QANATE KURDO

Tosinê Reşîd / Apê min, Mamoste û Hevalê Min, Qanatê Kurdo

Qanatê Kurdo kurapê bavê min bû, her yekî kurê birakî. Gava sala 1918-an Roma Reş kalkê min hêsîr dibin û ew hew êdî vedigere. Pey re bavê Qanat, Kurdo herdo birazîyê xwe, Reşîd, Ahmê û kurê xwe Qanat hildide dibe bajarê Tilbîsê. Lê piştî çend heftîya ew jî diçe dilovanîya Xwedê û yê mezin di malbata me de bavê min, Reşîtê Ozman dimîne.

Ew hingê 15 salî bûye., xerêqa malê dikeve stuyê wî, ew bi birayê xwe Ahmê ve tevayî, Qanat mezindike, firadixe û dide xwendinê.

Çawa meznên me pir caran digotin, malên me ji hev cihê ne bibûn, em usa jî wek neferê malekê dihatin dîtin. Û nêzîkbûna bi wî mirovê mezin re bandûreke bê sînor ser bîr û bawerî, kar û jîyana min hiştîye.

Qanatê Kurdo ji sala 1954-an tê bîra min. Wê salê piştî mêvandarîya li mala me, wî ez bi xwe re birim Lênîngradê. Wî dixwest ez di mala wî de bimînim, wira herim dibistanê, bi zimanê rûsî bixwînim. Bi bawarîya wî xwendina li bajarekî wek Lênîngradê û bi zimanê rûsî, wê jibo dûaroja min pir kêrhatîbe û ber min asoyên firetir veke.

Lê ji alîkî ve xanîyê wî biçûk bû, tenê jûrek bû jibo pênc kesan, ji alîyê mayîn ve jî hewa Lênîngradêye şil û sar li min nehat û piştî sê meha birayê minî mezin, Rizalîyê Reşîd hat û ez bi wî re dîsa vegerîyame gundê xwe.

Apê min Qanat di jîyana mirovan de şûneke pir mezin dida xwendinê. Wî dixwest em gişk bixwînin, xwendina bilind dest bînin. Di wê pirsê de bawerîya wî û bavê min wek hev bû û ew bawarî di temamaîya jîyana me de ji me re bû piştovan, di xwendina me de alî me kir.

Gerek bê gotin, wekî hela di salên biçûktaya min de mêla apê min Qanat ser min bû. Nizanim ez biçûkê malê bûm ji ber wê, yan menîke dinê hebû, lê çiqas bihata Armênîyayê, mêvanîya me, wê ese ez carekê bi xwe re bibirama bajêr û ji min re kincên nû bikiryana. Pir caran ez û wî bi hev re demên dirêj digerîyan û me dirêj sohbet dikir. Di namên xwe de timê pirsa xwendina min dikir, temî dida bavê min û birayên mine mezin ku guh bidine xwendina min. Ser pertûk gotarên wî gişkan, ku dîyarî didane mala me, navê min ese hebû.

Ew guhdarî paşê bû dostanî û hevaltîke baş û heta rojên wîye dawîyê domand. Ji kirasguhêrîna wî (zarê meriva nagere jibo wî peyva mirin bêjî) va ye çardeh sal bihirîne, lê îro jî gava ez navê wî hildidim, dilê min tijî dibe. Ew di temamîya jîyana min de, jibo min mezintirîn mamosta bû!

Ji sala 1960-î de destpêkirî lap kêm salê carekê ez dibûm mêvanê wî, du, sê sala carekê ew dihat mêvanîya me. Ew rasthatinên me ji min re bûne ûnîvêrsîtêta welatper-warîyê, ûnîvêrsîtêta kurdîyetyê. Gîyana Qanatê Kurdo bi kurdîyetîyê ve tijî bû, kurdîyetî ji wî dibarî! Kurdîyetî jibo wî “nexweşîke înfêksyon” bû û ew “nexweşî” pir lez ji wî derbasî xelkên dorê, şagirt, dost û hevalên wî dibû.

Wî her tişt dikir, ku kurd ziman, dîrok û çanda xwe bizanibin û bi wan ve bêne girêdanê. Bê guman piranîya ronakbirên kurdan vê yekê dixwazin, lê Qanatê Kurdo jibo vî karî xwe diwestand, xwe diêşand. Ew yek jibo wî bibû wek karê rojane.

Havîna sala 1955-an wî çend şiîrên Cigerxwîn ser daktîloyê lêxistî ji min re şandin û ji min xwest, wekî heta hatina wî, ez wan ezber bikim. Hingê bawer bikî ji kurdên sovêtê tenê çend kesa navê Cigerxwîn bihîstibûn, îcar ku ma şiîrên wî bixwînin.

Ew nivîsarên kurdîye bi tîpên latînî, yên yekemîn bûn, ku ketne destê min. Ez bi alîkarîya kekê xwe, Rizalî fêrî wan tîpa bûm û min sipartina apê xwe bicîhanî. Bi wan şiîrên Cigerxwîn, perda hesinîye di navbera kurdên sovêtê û kurdên Kurdistanê, ku wan sala hê jî hebû, jibo min hinekî bilind bû. Wan şiîra ber min riya kurd û Kurdistanê vekir. Heta niha jî ez wan pelên kaxazaye êdî zerbûyî, wek pelên ji pertûkên pîroz diparêzim.

Du sala şûn de Q. Kurdo di pertûka xwe, ya zanîyarîyê de, “Rêzimana zimanê kurdî (kurmancî)”, ya ku bi zimanê rûsî çapbibû, çawa nimûnê têkstên kurdî, çend şiîrên Cigerxwîn çapkirin. Ew yekemîn car bû ku nivîsarên Cigerxwîn li Yekîtîya Sovêtê bi zimanê kurdî çapdibûn. Ew yekemîn car bû li Yekîtîya Sovêtê, piştî salên sîyemîn, bi elfeba kurdî ser binga tîpên latînî, ya Celadet Bedirxan, bi zimanê kurdî fermî têkst dihatin çapkirin.

Gerek bê gotin, wekî Q. Kurdo piştovanê elfeba kurdî, ser binga tîpên latînî bû. Ew bi wê bawerîyê bû, wekî elfeba bi tîpên kîrîlî bi zor stuyê kurdên sovêtê pêçane û çiqas zû ji wê rizgarbin, ewqas baş.

Wî di pertûkên xwe, yên zanîyarî de têkstên kurdî tenê bi elfeba latînî didan, ew jî gava li Yekîtîya Sovêtê bo kurda bi fermî elfeba kîrîlî hatibû pejirandin. Jibo salên 50emîn, 60emîn karekî ha mî ha manî dixwest. Çiqas jî rojnama “Riya Teze” bi tîpê kîrîlî çap dibû, lê wî herdem gotarên xwe ji wan re, ji radîyoya kurdî re, bi tîpên latînî dişandin. Carna min jê re digot, tu jibo çi usa dikî, ne hinek nikarin tîpê latînî bixwînin, tu ji wan re problêma çêdikî. Bersiva wî timê amadebû; dûaroja zimanê kurdî elfeba tîpê latînî ye, divêt em gîşk wê elfebê fêr bibin û hêdî-hêdî derbazî wê elfebê bibin, heta bi fermî destûrê didine me.

Sala 1956emîn wî di derheqa Mele Mistefa Barzanîyê nemir de ji min re got, wekî gênêralekî kurd ji Kurdistana Îraqê niha li Yekîtîya Sovêtê dijî. Wekî ew serokê şorişa kurdan bûye. (Got wekî ji kesî re nebêjim. Hingê hê jî di derheqa wî de li Yekîtîya Sovêtê ne dihat gotin û nivîsar).

Ew herdu nav, navên Barzanî û Cigerxwîn, bi pismamtî û dostanîya Qanatê Kurdo re tevayê, salên dirêj ji min re bûne serbilindî, di rojên teng de bûne berbîn, di nav bîyanîyan de bûne mertalên xweparastinê. Pêwendîyên di navbera me de, ji sala 1960-emîn destpêkirî bi taybetî bûn. Bawer bikî ew mirovê tek, tenê bû di cihanê de, wekî min tu gilîyê xwe ji wî venedişart. Çi ku min ji birê xwe re nedigot, ji hevalên xwe, yên lap nêzîk re nedigot, min apê xwe Qanat re digot. Wî jî di gelek pirsan de dilê xwe ber min vedikir.

Kurdo mirovekî bînfire bû, bi zaran re zar bû, bi mezinan re mezin bû. Di pêwendîyên xwe de pir vekirî bû, çi di dilê wî de hebû, ew jî ser zarê wî bû. Pir rastgo bû. Carana min jê re digot; “Apo, tu usan dikî, wekî caran heta mirovên bi te re dost û heval jî ji te dixeyidin. Xwe ez nabêjim, dûrî te be, durûtîyê bike, derewa bike, lê carên usa jî hene tu dikarî tiştekî nebêjî, bêdeng bimînî. Yanê na tuyê hercar gotinên xwe di netka meryan de bidêyî, de hinek xeysetê te zanin, ji te re pir nêzîkin, naxeyidin, hinek jî ji rastîya te sil dibin û ji te dûr dikevin.” Lê dîsa ser ya xwe dima: “Ewên naxwazin rastîyê bipejirînin, ji gotina rast dixeyidin, pêwîstya min yên usa tune.”

Xwendkarên kurde ji perçen Kurdistanêye cihê, ku li Lenîngradê dixwendin, tim caran dibûn mêvanê wî, ew carna diçû jûrên wane biçûk. Û ew mêvandarî tu caran bê stiran û govend ne dibûn. Wî bi xwe govend digirt û distra. Lê bînfireya wî bi sînor bû, di pirsên giring de wî tu caran daneduxwar. Êdî salên xortanîya xwe de, di pirsên giring de, wî serê xwe ber tu kesî, heta ber zanîyarên nav û deng jî xwar ne dikir. Ji wan pirsa, ya giringtir ew pirsa kurdî bû.

Wey li wî di pirsa kurdan de, yan jî kurdnasîyê de tiştekî ne rast, tiştekî dijî berjewendîya gelê kurd bigota, yan binvîsîya. Wê demê wî tu tişt nasnedikir, ne nav û deng, ne biçûktayî, ne mezinayî, ne pismamtî, ne dostanî, ne jî hevaltî. Jibo vî xeysetê wî pir dost û heval jî ji wî dixeyidîn, diqehirîn.

Ez vira tenê nimûnekê dixwazim bînim. Nado Maxmûdov û Semend Siyabendov mirovne naskirî bûn li Armênîyayê, şûnên bilind di hukumanta Armênîyayê de digirtin, rûmeta wan her cîya hebû. Ew herdu jî hevalên Q. Kurdoye nêzîk bûn. Dema Qanat dihat Yêrêvanê, her roj xizmeta wî dikirin. Tê bîra min dema Nado Maxmûdov wezîr bû, yan cîgirê wezir bû, timê Qanat bi ereba xwe ji Yêrêvanê dianî mala me, gund, carna şevekê, du şevan bi wî re dima, paşê diçû ser karê xwe. Roja çûyînê jî ereba xwe dişande pey wî.

Lê gava N. Maxmûdov pertûka “Gelê Kurd” nivîsî û S. Sîyabendov jî bi Aramê Çaçan re tevayî “Ferhenga ermenî-kurdî” – Qanat di wan de şaşîyên giring dîtîn û ew şaşî rexne kirin. Wan ew rexne birine dilê xwe û dostanîya wan hew wek berê ma. Û Q. Kurdo meteldima ka jibo çi ji wî xeyîdîne. Bi xwe rexne bi hêsanî dipejirandin. Pir caran min bawerîya xwe di derheqa nivîsarên wî de digot ê, lê ew tu caran bînteng ne dibû. Carên usan jî dibûn, wekî wî bi xwe dixwest fikra min bizanibe.

Lê du mezinên kurda hebûn, ku rexnekirina wan bal Q. Kurdo ne hêsanbû. Gava te xwe şaş bikira û rexne li M. Barzanî, yan jî Cigerxwîn bikira, wî nikaribû bipejiranda, bînteng dibû, hela cara hêrs jî dibû. Bi bawerya wî wan herdu kesan ewqas karê mezin jibo gelê kurd kirine, jibo kurdan ewqas mezin in, wekî rexnekirina wan wek kifirya ye. Gava dengê xwe nekira jî min zanibû, min texmîndikir di hundurê xwe da çawan diqicqice.

Gava ez diçûme mêvanîya wî, pir caran em bi êvaran derdiketne gerê. Dema wan gera wî bêtir dilê xwe vedikir. Derheqa pilanê xwe, pêşvaçûna kurdnasîyê, problêma kurdaye netewî, ji min re digot. Pir caran di derheqa rasthatinên xwe, yên bi M. Barzanî re gilî dikir. Ew gerên me bi hev re jibo min dibûne dersên pir hêja.

Havîna sala 1960-emîn ez dîsa mêvanê wî bûm. Pertûkxana wî bi pirtûkên bi zimanê kurdî û yên di derheqa kurda de pir dewlemend bû. Ez bi rojan ji pertûkxanê dernediketim. Carna henekê xwe dikir, digot: “Ez nizanim tu jibo min têyî Lênîngradê, yan jibo pertûka?” Nav pirtûkên wî de gelekên kurdî bi tîpên erebî bûn û min hingê nikaribû wan bixwînim. Carekê min ji wî re got, gelo fêrbûna tîpên erebî pir dijwar e. Wî demeke pir kurt li min nihêrî û got:

-Were rûne.- Û bi xwe ji nav pertûkên xwe çend pertûkên bi tîpê erebî û kaxazê nivîsarê anîn û em rûniştin. Çend sihet bihirîn, ez nizanim. Wê rojê em qet ji mal derneketin, wî têlêfonkir û neçû karê xwe jî. Kevanîya wî gava cara sêyemîn gazî me kir firavînê bixun û dît em ji cîyê xwe nalivin, hat bi xwe kaxaz û pirtûkên ber me berevkirin û ji me re firavîn anî.

Roja dinê min êdî tiştên biçûk dixwendin. Çi jibo min dijwar bû min ji wî dipirsî. Ez usa fêrî xwendina kurdîye bi tîpên erebî bûm.

Kurdo piştovanê nasiyonalîzma kurdan bû bi ramana baş. Wan sala li dewleteke wek Yekîtîya Sovêtê, nasîyonalîzma usa mêranî dixwest. Û Qanatê Kurdo xwedîyê wê mêranîyê bû. Ew yeka gişka zanibû, gişka texmîn dikir û carana dijî wî kêr dianîn.

Gava bi peymana 11ê adarê sala 1970-î li Silêmanîyê Zankoya kurdî vebû, jibo xwendina kûrseke ser zimanê kurdî Q. Kurdo dewat Silêmanîyê kirin.

Gelekî şabibû, armanca wîye salan, ku di ûnîvêrsîtêteke kurdî de ser zimanê kurdî lêksya bixwîne, pêkdihat. Demeke dirêj xwe amadedikir. Lê berî çend roja, wekî gerek biçûya, jê re gotin, wekî îzna çûyîna wî nedane. Wî zanibû, wekî jibo kurdperwarîya wî rê nedanê here Kurdistanê û ew yek jibo wî bû derbeke pir giran. Wî, ku heta hingê tu caran cigare hilnedida destê xwe, dest bi kişandina cigarê kir. Çend meha usa di xwe de ponijî bû, kêm dipeyivî, kêm cîya de diçû. Piştî wê bûyerê ji min re got, wekî salên Cenga Cihanîyêye Duyemîn, gava artêşa Yekîtîya Sovêtê ketibû rojhilata Kurdistanê, wî pir dixwest jibo berevkirina matêrîyalên ser zimanê kurdî here wira. Lê hingê jî rê nadine wî, çend kurdên mayîn dişînin.

Kurdo di meydana kurdnasîyê de xebatkarekî bê westan bû. Wî tu caran di pirsa kurdan de tu kesî ra serî danenî. Di temamîya jîyana xwe de jibo parastina berjewendîyên gelê kurd, ziman, dîrok û çanda gelê kurd bi mêranê xebat dikir. Çi rojhilatnasên navûdeng, çi kurdnasên wek O. Vîlçêvskî,

Sûkêrman, G. Akopov û yên mayîn, eger di pirsên kurdnasîyê de şaşî bikirana, gişka zanibû, wekî hema Q. Kurdo wê wan şaşîya derxe meydanê û rexnebike. Carna, gava wan şaşîya zirar digîhande berjewendîya gelê kurd, Q. Kurdo wan zanyaran dikire înat jî. Gilî dikin gava O. Vîlçêvskî di nivîsarên xwe de hinek pirsên dîroka kurdan şaş şirovekiribûn, Q. Kurdo wî bi tûndî rexnedike. Û dû re, go gava O. Vîlçêvskî dihate înstîtûta Rojhilatnasîyê, dipirsî, ka Qanat wir e, yan na. Eger wir bûya ew nedihate hundur, vedigerya diçû.

Sala 1984-an, jibo 75 salîya ji dayîkbûyîna Q. Kurdo li beşa Lênîngradê, ya înstîtûta Rojhilatnasyê AZ ya YKSS civîneke pîrozbayêye mezin bû. Rojhilatnasên navûdeng, heval û hogirên wîye salan bi dilgermîke mezin ew pîrozdikirin, kar û xebatên wî carekê jî dinirxandin. Lê gava dora wî hat û gişk bendê bûn wê ji gişkan re spasîyên xwe bêje, wî bi tundî seroketîya înstîtûta Rojhilatnasîyê rexnekir, wekî baş guhnadin pirsên kurdnasîyê, wekî Yekîtîya Sovêtê di sîyaseta navnetewî de granîyê nade rewşa gelê kurdî bindest.

Di xeysetê wî de zarotî heta mirinê jî ma. Ji her tiştî bawer dikir, bi her gotineke baş hayecan dibû. Ji talebextan re ev xeysetê wî pir caran nîv kurdên, nîv zanîyar jibo berjewendîya xwe kar dianîn. Ji mirovên xwe, dost û hevalan re gelek xemxur bû. Havînekê ez mêvanê wî bûm. Em li havîngeha wî, ya rîya sihetekê dûrî Lênîngradê diman. Rojekê gerek ez bi karekî biçûma Lênîngradê û divêt bigihîştama tirêna sihet 5.30-ê berbangê. Ez pir ecêvmam, gava ji xew rabûm û min dît wê ew berî min rabûye û ji min re taştê çêkirîye.

-Apo, xwe ez ne serê çîya me, yan minê bi xwe ji xwe re tiştek çêkira, bixwera, yan jî minê li bajêr tiştek bikirîya, tu jibo çi ewqas zû rabûyî û te taştê çê kirîye?

O, o, o…, ez te baş nas dikim, tuyê wira herî wira, wira herî cîkî dinê û xwerina xwe bîrbikî. Hê baş e di mal de bixwe, paşê here.- Wî got û karê xwe berdewam kir.

Havîngeheke mezin ji xwe re avakiribû. Diravê bi sala hêvişandî bawer bikî gişk ser wê havîngê xerckir. Gava min jê re digot: -Apo, hûn sê kes in, jibo çi tu xanîkî ewqas mezin ava dikî? Wî bi ken bersiva min dida:

-Ez hesabê te û dost û hevalan jî dikim, gişk nikarin vira havîngeha avakin, bira bêne vira ji xwe re hêsabin.

Bi rastî jî bi havîna timê mêvanê wî hebûn, îlahî rojên şemî û yekşema. Wî mêvan hizdikirin.

Kurê wî, Wezîr, dereng zewicî û nevî ji wî re dereng bû, lema jî ew gelekî şadibû, gava keça min, Zozanê ji wî re digot “kalko”.

Wan sala daktîloya mine bi tîpê latînî tune bû. Carekê ez bi kar çûme Lênîngradê û min têksteke xwe, wek 40 rûpelî bi xwe re bir, wekî ser daktîloya wî lêxim. Min têkst di mala wî de hîşt û bi kar sê roja çûme serbajarê Êstonîyayê, Tallînê. Lê gava ez vegerîyam, min dît wê ew têksta min gişk daktîloyê xistîye. Kopîa yekemîn paqij hiştîye, lê ser ya duyemîn şaşîyên mine rêzimanî rastkirine.

Wî bi du pêçîya daktîloyê dixist û karê wî jî, çawa karê her mirovekî bi rastî zanîyar, qet kêm ne dibû. Lê dîsan jî wî dema xwe ya giranbiha jibo min xerc kiribû. Xwerin pir germ û zû-zû dixwar, çay hema kele-kel vedixwer. Qey bêjî temamîya jîyana xwe de dilezand, ditirsya tiştekî pê re negihîne. Rêvaçûna wî jî bi lez bû. Carna em bi hev re derdiketin gerê, te hew nihêrî meşa xwe lezkir û pêşîyê ket.

Îcar xanima wî wê destê wî bigirta û bigota hêdî here. Lê piştî demeke kurt dîsa pêşîyê diket. Navê kaltîyê tu caran ne dianî ser xwe, heta salekê berî mirinê jî, gava em ji bajêr diçûne havîngehê û me bi xwe re xwerina heftekê dibir, wî ne dihîşt ez tiştên giran hildim, bi xwe hildida û sivik-sivik diçû. Ew jî piştî emelîyeta giran.

Seva wî mal, hebûn, dirav, tu nirxên wan tune bûn. Gava ew ji Cenga Cihanîyêye Duyemîn vedigere, ji Akadêmîya Artêşa Sovêtîyê gazî wî dikin û dibêjin were ji me re karbike, emê xanî bidine te (xanîyê wî dema cengê wêran bibû) û mehê pênc hezar rûblî bidine te. Lê divên tuyê bi pirsên kurdnasyê ve mijûl nebî. Ew berpeyvka wan napejirîne, jiber ku zane wekî bêyî kurdnasîyê nikare bijî. Û bi maaşê mehê hezar hevsid rûblî, di xanîkî yek jûrî de karê xweyî kurdnasîyê berdewam dike.

Zanebûnên wî, yên di dereca kurdnasîyê de bi rastî ênsîklopêdî bûn. Te çi pirs ji ziman, dîrok, dîroka edebyetê, netewenasîyê, folklorê, bi gilîkî her şaxê kurdnasîyê bidayê, bersiva wî têra te dikir. Qanatê Kurdo çawa kurdnas berî gişkî zimanzan bû. Hê xwendkarê kûrsa sêyemîn, yê ûnîvêrsîtêta Lênîngradê, ew gotara xwe, ya zanyaryêye yekemîn ser pirsên rêzimana kurdî çapdike.

Rêziman û ferhengên wî di zimanzanîya kurdî de xebatne fûndamêntalin. Lê jiber ku xwendin û nivîsara kurdî (zaravê kurmancî) îro bêtir ser zimanê “Hewar”ê û rêzimana Celadêt Bedirxan hîmdibe, ku binga wan zaravê Botane, lê lêgerînên Q. Kurdoye zimanzanîyê ser zaravê Serhedê hîm dibin, îro ew hê bi tam nehatine nirxandin. Lê di dûarojê de, bi pêşvaçûna kurdnasîyê re tevayî, şûna wan xebatên profêsîyonal di komplêksa zimanzanîya kurdî de wê baştir bê xuyayê. Gerek bê gotin, wekî piranîya xebatên wîye zanîyarîyê, ku bi zimanê rûsî hatine nivîsarê û çapkirinê, hê jî jibo girsa ronakbir û zimanzanên kurd ne nas in, agaha wan jê tune.

Kurdo di dereca netewenasî, êtnografîya kurdî de jî karekî hêja kirîye, gelek gotarên giranbiha çapkirine. Ew nivîsarên wî jî hê bi tam nehatine nirxandin. Piranîya kurdnasên kevnesovêtê berî “pêrêstroykayê” ditirsyan ji wan kovar û rojnamên kurdî re binvîsin, ewên li dervayî Yekîtîya Sovêtê çap dibûn. Lê Q. Kurdo daxwaza tu kovar û rojnameke kurdî bê bersiv ne dihîşt. Ji salên 60emîn destpê kirî, gotarên wî li piranîya kovar û rojnamên kurdî daeçap dibûn. Carna ser hevkarên xwe matdima:

-Yan ev ji çi ditirsin? Wê kurd jîyana xwe li serê çîya didin jibo welatê xwe, ew jî newêrin gotarekê binvîsin.

Dixwest her tiştî bizanibe. Carekê ez û Nûrê (xanima min), em mêvanê wî bûn û Nûrê bi xwe re pirtûkên ser sazbendya folklorî anîbûn. Nava çend rojan de bawer bikî wî ew pirtûk gişk xwendin û ser wan bi Nûrê re dikete mûneqeşê. Her tiştê di dilê wî de ser dêmê wî nivîsar bû. Mîna zaroka nikaribû ne şabûn, ne hêrs, ne jî dilmayîna xwe veşêre. Ji bo problêmên jîyanêye herrojî, ne ji vê dinê bû. Wî xort hizdikirin, bi mirovên hevçaxê xwe re sebra wî ne dihat, lema jî dor wî timê xort bûn, bi wan re şadibû, bi wan re distira, bi wan re govend digirt.

Gava sala 1963-an min ji wî re têlêfonkir û got, wekî me komela xwendkarên kurd bi nehînî avakirîye, pir şabû. Wî ji min re got, wekî wê baş bibe em kovarekê jî nehînî çapbikin, bi xwe wê ji me re binvîse. Gelek mirovên hevçaxên wî, piranîya ronakbirên kurda xwe dûrî me digirtin, ditirsyan, ji me re digotin tiştên usa nekin. Lê tirsa Q. Kurdo tune bû.

Sala 1979-an, gava li Rojhilatê Kurdistanê şerê giran navbera pêşmergên kurda û hêzên komara Îranêye Îslamyê de diçûn, ez li Lênîngradê, mêvanê wî bûm. Hingê me xwest dengê xwe dijî hovîtîyên rêjîma Îranêye Îslamî bilindbikin. Jibo wî karî divêt ez biçûma Moskvayê. Gava min armanca çûyîna xwe ji wî re got, gelekî şabû, sed rûbil pere da min, wekî pê têlêgirama bişînin û bi xwe çend nimûnê têlêgrama nivîsîn, dane min. Ew bengîyê karê xwe bû. Berbanga zû ji xewê radibû. Kêm caran heta sihet hevt di nav nivînê de dima, radibû, serî, çavên xwe dişûştin û dest bi karê xwe dikir. Paşe, hela neferên malê di xewê de bûn, bi xwe ji xwe re taştê çêdikir, dixwer û dîsan karê xwe didomand. Êvaran jî sihet deh xew dikir. Dema bi karê xwe ve mijûl bû, te bombe jî kêleka wî biteqanda, xema wî nîn bû, serê xwe bilind ne dikir. Ser masa wî her tişt timê tev li hev bû. Lê tiştên ji wî re pêwîst zû didîtin.

Gava gilî tê ser Qanatê Kurdo timê bûyerek dikeve bîra min, ya ku rengekî batinî dide pêwendîyên min û Qanatê Kurdo. Havîna sala 1984-an bû. Min Nûrê bi zarokan ve biribûne havîngehê û bi xwe jî rojên înîyê piştî kar diçûme bal wan û duşemê berbangê vedigerîyame ser karê xwe. Min rojên xwe, yên hêsabûnê jibo Lênîngradê dihêvişandin. Min dixwest dîsan meheke jîyana xwe bi tevbûna wî mirovê mezin bixemilînim. Roja înîyê ez piştî kar dîsan çûme Dîlîcanê.1 Bi çûyîna min zarok pir şadibûn, jiber ku min ew dibirne cîyên dûr digerandin.

Havînên Dîlîcanê pir xweş bûn. Çîyayên bi daristan ve xemilî, gelî û newalên ne pir kûr, cew û kanîya xemleke nebînayî didan wan deveran. Êvarê me pilan çêkirin, ka emê herdu roja, şemî û yekşemê kuda herin, çi bikin. Lê roja dinê, şemîyê berbangê ez ji xewê rabûm û min got, wekî ez diçim Yêrêvanê. Nûrê ji min dipirse seva çi diçî, ez nizanim bersiva wê çi bidim. Ez bi xwe nizanim, ez jibo çi dixwazim vegerme Yêrêvanê. Lê ew bawerî, wekî ez divêt vegerim ji serê min dernayê. Zarok digrîn, lavadikin wekî neçim, ne axir min gilî daye wan bibim bigerînim. Lê min lingê xwe kirîye sola teng,

Dilîcan bajarekê Armênîyayê, yê biçûke. Mala kompozîtorên Yekîtîya Sovêtê, ya efrandarîyê li wir bû û Nûrê çawa endema Yekîtîya kompozîtora salê sê cara dikaribû li wir hêsa bûya û kar bikira.

Hutê, mitê ez diçim. Em gişk şaş û metel mabûn. Ew difikirîn ez mena çûyîna xwe ji wan vedişêrim, ez jî nizanim ji wan re çi bêjim, jiber ku ez bi xwe nizanim jibo çi dixwazim vegerim Yêrêvanê. Gava dîtin ez ne yê mayînême, Nûrê got qet na were taştê bixwe, paşê here. Min got na, ez teştê jî naxum û teherekî ji hev xeyîdî min da ser rê.

Gava ez gihîştme mal min dît wê têlêgramek ji Lênîngradê hatîye. Jina Qanat, Nadêjda Vasîlêvnayê nivîsîye: “Qanat giran nexweş e, nesekine, were”. Ez hêja tê gihîştim, jibo çi ez usa bêsebir bibûm, tabetîya min li Dilîcanê nedihat.

Min ji mala Qanat re têlêfonkir, lê kesî bersiv neda. Qudûmê min lap şkestibû, xule-xula hêstira xweber ji çavên min hatine xwar. Ez usa jî birçî ji mal derketim, min taksî girt û xwe gîhande airportê (balafirgehê).

Ez li Lênîngradê pê hesîyam wekî doxtira bal Qanat şêrpence (kanser) dîtine û divêt bi lez biqelêşin (emelîyetê bikin). Wî jî gotîye heta Tosin neyê ez nahêlim emelîyetê bikin.

Bi çûyîna min gelekî şabû. Henek dikirin, dikenîya, pirsa qewm û pismama, heval û hogira dikir. Ji min pirsî ka min wêneyê zaroka jibo wî anîne, yan na. Ez fikirîm agaha wî tune ka nexweşîya wî çîye. Neferê mala wî, heval û hogirên wî jî ser wê bawerîyê bûn. Lê paşê profêsorê ji min re bêje, wekî wî her tişt zanibû, lê hingê min tirê nizane.

Pir kes dihatin dîtina wî. Xwe xwendkarên kurde ji Kurdistanê, ku li Lênîngradê dixwendin, bawerbikî ji jûra wî kêm ne dibûn, hinek diçûn, hineke mayîn dihatin.

Wî zanibû piştî emelîyetê wê dirêj nejî. Hema çawa hinekî ser xwe da hat, dest bi karê xwe kir. Bê westan rojê heyşt, deh siheta kar dikir. Guh ne dida gotinê tu kesî. Rast e ne digot, lê zanibû wê dirêj nejî û dixwest xebatên xwe, yên nîvîşkan bigihîne sêrî. Û rastî jî usa kir, bawar bikî pey xwe tu xebateke nîvîşkan nehîşt. Wan sala kome zimanzan ser ferhenga rûsî-kurdî kardikirin, ya ku gerek zaravên kurdîye sereke hilgirta nav xwe, para spartibûne wî, dema kivşkirî zûtir temamkir. Nexweşîya wî salek û sê mehan kişand, di nav wê demê de ez hevt caran ser wî da çûm.

Nîveka tîrmehê sala 1985-emîn ez dîsa ser de çûbûm. Ez wek heftekê mam. Rewşa wî, ya tendurustî ewqs jî ne xirabbû. Xwarna xwe baş dixwar, digerîya, kardikir. Lê êvarekê, gava ez piştî gera xwe, ya rojê vegerîyame mal, wî pelekî nivîsar da min û got: “Bira bal te bimîne.” Ew navnîşa destnivîsarên wî bû, yên neçapkirî. Ez dixwezim çi ku ser wî pelê kaxezê nivîsar bû vira bi tam bînim.

 

Navnîş destnivîsên Qanatê Kurdo:

 

  1. Bîranîna kurdê bextewar. (bi kurdî nivîsîye, wek 355 belge).
  2. Nexşê kadrên kurdên sovêtê (bi kurdî nivîsîye, 80-90 belge)
  3. Rêzimana kurdî ya yekîtî û cudatîyên kurmancî û soranî (bi kurdî, tîpên latînî ser daktîloyê lêxistîye, wek 200 belge)
  4. Êzdîxane û Êzdîtî (Bi kurdî nivîsîye, wek 300 belge)
  5. Kovar û rojnamên kurdî (Bi rûsî nivîsîye, wek 60 belge).
  6. Niviştokên lêgerîna folklora kurdî (bi kurdî û rûsî nivîsîye, wek 800 belge).
  7. Deh beyt û destanên kurdî (bi kurdî, bi tîpên latînî ser daktîloyê lêxistîye, wek 200 belge).
  8. Niviştokên fîlologîya kurdî (bi rûsî nivîsîye, wek 80 belge). 15-VII-1985 Qanatê Kurdo

Cara dawî ez nîveka îlonê ser da çûm. Wê carê guhastinên ne baş ji her tiştî dîharbûn. Besa nebxêrîyê Zera Ûsiv gîhande min, wê ji mala me re têlêfonkir. Gava ji min re got, wekî apê min Qanat çûye dilovanîya Xwedê, min lê bawernekir. Min jê dipirsî, ka kî ji wê re gotîye, gelo ew gotina wê rast e? Wê jî mat mayî ji min re got, wekî ji mala Qanat têlêfondike û ez neçar mam bawerbikim.

Ez dest xwe de çûme gundê me û min ew besa nebxêrîyê ji malbata me re bir. Di malên me de dest bi şîn û girî bû. Lê hema wê êvarê ez, bi herdu birê xwe û kome qewm û pismam ve me berê xwe da Lênîngradê. Em çûne hewarîya apê xweyî hizkirî.

Naskirin û dostanîya bi Qanatê Kurdo re jibo min bextewarîke mezin bû. Nav û rûmeta wî, ku ew apê min bû, pir caran di jîyana min de ji min re dibûn helan. Carên usan jî dibûn, wekî navê wî, şerma ji wî, ez jikirina şaşîyan diparastim. Min ne dixwest jibo min leke bê ser navê Qanatê Kurdo.

Min Lênîngrad gelekî hizdikir, ez pir caran diçûme wî bajarê rengîn, yek ji xweşiktirîn bajarê cihanê. Heta îro jî gava carna ji min pirsdikin ka ez kîjan bajaran pir hizdikim, ez berî gişkî navê Lênîngradê (niha Sankt Pêtêrbûrg) didim. Gelek bîranînên jîyana mine lape baş, bi taybetî yên salên xortanaîyê, bi Lênîngradê re grêdayîne. Her car min bi şabûn berê xwe dida wî bajarî.

Ez cara dawîn sala 1989-an çûme Lênîngradê û min texmînkir, wekî piştî Qanatê Kurda ji dinya ronik koçkir, ew bajar teherekî jibo min xalî bûye. Min hêja texmîn kir, wekî min Lênîngrada Qanatê Kurdo hizdikir, bêyî wî ew bajar jibo min valaye. Û ez êdî hew çûm wî bajarî.

Lê Binêre

BEDİRHAN BEY İSYANI

HER YÖNÜYLE BEDİRHAN BEY İSYANI

Cabir DOĞAN/ BEDİRHAN BEY İSYANI Tanzimat’ın Diyarbakır ve Çevresinde Uygulanmasına Karşı Bir Tepki Hareketi ÖZET …