HÜSEYİN KOYUNCU / BI KURTASÎ LI SER DÎROKA TESEWÛFÊ

HÜSEYİN KOYUNCU / BI KURTASÎ LI SER DÎROKA TESEWÛFÊ

Tesewûfê di dema Hezretî Pêxember de bi Ehlê Suffe dest pê kiriye. Lê di vê dema ewil de, rêbazeke felsefî tune bû.

Tesewûf, bi rêbazeke felsefî di sedsala piştî dema Hezretî Pêxember derketiye holê û pêşve çûye. Lê belê bi distur û mitesewifên girîng tesewûf di sedsala nehan de destpê dike.

Ji Hîcreta Hezretî Pêxember (s.x.l), şûn de Hîcrî sala 150an de merivê ewil ku bi navlekê ‘Sûfî’ te gotin, Ebû Haşim El-Kûfî es-Sûfî ye. Ji ber vê yekê ew mitesewifê yekemîn te qebûl kirin.1

Tesewûf, dema ewil deverên wekî Kûfe, Horasan, Misr, Nîşapûr, Şam û bi taybetî jî li Bexdadê pêş ve çûye. Ew herêm, mitesewifên mezin gihiştandine. Hadraveyh (854), Ebû Turab Nahşebî (859), Ebû Abdullah Siczî (sedsala 9an), Hallacê Mensûr (921), Bayezidê Bestamî (875) meriv dikare di nav wan mitesewifan de bihejmêre.(2)

Îbrahîm Edhem, Bîşr Hafî, Ma’rufê Kerxî,Şaqîq Belhî, Seriyy Sakatî, Hamdun Kassar ji mitesewifên seretayî ne.(3) Mitesewifên herî mezin li herêmên Tirkîstan, Îran û Bakûrê Efrîkayê belav bûne. Buxara, Semerqend, Bexdad di nav bajarên ku tesewûf lê serkeftî bûye cîhên baş digrin. Li vê herêmê Ehmed Yesewî, Evdilqadir Geylanî û Cuneydî Bexdadî mitesewifên serkeftî ne. Ebdal Musa, Beyazîd Bestamî, Bîşrê Xafî, Fudeyl Bîn Îyaz, Haris El Muhasibî, Îbrahîm Edhem, Îmamê Xezalî, Muhyeddîn Erebî, Şahê Nexşebend, Yunus Emre, Mewlana jî sofîyen mezin in.(4)

Di nav neteweyên misilman de wekî ereban, ji tirkan jî gelek mitesewifên navdar hene. Neteweya kurd jî eynî wekî tirkan, çand û jiyana xwe li gor tesewûfê sererast kiriye. Ji ber vê yeke tesewûf di nav neteweyên tirk û kurd de gelek belav bûye û mitesewifên mezin gihîştine û berhemên gelek navdar dane.

Li Anatolyayê, Mewlana Celaleddînî Rumî, Suhrewerdî, Faxreddînê Irakî, Ahî Ewran, Evhaddînî Kîrmanî, Hecî Bektaş, Hecî Bayram Welî, Yunus Emre, Sadreddîn Konewî hwd. mitesewifên navdar in. Bi tirkî, erebî û farisî felsefa tesewûfê di berhemên xwe de bi taybetî cih kirine.(5)

Di nav kurdan de mitesewifê ewil Şêx Xelîl Kurdî ye. Ji wî şûn de, Xace Ebdullah Çavpare, Şêx Ebubekir Yezdanyar, Ebu Hasan El Urmewî, Şêx Ebul Hasan Kurdeweyh, Ebu Ebdullah El Mukrî, Ebu Ebdilkasim El Mukrî, Ebu Ebdullah Dinewerî, Ebul Kasr Bestî, Ehmed Sûnbûlî, Şêx Ebu Tahirî Kurd, Cemaleddîn Lorî, Şêx Cagîr, Ebubekir bîn Hewara, Şêx Mihemed Şenbekî, pîrî Vefaîyan Tacul Arifîn Şêx Ebul Vefa, Şêx Suweyd Sincarî, Şêx Elî El Kurdî, Ebu Mihemed Macîd El Kurdî, Yûsif El Acemî El Goranî, ‘Emer El Kurdî, Cuhlan El Kurdî, Şêx Ebubekir Zahîd El Kurdî, Şêx Elî Herîrî mitesewifên pêşî ne.(6)

Li gor hin lêkolîneran, di nav kurdan de mitesewifê yekemîn Elî Herîrî ye. Tahîrê Hemedanî ji dû wî re tê. (7) Melayê Cizîrî, wekî Ehmed Yesewî di nav kurdan demitesewifê serkeftî ye. Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Mela Huseynê Bateyî, Îsmaîl Bazîdî, Mewlana Xalid,Şerefxanê Hekarî, Murad Xanê Bazîdî, Mele Xelîlê Sêrtî jî di nav mitesewifên kurdan yên navdar de meriv dikare bihejmêre.

Li ser mitesewifan bandora terîqeta Neqşebendîyê jî gelek mezin e. Mitesewifên kurdan jî gelek di bin bandora Neqşebendîyê de mane. Medresa pêşîn ku lê mitesewifê kurd gihîştinê di sala 950’an de li Hemedanê ye. Tahirê Hemedanî (Tahirê Uryan) li vê derê gihiştîye û melatî kiriye. Navnasê wî Uryanî ye.(8)

Terîqet ji felsefa tesewûfê re bingeh e. Terîqetên Neqşebendî û Qadîrî di nav van de yên navdar in. Terîqeta Mewlana ya ku bi Mewlewî nav dibe, li Anatolyayê belav bûye. Terîqeta Ehmed Yesewî ya ku bi Yesewî nav dibe jî li Asyaya Navîn belav bûye. Rifaî, Halwetî, Şazelî û Bektaşî ji teriqetên din in.

Behaeddîn Mihemedê Neqşebendî, pîrê terîqeta Neqşebendîyê ye. Mewlana Xalid Bexdadî jî Neqşebendî ye. Mexlana Xalid, şêxê beşa terîqeta Neqşebendîyê Xelîlîyê  ye.  Şêx  Evdirehman  Xâlis  Tâlebânî  û  Şêx  Nureddin  Brifkâni  jî,  pîrên terîqeta Qadîrî ne. Her du şêx jî helbestvan û mitesewifên kurd yên gelek navdar in.(9) Di sala 1136-1206an de li Medreseya Sor, Îsmaîl Cizîrî derketiye, ew ji di nav  mitesewifên  kurd  de  navdar  e.  Wî  projeya  robot  û  computerê  jî  çêkiriye.

Medresa Sor di nav kurdan de cihêkî baş girtiye. Elî Herîrî jî di vê demê de gihiştîye. Di dema Selaheddîn Eyyubî de, di nav kurdan de bîst medreseyên navdar hebûne. Di sedsala 13an de gava Moxolan êrîş anîne li ser Rojhilata Navîne, gelek medreseyên kurdan yên mezin şewitandine. Di sedsala 14an de Tîmurleng, medrese berhemên kurdan şewitandiye da ku ew bi pêş nekevin. Di sala 1501ê de Şahê Îranê Şah Ebbas zor daye kurdan ku Şîatiyê qebûl bikin. Kurdan qebûl nekiriye. Wî bi pîranî mitesewif û alîm, li der dor î çel hezar kurd kuştiye. Bi pêşektiya Mewlana Idrîs Bedlisî Kurd çûne cem Yavuz Selîm e. Li Amasyayê “Peymana Amasyayê” çekirine. Bi vê peymanê li hember Şahê Îranê yekîtî çekirine û zilma Şah ji ser xwe rakirine. Li ser vê peymanê, Împaratoriya Osmanî berfireh bûye. Ji vê demê û şûn de, medreseyên kurdan jî ava û geş bûne û tesewûf di nav kurdan de gelek bi pêş ketiye Mitesewifên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî derketine holê.(10)

ÇAVKANÎ:

1Gündoğdu, h.b., r.2.

2Köprülü, Fuad, Türk Edebiyatında İlk Mutasavvıflar, Milli Eğitim Bakanlığı Yayınları,Ankara

1984, r.16.

3Eraydın, h.b.,r.63.

4Türer, Osman,  Ana Hatlarıyla Tasavvuf Tarihi, Ataç Yayınları, İstanbul 2011, r.29.

5Köprülü, Fuad,  Edebiyat Araştırmaları,Milli Eğitim Bakanlığı Yayınları, Ankara 1986, r. 184.

6Müfit Yüksel, Tarihimizde Kürt Mutasavvıflar,http://yenisafak.com.tr/yazarlar/?t=18.02.2012&y= MufitYuksel, 18 Sibat2012.

7Sağnıç, Feqi Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2002, r.364.

8Sadık Yalsızuçanlar,  Kürt Dilinde Tasavvuf, sadikyalsizucanlar.net/soylesiler/kurt-dilinde-tasavvuf-

2.html, 24 Hezîran 2010.

9Yüksel, h.b. , r.2.

10Agahiyên li vir, Nivîskar/Lêkolîner Zeynel Abidîn Zinar di sala 2013an meha Adarê de li Zenîngeha Bîngole, di semînerê de diyar kir.

Ev nivîs ji teza bilind ya DI HIN DÎWANÊN KURDÎ DE BANDORA TESEWÛFÊ hatiye girtin.

Lê Binêre

Canda

Strana Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu …