandî yê kurdan kontrol dike û di nava zimanê kurdî de li sihvedana ramana dewletê digere; her wiha hem li termînolojiya navneteweyî dinêre hem jî di nava gotinên pêşiyên kurdan de li berginda munasib a wê termînolojiyê pêşkêş dike. Me di vê xebatê de hem ji aliyê zanistî ve tarîfa dewletê û çar (4) hêmanên wê yên sereke anîn rojevê hem jî sihvedana wan a li ser kurdan bi nimûneyan eşkere kir. Divê bê gotin ku heta roja îroyîn dîroka kurd û Kurdistanê ya zanistî û bi kurdî nehatiye nivîsandin; lewre lêkolîneke li ser termînolojiya dîroka siyasî ya kurdan ne pêkan e, lê ev nayê wê wateyê ku qe tiştekî kirin û nivîsandinê tuneye. Bi rastî li pêşberî lêkolîneran gelek xebatên hêja yên kurt hene ku li benda berhevkirinê ne; divê ev xebat bi “rêbazên nivîsandina dîroka siyasî” werin komkirin, senifandin, şîrovekirin û digel ferhengokekê bên weşandin. Me gava destpêkê avêt û hêvîdar in ku bi rexneyên zanyaran û lêkolînên pêştir xizmetê ji qada ferhengsaziya kurdî re bikin.

 

 

            Çavkanî:

Adil Mihemedpûr (2021), Cejnew Pîrî di neynika çanda gelê Hewramanê da I, (wergera ji farsî: Abdollah Hajiyan), kovara Zend, h. 28, Stenbol.

Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç (2019), Kurdgalnamek, c. 1, Weşanên Azad.

Franz Oppenheimer (1922), The State: Its History and Development viewed Sociologically, (wergera ingilîzî: John M. Gitterman), B.W. Huebsch, New York.

Kemal Tolan (2006), Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, weşanên Perî: Stenbol.

Mehmet Oncu (2020), Gotinên Pêşiyan: Senifandin-Şîrove-Ferheng I-IV, weşanên Sîtavê, Wan.

Mele Mehmûdê Bazîdî (1979), Adetên Kurdistanê, (tîpguhêziya Delîlo Îzolî), Den Haag,.

Mihemed Emîn Zekî Beg (1945), Meşahîr’ul-Kurdi we Kurdistan fî’d-Dewr’il-Islamî I-II, (wergera erebî: Kerîme Mihemed Emîn), Bexda.

Nîkolay Mîxaylovîç Deyev (1993), Gosudarstvennost’ i ekologiçeskoye razvitiye: Politicheskiye problemy teorii gosudarstva, Moskova.

Roger Lescot (1942), Textes Kurdes II Mame Alan, weşana Enstîtuya Frensî ya li Şamê, Beyrût.

Şeref Xanê Bedlîsî (1986), Şerefname: Tewarîxê Qedîm ê Kurdistan, (wergera kurdî: Mela Mehmûd Bazîdî), Academy of Sciences of the USSR Institute of Oriental Studies, Moskova.

Şeref Xanê Bedlîsî (2007), Şerefname: Dîroka Kurdistanê, (wergera kurdî: Ziya Avci), weşanên Avestayê, Stenbol.

 

[1]     https://ku.wiktionary.org/wiki/Mezra_Botan; dema gihiştinê: 25.08.2021; 02:55.

[2]     https://ku.wikipedia.org/wiki/Mezra_Botan; dema gihiştinê: 25.08.2021; 02:48.

[3]     Meşahîr’ul-Kurd, 2/46

[4]     Roger Lescot, Textes Kurdes II Mame Alan, weşana Enstîtuya Frensî ya li Şamê, Beyrût, 1942, r. 2.; her wiha binêre strana Memê Alan bi dengê Zahiro: https://www.youtube.com/watch?v=0USw2UJZocQ; 09.07.2021; 19:37. Me teksta Lescotê frensî li ber guhertoya dengbêj Cemîl Horoyî guhert û peyvên kurdî bi cih kirin: https://www.youtube.com/watch?v=zOfRGy7Zp84; 09.07.2021; 21:41.

[5]     Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç, Kurdgalnamek, c. 1, Weşanên Azad, 2019.

[6]     Şerefxanê Bedlîsî, Şerefname: Dîroka Kurdistanê, weşanên Avestayê, Stenbol, 2007.

[7]     Kemal Tolan, Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, weşanên Perî: Stenbol, 2006.

[8]     Adil Mihemedpûr, Cejnew Pîrî di neynika çanda gelê Hewramanê da I, wergera ji farsî: Abdollah Hajiyan, kovara Zend, Stenbol, 2021, h. 28, r. 3-9.

[9]     https://ku.wikipedia.org/wiki/Împeratoriya_Hexamenişî; dema gihiştinê: 21.01.2021; 03:51.

[10]   https://referenceworks.brillonline.com/entries/brill-s-new-pauly/cyrtii-e627070#; dema gihiştinê: 29.08.2021; 03:44.

[11]   https://en.wikipedia.org/wiki/Laskaris; dema gihiştinê: 21.01.2021; 04:51.

[12]   Murad Ciwan, Amasya Bagimsiz Kurd Emirligi, https://muradciwan.com/2018/02/18/amasya-bagimsiz-kurd-emirligi/; dema gihiştinê: 21.01.2021; 03:23.

[13]   Murad Ciwan, Kurdtiya Mîrektiya Menteşayî, https://muradciwan.com/2018/05/03/kurdtiya-mirekiya-mentesayi-1/; dema gihiştinê: 21.01.2021; 03:31.

[14]   https://www.gazeteduvar.com.tr/yazarlar/2017/02/22/afganistanda-bir-kurt-devleti-iii; dema gihiştinê: 30.08.2021; 06:23.

[15]   https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_Kurdish_dynasties_and_countries; dema gihiştinê: 30.08.2021; 06:21.

[16]   https://ku.wikipedia.org/wiki/Lîsteya_xanedan_û_dûgelên_kurdan; dema gihiştinê: 30.08.2021; 06:21.

Lê Binêre

Alîşêr Efendî û Çend Helbestên Wî

Alîşêr Efendî û Çend Helbestên Wî / Doxan Yildirim

Alîşer, wek ku tê zanîn, di nav berxwedana Qoçgirî û Dersimê de şexsiyeteke mezin bû. …